KURTE
Edebiyat qadeke hunerê ye ku mirov hest, xeyal, fikr û tecrubeyên xwe bi rêya ziman û nivîsê bi awayekî dewlemend û xweşik tînin zimên. Edebiyata zarokan jî ji wan berhemên li gor temen û taybetmendiyên geşedanê ya zarokan hatine nivîsîn re tê gotin. Li cîhanê di warê edebiyata zarokan de bi derengî xebat hatine kirin, lê dîsa jî ji ber ku di vê qadê de êdî zêdetir hewl tê dayîn ev dibe sedema kêfxweşiyê. Kovara Nûbiharê ya ku wek kovareke temendirêj a kurdî ji sala 1992yan vir ve weşanê dike di kovargeriya kurdî de xwedî cihekî girîng e. Di vê xebatê de nivîs û xêzên ku di kovara Nûbiharê de hatine çapkirin û dikevin bin banê edebiyata zarokan bi berfirehî hatin nirxandin. Ewil bi çarçoveyeke giştî behsa têgehên zarok û edebiyata zarokan û armanca edebiyata zarokan hat kirin. Paşê beşa zarokan a ku di kovarê de bi salan wek beşeke cuda hatiye amadekirin hat analîzkirin. Di kovarê de ji bo zarokên kurd kîjan nivîs, xêz û wêne hatine weşandin mijarên vê xebatê ne. Ji bo ku ev nivîs û wêne bên tesbîtkirin, hejmarên Nûbiharê yên di navbera salên 1992 û 2010î de hatin lêkolînkirin û li ser wan analîz hat kirin. Armanca xebatê ew e ku di qada edebiyata zarokan a kurdî de gaveke biçûk bê avêtin ku ev kêmasî bala nifşên nû bikşîne û li ser vê mijarê zêdetir xebat bên kirin. Bi saya vê xebatê me tesbît kir ku kovara Nûbiharê herçiqas bi pisporî, rêkûpêk û awayekî pedagojiyê ve nebe jî, hewl daye ji bo zarokên kurd beşeke zarokan amade bike û ji hêla dînî, exlaqî, neteweyî ve wan hem kêfxweş û hem jî perwerde bike.
Destpêk
Zarok toximên gel û welatan in, civak bi hebûna zarokan li ser piyan disekinin û digîhîjin dahatûyê. Herçiqas zarok kesayetên girîng bin jî, gelek civak bi têra xwe qedrê wan nagirin, ji bo wan naxebitin ku ev di gelek qadên jiyanê de xwe dide der. Ji ber ku zarok şexsên pir girîng in, divê ew baş bên perwerdekirin, ji bo wan berhemên dewlemend bên amadekirin û derbarê wan de zêdetir xebat bên kirin. Bi vê mebestê me jî li ser edebiyata zarokan a di kovara Nûbiharê de lêkolînek kir û armanc ew e ku di kovarê de ji bo zarokan çi hatiye amadekirin bê tespîtkirin û ew bi berfirehî bên analîzkirin. Qasî ku tê dîtin di vê qadê de xebat kêm in û hêvî ew e ku xebata me jî bibe ji perçeyek xebatên edebiyata zarokan a kurdî û nifşên nû li ser vê mijarê zêdetir hewl bidin.
Di vê xebatê de me rêbaza lêkolîna dokumanê, senifandin û analîza naverokê bi kar anî. Ewil wêne, nivîs û xêzên ji bo zarokan hatine weşandin yek bi yek hatin tesbîtkirin. Paşê me hemûyan di bin sernavên cuda de senifand ku xebateke rêkûpêk derkeve holê. Dema senifandin temam bû, me vê carê li ser naveroka wan analîz û şîroveyan kir ku agahiyên berfireh bên bidestxistin. Ji bilî senifandin, analiz û şîroveyan, me hemû mijaran bi tabloyan nîşan da ku kesên meraq dikin û bixwazin zêdetir agahiyan bi dest bixin bila bi rehetî xwe bigîhînin hejmarên kovarê û naveroka mijaran. Bi saya vê lêkolînê em gihîştin agahiyên berfireh ku ew ê bikaribin di vê qadê de bên bikaranîn. Girîngiya vê xebatê ew e ku di qada edebiyata zarokan a kurdî de agahiyên nû bide xwîneran, balê bikşîne ser vê qadê û ji bo kesên ku li ser vê mijarê dixebitin bibe yek ji wan çavkaniyên ku bi mijarê re eleqedar in.
Me di vê xebatê de beşa Zaroknameyê (paşê wek Zarokistan û Nûbihara Biçûkan nav guhertiye) ya di kovara Nûbiharê de ji bo zarokan hatiye amadekirin nirxand. Ji ber vê, hejmarên Nûbiharê yên di navbera salên 1992 û 2010î de hatine weşandin yek bi yek hatin lêkolînkirin, hewl hat dayîn ku di edebiyata zarokan a kurdî de rola kovarê bê tespîtkirin û li ser van nivîs û wêneyan şîrove û nirxandin bên kirin. Ji bo ku ew bên tespîtkirin 112 hejmarên Nûbiharê yên di nav 19 salan de hatine weşandin (ji van hejmaran hinek sê mehan carekê, hinek çend hejmar bi hev re hatine weşandin) hatin nirxandin. Hat dîtin ku bi tenê di nav salên 1992-1993-1995-1996-1997-1999-2000-2009 û 2010î de yanê 9 sal ji bo zarokan beşek hatiye amadekirin. Gelo naveroka van nivîs, xêz û wêneyan ji çi pêk tê, zimanê wan hêsan e an giran e, ew li gor asta zarokan in an na, li gor pîvanên edebiyata zarokan hatine amadekirin an na, ev pirs hemû di vê xebatê de hatin bersivandin û derbarê wan de şîrove hatin kirin.
1. Zarok û Edebiyata Zarokan
Zarok û edebiyata zarokan du mijarên bi bi hev re têkildar in ku gelek caran li ser niqaş hatine kirin. Ji bo peyva zarokê gelek pênase hene ku ferhenga Cambridgeê dibêje; kesî/kesa ciwan ê ku hê mezin nebûye (Cambridge, 2024). Lê ev pênaseya berfireh dikare mijarê zelal bike; zarok ew kes e ku ji du saliya xwe (temambûna dergûşiyê) heta 15 saliya xwe (dema kamilbûnê) ji hêla fizîkî, derûnî, civakî ve di navbera van herdu heyaman de mezin dibe û di civakê de hewl dide ku bibe şexsek (Tüfekçi Çan, 2014, r. 1). Li gor Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî her çiqas kesek zû kamil bibe jî, heta ku 18 salên xwe tije neke ew wek zarok tê hesibandin (Çocuk Haklarına Dair Sözleşme, 2024, r. 5). Di kurdî de ji bo kesên ku temenê wan heta dozdeh û sêzdeh navên wekî zarok, zaro, zarî, gede, gedek, sêlek, sêwlek, doman, qeçek, sebî, mindal, eyal, tifal, biçûk, piçûk, weled û hwd tên bikaranîn (Pertev, 2009, r. 21). Wek ku tê dîtin zarok ew kes in ku temenê wan ji yek an jî du salî dest pê dike û gelemperî heta sêzdeh û panzdeh salî dewam dike. Ji vê heyama ku di navbera van salan de derbas dibe ra jî dibêjin heyama zarokatiyê ku ji bo geşedana hişî, ruhî û fizîkî ya zarokan pir girîng e.
Li ser rûyê erdê dema însanan xwestine ku tiştekî bibêjin, an bi devkî an jî nivîskî fikr û hestên xwe anîne zimên. Ji van hinek ji ber ku li gor hunerekê hatine gotin an jî nivîsandin, ew wek edebiyat hatine nirxandin. Bêşik her gotin û nivîs ne edebiyat e. Edebiyat hunerek e ku mirov hemû bihîstin, kirin û fikrên xwe bi awayekî dewlemend û bitesîr di hemû heyaman de bi vê hunerê tînin zimên (Kavcar, 1999, r. 4). Edebiyata zarokan çi ye û kingê derketiye holê? Niqaşên li ser vê mijarê di destpêkê de gelemperî ew e ku edebiyata zarokan perçeyek an jî binbeşeke edebiyatê ye û tena serê xwe divê wek qadeke cuda neyê nirxandin. Di nav demê de ev nêrîn guheriye û ew wek qadeke serbixwe heta roja me hatiye.
Dema em lê dinihêrin tê dîtin ku mezinan bi sedsalan zarok wek şexsên serbixwe qebûl nekirine û ji ber vê nêrînê jî hewce nedîtine ku ji bo wan edebiyatekê ava bikin. Zêdetîr berhemên devkî yên wek çîrok, tiştanok, lorîk, fabl, metelok û hwd ji bo wan gotine, an jî di nav rûpelên rojname û kovaran de bi tenê çend rûpel ji bo zarokan veqetandine bes. Lê piştî Serdema Navîn dema tesîra heyama Ronesansê (Ronahîbûn) çêbûye û Ewropa hinekî pêşve çûye, ew nêrîna ku zarokan wek şexsekî qebulnekirin jî guheriye û êdî ji bo wan edebiyateke taybet hatiye avakirin. Dema ev hişmendî piştî sedsala 17emîn li seranserê cihanê belav bûye, her civak li gor xwe xebitiye û ji hêla edebiyata zarokan ve hêdî hêdî gavên girîng hatine avêtin (İnal, 2014, r. 30, Neydim, 2003, r.147-148, Şirin 2007, r. 6).
Di navbera zarok, ziman, perwerde û edebiyatê de têkiliyeke girîng heye. Edebiyata zarokan ji hemû tiştên devkî an jî nivîskî, yên ku xîtabê mezinbûn, geşedan, xeyal, hest, fikr, qabiliyet û zewqa zarokan dikin, hem wan perwerde û hem jî kêfxweş dikin re tê gotin (Yalçın-Aytaç, 2014, r.17). Fikra edebiyata zarokan wek qadeke cuda cara ewil li Îngiltereyê hatiye rojevê. Çaxê ku behsa mijarê hatiye kirin, ewil keşîş û kesên nêzîkî civata dêrê û paşê jî hin hîndekaran bertek nîşanî vê nêrînê dane. Lê paşê hêdî hêdî ev bertek kêm bûne, edebiyata zarokan heta roja me hatiye û ji bo zarokan zêdetir berhem hatine amadekirin. Güleç û Geçgel destnîşan dikin ku heta sedsala 16emîn ji bo zarokan tu pirtûkek jî nehatiye nivîsandin û wiha dibêjin:
“Heta sedsala 16emîn mirov rastî pirtûkeke ji bo zarokan hatiye nivîsandin nayê. Heta vê sedsalê zarok hewcedariya xwe ya edebiyatê bi berhemên edebiyata gel, an jî bi pirtûkên ku ji bo mezinan hatine nivîsandin pêk tînin. Berhema Johann Amos Comenius a bi navê “Orbis Pictus (Bi Dîmenan ve Dinya) ya ku di sala 1637an de hatiye weşandin wek pirtûka zarokan a biwêne ya ewil dikare bê qebûlkirin (2012, r. 1).
Dema behsa edebiyata zarokan tê kirin, du tişt balê dikşînin; yek ew e ku berhemên li Rojavayê navdar in û li cihanê ji hêla gelek kesan ve tên zanîn ji bo ku zarok jî sûdê ji wan werbigrin, bi zimanekî hêsantir ji nû ve hatine nivîsandin. Mînak, fablên La Fontaine û Ezop, çîrokên gelerî yên ku ji hêla Charles Perrault ve bi navê “Contes de ma mère l‟Oye” (Çîrokên Dayika Qaz) hatine weşandin û çîrokên “Rapunzel” (Rapunzel), “Hänsel und Grethel” (Hansel û Grethel), “Rotkäppchen und der Wolf” (Keçika Kumsor û Gur), “Dornröschen” (Rindika Razayî) yên ji hêla du birayên alman Jacob û Wilhelm Grim ve hatine berhevkirin. Ji bilî van, pirtûka John Newbery a “Mother Goose‟s Melody” (Strana Dayika Qaz), berhema Daniel Defoe ya “Robinson Crusoe” (Robînson Crusoe), berhema Jonathan Swift ya “Gulliver‟s Travel” (Seyahatên Gullîver), pirtûka Charles Dickens ya“David Coperfield” (Davîd Coperfîeld, berhema Lewis Carrol a “Alice‟s Adventures In Wonderland” (Alîs li
Diyarên Nedîtî), pirtûkên Jules Verne yên “Voyage au centre de la Terre” (Seyahata Ber Bi Navenda Dinyayê), “De la Terre à la Lune” (Seyahata Ber Bi Hîvê Ve), “Les Enfants Du Capitaine Grant”
(Zarokên Kaptan Grant), “Vinght mille lieues sousles mers” (Di Bin Behrê De Bîst Hezar Fersah), “Le tour du monde en quatre-vingts jours” (Di Heyştê Rojan De Gera Alemê) jî bi zimanekî ku zarok bikaribin rehet fêm bikin û pê kêfxweş bibin ji nû ve hatine nivîsîn.
Xala duyem jî ew e ku di nav demê de fikra edebiyata zarokan reh daye û êdî berhem rasterast ji bo zarokan hatine nivîsîn. Yanî nivîskar û helbestvanan bi taybetî ji bo zarokan berhem amade kirine. Ev bi rastî jî piştî salên dûr û dirêj pêk hatiye ku hê jî xebatên di vê rêyê de gav bi gav dewam dikin. Wek ku tê dîtin fikra edebiyata zarokan di sedsala 17emîn de li Rojavayê dest pê dike û paşê li cîhanê belav dibe. Piştî ku keşfên erdnîgariyê çêbûn, Ewropa dewlemend bû, kapîtalîzmê dest pê kir, mirovan ji gundan koçî bajaran kir, Ronesans û Reformê dest pê kir, tesîra felsefeya ronahîbûnê jî li ser civakê zêde bû (İnal, 2014, r. 30). Ev geşedan bûn sedem ku zarok şûna kar û xebatê êdî herin dibistanan, perwerdeyê bibînin, ji bilî Încîl û pirtûkên olî berhemên din jî bixwînin û binîvîsin. Van hemûyan ji edebiyata zarokan re rê vekir û ji wir pê ve ji bo zarokan hêdî hêdî berhem hatin amadekirin. Dikare bê gotin ku ev berhemên devkî û nivîskî yên li gor asta zarokan hatin amadekirin û hê jî tên amadekirin zimanê zarokan pêş ve dibin, wan kêfxweş dikin û li ser geşedana wan a hişî û derûnî tesîreke baş dikin. Ji bilî vê, ew fikr û hêstên zarokan dewlemend dikin û asta wan ya ecibandinê bilind dikin (Sever, 2015, r.17).
Di pêvajoya dîrokê ya edebiyata zarokan de hema bibêje li hemû welatan geşedana edebiyata zarokan ji heman pêngavê derbas bûye. Edebiyata zarokan ewil ji bo perwerdeya dînî û exlaqî wek navgînekî hatiye bikaranîn ku ew wek “nêrîna pedagojiyê”, paşê wek berhema hunerî hatiye nirxandin ku ev jî wek “nêrîna estetîkê” hatiye nirxandin. Herî dawîn jî hatiye gotin ku zarok jî xwedî hestan in û ev jî bûye sedem ku “nêrîna psîkolojiyê” derkeve holê. Di edebiyata zarokan da çend teoriyên sereke hene ku Tüfekçi Çan wan wek ya ku “nivîskar” derdixe pêş, ya ku “xwîneran” derdixe pêş û ya ku “naverok”ê derdixe pêş bi 3 cureyan dabeş dike û wan jî di nav xwe da wek sernavên cuda bi hurgilî tasnîf dike (2014, r. 20, 25).
Bi kurtasî edebiyata zarokan jî wek edebiyata mezinan dixwaze hest û fikran bi awayekî xweş û bitesîr bîne ziman û wan zarokan bide xwendin. Tişta ku edebiyata zarokan ji edebiyata din cuda dike ew e ku çarçoveya wê bi zarokan ve hatiye sînordarkirin. Fêrkirin, perwerdekirin, terbiyekirin jî di gel demderbaskirinê û kêfê cî digire. Şimşek armanca edebiyata zarokan bi bîst xalan eşkere dike (2007, r. 31). Lê mirov dikare yên sereke bi vî awayî bîne ziman; beriya her tiştî armanc ew e ku zarok kêfxweş bibin û bi saya edebiyatê dema wan baş derbas be. Lewra berhemên baş û biqalîte tesîreke erênî li ser hiş û ruhê wan dikin, dinyaya zarokan a hest û xeyalan dewlemend dibe. Edebiyata zarokan agahiyê dide zarokan, tiştan hînî wan dike, bi saya van agahî û perwerdeyê asoya wan fireh dibe. Zarokên ku asoya wan fireh dibin jî bi çavekî din li dinyayê û mirovan dinihêrin, tiştên nû keşif dikin. Yek ji armanceke din a edebiyata zarokan jî ew e ku xwendinê bi zarokan bide hezkirin ku dema ew mezin dibin, di navbera wan û xwendinê de pireyeke xurt ava bibe. Kesên ku di zarokatiya xwe de bi pirtûk, kovar an jî berhemên din re eleqedar dibin, gelemperî baş diaxivin, di nivîsê de ziman baş bi kar tînin, hest û fikrên xwe rehettir tînin ziman.
Di bingeha edebiyata zarokan de fêrkirin, agahdarkirin, perwerdekirin û kêfxweşîkirin heye ku mezin ji bo vê hewl didin û berhemên zarokan amade dikin. Helbet her nivîs, xêz, wêne û berhemên ji bo zarokan tên amadekirin ne perçeyek edebiyata zarokan in, pîvanên wê hene ku me kêm zedê bi çend xalên sereke behsa wan kir. Lê bi kurtasî, divê zimanê berheman hêsan û zelal be, zarokan netirsîn e, xemgîn neke, dema wan xweş derbas bike, zimanê wan pêşva bibe, agahiyan fêrî wan bike, zarokan perwerde û terbiye bike, kêfê bide hiş û mêjiyên wan û hwd. Edebiyata zarokan ji folklorê bigire heta dîrokê, ji fîlolojiyê bigire heta hunerên bedew, ji dîrokê bigire heta hunerên dîtbarî bi gelek qadan re têkildar e û ji sala 1980 û vir ve gelek teoriyên wek oryantalîzm, femînîzm, postmodernîzm, psîkanalîtîk di rexnekirina vê qadê de hatine bikaranîn (Uğurlu, 2010, r. 1921, 1945).
Piştî van agahiyan dema em berê xwe didin civaka kurdan em dibînin ku li gor cihanê di edebiyata zarokan a kurdî de ji bo zarokan berhem -bi taybetî yên nivîskî- gelekî kêm in. Ji ber sedemên siyasî yên wek qedexekirina ziman, kêmbûna saziyên kurdan, berhemnivîsandina ji bo mezinan, aborî û hwd edebiyateke xweser a zarokan ya birêkûpêk ava nebûye. Wek cîhanê di nav kurdan de jî edebiyata zarokan ewil bi berhemên devkî pêş ketiye û paşê berhemên nivîskî hatine amadekirin. Ev berhemên nivîskî jê gelek jî di rojname an jî kovaran de (Hawar, Nûbihar û hwd) bi çend rûpelan hatine weşandin, lê paşê yên ku rasterast ji bo zarokan hatine amadekirin derketine holê. Dîrok û geşedana edebiyata zarokan a kurdî ji ber ku mijareke berfirehe em ê di vê gotarê de bi tenê behsa perçeyek ji wê bikin. Lê dikare bê gotin ku li gor Rojava û cîhanê gelekî dereng dest pê kiriye û hê jî rewş zêde neguheriye û negihîştiye asteke baş. Lewra weşanên wek kovar, pirtûk, rojname û hwd yên ji bo zarokan kêm in û hêvî ew e ku ji vir şûn de ew zêdetir bên amadekirin. Çaxê ku berhemên nivîskî bên lêkolînkirin wê bê dîtin ku di naveroka wan de şûna zimanekî zelal û hêsan a ku zarok bikaribin bi rehetî fêm bikin, gelemperî zimanekî giran hatiye bikaranîn. Ev jî dikare bibe mijara xebateke din û li ser lêkolîneke berfireh bê kirin. Rewş her çiqas wiha be jî, hin nivîskar û rewşenbîrên kurd xwestine vê kêmasiyê ji holê rakin û ji bo zarokan ked dane. Di vê keliyê de em dikarin bibêjin ku kovara Nûbiharê jî yek ji wan weşanan e ku di destpêka weşana xwe (1992) heta heyameke dirêj (2010) ji bo zarokên kurd çend rûpel amade kiriye. Ev mijar û navarokên kovarê çiqas li gor pîvanên edebiyata zarokan in (mijarên balkêş, zimanê hêsan, kêfxweşkirin, agahdarkirin, fêrkirin, perwerdekirin, balkêşandin û hwd) û gelo gihîştine armanca xwe an na wê niha bên nirxandin.
2. Bi Çarçoveyeke Giştî Kovara Nûbiharê
Salên 90î ji bo kurdan herçiqas salên dijwar bin jî, ji hêla çapemeniyê ve destpêka heyameke nû ye jî. Li Tirkiyeyê di sala 1991ê de qanûna 2932an a ku zimanê kurdî di qada axaftin, weşandin û çapkirina fikr û ramanan de qedexe dikir hat betalkirin (Resmi Gazete, 1991, r. 8). Bi fesihkirina vê madeyê qedexeya li ser weşana kurdî jî ji holê rabû û heyameke nû dest pê kir. Kovara Nûbiharê jî wek çend kovarên din di vê heyamê de bi zimanê kurdî dest bi weşanê kir. Kovara ku ji bo çand, hûner û edebiyata kurdan derket qadê bi berpirsyariya Sabah Kara û Süleyman Çevik di Çiriya Pêşîn a sala 1992an de li Stenbolê hejmara xwe ya ewil weşand. Xwediyê kovara ku bi awayekî mehane dest weşanê kir, Mahmut Yarluğ bû. Kovar ji hejmara 87emîn pê ve êdî wek bihar, havîn, payîz û zivistan sê mehan carekê demsalî hat weşandin. Rûpelên wê ji 32yan pêk hat, lê piştî ku bû demsalî hejmara rûpelên wê jî di navbera 96 û 110an de zêde bû. Peyva nûbiharê ya ku tê meneya bihara nû gelo çima hatiye hilbijartin? Bersiva vê li ser malpera nubiharblogê hatiye dayîn û tê gotin ku Nûbihar navê xwe ji Nûbihara Biçûkan ya Ehmedê Xanî digire û xwe dewama wan kesên ku di tarîxê de ji edebiyata Kurdî re xizmet kirine dibîne.[1]
Dema hejmarên kovarê bê lêkolînkirin tê dîtin ku hin mehan kovar nehatiye weşandin, lê pişt re du hejmar bi hev re hatine çapkirin. Wek hejmarên 41/42, 43/44 51/52 û 53/54. Rêvebirên kovarê ji ber sedemên cuda di îlona 1997an de bi hejmara 60emîn dev ji weşandina Nûbiharê berdane û gotine ew ê navbereke çend mehan (6 meh) bidin û di nîsana 1998an de car din dest bi weşana xwe bikin (Nûbihar, 1997, r. 4). Meha nîsanê ji ber ku sedsaliya rojnamegeriya kurdî ye, Nûbiharê di nîsana 1998an de car din dest bi weşana xwe kiriye. Kovarê cara duyem jî di sala 2000î de navber daye weşana xwe (piştî hejmara 86an). Rêvebirên kovarê piştî vê hejmarê êdî dev ji weşana mehane berdane û di sala 2002yan de bi hejmara 87an ya zivistanê dest bi weşana demsalî (sê mehan carekê) kirine. Di heyama ku kovara Nûbiharê dest bi weşanê kiriye kovarên kurdî yên wek Rewşen-Jiyana Rewşen, Newroz Ateşi (Agirê Newrozê), Serketin, Tewlo, Zend, Nûdem û hwd jî dest bi weşanê kirine û kêmasiya kovergeriya kurdî ya salan bi van xebatan ve hinekî ji holê rabûye.
Zimanê Nûbiharê xwerû kurdî ye, ji sedî 99 bi zaravayê kurmancî hatiye weşandin. Lê car caran nivîsên zazakî (dimilkî) û soranî jî hatine nivîsandin, mînak hejmara 118emîn tevahî bi zazakî ye. Derbarê armanca kovarê de jî li ser berga ewil a kovarê “Mehnameya Çand û Huner û Edebiyat” hatiye nivîsandin. Ji vê tê fêmkirin ku kovar dixwaze çand, edebiyat, dîrok û hunera kurdî belav bike û biparêze. Di nivîseke pêşgotinê ya bi sernava “Di Payîz de Nûbihar!”ê de jî behsa armanca kovarê hatiye kirin (Nûbihar, 1992, r. 3). Di kovargeriya kurdî de gelemperî gelek kovar bi nêrîneke çepgir hatine weşandin, lê Nûbihar bi nêrîna xwe ya neçepgir balê dikşîne. Rêvebirên kovarê her çiqas kesên dîndar bin jî, nivîsên kurdên ku fikrên wan ji hev cuda ne di kovarê de weşandine. Dibe ku ji ber vê tevgerê rewşenbîr û pisporên zimanê kurdî bi salan kovarê wek baneke hevpar a kurdî dîtine û di Nûbiharê de kom bûne, ew wek kovareke kurdî ya temendirêj hê jî weşana xwe didomîne.
Herçiqas navê çend kesan derkeve pêş jî, gelek kesên din di kovarê de helbest, çîrok, hevpeyvîn, fabl, mamik, biyografî, çarîn, hevpeyvîn û gelek nivîsên curbicur nivîsîne. Mînak; Abdullah Kıran, Abdurrahman Adak, Ahmet Aras, Berken Bereh, Celîlê Celîl, Firat Cewerî, Hayrullah Acar, Hatîce Mollakendî, Gulîstan Çoban, Sidîq Gorîcan, Lokman Polat, Mehmet Öncü, M. Emin Bozarslan, M. Zahir Ertekin, Murad Celalî, Perwîz Cîhanî, Recep Dildar, Rojbîn Özkan, Rojen Barnas, Rohat Alakom, Roşan Lezgîn, Salih Kevirbirî, Selman Dilovan, Selîm Temo, Xalid Sadinî û Zilkîf Xweşhêvî. Ji wan hinekan hem bi navên xwe yên fermî û hem jî bi navên mustear nivîsandine. Hejmara nivîskarên jin di destpêkê de pir kêm e, paşê hinekî zêde dibe, lê dîsa jî ew bi têra xwe di kovarê de cî nagirin.
Dema em berê xwe didin nivîskarên beşa Zaroknameyê navê Xelîl Amed (î), Sabah Kara û Rojbîn Özkanê balê dikşîne. Sabah Kara di hejmara 2, 3, 4, 6, 7, 78, 79-80-81 û 82yan de, Xelîl Amed (î) di hejmara 8 û 56an de, Rojbîn Özkanê jî di hejmara 107-108-109-110-111 û 112yan de ji zarokan re nivîsandine û beş amade kirine. Xêncî wan, hin kesên din jî fabl, çîrok, mamik, tiştanok û hwd nivîsandine ku meriv dikare navê wan wek Mehmêd Alî Sadik, Murat Malpir, Zelal Hawar, Besra Pîranî, Melayê Xursî, Nûbar Asan, Azad, Ebdillah Amed û Selman Dilovan rêz bike.
Ji ber ku kovar kovareke edebî, çandî û hunerî ye tê de gelek nivîsên curbicur yên wek çîrok, pexşan, helbest, gotinên pêşiyan, metelok, ceribandin, gotar, hevpeyvîn û hwd hene. Kovar di destpêkê de ji hêla edebiyata kurdî ya klasîk ve gelekî dewlemend e, lewra helbest, beyt û çarînên Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran, Mela Huseynê Bateyî, Seyîd Eliyê Findikî, Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî û hwd hatine weşandin. Ji bilî vê, ji zimanê tirkî, farisî, almanî, îngilizî, erebî, frensî, norwêcî û yên din helbest, çîrok, gotar û hwd werger hatine kirin. Di destpêkê de zêdetir nivîsên îslamî, yên li ser jiyana Hz. Pêxember, sehabe û Seîdê Kurdî, beşên ji Qur’anê û Rîsaleya Nûrê, helbestên klasîk û hedîsên Pêxember hatine weşandin. Lê nivîsên ji folklora kurdî yên wek gotinên pêşiyan, heyranok, biwêj, payîzok, çîrok, lawje, destan, meselok, pêkenok, şîret, serpêhatî û çîrvanok jî gelek hatine weşandin, yanê ji vê hêlê ve kovar gelek dewlemend e.
3. Zarokname – Zarokîstan – Nûbihara Biçûkan
Kovara Nûbiharê herçiqas ne kovara zarokan be jî, hin nivîskar û rewşenbîrên kurd çend rûpel ji bo zarokan veqetandine û di vê beşa ku navê wê wek Zarokname, Zarokîstan û Nûbihara Biçûkan dem demî guheriye de ji wan re nivîsîne. Navê beşê di hejmara ewil de bi Zaroknameyê dest pê kiriye û heta hejmara 78an (di vê demê de carna ev beş nehatiye amadekirin) bi vî awayî hatiye nivîsandin. Di hejmarên 79, 80 û 81 ên ku sê hejmar bi hev re hatine weşandin de navê beşê bûye Zarokîstan. Piştî hejmara 82an navbereke dirêj a qasî 9 salan çêbûye û heta hejmara 107an ji bo zarokan tu tişt nehatiye amadekirin. Di sala 2009an hejmara 107an de navê beşê dîsa wek Zarokname hatiye nivîsandin.
Dema kovar hejmara xwe ya 108emîn diweşîne, navê beşê vê carê jî wek “Nûbihara Biçûkan” tê guherandin û heta hejmara 112yan ev nav tê bikaranîn. Ji xwe hejmara 112emîn (Havîn 2010) ji bo zarokan êdî dibe hejmara dawîn û bêyî ku agahiyek ji zarokan re bê dayîn dev ji beşa “Nûbihara Biçûkan” tê berdan. Heke mirov naveroka kovarê binihêre, tê dîtin ku ji bo zarokan çîrok, fabl, pêkenok, helbest, bîranîn, gotinên pêşiyan, karîkatur û hwd hatine weşandin. Ji van cureyan hejmara hinekan zêde û ya hinekan jî kêm e. Lê dîsa jî ji hêla naverokê ve dewlemendiyek xwe dide der. Armanca van nivîsan ew e ku zarok bi van agahiyan ji hêla dînî, exlaqî, neteweyî û çandî ve bên perwerdekirin û dema wan xweş derbas be.
Ji bo fêrkarî û perwerdeyê di kovarê de gelemperî mijarên dînî, neteweyî û yên exlaqî hatine hilbijartin. Mînak jiyana Pêxember û sehabeyan, navdarên kurd, gotinên pêşiyan, pêkenok, karîkatur, fabl û çîrok naveroka beşê pêk tînin. Amadekarên beşê kedeke mezin dane, lê dema naverok bê analîzkirin tê dîtin ku zarok wek mezinan hatine hesibandin, gelemperî zimanekî ji bo mezinan di nivîsan de hatiye bikaranîn. Di mînakên ku wê bên dayîn de ev rewş hat şîrovekirin.
3.1. Naveroka Zarokname, Zarokîstan û Nûbihara Biçûkan
3.1.1. Mijarên Dînî û Exlaqî
Kovara Nûbiharê ya ku bi nêrîneke îslamî dest bi weşanê kiriye di hejmarên ewil de nivîsên dînî û exlaqî zêdetir weşandiye ku ev nêrîn di beşa Zaroknameyê de jî tê dîtin. Mijarên Zaroknameyê, zimanê ku hatiye bikaranîn, peyamên ku tên dayîn bi eşkere nîşan didin ku rêvebirên kovarê xwestine perwerdeyeke dînî û exlaqî bidin zarokan. Ji bo vê jî, di gelek nivîsan de mijarên ku behsa hebûna Xwedê, dînê îslamê, pêxamberan, sehabeyan, meha remezanê, rojîgirtinê û hwd dikin hatine weşandin. Di hejmara yekem de navê nivîsa ewil “Du qise ji jiyana pêyamber ê Ekrem” e. Di vê nivîsê de mijar tevgerên Hz. Mihemed û têkiliya wî ya bi mirovan re ye. Di qiseya ewil a bi navê “Peyamber ê Ekrem û du helqe civat” de nivîskar behsa pêxember û du civatan dike. Di qiseya duyem a bi navê “Mirovê Ricaker” de jî mirovekî hal û wextê wî zêde nebaş diçe li cem Pêxember ku ji wî alîkariyê bixwaze. Lê beriya ku ew alîkariyê bixwaze Pêxember şîretekê li wî dike (Azad, 1992, r. 30-31). Ji ber zimanê ku hatiye bikaranîn mirov dikare bibêje ku ev nivîs ne li gor asta zarokan e, wêneyê hatiye xêzkirin jî zêde balkêş nîne.
Di hejmara 8emîn de bi sernava “Pûtên Bêxêr û Bêkêr” nivîsek di beşa Zaroknameyê de heye ku behsa sehabe Eba Zer dike ku wî çawa pûtê xwe perçe kiriye û dînê îslamê hilbijartiye (Amed, 1993, r. 27). Mijar, bi zimanê ku hatiye bikaranîn û wêneyê ku hatiye xêzkirin ve li gor asta zarokan giran e. Di hejmara 9emîn de Ebdillah Amed bi navê “Rûpelek ji Exlaqê Pêxember” nivîsek amade kiriye û bi devê Hz. Hesen û Hezretî Huseyînê kurên Hz. Elî behsa exlaqê Pêxember, tevger û gotinên wî kiriye (1993, r. 27-28). Ji bilî vê, bîranîneke Hz. Eyşe (jina Pêxember) û bîranîneke sehabe Bavê Talha yên derbarê Hz. Mihemed de jî hatine nivîsandin. Nivîseke din jî di hejmara 11emîn de bi navê “Pêxember û Lepên Şixulker” derdikeve pêşberî me û tê de pesnê xebat û xîretê tê dayîn (Amedî, 1993, r. 29), lê zimanê wê ne herikbar e, li gor zarokan giran e û dibe ku bala wan nekşîne.
Di hejmara 108emîn de jî Rojbîn Özkanê behsa meha remezanê û rojîgirtinê kiriye. Sernavê nivîsê “Meha Remezanê” ye û dibêje: “Zarokên delal! Xwedê, her sal mehekê rojîgirtin li me ferz kirîye. Ev meh, meha Remezanê ye…” (2009, r. 92). Di binê nivîsê de wêneyekî biçûk a ku tê de mizgeftek û bi tîpên erebî nivîseke erebî hatiye nivîsandin heye. Zimanê nivîsê zelal e û mijar bi kurtasî hatiye vegotin. Li gorî hevokên kin û şêwazê mirov dikare bibêje ku ev li gor asta zarokan e. Di hejmara 110emîn de dîsa nivîseke Rojbîn Özkanê heye ku ew jî behsa Nûh Pêxember û Çiyayê Cûdî dike. Piştî nasandina Çiyayê Cûdî Özkan destnîşan dike ku keştiya Nûh Pêxember li ser vî çiyayî sekiniye (2010, r. 91).
Di gelek civakan de exlaq wek nirxeke taybet tê qebûlkirin û ferdên civakê jiyana xwe li gor rê û rêbazên wê saz dikin. Civak heke tiştekî qebûl bike û jê hez bike ew ji hêla exlaqê ve baş tê nirxandin, lê heke nepejirîne jî ew nebaş tê hesibandin û divê neyê kirin. Rêvebir û nivîskarên Nûbiharê jî ji ber ku girîngiyê didin dîn û exlaqê, di beşa Zaroknameyê de ev mijar di çarçoveya dînê îslamê de derxistine pêş. Di gelek nivîsan de ev mijar rasterast nehatibe gotin jî, di hevokan de bi awayekî veşartî behsa başbûn û xirabiyê, sebirkirinê, dirustbûnê, alîkariyê û hwd hatiye kirin. Di hejmara 56emîn de nivîsa ku sernavê wê “Rûpelek Ji Dîroka Îslamê” ye behsa tevger û exlaqê Hz. Omer dike ku mirov dikare vê di bin beşa exlaqê de nîşan bide. Nûbar Asan li vir behsa meseleyeke ji dewra Hz. Omer dike û dibêjê rojekê Hz. Omer derdikeve ser mînberê ku xutbeyê bide. Lê sehabeyek dibêje ku ew naxwaze wî guhdarî bike lewra pirtiyen (qumaş) ku di herbê de ji wan re wek xenîmet hatine dayîn encax qasê kincekî li wan hatiye belavkirin, lê Hz. Omer kincekî dirêj li xwe kiriye ku xuyaye para wî zêde hatiye dayîn. Piştî vê kurê wî Ebdillah dibêje wî pirtiyê para xwe daye bavê xwe, loma kince wî dirêj e û sehabe êdî guhdariya Hz. Omer dike (Asan, 1997, r. 29).
| 1 | Du Qise Ji Jiyana Pêyamber ê Ekrem | Azad | 1 | 30-31 | Çiriya Pêşîn,1992 |
| 2 | Rûpelek Ji Exlaqê Pêxember | Ebdillah Amed | 9 | 27-28 | Hezîran, 1993 |
| 3 | Pûtên Bêxêr û Bêkêr | Xelîl Amed | 8 | 27 | Gulan, 1993 |
| 4 | Pêxember û Lepên Şixulker | Xelîl Amedî | 11 | 29 | Tebax, 1993 |
| 5 | Meha Remezanê | Rojbîn Özkan | 108 | 92 | Havîn, 2009 |
| 6 | Nûh Pêxember û Çiyayê Cûdî | Rojbîn Özkan | 110 | 91 | Zivistan, 2010 |
| 7 | Rûpelek Ji Dîroka Îslamê | Nûbar Asan | 56 | 29 | Gulan, 1997 |
3.1.2. Gotinên Navdaran û Navdarên Kurd
Di her civakê de kesên rihspî yên bi nav û deng hene ku qedrê wan tê girtin û civak guh dide gotin û şîretên wan. Ji gotinên wan ên ku ji fikr û hestên wan pêk tên re dibêjin “gotinên navdaran”. Ev gotinên kin, lê têr û tije tesîrê li ser civakê dikin û tên jiberkirin. Gotinên van rihspiyan yên wek pêxember, helbestvan, nivîskar û fîlozofan her çiqas ne cureyeke edebiyata zarokan bin jî, di kovarê de ev wek cureyeke taybet derdikeve pêşberî me û em rastî gotinên 4 kesên navdar yên Hz. Mihemed, Seîdê Kurdî, Cegerxwîn û Hz. Elî tên. Di hejmarên 34 û 35 ên ku bi hev re hatine weşandin de gotina Hz. Mihemed ya “Ew kesê ku tiştekî ji bo xwe bixwaze, lê ji bo birayê xwe nexwaze, baweriya wî nîn e” û ya Seîdê Kurdî “Ez bê nan dikarim bijîm, lê ez nikarim bê azadî bijîm” hatine nivîsîn (Nûbihar, 1995, r. 46). Gotina Pêxember exlaq û başiyê hînî zarokan dike ku dema ew tiştekê ji bo xwe bixwazin divê ew heman tiştî ji bo hevalên xwe jî bixwazin. Bi gotineke Seîdê Kurdî ve jî girîngiya azadiyê hatiye destnîşankirin. Peyva azadiyê û girîngiya wê dibe ku ji bo asta zarokan ne mijareke hêsan be, lê amadekarên beşê xwestine haya wan ji azadiyê hebe. Ji bo fêrkarî û agahdarbûna derbarê kesên navdar de ev gotin girîng in.
Di hejmara 45an de jî gotineke helbestvanê kurd Cegerxwîn hatiye weşandin ku dibêje; “Xebat bikin roj û şev, şûr û qelem digel hev” (Nûbihar, 1996, r. 30). Armanc ew e ku zarok hem navê wî bizanibin û hem jî gotina wî ji ber bikin. Lewra ew behsa girîngiya xebat û xwendinê dike. Di hejmara 109an de gotineke Hz. Elî ya ku dibêje: “Zanîn însên dike xwedî şeref. Însanên zana meşale ne ku riya heqîqetê rohnî dikin. Nemiriya însên di zanînê de ye. Însan bimire jî, zanîn dê heta hetayê her bijî” hatiye nivîsandin (Özkan, 2009, r. 92). Bi vê gotina Hz. Elî ji zarokan re peyamek tê dayîn ku ew bizanibin zanîn şeref e, ji bo zanabûnê jî divê hînbûna agahiyê û xebat hebe.
Di her civakekê de ji bo ku zarok derbarê dîrok, çand û edebiyata xwe de bibin xwedî agahî ji wan re behsa hin kesên navdar tê kirin. Di nav kurdan de jî navê hin kesan zêdetir tê bihîstin ku ew ji ber gotin, kirin, fikr û berhemên xwe navdar in û hestên neteweyî zindî digirin. Di kovarê de behsa Seîdê Kurdî, Evdilmelîk Firat, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî hatiye kirin û ew hatine nasandin. Xelîl Amed di hejmara 37emîn de xwestiye ku Seîdê Kurdî û Evdilmelîk Firat li zarokên kurd bide nasîn, ji ber vê jî du lehengên bi navê Rengîn û Xemgîn (paşê bi berfirehî wê behsa wan bê kirin) daye axaftin û bi saya diyaloga di navbera wan de ev kes hatine nasandin. Rengîn ji Xemgîn dipirse ku ew Seîdê Kurdî nas dike an na û paşê dibêje Seîdê Kurdî behsa 3 dijminan (nezanî, xizanî-feqîrî û perçebûyin) dike ku ew nahêlin kurd azad bibin û peş ve herin. Li ser vê gotinê Xemgîn dibêje “Seydayê Delal ji bo xelasbûna me kurdan tiştekî din jî dibêje, ew jî; xwendin, xwendin, xwendin. Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin e” (Amed, 1995, r. 23).
