BÎRANÎNÊN HESEN HIŞYAR

Taybetiya bîranînên Hesen Hişyar ya girîng ev e ku; Ew beşdarê du serîhildanên bakurê Kurdistanê bûye û wek şervanekî çekdar li dijê artêşa dagirker a dewleta kemalîst şer kiriye. Ew hem beşdarê serîhildana Şêx Saîd Efendi bûye û wek şervanekî Şêx Saîd û hem beşdarê serîhildana Agriyê bûye û wek şervanekî Îhsan Nurî Paşa di qada şer de cih girtiye, li dij kolonyalîzma dewleta kemalîst têkoşiyaye.

Hesen Hişyar di sala 1907 de li gundê Licê li Serdê ji dayik bûye û di sala 1985 de li binxetê ango li rojavayê Kurdistanê çûye ser heqiya xwe. Ew xortekî temenê wî di bin bîst salan de beşdarê serîhildana Şêx Saîdê nemir dibe. Di şerê li hemberê artêşa kemalîst de birîndar dibe û dîl dikeve destê leşkerên artêşa hov. Di dadgeha Şarqê de ku ji alî dewleta kemalîst li Amedê pêk hatibû, cezayê îdamê didine wî, Ji bo ku temenê wî binê bîst salan ve ye, cezayê wî dikine 15 sal û ew dişînên sirgûnê, ango dişînin bajarê Nîgdeyê. Di efûya giştî ya 1928an de tê berdan. Paşê dice beşdarê hêza berxwedana gel ya Agriyê dibe. Piştî têkçûna serhildana Agriyê ew bi Îhsan Nurî Paşa re  dice îranê, Di sala 1934an de jî dice rojavayê Kurdistanê, li Qamuşliyê bi cih dibe.

Hesen Hişyarê Serdî digel lehengiya şergerî, şervaniyê, kurdperwerekî hişyar, ronakbîrekî jîr û zana bû. Ew bi çar zimanan dizanibû û bi dîrok, edebiyat û sosyolojiyê re mijûl dibû. Wî di kovarên kurdî, di Hawar, Ronahî û Roja Nû de nivîs dinivîsî. Di sala 1956an de bi komek hevalên xwe re ”Komela Zanîstî û Alîkariya Kurd” damezrandin. Wî bi nave ”Agahî” jî kovareke xwerû bi kurdî weşand. Dema di sala 1985ê de çû ser heqiya xwe, wefat kir, min derbarê jiyan û têkoşîna wî de nivîseke di kovara ”Hêvî” ku kovara Enstîtuya Kurd Li Paîsê bû, nivîsî û weşand.

Wî bîranînên xwe bi sernavê ”Dîtin û Bîranînên Min” bi kurdî nivîsî. Ew pirtûka bîranînan a bi kurdî li rojavayê Kurdistanê hatibû weşandin. Di saa 1994an de birêz Hesen Cunî (Ahmed Onal) bîranînên wî ji kurdî wergerand tirkî û di nav weşanên Pêrî de li Stenbolê weşand.

Naveroka pirtûka bîranînên Hesen Hişyar berfereh e, naverokek xurt e, têr û tije dagirtî ye. Pirtûka bîranînê ji yanzdeh beşan pêk tê. Di bin her beşê de dabeşên curbecur, mijarên cure hene. Di beşa yekem de bi gelemperî agahdariyên derbarê dîroka kurdan de, şaristaniya li kurdistanê, jiyana netewa kurd, têkiliyên jin û mêrên kurd bi hevûdu re, cil û lîbasên kurdan, zewac û dîlanên kurdan û rewşa siyasî, olî li Kurdistanê tê qal kirin.

Di beşa duyem de, di dîrokê de kurd û şaristaniya wan, di nav kurdan de bazirganî û karwanî, dewlemendiya sererd û binerd û petrol Kurdistanê, û sê merhaleyên serîhildanên kurdan tê şîrove kirin. Beşa sêyem bi gelemperî rewşa cîhanê û gelek mijarên din tê qal kirin. Beşa çaran, di şerê cîhanê ê duyemîn de rewşa kurdan û hinek mijarên din. Di beşa pêncan de destpêka serîhildana Şêx Saîd Efendî, zû destpêkirina serîhildanê û girtina Xalid Begê Cibrî, kongreya li çiyanê Çanê û gera Şêx Saîd Efendî tê rave kirin. Di beşa şeşan de bi tevahî serîhildana şêx Saîd Efendî tê qalkirin. Şaşî û kêmaniyên serîhildanê jî di vê beşê de tê şîrove kirin.

Di beşa hetfan de piştî têkçûna serîhildanê şêweya şerê gerîlla tê qal kirin ku di wê demê de çawa şerê gerîllatiyê meşandine. Beşa heştan de dadgeha îstîklalê ya dewleta dagirker a kemalîst û biryarên îdamê, bê hiqûqî û bi keyfî çawa dadgehê de biryar didin..

Hesen Hişyar di bîranînên xwe de birîndarî û dîlketina xwe, li girtîhehê nasîna kesayetiyên ku beşdarê serîhildanê bûne û herweha qala Dr. Fuad û gelek lehengên kurd dike. Di beşa nehan de behsa dema sirgûniya xwe û hepisxaneya Nîgdeyê dike. Beşa dehan de vegera ji Nîgdeyê û di beşa yanzdeh de beşdarbûna xwe ya serîhildana Agriyê dike.

Ji bo zanîn û têgihîştina dîroka berxwedana gelê kurd û herdu serîhildanên kurdan ev pirtûk çavkaniyeke hêja ye. Pirtûkên weha yên bîranînê gelek tiştên rastiya dîroka têkoşîna gelê kurd ya li hemberê dagirkeriyê radixe ber çavan, ango derdixe ronahiyê. Lewre jî dive mirov pirtûkên weha bixwîne.

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *