Hevpeyvîn: RÊZAN DILJEN
Pênasekirina helbestê sedan sal e di poetîkayê da yek ji mijarên sereke ye ku tim li serê gengeşî hatiye kirin, bes penasekirina şairî miqayesî helbestê kêm caran bûye cihê nîqaşê. Gava ez li ser teorîya helbestê dixebitîm min jî serê xwe hinekî li ser vê yekê êşand lê ya rastî ji heqê wê derneketim ta ku şairê ezîz, henûn, dilgerm, nefsbiçûk û xweşkelam Berken Berehî nas bikim. Bi min heya ku ferhengnûs û teorîsyen ravekirineka pak û tekûz bo şairî peyda bikin em Berken Berehî gava behs li ser şairbûnê vebû wek mînak û ravekirina şairî bi xwe bidin nîşan. Bê guman bo min kêfxweşî û serbilindî ye bi minasebeta 50 salîya nivîskarîya şairê şair Berken Bereh niha hevpeyvînê li gel wî dikim. Herwiha malavayîya wî dikim ku dilê min nehişt û hevpeyvînê qebûl kir.
Peyv nizilîn/dinizilin ji qelemeka ku nîv qirn e her û her boş diherike…
-Îsal 50 salîya nivîskarîya te ye, bi vê minasebetê ez hem wek şairekî hem jî wek xwînerekî 50 salîya nivîskarîya te pîroz dikim. Bo 50 salîya nivîskarîya te Avesta hemû dîwanên te di berhema bi navê Botannameyê da çap kir. Di heman demê da Nûbihar jî hemû helbestên te yên di kovara Nûbiharê da weşîyane di berhema bi navê kirasê heyînê da çap kir. Avesta û Nûbihar li gel hev, bo te bernameyek çêkir, keç û xortên xwendekar di bernamê da helbestên te xwendin. Kokteylek hat çêkirin, peykerê te jî… Gotina Arjen Arî tê bîra min, digot em kurd zindîkujên mirîhez in. Herçiqas ev hemû bo şairekî wekî te kêm jî bin, van salên dawîn qedirdayîneka baş heye bo cenabê te. Bo 50 salîya xwe û van bertekan dikarî çend kelaman bibêjî? Hestên çawa li te peyda bûn îsal? Tu aniha dibêjî min baş e ev rêya helbestê da ber xwe?
Helbet bi jiyaneke 50 salî ya li gel helbestê bo min cihê bextewarî û serbilindiyê ye. Helbest, ji roja min xwe û helbestê nasî ta îro û dikarim bibêjim ta nefesa dawî dê wek siha min li gel min be. Lew di her şert û mercan de ew her wext li gel min bû û tu carî dev ji min berneda. Hê wêdetir bo min helbest hem dost û hem jî kakilê wê enerjiya liserlinganmayîn e.
Kurd jî wek her giyanewerî bi demê re tên guhertin. Kes ji me ne wek kesê beriya salan e, heta ne wek yê berî heyvekê ye. Vêca kurd di vê sedsalê de rastî gellek bûyer û qewimînan hatin, hem jiyana navxweyî û hem jî guherînên cîhanê derfetên baş ji me re ava kirin. Di van bîst salan de hema ji alî xwendin, nivîsandin û ponijîn û hizr û fikirînê de bi qasî sedan salan livbazî û hewldan pêk hatin. Kurd di her warî de bi pêş ve çûn û dixwazin bibine endamek cîhanî yê şaristaniyê. Ev guherîna hizrî feraseta me jî guherand û hinek dabûnêrît jî guherîn. Aha gotina “zindîkujên mirîhez” jî tu m’eneya wê nema. Ez helbet serbilind im ku ez bûme sedema gengeşekirin û bêwatekirina vê îdyomê. Ya rast jî ev e, kurd di rastiya xwe de qedirzan û nefspiçûk in. Niha bi helwesta xwe evê carek din peyitand. Vêca em çiqasî bi nijada xwe serbilind bin bi min kêm e.
-Te di sala 2018an da, di hevpeyvîna xwe ya li gel Rêdûr Dîjle[1] da wiha gotibû: “Vêca helbest ji bo min, ew war e ku li wê derê dikarim Berkenî wek dareke ku nû hatî çandin û her roj tu av didî, paşê mezin dibe û fêkî û kulîlkên wê çêdibin û dibe dareke gelekî xweşik ku kesên di wê derê re dibuhurin, dixwazin, bêhna xwe vedidin li bin siha wê. Fêkiyekê jê dixwin. Ji bo min helbest, aha! ew war e ku Berken dibe Berken û belkî înşela Berken bi heyîn û hebûna xwe bikaribe bibe modelek ji bo ciwamêran.” Te şeş sal berê behsa modelbûnê kiriye ku em îro baştir têdigihin. Em îro gava kesên nû bi şi`rê radibin dibînin ku kelama ewil ji risteyên te zeft dikin -ez jî yek ji wan im-. Şehmus Kurt di helbesta xwe ya “behiya bêdîwaniyê an jî hunera helbestê”[2] da dibêje ji destêd mûeyed û barnas û bereh maçî kiribana. Gelek ciwan “mamê” xwe wek îdolekî dibînin, ne tenê wekî şairekî, wek şexsîyet, sekn, fikrî û hwd. jî. Îro li Kurdistanê gelek zarok navê wan Berken e. Gava em van yekan dinêrin bi rihetî dikarin bibêjin, te 50 salan tenê ne helbest nivîsîye, te di heman demê da roleka din jî li xwe bar kiriye. Li ser vê hevpeyvîna te ya li gel Rêdûr Dîjle çi guherî? Te wê çaxê got bikaribim bibim modelek ji bo ciwamêran, îro dikarî bibêjî erê va ye ez bûm modelek?
Belê xuya ye ku bûme modelek û ev bo min şanazî û bextewarî ye. Rêzanê delal, tu zanî em endamên civat û neteweyeke ji desthilatdariyê bêpar û hemû heyîna wan di bin nîrê mêtingehkariyê de tê felişandin, bêqîmetkirin, tune kirin hwd. Helbet wek xwenda, rewşenbîr û xwedî feraseteka netewî lazim e ne tenê bi helbesta xwe lê bi rabûn û rûniştin, bi sekn, feraset, hizr û fikra xwe bibe modelek da civat û endamên wê nemaze xort wan ji xwe re wek model bibînin û li gor wan xwe perwerde bikin da bikaribin li hember neheqî, zordarî, asimîle û hemû tiştên dagirker li ser me ferz dike berxwe bidin û heyîn û hebûna xwe biparêzin. Bi gotina Şehmus Kurt û te û ew dilgermî û pêşwaziya xortan ya li fuarê nîşaneyên wê modelê ne.
www.kovaradilop.net
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…