Di nav kurdan de Seîdekî din ê navdar jî Şêx Seîd e ku di hejmara 39emîn de vê carê behsa Evdilmelîk Firatê neviyê Şêx Seîd tê kirin. Dîsa bi saya axaftina di navbera Rengîn û Xemgîn de Evdilmelîk Firat bi zarokên kurd tê nasandin (Amed, 1995, r. 23). Rengîn ji Xemgîn re dibêje ew kesekî azadîxwaz, biratîxwaz, însanîxwaz e. Heq û hiqûqê, çand û hunera xwe dixwaze û ji ber vê hatiye girtin. Di hejmara 108emîn de jî Rojbîn Özkanê behsa Ehmedê Xanî kiriye û ew wek rêber, wêjevan û ramanwerê kurd daye nasîn. Özkanê bal kişandiye ser Xanî, behsa xebat û berhemên wî kiriye ku ew ji hêla zarokan ve bê hezkirin (2009, r. 92). Özkanê di hejmara 109emîn de jî dîsa şairekî kurd Melayê Cizîrî daye nasîn. Wê ewil bi kurtasî behsa jiyana Cizîrî kiriye û paşê bi helbesteke Mela ve nivîsa xwe qedantiye (2009, r. 92).
| 1 | Gotinên navdaran | – | 34-35 | 46 | Tîrmeh-Tebax, 1995 |
| 2 | Cegerxwîn | – | 45 | 30 | Hezîran,1996 |
| 3 | Gotineke Xweş (Hz. Elî) | Rojbîn Özkan | 109 | 92 | Payîz, 2009 |
| 4 | Rengîn û Xemgîn (Seîdê Kurdî) | Xelîl Amed | 37 | 23 | Çiriya Pêşîn,1995 |
| 5 | Rengîn û Xemgîn (Evdilmelîk Firat) | Xelîl Amed | 39 | 30 | Çileya Pêşîn,1995 |
| 6 | Bapîrê Me Ehmedê Xanî | Rojbîn Özkan | 108 | 92 | Havîn, 2009 |
| 7 | Melayê Cizîrî | Rojbîn Özkan | 109 | 92 | Payîz, 2009 |
3.1.3. Gotinên Pêşiyan
Li cîhanê di gelek civakan de hin gotin hene ku ew derbarê çand, edet, dîn, dîrok û civakê de agahiyên taybet di xwe de dihewînin. Ji ber ku mezinan li gor fikr û tecrubeyên xwe derbarê mijarên cuda de ev tişt gotine û gelek kodên civakê di wan de hene û ew derbasî nifşan dibin ku ji wan re dibêjin gotinên pêşiyan. Ev gotinên kollektîf ên hezar salan yên dîrok, sosyolojî û felsefeya civakê nîşan didin, axaftinê jî xurt dikin (Tîgrîs, 2001, r. 1) Zimanê kurdî ji hêla gotinên pêşiyan ve dewlemend e. Gotinên pêşiyan herçiqas cureyekî edebiyata zarokan nebe jî, dema em li zaroknameya Nûbiharê dinihêrin em rastî pênc mînakan tên, lê ji wan yek “Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e” di hejmarên cuda de du caran hatiye weşandin. Di hejmara 36emîn de sê gotinên “Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e”, “Kurmê darê ne ji darê be dar narize” û “Giya di bin kevir de namîne” hatine weşandin (Nûbihar, 1995, r. 25). Ev gotin hemû jî ji hêla gelek kurdan ve tên zanîn û di nav jiyana rojane de tên bikaranîn. Gotina “Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e” cara duyem di pêkenokeke Xoceyê Navdar (Nasredîn Xoce) de derdikeve li hemberî zarokan. Di nivîsê de tê gotin rojekê cîranekî Xoce jê dipirse ku duh êvarê dengek ji mala Xoce hatiye, gelo mesele çi bûye? Xoce dibêje jina wî gotiye ka cubeyê xwe derxe ku ewê bişo, lê Xoce dernexistiye. Piştî vê, wan hev du biriye û aniye, di dawiyê de jina Xoce wî avêtiye derve (Amed, 1996, r. 30).
Rojbîn Özkanê di hejmara 110emîn de behsa gotina “Keda helal dibe mû naqete, keda heram bibe werîs jî diqete” kiriye. Nivîskarê bal kişandiye ser rizqê helal û bereketa wê û gotiye rizqê heram çiqas zêde be jî di dawiya dawîn xelas dibe. Ji bo ku zarok der barê têgeha helal û heramê de bibin xwedî agahî paşê behsa meneya helal û heramiyê kiriye û ji Qur’ana Pîroz ayeta 168an a sureya Beqereyê jî mînak nîşan daye (2010, r. 92).
| 1 | Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e
Kurmê darê ne ji darê be dar narize Giya di bin kevir de namîne |
– | 36 | 25 | Îlon, 1995 |
| 2 | Şêr şêr e çi jin çi mêr e | Xelîl Amed | 41
42 |
30 | Sibat/Adar,1996 |
| 3 | Gotinek pêşiyan | Rojbîn Özkan | 110 | 92 | Zivistan, 2010 |
3.1.4. Ceribandin
Ji bo ku zarok ji hêla zanist û perwerdeyê ve xwe pêşva bibin, hin caran hewcedarî bi nivîsên ku jê re dibêjin “ceribandin”ê heye. Ceribandin cureyeke edebiyatê ye ku nivîskar bêyî ku bigîhêje encamên teqez, bê îdia û delîl bi tenê dilsozî fikr û ramanên xwe tîne ziman û mijarên edebiyat, felsefe û zanistê dinîvîse. Lê di edebiyata zarokan de li gor cureyên din di qada ceribandinê de kêmasiyek mezin heye (Şahbaz, 2008, r. 189-203). Di kovara Nûbiharê de jî heman rewş xuya dike, lewra bi tenê ceribandinek hatiye weşandin, lê ev ne cureya ceribandinê ye ku em qesta wê dikin. Di hejmara 108emîn de Rojbîn Özkan behsa ava germ, sar û şîrogerm dike û wiha dibêje:
“Sê şerbikên wek hev yekê bi ava sar, yekê bi ava kel û yek jî ava şîrgerm tijî kin. Eynî qasê de destekî xwe têxin nav ava kel û destê din jî têxin nav ava sar. Paşê herdu destên xwe bi hev re têxin nav ava şîrgerm. Hûnê tiştekî balkêş bibînin. Destê ku ji nav ava sar derketiye wê kel be, Ê ji nava ava kel derketiye wê sar be.” (2009, r. 92).
Her çiqas ev ceribandin ne cureyeke edebî be jî, ji bo ku zarok agahiyeke nû hîn bibin û li malê ceribandinê bikin nivîseke baş e û li gor asta zarokan e.
3.1.5. Cihên Dîrokî
Hînbûna erdnîgariyê û agahiyên derbarê cihên dîrokî de ji bo perwerdeya zarokan girîng e. Divê derbarê nexşeya welêt û dinyayê de, bajar, navçe, gund, behr, çem, gol, keleh, qesr, pire, cihên dîrokî û girîng de agahî ji biçûkan re bên dayîn. Ev hemû dikarin di nav çîrok, helbest, meselok û cureyên din ên edebiyata zarokan de bi awayekî hunerî û zimanekî hêsan bên behskirin, lê tena serê xwe ne cureyeke edebiyatê ye. Di Nûbiharê de ew wek beşeke edebiyata zarokan hatiye hesibandin û bi serenava “Cihên Dîrokî” hatiye weşandin. Lê bi tenê di nav du hejmaran de behsa cihên dîrokî hatiye kirin. Amadekarên beşê kêm caran behsa deşt, zozan, çiya, gol, behr û bajarên kurdan û welatên din ên cihanê yên navdar kirine. Di kovarê de yekem car di hejmara 107emîn de behsa cihekî dîrokî tê kirin.
Rojbîn Özkanê bi serenava “Zarokno Hûn Bi Vêna Dizanin?” nivîseke ku ji pirsê pêk tê pêşkeşî zarokan kiriye ku ev ji bo balkişandinê metodeke baş e. Di nivîsê de behsa “Pireya Malabadî” ya dîrokî ya di navbera Farqîn û Batmanê de ye tê kirin û taybetmendiya pireyê tê vegotin (2009, r. 127). Di hejmara 109emîn de dîsa Rojbîn Özkan cihekî dîrokî bi zarokan dide nasîn. Ev cih Medreseya Sor e ku Melayê Cizîrî li wir ders daye. Wêneyekî biçûk li kêleka çepê ya nivîsê hatiye weşandin (2009, r. 92). Bi nasandina Medreseya Sor hewl hatiye dayîn ku zarok hem der barê navderekî kurd Melayê Cizîrî û hem jî derbarê cihekî dîrokî de bibin xwedî agahî, nivîs li gor asta zarokan e.
| 1 | Zarokno hûn bi vêna dizanin? (Pira Malabadî) | Rojbîn Özkan | 107 | 127 | Bihar, 2009 |
| 2 | Medreseya Sor | Rojbîn Özkan | 109 | 92 | Payîz, 2009 |
3.1.6. Çîrok
Çîrok yek ji cureya edebiyatê ye ku zarok gelemperî li gor cureyên din herî zêde çîrokan hez dikin. Ji bo geşedan û perwerdeya zarokan çîrok di nav cureyên edebiyata zarokan de xwedî cihekî taybet e. Li gor ferhenga Oxfordê çîrok pênaseya mirov û bûyerên nerast in (Steel, 2000, r. 651). Oğuzkan jî çîrokan wek serpêhatiyên ne ji rêzê destnîşan dike û dibêje mirovan devkî ji hev hildane û ji nifşekî derbasî nifşên din dikin (2000, r. 17). Bozkurt jî tîne ziman ku di zaravayê kurmancî de ji bo çîrokan “xebrojik” an jî “xevroşik”, di zaravayê soranî de jî çîrok tê bikaranîn (2013, r. 819). Zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 9an de ne zêdetir ji çîrokan hez dikin. Lê, ji ber ku çîrok xwedî zimanekî cuda ne, bûyerên ecêb di çîrokan de diqewimin, mekanê ku bûyer lê derbas dibin mekanên ecêb û bi raz in û qehreman kesên cuda ne, qasî zarokan mezin jî ji çîrokan hez dikin (Güleryüz, 2002, r. 194). Peyv û hevokên ku di çîrokan de tên bikaranîn, zûgotinok, dia, nifir, agahiyên derbarê edet û kevneşopên civakê de yên ku di çîrokan de tên behskirin hişê zarokan pêşve dibin. Çîrok zimanê zarokan dewlemend dikin û ji bo geşedana wan a fikrî dibin alîkar. Xala herî girîng ew e ku divê nivîskar, derûnnas, pedagog, zimannas, wênesaz, civaknas û kesên pispor wek lijneyekî bên li cem hev û ji bo zarokan çîrokan binîvîsin û xêz bikin. Lewra agahiyên şaş, wêneyên xirab, mijarên xetere yên ku zarokan bitirsînin, peyv û gotinên xelet yên ku zimanê wan xirab bikin divê di çîrokan de ya rast di hemû berhemên edebiyata zarokan de neyên bikaranîn.
Di hejmara duyem a Nûbiharê de Sabah Kara ji Siyaweş Kîsrayî çîrokeke bi navê “Ko zivistan çû, bihar tê” wergerandiye kurdî (1992, r. 24-26). Di hejmara 7emîn de dîsa Sabah Kara çîrokeke bi navê “Qendîla Biçûk” çîrokek nivîsiye (1993, r. 23-26). Ji bilî Kara, di hejmara 45emîn de Xelîl Amed çîroka “Viz Viz Ji We Hingiv Ji Min” (1996, r. 31), di hejmara 47emîn de Besra Pîraniyê çîroka “Noka Genî” û Melayê Xursî jî çîroka “Mirî Çawa Tên Şûştin?” (1996, r. 30), di hejmara 107emîn de Rojbîn Özkanê “Çîroka Newrozê” (2009, r. 125-126), di hejmara 108emîn de Zelal Hawarê çîroka “Pîrê û Rovî” (2009, r. 94), di hejmara 111emîn de jî dîsa Rojbîn Özkanê çîrokeke Sadık Yalsızuçanlar a bi navê “Çîroka Kalo Heyvo” (2010, r. 94) nivîsandine.
Ji bo ku bibe mînak meriv dikare behsa çîroka bi navê “Ko zivistan çû, bihar tê” bike. Di çîrokê de kalekî bi navê “Apê Nuroj” ji zarokan re behsa çîroka zivistanê û derengmayina biharê dike (Kara, 1992, r. 24-25). Zimanê çîrokê û wêneyên ku hatine xêzkirin hêsan e û li gor asta zarokan e. Zarok dema ku çîrokekê guhdar bikin û yan jî bixwînin divê ji mirov, heywan, nebat, hawîrdor û siruştê hez bikin. Divê hestên zarokan, kelecana wan bi çîrokan ve zindî bibe. Divê çîrok xweş û balkêş bibe ku zarok dawiya çîrokê meraq bikin. Di vê çîrokê de jî peyam ew e ku zarok derbarê heywanan de hesas tevbigerin, zirarê nedin heywanan, wan neêşînin û aciz nekin. Ji bilî vê, behsa demsalên zivistan û biharê hatiye kirin. Behsa alîkariyê ya dermankirina heywanên birîndar jî ji zarokan re hatiye kirin.
| 1 | Ko Zivistan Çû Bihar Tê | Sabah Kara | 2 | 24-25 | Çiriya Pêşîn,1992 |
| 2 | Qendîla Biçûk | Sabah Kara | 7 | 23-26 | Nîsan, 1993 |
| 3 | Viz Viz Ji We Hingiv Ji Min | Xelîl Amed | 45 | 31 | Hezîran, 1996 |
| 4 | Noka Genî | Besra Pîranî | 47 | 30 | Tebax, 1996 |
| 5 | Mirî Çawa Tên Şuştin? | Melayê Xursî | 47 | 30 | Tebax, 1996 |
| 6 | Çîroka Newrozê | Rojbîn Özkan | 107 | 125-126 | Bihar, 2009 |
| 7 | Pîrê û Rovî | Zelal Hawar | 108 | 94 | Havîn, 2009 |
| 8 | Çîroka Kalo Heyvo | Rojbîn Özkan | 111 | 94 | Bihar, 2010 |
3.1.7. Kurteçîrok
Kurteçîrok jî wek cureyekî kin ên çîrokan dikarin bên nirxandin ku li gor çîrokan zêdetir di hişê însanan de cî digirin. Di kurteçîrokan de peyamek tê dayîn û mijar bi zelalî xwe dide der. Di kovarê de 4 kurteçîrok hene ku jê 2 heb ji hêla Xelîl Amed ve hatine nivîsîn. Murat Malpir bi navê “Ka Em Bavên Ber Aqilan” di hejmara 46emîn de (1996, r. 31), Xelîl Amed bi navê “Çîz-mîz Nizanim” di hejmara 47emîn de (1996, r. 29), bi navê “Çavê Neyartiyê Kor e” di hejmara 56emîn de (1997, r. 29) û Mehmet Alî Sadik jî bi navê “Şeltik Şûltik” di hejmara 110emîn de (2010, r. 92) kurteçîrok nivîsîne. Kurteçîrok li gor cureyên din di kovarê de hindik in, ji hêla ziman û peyaman ve gelemperî ne li gor asta zarokan in.
