Hejmara Deriyê Min: 03/08/2014

Min hemû bajarên xwe xistin heqeba xwe,

bi bayê payîzê re dimeşim

bi kulîyên berfê re dimeşim

bi kulîlkên biharê re dimeşim

bi tîrojên rojê re dimeşim.

Her ku dimeşim lingê min sivik dilê min biçûk dibe.

Wan hîn dûr e, Hewlêr dûr e, Laleş dûr e

û Şengal di çavên min de birînekê kûr e.

Zeman tim eynî ye: Tebaxa sisê 2014.

Havîn e, germ e.

Term dibarin di ser min de.

Bajarên min dişewitin di heqeba min de.

Axîneke miltecî bi canê min dikeve.

Sal nayê guherandin: 2014.

Rûreşên min 2014 caran min dikujin,

2014 caran dê û bavê min dikujin,

2014 caran reh û kokên min diqetînin,

2014 caran êgir berê canê min didin,

2014 caran ez xwe aciz hîs dikim

û fêm dikim ku ez bêkesê dinê û bindestê xelkê me.

Fêm dikim ku kesî min li ser vê dinê tune ye,

fêm dikim ku wijdana dinê tune ye.

Fêm dikim ku mirovan bi kirinên xwe û bi nekirinên xwe

rehma Xwedê li ser xwe rakiriye.

 

Hêjmara derîyê mala min: 03/08/2014.

Min çavên xwe di vê malê de vekirin

dizanim ez ê çavên xwe di vê malê de bigirim.

Nizanim Şêx Adî li ku ye, piştre Melekê Tawûs,

Mishefa Reş, Kitêba Celwe û yên din.

 

Tim beytên bêbeytik tên serê zimanê min.

Tim havîn e ji bo min.

Esîr im, li bazaran têm firotin.

Tim Siyabendê bê Xec im.

Ne li ser axê ji min re rehetî hebû ne jî di bin axê de.

Yanî li darê dinê şûna her kesî hebû tenê şûna min tune bû

tenê şûn bi min nediket.

Ez Êzidî bûm, kurd bûm, cihê bûm.

Rûreş dihatin li benda min, parçeyekî min dikuştin û diavêtin êgir

parçeyekî min jî difirot in neyaran min nezanan min.

Min fêm dikir: Him rûyê wan reş bû, him jî dilê wan.

Eger ku dilê wan reş nebûya, rûyê wan jî reş nedibûya.

Yanî reşahîya dilê wan dest bi tovavêtinê kir di rûyê wan de xuya kir.

 

Hîn ditevize canê min, hîn dixûre çavên min, hîn dikele xwîna min.

Bayên Semûdî rûyê min dialêsin.

Di dilê min 2014 birîn vedibin, 2014 derî, 2014 dojeh.

Kes nayê û birînê min nekewîne,

kes nayê û derî di ser min de veneke,

kes nayê û kulmek av neavêje dojeha min.

Tebax bi tebax vedibe birîna min,

Tebax bi tebax diwerîme deriyê min,

tebax bi tebax gurr dibe dojeha min.

 

Etê! Ez nikarim Şengal û Laleşa xwe biterîkinim.

Şengal û Laleş mirîyên min dipên û ez ê jî Şengal û Laleşa xwe bipêm.

Ev hêvî ye.

Ev pêşeroj e.

Ev wesyet e

Ev ronahî ye.

Ev jibîranîn e.

Ev xatirzanîn e.

Ev qedr û qîmet e.

 

Faîk Ocal

About Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *