“Êşa dinyayê ya ku ez hîs dikim, ji bo xewnek sar e. Ez ji xewnekê hatim, min xewnek da te, bîranînek şîn-kesk: va ye giyanê min ê dinyê! Li deştê bi hêz bifire, li çiyê bêdeng be, di çem bigirî. Va ye dergehê dinyayê, vir derdê dinyayê ye, yan li ber siya çiyê raweste yan jî di şahiya hêjîrê de bisekine xwe biêşîne û xwe temam bike.” (Bîrhan Keskîn, Çûkê Anqa)
Di wextên tarî û teng de, çayekê deyne ser ocaxê an qehweyekê di cezweyê de çêbike û li ronahiyê bifikire. Berê xwe wekî hertimî bide xwe û mîna kalekî bêje: “Min çi dît, min çi nedît?” Lê wê ev jî biqede û bibe xwelî ber bi bê ve bifire.
Radibim, çavên xwe li cezweyê digerînim, dibînim û tevî fîncan û qehweyê berê xwe didim mitbexa hevpar, çavên min li ocaxa hevpar dikeve. Devê xwe bi çêran tijî dikim; lê li xwe hay dibim:
– Sekan be, bêhna xwe fireh bike.
Wî xwedê lê nexisto ocax di nav gemarê de hiştiye; jixwe berê jî gemarî bû; lê aniha gemartir bûye. Çavê xwe li paçekî digerînim, paç dibînim û ocaxê paqij dikim. Bi qesem navê Xwedê her ku paç bi ocaxê dixim, ji berê paqijtir dibe.
Her ku paqijtir dibe mîna gerdûn peyamekê bide min kêfa min tê. Dikenim û dibêjim:
– Bi qasî tariyê ronahî jî têra xwe heye.
Min ocax paqij kir û qehweya xwe çêkir, li odeya Martîn Eden vegeriyam.
Qehweya min li ber min û berê min li fikaran. Nivîseke min a sala 2012’yan tê bîra min, nivîsek pir kurt û bi zimanê tirkî, di rojnameya Evrenselê de hatibû weşandin, di wê gavê de rojmameger Metîn Goktepe hatibû bîra min. Piştî qetla wî bi çend salan dîmenek wî min dîtibû û pir di bin bandora wî de mabûm.
Mîna gotineke min a wê nivîsê, ew jî di çemê jiyana xwe de herikî bû, wekî gelek rojnamegeran mirina xwe dabû ber çavên xwe. Dilê wî, bi karê wî re bû.
Di wê serwîsa ku me ji gund dibir bajêr; lîseyê hema bêje hertimî strana li ser wî lêdixist. Her ku lê difikirim rojnamegerên din ên ku hatine qetilkirin tên bîra min. Apê Mûsa, Hrant Dînk, Ferhat Tepe, Cîhan û Nazim û bi qasî wan bi dehan rojnameger di rêya xwe de, mirina xwe dan ber çavên xwe û dilê xwe ji me re hiştin.
Belê, ev e jiyan, pirî caran berdelên giran dixwaze. Bo em di çemê jiyana xwe de biherikin, dengê guhê me li ava çem e. Heger pêşiya çem bêgirtin, wê piştî demekê av gemarî bibe. Ji ber vê yekê di vê taristanê de, divê meriv hêviyên xwe qût neke û bide dû çîroka xwe.
Her çiqasî mirin bibe pehra wan jî, mîna wan rojnamegeran em bidin dû çemê jiyana xwe.
Didim dû çemê jiyana xwe, ev bû saleke min ne xaniyek ne jî sekin. Ji welatekî têm qewirandin, berê xwe didim welatekî din. Ev e çîroka çemê jiyana min, li dawiyê nafikirim û di wî çemê jiyanê de sopaniyê dikim. Hema dibêjin:
– Emê te bişînin Xirwatistanê.
Ew dibêjin ez direvim, gerdûn bi min re ye, hîs dikim. Ev peymana Dublînê bûye bela serê me gelek penaberan.
Heger Dublîn hebe, qet li dosyeyên te jî nanêrin.
Gulpa dawî li qehweyê dixim.
Ev roj wekî firtoneyê bi ser min ve hatin; lê her ku firtone bi ser min ve hat, şaxên min bi qewetir bûn. Hê jî, qewetir dibe. Mîna ku jiyan, min hazirî jiyaneke bi Stêran re bike, li ser rêya xwe me.
Mîna Swîsreyê, Almanya jî dixwaze min bişîne Xirwatistanê û dibêje:
– Me nameya Dublînê ji te re re şandiye. Lê ew name qet nehatiye ber destê min. Qey ev name firiya bû?
Bû ye wekî Josef K. yê Franz Kafka, hatibû girtin; lê nizanîbû ji ber çi hatibû girtin? Êêêêêê, wê aniha çi bibe, li rêyekê digerim; lê rê ez im rêwî ez im. Dizanim, her ku li xwe hişyar dibim û li gemara xwe hay dibim, nêzî xwe dibim.
Nizanim, min ji ku da despêkirin û hatibûm ku? Mîna vê nivîsa min, min çawa destpêkir, wa ye hûn dibînin bê nivîsê berê xwe da ku derê.
Belê, meriv bi surprîzên vê jiyanê nizane. Hz. Yûsif doh di binê bîrê de bû, lê paşê li Misirê bûbû Walî û gotineke Şemsî Tebrîzî jî hebû: “Ma tu ji ku dizanî ku wê binê jiyana te, ji serê wê xweştir nebe?”
Tu yê bidî dû xeyalên xwe, tu yê bidî dû heqîqeta xwe; heqîqeta wan rojnamegerên ku hatine qetilkirin, heqîqeta girtiyên zindanê, heqîqeta gerîlayê li serê çiyakî, heqîqeta leşkerekî ku xaniyê mala bavê ji kerpîçan û ala sor a tirkan piştî mirina wî li ser wî xaniyê xerpîçan xwe li ba dike. Heqîqeta jinek weida û giriyê bavê wê.
Li vê gerdûnê bi tenê heqîqetek tune ye, her kesek xwediyê çemê jiyana xwe, her kesek şopdarê heqîqeta xwe; lê heqîqetên hevpar jî hene. Mîna barên li ser piştên me mîna lêgerînên meriv.
De berê xwe bide mitbexê û qehweya xwe çêbike, ji bîr meke her çi bibe, wê bi qasî baweriya te bandorê li te bike. A baş meriv bibe Pollyanna û di kêliyê de xwebûna xwe pêk bîne, di vî çêmê jiyanê de hertimî rêyek din heye, tişta ku tu bikî ev e: Dengê xwe bide qelbê çavên xwe, wê ew heqîqeta te şanî te bike.
Kadir Stêra-Diyarname.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…