| 1 | Ka Em Bavên Ber Aqilan | Murat Malpir | 46 | 31 | Tîrmeh, 1996 |
| 2 | Çîz-mîz Nizanim | Xelîl Amed | 47 | 29 | Tebax, 1996 |
| 3 | Çavê Neyartiyê Kor e | Xelîl Amed | 56 | 29 | Gulan, 1997 |
| 4 | Şeltik Şûltik | Mehmêd Alî Sadik | 110 | 92 | Zivistan, 2010 |
3.1.8.Pêkenok
Ken di jiyana mirovan de tiştekî taybet e ku mirov gelek caran li hemberî êş û tehdeyan bi saya wê li ber xwe didin. Ew ji bo mirovan xususiyetek e ku li hemberî bûyer, dîmen an jî axaftineke ku ji bo wan ecêb e mirov bi ken bertek nîşan didin (Kaya, 2011, r. 29). Di edebiyata zarokan de jî pêkenok di xwe de ken, qirf û henekan dihewînin. Lê hin caran ew rexneyan dikin û hin caran jî peyam û şîretan didin. Di nav kurdan de gelek pêkenokên navdar hene, lê dema em berê xwe didin Nûbiharê em dibînin ku şûna pêkenokên kurdî, zêdetir pêkenokên Nasredîn Xoce (di nav gel de wek Xoceyê Navdar an jî Xoceyê Meşhûr jî tê nasîn) hatine weşandin. Ew bi gotin û mîzaha xwe ve meşhur e ku di pêkenokên wî de peyam, şîret an jî rexne hene. Ji ber vê, mirov hin caran şûna ku tiştekî ji kesekî re rasterast bibêjin, şûna vê behsa pêkenokeke Xoce dikin. Kesê li hember jî fêm dike ku ew pêkenok ji ber çi tê gotin û peyama veşartî fêm dike.
Di kovarê de nozdeh pêkenok hatine weşandin ku ji wan du heb ji hêla Rojbîn Özkanê, yek ji hêla M. Êhsan Hêvîdar û yên mayîn jî ji hêla Xelîl Amed ve hatine amadekirin. Ji bilî çend heban hema bibêje hemû pêkenok der barê Xoceyê Meşhûr de ne. Navê pêkenokan û nivîskarên wan di tabloya li jêr de hatin nîşandan. Ji bo mînakê, di hejmarên 34 û 35 ên ku bi hev re hatine weşandin de Xelîl Amed pêkenokeke bi navê “Revîna Xewê” ji bo beşê amade kiriye. Tê gotin rojekê xewa Xoce nayê, ew lempeyê vêdixe û derdikeve kuçeyê. Dema paswan (bekçî) wî dibine, ji wî dipirse ka ew di vê saetê de li kuçe çi digere, Xoce jê re dibêje “Xewa min wenda bû, ez lê digerim” (1995, r. 47). Ji ber ku pêkenok pir kin e, Xoce bi henek diaxive, zarok dikarin pê kêfxweş bibin û bi hêsanî fêm bikin, li gor asta zarokan e.
| 1 | Pêkeniyek ji Xocê Meşhûr | Xelîl Amed | 10 | 22-23 | Tîrmeh,1993 |
| 2 | Revîna Xewê | Xelîl Amed | 34-35 | 47 | Tîrmeh-Tebax, 1995 |
| 3 | Ker û Tirşî | Xelîl Amed | 34-35 | 47 | Tîrmeh-Tebax 1995 |
| 4 | Mêvanê Çavpirsî | Xelîl Amed | 34-35 | 47 | Tîrmeh-Tebax, 1995 |
| 5 | Secdekirina Xanê | Xelîl Amed | 36 | 23 | Îlon, 1995 |
| 6 | Agir û Şeytan | Xelîl Amed | 36 | 23 | Îlon, 1995 |
| 7 | Ewê biemiliya birçîbûnê | Xelîl Amed | 37 | 23 | Çiriya Pêşîn, 1995 |
| 8 | Emê weka xwe bikin | Xelîl Amed | 37 | 23 | Çiriya Pêşîn, 1995 |
| 9 | Ji te re çi? | Xelîl Amed | 38 | 29 | Çiriya Paşîn, 1995 |
| 10 | Neûzubîllah | Xelîl Amed | 38 | 30 | Çiriya Paşîn, 1995 |
| 11 | Rêya Axur | Xelîl Amed | 39 | 29 | Çileya Pêşîn, 1995 |
| 12 | Ji xwe ezê peyabama | Xelîl Amed | 39 | 29 | Çileya Pêşîn, 1995 |
| 13 | Zimanê Xerîb | Xelîl Amed | 40 | 30 | Çileya Paşîn, 1996 |
| 14 | Ez jî nizanim | Xelîl Amed | 40 | 30 | Çileya Paşîn, 1996 |
| 15 | Derdê Xoce | Xelîl Amed | 41-42 | 30 | Sibat/Adar, 1996 |
| 16 | Te çend qat jimartiyî? | Xelîl Amed | 46 | 30-31 | Tîrmeh, 1996 |
| 17 | Nimêjên Zêde | Rojbîn
Özkan |
107 | 126 | Bihar, 2009 |
| 18 | Derewîn | Rojbîn
Özkan |
108 | 93 | Havîn, 2009 |
| 19 | Tu ji bîr neke | M.Êhsan
Hêvîdar |
111 | 91 | Bihar, 2010 |
3.1.9. Fabl
Mezin dema bixwazin tiştekî hînî zarokan bikin, peyamekê bidin wan an jî şîretê li wan bikin hin tiştan dikin. Ya herî hêsan rasterast bi wan re axaftin e, rêya duyem ew e ku çîrok û meseleyan ji wan re bibêjin û ya sêyem jî ew e ku bi wan re bileyîzin ku ew peyamê fêm bikin. Fabl jî mîna çîrokên manzûm ji bo perwerde û kêfxweşiya zarokan tên bikaranîn ku mezin wan jî ji zarokan re dibêjin. Çîrokên manzûm yên ku lehengên wan bi gelemperî ji heywanan hatine hilbijartin û di dawiyê de armanc ew e ku şîretekî û dersekî bide re fabl tê gotin (Türkçe Sözlük, 2011, 845). Zarok heywanan hez dikin, bi wan re dileyîzin û hevaltiyê dikin ku fabl wek cureyeke edebiyata zarokan zêdetir bala wan dikşîne. Kesên wek Ezop, La Fountaine û Beydaba yên di cihanê de bi nivîsandina fablan tên nasîn, di nivîsên xwe de heywanên cuda bi kar anîne û bi rêya wan peyam dane xwîneran. Di kovara Nûbiharê de em rastî fableke La Fontaine ya navdar “Çirçirk û Morî”yê tên. Fabl behsa çirçirka teral û moriyê jêhatî dike ku ew di hejmara 9emîn de derdikeve pêşberî zarokan.
“Çirçirîk ta havînê
Xilas be distirîne
Wextê dibê zivistan
Li wê dibê taristan
Kurm û mêşa nabîne
Gelek pusman dimîne
Ew diçe mala mêrû
Dibê “Birçîme îrû
Hinek xwarin dixwazim…” (Seyda, 1993, r. 28)
Morî heywanên jîr û jêhatîne, her tim bi tena serê xwe an jî bi komî dixebitin. Ew ji bo zivistanê ji xwe re xwarinê berhev dikin ku di rojên sar de bi rehetî bijîn. Lê çirçirk li gor moriyan heywanên bêxem in, îro hebe dixwin û sibê nafikirin ka ew ê çi bikin. Di çîrokê de tevger û jiyana her du heywanan hatiye miqayesekirin. Bi rêya heywanan ji zarokan re peyam tê dayîn ku divê mirov her tim bixebitin û mihtacî kesî nebin. Di Nûbiharê de 11 fabl ji hêla Sabah Kara, Îrşad Seyda, Xelîl Amed, Hemîd Gorûgan, Şivan Ar, Selman Dilovan û Rojbîn Özkanê ve hatine weşandin ku di tabloyê de ew hatin nîşandan. Heywanên ku di van fablan de navê wan zêdetir tên behskirin jî şêr, kûsî, morî, çirçirk, dîk û kêvroşk in.
| 1 | Hemîd Gorûgan-Sabah Kara | Barana Şadî | 3 | 24 – 25 | Berçile, 1992 |
| 2 | Sabah Kara | Pîtros | 4 | 28 29 | Çileya Paşîn, 1993 |
| 3 | M.Azad-Sabah Kara | Çîroka Ristî | 6 | 24 – 29 | Adar, 1993 |
| 4 | Îrşad Seyda | Çirçirîk û Mêrû | 9 | 28 | Hezîran, 1993 |
| 5 | Xelîl Amed | Pêşbaziya Kerguh û Kosî | 34-35 | 46 | Tîrmeh-Tebax, 1995 |
| 6 | Xelîl Amed | Mêraniya Gêrik | 36 | 25 | Îlon, 1995 |
| 7 | Xelîl Amed | Şêr û Kergu | 36 | 25 | Îlon, 1995 |
| 8 | Xelîl Amed | Şêr û Mişk | 47 | 29 | Tebax, 1996 |
| 9 | Rojbîn Özkan | Çîroka Dîko û Kîso | 108 | 93 | Havîn, 2009 |
| 10 | Şivan Ar | Kûsî û Şêr | 110 | 92 | Zivistan, 2010 |
| 11 | S. Dilovan | Îcar ev rast e | 111 | 93 | Bihar, 2010 |
3.1.10.Helbest
Helbest cureyek edebiyatê ye ku zarok gelek caran li gor pexşanê zêdetir jê hez dikin. Lewra helbest ji hevokên kin, gotinên lihevhatî û xweş pêk tên, ji ber vê jî bi hêsanî tên jiberkirin. Di wan de biwêj, gotinên pêşiyan, şîret û peyvên xemilandî hene. Ev dewlemendiya peyv û gotinan zimanê zikmakî pêşve dibin û zarok dikarin bi zimanekî têr û tije biaxivin û binîvîsin. Helbestên zarokan du cure ne ku yek rasterast ji bo hest û fikrên zarokan yanê ji bo wan tên nivîsîn, ya duyem jî mijar bi xwe zarok in û di helbestê de behsa zarokan tê kirin. Di edebiyatê de helbestên behsa zarokan dikin, zêdetir in. Yanê mezinan ne ji bo kêf û hestên zarokan, ji bo xwe nivîsandine, lê mijar zarok in. Helbet zarok jî hin helbestên ji bo mezinan hatine nivîsandin dikarin bixwînin, lê heke helbest li gor asta wan be zêdetir jê hez dikin.
Yalçın û Aytaş dema behsa taybetmendiya helbestên zarokan dikin, dibêjin di helbestên zarokan de divê rîtm (aheng), qafiye (hevdengî) û wezin hebe, fikr sade bên vegotin, fikrên felsefî yên giran tê de tunebin û risteyên wan jî kin bin (2014, r. 210-211). Helbestên ji bo zarokan tên nivîsandin heke behsa hezkirina xwezayê, welat, malbat, heval û dostan bike, mijar heywan, pirtûk, dayik, demsal, bajar, gund û hwd bin, ew bi zimanekî sade bên nivîsîn, zêdetir balê dikşînin. Helbest divê zêde dirêj nebin, lewra piştî demekê zarok naxwazin bixwînin. Bixwazin jiber bikin jî, ji ber dirêjahiya wê nikarin jiber bikin.
Di Nûbiharê de 7 helbest hatine weşandin ku û yek ji wan helbesta helbestvanê kurd Cegerxwîn e, yên din hemû helbestên Sabah Kara ne. Ji bilî Kara tu kesî helbest nenivîsandiye. Helbesta Cegerxwîn a bi navê “Ji biçûkan re” weke fabl hatiye nivîsandin. Yên Kara gelemperî ne li gor asta zarokan in, lewra peyv û mijarên ku zarok nikarin bi hêsanî fêm bikin di wan de hatine bikaranîn. Yanê mijar zarok in û peyva “zarokan” hatiye bikaranîn, lê ji bo mezinan in. Di helbesta Cegerxwîn a bi navê “Ji biçûkan Re” de behsa şêr û pilingekî ji bo serî penêr li hevdu nakin û diçin li cem rovî ku ew bibe hakemê wan tê kirin. Roviyê ku di nav heywanan de bi qurnazî û fênekiyê tê nasîn, şûna ku bi adil tevbigere wan dixapîne û penêrê wan dixwe. Qismeke helbestê wiha ye; “Şêr û piling tev de çûn, Rastî serîk penîr bûn.
Vî jê xwar û wî jê xwar
Her d’wa li hev dane dar.
Yekî ji ê di re got,
Herdu rabûn bûne cot.
Go em herin cem rovî…” (1995, r. 46).
Di vê helbesta kin ya ku wek fabl hatiye nivîsandin de behsa heywanan tê kirin û ew bi qafiye hatiye nivîsandin. Mirov dikare bibêje ev li gor asta zarokan e, wan kêfxweş dike û peyamê dide wan ku ew dijminatiya hev nekin, zîrek û çavvekirî bin.
| 1 | Ji Biçûkan Re | 34- 35 | 46 | Cegerxwîn | Tîrmeh-Tebax, 1995 |
| 2 | Kerek Hebû Zarokno | 78 | 4 | Sabah Kara | Îlon, 1999 |
| 3 | Riziyaye Zarokno | 78 | 4 | Sabah Kara | Îlon, 1999 |
| 4 | Ronî Heye Zarokno | 79-81 | 5 | Sabah Kara | Çr. Pêşîn- Çl. Pêşîn,1999 |
| 5 | Maro | 79- 81 | 5 | Sabah Kara | Çr. Pêşîn- Çl. Pêşîn,1999 |
| 6 | Dilek Hebû Zarokno | 82 | 31 | Sabah Kara | Çileya Paşîn, 2000 |
| 7 | Gulek Hebû Zarokno | 82 | 31 | Sabah Kara | Çileya Paşîn, 2000 |
3.1.11.Karîkatur
Zarok çawa ku ji xwendin û guhdarîkirinê hez dikin, her wisa wêne, boyax û xêzan jî hez dikin. Heta wisa ku wêne û xêzên rengîn gelek caran ji nivîsan zêdetir bala zarokan dikşînin. Karîkatur cureyek mîzahê ye ku zarok bi van xêz û wêneyên komîk kêfxweş dibin. Ji bilî mîzahê, karîkatur hin caran peyamên taybet didin û rexneyan jî dikin. Li gor nivîsan zêdetir balê dikşînin, di hişê mirovan de zûtir cih digirin, rêya mîzah û rexneyê li ber însanan vedikin. Heke di mijarekê de rexneyên tûj bên kirin, dibe ku ev mixatabên xwe biêşîne û hêrs bike, lê dema bi rêya karîkaturê ev rexne bên kirin mirov nermtir tevdigerin û zêde li ber xwe nakevin. Karîkatur ji bo perwerdeyê jî rêbazeke baş e ku Özer wiha dibêje: “Li gor min heke bê xwestin karîkatur dikare perwerde û hînkirinê balkêştir bike. Karîkatur dîtbarî ye (xitabê çav dike), şêrîn e, balkêş e, tiştekî wisa ye ku derfeta nîqaşkirinê dide mirov” (2007, r. 21).
Perwerdeyê li aliyekê bihêle, ji bo kêf û henekê jî di edebiyata zarokan a kurdî de hejmara karîkaturan pir kêm e. Ev kêmasî di Zaroknameyê de jî tê dîtin, bi tenê di hejmara 36emîn de bi navê “Dilocan” karîkaturek hatiye xêzkirin bes. Di vê karîkaturê de zarokekî ku cil û bergên kurdî li xwe kiriye û piştek li pişta xwe alandiye heye. Cil û bergên wî qilêr in. Ji çavên wî wisa xuya dike ku wî tiştekî nebaş kiriye. Dayika wî jê re dibêje ji ber ku wî cil û bergên xwe pîs kiriye, ewê xwarinê nede wî. Dema ku Dilocan vê cezayê dibîhîze, şûna ku li ber xwe bikeve û xemgîn bibe ji dayika xwe re dibêje: “Bila be Yadê! Hûnê jî xwarinê nexwin. Ji ber ku min gişt qedand!” (Dost, 1995, r. 25). Ji ber ku henek û qirfê di xwe de dihewîne û tevgerên zarokan ên har nîşan dide ku divê ew jî wisa tevnegerin li gor asta zarokan e.
3.1.12.Nasandina Berheman
Ji bo zarokan xwendin tiştekî girîng e, lewra tehmê dide jiyana wan û deriyê cîhaneke din ji wan re vedike. Hezkirina xwendinê jî bi berhemên xweş û hêja çêdibe. Ji ber vê, mezin gelek caran rê nîşanî zarokan didin ku ew berhem û pirtûkên baş hilbijêrin û xwendinê hez bikin. Ji zarokan re pêşniyazkirina berheman mijareke hesas e û divê mezin hem berhemên cîhanê û hem jî berhemên neteweyî pêşniyazê zarokan bikin. Di beşên Zaroknameyê de nasandina berheman hema bibêje qet tuneye. Bi tenê di hejmara 109emîn a kovarê de nivîseke bi serenava “Berhemek (Nûbihara Biçûkan Ehmedê Xanî)” ya ku behsa ferhenga Ehmedê Xanî dike hatiye weşandin ku wiha dibêje:
“Ehmedê Xanî ferhenga xwe ya bi navê Nûbihara Biçûkan di sala 1683’yan de, ango 11 sal beriya temamkirina “Mem û Zînê” nivîsandiye. Ferheng ji destpêkek, 13 beşan û 954 bêjeyan pêk tê. Xanî di malikeke destpêkê de bi zelalî diyar dike ku wî ev ferhenga han ji bo zarokên kurdan amade kiriye…” (Özkan, 2009, r. 92).
Li ser vê nivîsê wêneyê berhema Ehmedê Xanî ya bi navê “Nûbihara Biçûkan” jî hatiye weşandin ku haya zarokan ji koka wan, çand û huneran wan hebe. Her çiqas ev tena serê xwe cureyek edebiyata zarokan nebe jî heke di beşa Zaroknameyê de behsa hin pirtûk, ferheng û berhemên kurdî an jî biyanî bihata kirin wê ji bo zarokan baştir bûbûya. Lewra zarok gelek caran li gor pêşniyazan pirtûkan dixwînin û ev jî dibe sedem ku fikr û hestên wan dewlemend bibe, lê beşa zarokan ji vê hêlê ve gelekî qels maye.
3.1.13.Nameyên Zarokan
Name peyamên nivîskî ne ku fikr û hestên kesekî yên bi rêya nivîsê digîhîne kesên din û di kovaran de jî mînakên wan tên dîtin. Dema xwendevan bi nameyan fikrên xwe yên derbarê kovarê û nivîskaran de dibêjin, berpirsyar û nivîskarên kovarê kêfxweş dibin. Lewra ev pêşniyaz, rexne û şiroveyên nameyan kovarê pêşve dibin û nivîsên baştir tên weşandin. Ji bilî vê nameyên hest û fikrên din jî tînin ziman wek cureyek edebiyata zarokan girîng in. Di beşa zarokan de jî Rojbîn Özkanê ji zarokan xwestiye ku ew ji Nûbiharê re nameyan bişînin û wiha gotiye: “Tika: Zarokên hêja! Em dixwazin hûn jî di van rûpelên Nûbihara Biçûkan de raman û daxwazên xwe bînin ziman. Navnîşana me ev e: zarokname@gmail.com.” (2009, r. 92). Dema Zarokname hat lêkolînkirin, hat dîtin ku banga wê zêde bal nekişandiye, lewra bi tenê du nameyên zarokan hatine weşandin bes. Dibe ku sedemên vê yên cuda jî hebin, lê dema em berê xwe didin kovarê em dibînin ku di hejmarên 111 û 112yê de du name derdikevin pêşberî me ku ew di vê tabloyê de hatin nîşandan.
| 1 | Name: Nûdem Elçî | Nûdem Elçî | 111 | 93 | Bihar, 2010 |
| 2 | Nameya Tombîşê Ji Zehrayê re | Selman Dilovan | 112 | 92-93-94 | Havîn, 2010 |
3.1.14.Nasandina Zarok û Heywanan
Di kovaran de carna wêneyên zarokan û agahiyên derbarê wan de tên weşandin ku bi saya van wêneyan ew tên nasîn. Ev zarok kî ne, çend salî ne, çi hez dikin û hwd gelek agahiyên bi vî rengî di binê wêneyên wan de tên parvekirin. Di beşên Zaroknameyê de beşeke wiha nehatiye amadekirin. Bi tenê di hejmara 112emîn a ku hejmara dawîn a beşa Zaroknameyê de behsa du zarokan (Pelda û Zehra) hatiye kirin bes. Ew jî rastarest zêdetir behsa axaftin û tevgerên wan dike (Dilovan, 2010, r. 92-94).
Hezkirina heywanan her çiqas di zarokatiyê de dest pê bike jî jyana modern a li bajaran derfetê nade zarokan ku ew heywanên cuda nas bikin û bi wan re eleqedar bibin. Zarok ji ber ku nikarin heywanan ji nêz ve nas bikin, ancax bi saya kovar, pirtûk, televîzyon û înternetê dikarin derbarê wan de bibin xwedî agahî. Ji ber van sedeman mezin derbarê heywanên cuda de divê agahiyan bidin zarokan. Heke derfet hebe divê ew zarokan bibin gundan, siruştê û baxçeyên heywanan ku zarok hinekî wextê xwe li van deran derbas bikin û heywanan ji nêz ve nas bikin. Hin kovarên zarokan behsa heywanan dikin, lê beşên Zaroknameyê di vî warî de qels e, lewra bi tenê di hejmarekê de heywanek hatiye nasandin ku ew jî kêvroşk e (Özkan, 2009, r. 93). Di çîrok û fablên ku hatine nivîsandin de heywan derbas dibin, lê ji bilî vê hejmarê rasterast behsa wan nayê kirin ku ev ji bo zarokan kêmasî ye.
| 1 | Pelda û Zehra | Selman Dilovan | 112 | 92-93-94 | Havîn, 2010 |
| 2 | Kîvroşk | Rojbîn Özkan | 109 | 93 | Payîz, 2009 |
3.1.15.Bîranîn
Di jiyana însanan de gelek tişt tên serê mirovan, gelek serpêhatî çêdibin, lê mirov ancax ên ku zêde tesîrê li ser hiş û dilê wan dikin bi bîr tînin. Ew dibe ku derbarê kesekî û cihekî de, dibe ku derbarê bûyerekê de bin. Ji wan hinek bîranînên baş û hinek jî yên nebaş in. Yıldız ji bo bîranînê dibêje ew tiştê tê hiş û dilan re bîranîn tê gotin ku ew di kurdî de bi peyvên cuda yên bîrewerî, yadaşt, bîrhat, bîranîn, bîrayî, xatira, bîrhatî û vîrameyiş tên binavkirin (2018, r. 123-124). Bîranîn ne ew tişt in ku bi belgeyan bên piştraskirin, ew li gor tecrube û çavdêriyan tên nivîsandin. Ji ber vê, zimanê bîranînan zelal û sade ye, bi hesteke dilsozî tên nivîsandin û tê de agahî derbas dibin. Bîranînên hin navdaran gelek caran ji ber ku agahiyên girîng, dîrok, felsefe û çandê di xwe de dihewînin gelekî girîng in. Divê kovaran de him bîranînên kesên navdar û him jî bîranînên zarokan bên weşandin ku zarok jê îstifade bikin. Di beşên Zaroknameyê de ji vê hêlê ve kêmasî heye, lewra bi tenê di hejmarên 109 û 112emîn de du bîranîn hatine weşandin.
Di hejmara 109emîn de Özkan bi sernava “Mirişka kurtê” ji devê zarokekî behsa bîranînekê dike. Di nivîsê de tê gotin mirîşkeke bi navê Cinco heye ku ketiye kurkê û çêlikên wê çêbûne. Di vê bîranînê de hem behsa hezkirina heywanan tê kirin û hem jî derbarê çêbûna çêlikên mirişkan de ji bo zarokan agahî tê dayîn. Zimanekî hêsan û zelal hatiye bikaranîn. Zarokên meraq bikin ka gelo cûcikên mirişkan çawa çêdibin, bi saya vê bîranînê dikarin bibin xwedî agahî (Özkan, 2009, r. 93). Di bîranîna navê “Mol Axa” ya di hejmara 112emîn de jî zarokek behsa bîranîneke xwe ya derbarê daxwaza çûyîna zozanan dike. Özkan ji devê zarokekê dibêje her sal gundî diçin zozanan, lê ji ber ku di nav du eşîran de şerek çêbûye, gundî wê salê neçûne zozanan. Ji ber vê, zaroka ku behsa vê bîranînê dike xemgîn dibe û dibêje (navê hevala wê Seyran e) rojekê eta Seyranê Xezal ji wan re dibêje xemgîn nebin, ew ê îsal herin zozanên Mol Axa. Di dawiya bîranînê da tê fêmkirin ku Xezalê henekên xwe bi zarokan kiriye û ew xeyalşikestî bûne (2010, r. 91). Mezin dema hin caran dixwazin henekên xwe li zarokan bikin, divê bi baldarî tevbigerin ku dilê zarokan ji ber wan henekan neşkê, ew hêrs û xemgîn nebin. Di vê bîranînê de ev hest û raman bi awayekî baş hatiye vegotin. Zimanê nivîsê hêsan e, mijar balkêş e û mirov dikare bibêje ku li gor asta zarokan e.
| 1 | Mirîşka Kurtê | Rojbîn Özkan | 109 | 93 | Payîz, 2009 |
| 2 | Mol Axa | Rojbîn Özkan | 112 | 91 | Havîn, 2010 |
3.1.16. Lîstik
Peyva lîstikê dema tê bikaranîn zarok tên bîra mirov. Lewra zarok û lîstik du peyvên gelekî lihevhatîne ku bêyî hev nabin. Zarok bi saya lîstikê kêfxweş dibin, tiştan hîn dibin, dema xwe xweş derbas dikin û bi şahî mezin dibin. Kîjan zarok dibe bila bibe, temenê wan çi dibe bila bibe, ew bê lîstik nasekinin. Bi pênaseyeke gelemperî lîstik; rehetî û bêhnvedan e, enerjiya zêde ya li hundir avêtin e, tetbîqkirin e, bicîanîna daxwazan e, zewq û cureyek fêrbûnê ye (Aksoy-Çiftçi, 2014, r. 2). Lîstik li ser zarokan tesîreke baş dike, hem ji hêla fizîkî û hem jî hêla derûnî û hiş ve wan pêşve dibe. Ji ber vê, di berhem û kovarên zarokan de divê lîstikên cur bi cur, yên bi peyvan, tevgeran, alav û amûran tên lîstin bên weşandin û behsa wan bê kirin.
Di civaka kurdan de heta salên dawîn ji ber ku pêlîstokên modern kêm bûn, înternet û telefonên destan li gor Rojavayê dereng ketin malên kurdan, zarokên kurd gelek lîstikên resen dizanibûn û bi hev re dilîstin. Lê piştî demekê wan jî dev ji van lîstikan berdan. Her çiqas kurd ji hêla lîstikan ve dewlemend bin jî, di Nûbiharê de kêmasiya lîstikan tê dîtin. Bi tenê di hejmara 109emîn de Rojbîn Özkanê behsa “Lîstika Qanqolê” kiriye û wiha bangî zarokan dike;
“Zarokên şêrin!
Lîstika qanqolê yek ji lîstikên zarokan e ku li Kurdistanê ji hêla zarokan ve tê lîstin.
Fermo em fêrî listika qanqolê bibin.
Hêlek qanqola dara beruyê tête qulkirin.
Di vê qulika fireh de hundirê qanqolê tê valakirin.
Paşê di hêla qanqolê ya fireh bi peleke tenik tê girtin.
Gava ku zarok pifî qulika piçûk ya qanqolê dikin,
Mîna neya rastî dengekî xweş jê dertê.
Lîstikvan bi vê qanqolê li gora xwe megaman pêk tînin.” (2009, r. 93).
3.1.17.Mamik
Mamik berhemên gelêrî yên devkî ne ku nayê zanîn kingê û ji hêla kî ve hatine gotin. Ew li ser mirov, nebat, reng, heywan, xweza, bûyer, alav, amûr, cil û berg, fêkî, sebze û tiştên din hatine gotin. Mamik raz, veşartin, meraq, kêf, hişyarî, lîstik, fikirandin û zanînê di xwe de dihewînin. Wek pênase, mamik amûreke kêfê ye ku xisûsî di şevên dirêj ên zivistanê de zêdetir zarok, keç û jin pê dema xwe dibuhurînin (Subaşı, 2016, r. 72). Mamik tiştekî ku nayê zanîn e ku bi awayekî nerasterast tê pirskirin, yê ku mamikê guhdar dike an jî dixwîne hewl dide ku di hişê xwe de wê pê derxe (Starr, 1909, r. 6). Li deverên cuda ji bo mamikan peyvên cuda yên wek tiştanok, tiştik, têderxistinok, qinik, kelemamik, tên bikaranîn. Ji bilî van pêderxistinok, têderxistinok, metel, tiştanok, mamik, hetele, tiştonek, çistan, qinîk, tiştik, apik, çistan, meyl û şertik jî tên bikaranîn (Gazî, 2006, r. 11).
Feydeyên mamikan ji bo geşedana zarokan a fikrî û derûnî zêde ye. Ji ber ku ew li ser pirs û bersivan dimeşin mêjiyê zarokan didin xebitandin, wextê wan xweş derbas dikin, wan kêfxweş dikin, zimanê dayikê bi hêsanî hînê wan dikin, hesta meraq û kelecanê li wan peyda dikin keresteyên girîng in. Subaşı li ser girîngiya peyv, gotin û ziman ya di mamikan de disekine û dibêje: “Mamik di bîr û hişên netewan de wek hunereke devkî ji mêj ve ye tê gotin û bûye amûreke lîstina li ser peyv û têgehan. Ji ber vê yekê ye ku mamik di eslê xwe de wek behreke zimên an jî gencîneyeke bîr û zimanê gel e (2018, r. 216). Zargotin û çanda kurdî herçiqas ji hêla mamikan ve dewlemend be jî ev dewlemendî bi têra xwe di beşên Zaroknameyê de nayê dîtin. Lewra bi tenê du hejmaran de (34-35) çend mamik wiha hatine nivîsandin:
“1- Humhuma li ber çema; ne dengê gur e, ne diz. (Aş)
- Hilindir, bilindir, law ji bav bilintir. (Agir û dûman)
- Ho dibêjim, tefşo dibêjim; bi nav dikim, lê nabêjim. ( Tefşo)
- Sibehê bikire û bixwe, nîvro bide hevalê xwe, êvarê bide neyarê xwe. (Pîvaz)
- Qesra spî, lê bê derî. (Hêk)” (Derxistinok, 1995, r. 47)
Di hejmara 55an de jî di bin sernava “Rengîn û Xemgîn” de du lehengên zarok diaxivin, herdu heval pirsan ji hevdu dikin û hewl didin bibersivînin (Amed, 1997, r. 30). Bi rastî ev rasterast ne mamik in, lê ji ber ku pirs in û kesê li hember hewl dide ku bersiva pirsan bide, mirov dikare bibêje ku ew li ser mijara mamikan dikarin bên hesibandin.
| 1 | Derxistinok | – | 34-35 | 47 | Tîrmeh-Tebax ,1995 |
| 2 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 55 | 30 | Nîsan, 1997 |
3.1.18.Leheng (Rengîn û Xemgîn)
Leheng ji wan kesên ku mijar li ser wan dimeşe û ew di navenda bûyerê de cî digirin re tê gotin. Di edebiyata zarokan de ew tena sere xwe ne cureyek be jî di gelek berheman de (çîrok, helbest, fabl hwd) ew bi tevger û axaftinên xwe xwedî rola sereke ne û tesîrê li ser zarokan dikin. Çawa ku însanek dikare bibe leheng, hin caran heywan, nebat an jî amûrêk jî dikarin bibin leheng. Di berhemên ji bo zarokan hatine nivîsandin û xêzkirin de leheng divê bi tenê ji kur, an jî keçan pêk neyên, divê ji zayendên wan cuda bin. Ew divê pir îdealîze neyên kirin û ji dûrî rastiyê nebin û divê taybetmendiyên wan li gor asta zarokan be. Zarok lehengan hez dikin, wan ji xwe re dikin mînak û rêber, gelek caran jî hewl didin wek wan tevbigerin. Heke leheng zêde baş û bêqusir bin, zarok hewl didin wek wan tevbigerin, lê ev ne mumkin e. Lewra dema heval û kesên der û dora wan ne li gor vê taybetmendiyê bin ew aciz dibin û dilê wan dişkê. Berevajî vê, heke leheng zêde nebaş be, tund û hov tevbigere, zarok vê carê jî çav didin wan û bi awayekî nebaş tevdigerin. Bi kurtasî divê leheng ne zêde bêqisûr û ne jî zêde hov û fantastîk bin ku di navbera wan û zarokan de têkiliyeke baş ava bibe.
Di Nûbiharê de du lehengên zarok ên bi navê Rengîn û Xemgîn ji hêla Xelîl Amed ve hatine xêzkirin. Ev leheng yekem car di hejmarên 34 û 35an de tên dîtin û paşê di hejmarên din de jî derdikevin pêşberî zarokan. Taybetmendiya wan ev e; herdu leheng jî kur (mêr) in, bi hev re kurdî (zaravayê kurmancî) diaxivin, cil û bergên kurdî yên ku jê re dibêjin şal û şepik li xwe dikin, ji hela kesayetiyê ve Xemgîn yekî ecêb e û gelek caran tişt tên li serî wî, Rengîn jî berevajî wî yekî rûken, xweşbêj û zana ye. Ji ber ku her du leheng jî kur in ev dikare bê rexnekirin. Lewra edebiyata zarokan bi tenê ne ji bo kuran e, qîz jî hene. Xaleke girîng jî ew e ku dema ev leheng kurdî diaxivin ew li ber zarokên kurd dibin mînakên baş. Zarok wê çav bidin wan û wê zimanên xwe yê zikmakiyê biaxivin ku ev jî tiştekî girîng e. Amadekarê van lehengan xwestiye zarokên kurd cil û bergên kurdî nas bikin, ji ber vê kincên kurdî li zarokan kiriye. Rengîn û Xemgîn hin caran tiştekî nadin serê xwe, lê gelek caran şaşikek li serê wan heye û şal û şepik li xwe kirine. Ev jî xalek muhîm e, lewra miletek bi çand û hunera xwe, xwarin û vexwarina xwe, cil û bergên xwe ji civakên din vediqetin û taybetmendiya xwe didin nîşandan. Ji lehengan yek jîr û zana û yê din jî hinek saf û kêmzana ye ku ev taybetmendî di jiyanê de jî wisa ye. Hevalên wiha ji hev cudatir tiştan hînî hev dikin, ji hev dişêwirin û henekan bi hev dikin.
Ji bo mînakê, di hejmara 34 û 35an de Rengîn û Xemgîn rastî hev tên, silavê didin hev. Rengîn dibîne ku rewşa Xemgîn nebaş e, ji wî dipirse ku ka ew çima ketiye vî halî. Xemgîn behsa serpêhatiya xwe dike û dibêje bavê wî ji wî re gotiye “vî barî bibe bajêr” û dema wî bar li ser pişta ker bi cî kiriye, kerê bar li ser pişta xwe avêtiye û zirtikek avêtiye Xemgîn û paşê behsa bûyerê dike (Amed, 1995, r. 47). Wek ku tê dîtin herdu leheng bûyera ku hatiye serê Xemgîn diaxivin. Piştî vê, di hejmara 36emîn de “Rengîn” û “Xemgîn” dîsa dibin mêvanê zarokan, lê liv ir wêneyê wan tune. Rengîn ji Xemgîn dipirse ka çima madê wî tune û ew nebaş xuya dike. Xemgîn dibêje dema wî xwestiye bi çakuç ve bizmarekî di dîwêr de bikute, çakuç li destê wî ketiye. Dema wî xwestiye bavê wî bizmar bigre û ew jî bi çakuç ve li bizmarê bixe, vê carê jî wî bi çakuç ve destê bavê xwe xistiye û ew êşandiye (Amed, 1995, r. 23). Li vir jî dîsa tiştek tê serê Xemgîn û ew pê diêşe, meriv dikare bibêje ku li gor asta zarokan e.
| 1 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 34-
35 |
47 | Tîrmeh-Tebax 1995 |
| 2 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 36 | 23 | Îlon, 1995 |
| 3 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 38 | 29
30 |
Çiriya Paşîn, 1995 |
| 4 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 40 | 29 | Çileya Paşîn, 1996 |
| 5 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 41-
42 |
29 | Sibat/Adar, 1996 |
| 6 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 45 | 30 | Hezîran ,1996 |
| 7 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 46 | 30 | Tîrmeh, 1996 |
| 8 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 48 | 25 | Îlon, 1996 |
| 9 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 53-
54 |
30 | Sibat/Adar, 1997 |
| 10 | Rengîn û Xemgîn | Xelîl Amed | 56 | 28 | Gulan, 1997 |
Encam
Edebiyata zarokan a ku bû mijara vê xebatê, çîrok, helbest, roman, bîranîn, jînenîgarî, name, nivîsên rêwîtiyê, gotar, şano, rojname, kovar û hwd di xwe de dihewîne. Ev berhem ji bo zarokên ku temenê wan ji du salî dest pê dike heta ew kamil dibin tên amadekirin. Tesîra edebiyata zarokan li ser hiş, derûnî, geşedan û kesayetiya zarokan heye û gelek agahiyan fêrî wan dike û dibe sedem ku dema wan xweş derbas be. Me di vê xebatê de qismeke edebiyata zarokan a kurdî hilbijart û em li ser xebitîn. Kovara Nûbiharê ya ku di kovargeriya kurdî de xwedî cihekî taybet e û beşeke xwe ji bo zarokan amade kiriye bû armanca me û em li ser nivîs, xêz û wêneyên ku di kovarê de ji bo zarokên kurd hatine weşandin xebitîn. Di dawiya xebatê de em gihîştin hin encaman ku meriv dikare bibêje rola kovara Nûbiharê ji hêla edebiyata zarokan ve gelekî girîng e, kovarê bi nivîs û xêzên xwe mohra xwe li ser edebiyata zarokan a kurdî xistiye.
Kovara Nûbiharê di hejmara ewil de destnîşan kiriye ku ew ji bo mezinan tê weşandin. Ji bo beşa Zaroknameyê behsa agahiyekê nehatiye kirin, hema rasterast bi du nivîsên derbarê jiyana pêxember de dest bi beşa ewil a Zaroknameyê hatiye kirin. Her wisa, ev beş bi awayekî rêkûpêk û pisporî nehatiye amadekirin. Piştî demekê bêyî ku ji zarokan re agahî bê dayîn ku êdî ev beş wê di kovarê de cî negire, dev ji amadekirina vê beşê hatiye berdan. Di sala yekemîn (çiriya pêşîn1992- îlon 1993, hejmarên 1, 2, 3, 4, 6, 7, 8, 9, 10 û 11emîn) de ji bo zarokan nivîs hatine weşandin. Di sala duyemîn (cotmeh 1993- çiriya paşîn 1993, hejmarên 13, 14, 15, 16, 17, 18, 19, 20, 21, 22, 23, 24) de ji bo zarokan tu tişt nehatiye nivîsandin. Di sala sêyemîn (çiriya pêşîn 1994-îlon 1995, hejmarên di navbera 25-36an de hatine weşandin) de bi tenê di hejmarên 34, 35 û 36emîn de nivîs hene. Di sala çaremîn (çiriya pêşîn 1995-cotmeh 1996, hejmarên navbera 37-49an) de ji bilî hejmarên 43, 44 û 49an di hemû hejmaran de ji bo zarokan nivîs hatine weşandin. Di salên din de jî di hin hejmaran de nivîs û xêz hene, di hinekan de tune ne.
Di kovarê de 19 pêkenok, 11 fabl, 10 nivîsên diyaloga di navbera du lehengan de, 8 çîrok, 7 helbest, 4 kurteçîrok, 4 nivîsên der barê navdarên kurdan de, 3 nivîsên der barê jiyan û gotinên Pêxember de, 3 nivîsên derbarê perwerdeya dînî de, 3 gotinên navdaran, 2 gotinên pêşiyan, 2 nivîsên derbarê cihên dîrokî de, 2 nameyên zarokan, 2 bîranîn, 2 mamik, ceribandinek, karîkaturek, nivîseke nasandina berheman, nivîseke nasandina zarokan, nivîseke nasandina heywanan, nivîseke derbarê exlaqê de û lîstikek heye. Ev hemû di nav salên dûr û dirêj de hema bibêje ji hêla Sabah Kara, Xelîl Amed (î) û Rojbin Özkanê ve hatine amadekirin. Ji bilî wan, bi tenê çend kesan hin nivîs şandine kovarê ku bên weşandin. Dema em berê xwe didin naveroka beşa zarokan tê dîtin ku ji hêla mijaran ve ew dewlemend e, lê ji hêla pedagojî, metod, pergal û cureyên nivîsan ve hin kêmasî hene. Herçiqas ekîbeke di qada edebiyata zarokan de pispor tunebe jî, nivîskarên vê beşê bi dildarî çi ji destê wan hatiye kirine ku ev beş amade bibe. Gelek nivîs û xêzên ji bo geşedan û fêrkirina zarokan di kovarê de balê dikşînin.
Nivîsên ku di beşa Zaroknameyê de hatine weşandin jê hinek herçiqas li gor asta zarokan bin jî, hinek jî ji hêla naverok, pedagojî û zimanê ku hatiye bikaranîn ve ne li gor asta zarokan in û meriv dikare wan ji sînorên edebiyata zarokan derxe. Li gel vê, Nûbiharê xwestiye ku zarok zimanê xwe yê dayikê hîn bibin, xwendina wan pêş ve here, ew ji çand û civaka xwe dûr nemînin û haya wan ji nirxên neteweyî û cihanê hebe. Di berhemên zarokan de wêne, xêz û karîkatur li gor nivîsan zêdetir bala zarokan dikşînin, lê di Zaroknameyê de hejmara wêne, xêz û karîkaturan gelek kêm in, beş ji vê hêlê ve pir qels maye ku ev dikare bê rexnekirin. Xaleke din jî ew e ku di kovarê de hin nivîsên dibe ku zarokan bitîrsînin hene ku ji hêla naverokê ve qet ne li gor asta zarokan in.
Ji bilî vê, di kovarê de du lehengên bi navê “Rengîn û Xemgîn” hatine xêzkirin ku her du heval her tim li ser mijarekê bi hev re diaxivin. Ew hin caran henekan bi hevdu dikin ku ev ji bo kêfa zarokan bîne baş e. Lê tişta ku balê dikşîne herdu jî kur in, yanê ji heman zayendê ne. Ji lehengan heke yek qîz bûbûya dibe ku bêtir bala zarokan bikişanda. Di beşên Zaroknameyan de gotinên kurdî, peyvên resen ên kurdî gelek caran derdikeve li pêş zarokan ku ev jî ji hêla ziman û çandê ve dewlemendiyek e. Dema çîrokên Zaroknameyê bên xwendin tê dîtin ku peyv û gotinên hatine bikaranîn, mijarên ku hatine hilbijartin li gor çand û edetên civaka kurdî ne. Xaleke din jî ew e ku li gor mijar û naverokên din hejmara lîstikan di kovarê de gelekî kêm e, hema bibêje yek tene ye. Ev kêmasî dikare bê rexnekirin. Lewra zarok bi lîstîkan kêfxweş dibin û weneyan mijaran baştir û hêsantir fêm dikin û zêde kêfxweş dibin.
Di beşa Zaroknameyê de bi tenê perwerde, fêrkirin û şîretdayîn tune, nivîskaran çîrokên wek Xoceyê Navdar (Nasrettîn Xoce) hilbijartine ku zarok bikenin û kêfxweş bibin. Çîrokên beşa Zaroknameyê jê hinek dirêj in, ne li gor asta zarokên ku temenê wan biçûk in. Lê her çiqas ev çîrok ji hêla zarokan ve neyên xwendin jî, dema mezin ji wan re bixwînin îhtimal e ku zarok hînî guhdarîbûnê bibin. Rastiyek heye ku zarok nivîsên ku bi tîpên biçûk hatine nivîsandin nikarin rehet bixwînin û ji nivîsê zû aciz dibin. Di nivîsên Zaroknameyê de mezinahiya tîpên nivîsan gelemperî ne li gor asta zarokan e, biçûk in. Hînkirina reqeman, tîpên alfabeyê, rojên hefteyê, meh, reng û hwd ji ber ku tiştên hişê zarokan pêşve dibin girîng in, lê di kovarê de ev kêmasî jî xwe dide der.
Herî dawîn divê bê gotin ku kovara Nûbiharê ya ku îro di civaka kurdî de bi nav û deng e, her çiqas hin kêmasî hebin jî di edebiyata zarokan a kurdî de li gor dema ku dest bi weşanê kiriye gaveke girîng avêtiye. Hemû mijar, xêz û wêneyên ji bo beşa zarokan hatine amadekirin li ser kelepora edebiyata zarokan a kurdî zede bûne ku ew ê bigîhêjin nifşan. Rêvebir û nivîskarên Nûbiharê îro ne di nav rûpelên kovarê de, bi berhemên cuda yên ku bi awayekî rêk û pêk hatine amadekirin bi Weşanxaneya Nûbiharê digîhînin ber destê zarokan. Heta wisa ku êdî kesên li ser vê qadê pispor in edîtoriya van berheman dikin û kevirekî li ser temelê edebiyata zarokan a kurdî zêde dikin. Hêvî ew e ku ev xebat û yên din di vî warî de balê bikşîne ser edebiyata zarokan a kurdî û xebatên zêdetir û xurttir derkevin holê.
Türkan TOSUN- Artuklu Kurdology-e-ISSN: 3062-0236-(18)January 2025
Çavkanî/References
Aksoy, A. B. & Çiftçi, D. H. (2014). Erken çocukluk döneminde oyun duyu-motor oyundan kurallı oyuna. Pegem Akademi.
Amed, E. (1993). Rûpelek ji exlaqê pêxember. Nûbihar, (9), r. 27-28.
Amed, X. (1993). Pûtên bêxêr û bêkêr. Nûbihar, (8), r. 27-27.
Amed, X. (1993). Pêxember û lepên şixulker. Nûbihar, (11), r. 29-29.
Amed, X. (1995). Rengîn û xemgîn- seîdê kurdî. Nûbihar, (37), r. 23-23.
Amed, X. (1995). Rengîn û xemgîn- Evdilmelik Firat. Nûbihar, (39), r. 30-30.
Amed, X. (1995). Revîna xewê. Nûbihar, (34-35), r. 47-47.
Amed, X. (1995). Rengîn û xemgîn. Nûbihar, (34-35), r. 47-47.
Amed, X. (1995). Rengîn û xemgîn. Nûbihar, (36), r. 23-23.
Amed, X. (1996). Şêr şêr e çi jin çi mêr e. Nûbihar, (41-42), r. 30-30.
Amed, X. (1996). Çîz mîz nizanim. Nûbihar, (47), r. 29-29.
Amed, X. (1996). Viz viz ji we hingiv ji min. Nûbihar, (45), r. 31-31.
Amed, X. (1997). Çavê neyartiyê kor e. Nûbihar, (56), r. 29-29.
Amed, X. (1997). Rengîn û xemgîn. Nûbihar, (55), r. 30-30. Amedî, X. (1993). Pêxember û lepên şixulker. Nûbihar, (11), r. 29-
Asan, N. (1997). Rûpelek ji dîroka îslamê. Nûbihar, (56), r. 29-29.
Azad (1992). Du qise ji jiyana pêyamber ê ekrem. Nûbihar, (1), r. 30-31.
Bozkurt, K. (2013). Kürt masallarının yapısal özellikleri, Kimlik, Kültür ve Değişim Sürecinde Osmanlıdan Günümüze Kürtler Uluslararası Sempozyumu. Bingöl Üniversitesi Yayınları.
Cambridge (2024). https://dictionary.cambridge.org/ Wergirtina ji înternetê (4ê Çileya Pêşîn 2024).
Cegerxwîn, (1996). Xebat bikin roj û şev, şûr û qelem digel hev. Nûbihar, (45), r. 30-30.
Cegerxwîn, (1995). Ji biçûkan re. Nûbihar, (34-35), r. 46-46
Çakmak Güleç, H. & Geçgel, H. (2012). Çocuk edebiyatı, okul öncesinde edebiyat ve kitap. Kriter Yayınevi.
Çocuk Haklarına Dair Sözleşme (2024). Wergirtina ji înternetê (4ê Çileya Pêşîn 2024).
https://www.unicefturk.org/public/uploads/files/UNICEF_CocukHaklarinaDairSozlesme.pdf
Dilovan, S. (2010). Nameya tombîşê ji zehrayê re. Nûbihar, (112), r. 92-93-94
Dilovan, S. (2010). Pelda û zehra. Nûbijar, (112), r. 92-93-94.
Dost, X. (1995). Dilocan. Nûbihar, (36), r. 25-25.
Elçî, N. (2010). Name: Nûdem Elçî. Nûbihar, (111), r. 93-93
Gazî, M. (2006). Gurzek ji zargotina zarokan; dîsko dîsko danîno. Weşanxaneya Aras.
Güleryüz, H. (2002). Yaratıcı çocuk edebiyatı. Pegem Akademi Yayıncılık.
Hawar, Z. (2009). Pîrê û rovî.Nûbihar, (108), r. 94-94
İnal. K. (2014). Çocuk ve demokrasi. Ayrıntı Yayınları.
Kara, S. (1992). Ko zivistan çû bihar tê. Nûbihar, (2), r. 24-26.
Kara, S. (1993). Qendîla biçûk. Nûbihar, (7), r. 23-26.
Kavcar, C. (1999). Edebiyat ve eğitim. Engin Yayınevi.
Kaya, M. (2011). Çocuk edebiyatında gülmece (mizah) İlköğretim Çocuk Edebiyatı Kitap Kataloğu. Eğitimsen Yayınları.
Malpir, M. (1996). Ka em bavên ber aqilan. Nûbihar, (46), r. 31-31.
Neydim, N. (2003). İnceleme-araştırma-eleştiri-çocuk Edebiyatı. Bu Yayınevi
Nûbihar (1997).(60), r. 4-4
Nûbihar (1992). Di Payîz De, . (1), r. 3-4.
Nûbihar (1995). Gotinên navdaran. (34-35), r. 46-46.
Nûbihar (1995). Derxistinok. (34-35), r. 47-47.
Nûbihar (1995). Gotinên pêşiyan. (36), r. 25-25.
Nûbihar (1996). Gotinên navdaran- Cegerxwîn. (45). r. 30-30.
Oğuzkan, A. F. (2000). Çocuk edebiyatı. Anı Yayıncılık.
Oxford Dictionary (2016). Wergirtina ji înternetê (9 Gulan 2016). https://en.oxforddictionaries.com/definition/joke
09.05.2016/11.15
Özer, A. (2007). Karikatür ve eğitim. Bilim ve Aklın Aydınlığında Eğitim Dergisi, (84), r. 19-25.
Özkan, R. (2009). Gotineke xweş. Nûbihar, (109), r. 92-92
Özkan, R. (2009). Ceribandin. Nûbihar, (108), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Zarokno hûn bi vêna dizanin?. Nûbihar, (107), r. 127-127.
Özkan, R. (2009). Medreseya sor. Nûbihar. (109), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Çîroka newrozê. Nûbihar. (107), r. 125-126.
Özkan, R. (2009). Berhemek (Nûbihara Biçûkan Ehmedê Xanî). Nûbihar, (109), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Tika. Nûbihar, (108), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Kîvroşk. Nûbihar, (109), r. 93-93.
Özkan, R. (2009). Mirîşka kurtê. Nûbihar, (109), r. 93-93.
Özkan, R. (2010). Gotinek pêşîyan. Nûbihar, (110), r. 92-92.
Özkan, R. (2010). Mol axa. Nûbihar, (112), r. 91-91.
Özkan, R. (2009). Lîstika qanqolê. Nûbihar, (109), r. 93-93.
Özkan, R. (2009). Bapîrê me Ehmedê Xanî. Nûbihar, (108), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Melayê Cizîrî. Nûbihar, (109), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Meha Remezanê. Nûbihar, (108). r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Tika. Nûbihar, (108), r. 92-92.
Özkan, R. (2009). Nûh pêxember û çiyayê cudî. Nûbihar, (110), r. 91-91.
Özkan, R. (2010). Çîroka kalo heyvo, Nûbihar, (111), r. 94-94.
Uğurlu, S. B. (2010). Çocuk ve edebiyatı eleştirisi. Turkish Studies, International Periodical For the Languages, Literature and History of Turkish or Turkic, 5 (3). r. 1921-1945.
Pertev, R. (2009). Zarok û çirok destpêka pedagojiya kurdî. Doz.
Pîranî, B. (1996). Noka genî (47), Nûbihar, r. 30-30.
Resmi Gazete. 12 Nisan 1991, (20843), r. 8-8
Sadik, M. A. (2010). Şeltik şûltik. Nûbihar, (110), r. 92-92.
Sever, S. (2015). Çocuk ve edebiyat. Tudem Yayınları.
Seyda, Î. (1993). Çirçirîk û mêrû. Nûbihar, (9), r. 28-28.
Starr, F. (1909). A little book of philipine riddles; Yonkers. World Book Co.
Steel, M. (2000). Oxford wordpower dictionary for learners of English. Oxford University Press.
Subaşı, K. (2016). Vegotina hêmayî û metaforîk di mamikên kurdî de. The Journal of Mesopotamian Studies, 1(1). r. 71-90. vgz. İlhan Başgöz, “Türk Bilmecelerinin Fonksiyonları”, Folklora Doğru”, j. 37, İstanbul, 1974, r. 29.
Subaşı, K. (2018). Mamikên kurdî ji hêla taybetmendî û bikaranîna zimên ve. Doru, M. N & Bozkurt, Ö. (Ed.). Dil Bilimleri Klasik Sorunlar-Güncel Tartışmalar. (r. 215-269). Mardin Artuklu Üniversitesi Yayınları.
Şahbaz, N. K. (2008). Çoçuk edebiyatında ihmal edilmiş bir edebî tür: deneme, İnönü Üniversitesi Eğitim Fakültesi Dergisi, Cilt: 9, Sayı: 15, s:189–203
Şimşek, T. (2007). Çocuk edebiyatı. Suna Yayınları.
Şirin, M. R. (2007). Çocuk edebiyatı kültürü okuma alışkanlığı ve medya sarmalı. Kök Yayıncılık.
Tîgrîs, A. (2001). 6762 Gotinên pêşiyan. Weşanên Rewşen.
Tüfekçi Can, D. (2014). Çocuk edebiyatı: Kuramsal yaklaşım. Eğitim Yayınevi.
Türkçe Sözlük. (2011). Türk Dil Kurumu Yayınları.
Xursî, M. (1996). Mirî çawa tên şuştin?. Nûbihar, (47), r. 30-30.
Yalçın, A. & Aytaş, G. (2014). Çocuk edebiyatı. Akçağ Yayınları.
Yıldız, A. (2018). Hunera vegotina bedew a devkî û nivîskî II. Lorya.
[1] Kesên dixwazin dikarin li ser vê lînkê agahiyê bi dest bixin https://nubiharblog.wordpress.com/nubihar/