LI XOÇVANÊ NAV Û DENG

Warê mêrxas û jinxasan, qada dengbêjan, şikefta şêr û şepelan.
Rêzdar Muzafer Avşar dibêje ku, xak, dayîka navan e. Rast e. Ji ber ku hemû afirendeyên candar li ser pêşa wê dizên, mezindibin û dimirin. Her wiha cîh û warê heyberên bêcan jî xak e. Mirov deverên lê dijî bi nav dike. Yan navê xwe dide xaka li ser dijî, yan jî navê wê deverê li xwe dike.
Nav hene,
Wek navê bilbilan, li ber dengê wana çem û kanî diherikin û şîna egit û mêrxasan dikin. Weke dengê dengbêjên nemir
Rostoyê Şemo
Mihê Bavê Sarî
Gur Heso
Şemsê Baso
Hecîyê Dewrêş
Surmelîyê Qado
Husikê Kor
Eçoyê Quling
Nav hene,
Hiqas kûr û giranin ku dema dibîhîzin, bi soraya tavê re dayîkên bi kofî û kitan, guliyên xwe jê dikin didine ser sîngê qîz û xortên bêmiraze dest bi hine.
Nav hene,
Sirya ku merî dibihîze, êşên dijwar meriya dorpêç dikin û merî wê çaxê dilê xwe li ser zimanê xwe digerîne.
Nav hene,
Bi kulîlk-sosina va xemilandî, tu evîn xwe l’ber ranagirin ku mirazê wan bighêje seransêrî.
De ka em bi navê gundên Xoçvanê ve dest pê bikin. Ka em herêma xwe, gundên xwe, xwezaya xwe, çanda xwe, kelepora xwe çiqasî nas dikin û çiqasî xwedî lê derdikevin
Ji buhurtina sal û demên dûr û dirêj wek gellek tiştan sedemên çêbûna navan jî di bîra merivan de namînin. Di zanista civaknasîyê de ji vê bûyerê re dibêjin “Wendabûna bîra dîrokî.” Sedema sereke ya bîrakirina dîrokî jîyana bênivîs, bêbelge û bênîşandekîya dûr û dirêj e. Ev bêxemî dibe sedema sereke ya ku merî bibe bîyanîyê rastîya xwe.
Ka em rastîya xwe di nav gundên Xoçvana xwe ya qedîm, ya ku di dema Urartûyan vir de bûye hêlîna şaristanîyan de bigerin
XOÇVAN, di nav paralêlên 410 bakûri 400 başûr û di nav merîdîyenên 430 rojhilat, 420 rojava de ye. Wek pilatoyekî bilindbûna wê ya ji deryayê 2100 mêtro ye. Xala herî bilind ya pilato ya Xoçvanê lûtkeyê çîya yê Qisirê ye (3179 mt.) Demên berê bi pijiqandina volkanan gelek deverên bi gir û çîyayên mezin peyda bûne. Li ser vê xaka şîrîn û pîrozmend gellek çand û şaristanî di med-cezira cîhanê de hatine û çûne. Lê şîrîn bûna herî bi nirx jî, ew gundên me yên xweşike ku mîna hebên tizbîyan li ber hev cêrge girtine, bi sedan salin ji bişavtinê re sêrî dihecînin û berxwe didin.
1-Pangîs
2-Gelgelî
3-Xêwiskar
4-Bêbereg
5-Xas
6-Sixirpêt
7-Qurdoxlî yê jêrîn
8-Qurdoxlî yê jorîn
9-Erdemêl
10-Panîg
11-Legemlî
12-Qimilî
13-Mûrxan
14-Kora
15-Omeraxa
16-Nebîoxlî
17-Çelebaşî
18-Kêllik
19-Tîkoş
20-Micûc
21-Hecî Elî
Berê, Qeleqele (Gundê pozê qelêçîyê de, li ser rê ya gêdûgê) hebû, lê naha li ser gundê kora tê hesibandin, Navê berê Qeleqele (karakale, yaylakarakolu) bû.
Dil dixwaze li ser navê van gundana xebatekî bike heke ku temen têrê bike.
ERDEMÊL (naha kirine Çaxlayik wate ya wê çi ye ez nizanim)
Ji nav gundên Xoçvanê de navê “Erdemêlê” pir balkêş e. Ji ber ku navê Erdemêlê ji peyva “Erde” dest pê dike. Erde-bi zimanê Horî-Ûrartû ji navê Ardî/ardînî “bajar” mirat maye. Ji bo paşdaçeka wê ya “Mel” jî mirov dikare çend paradîgmayan peşkeş bike.
Ya yekemîn ji Horîkî navê “mûle” çem, herrî/çemûr maye. Herwisa: Bajarê berçem yan jî Erdemêlê li ber çem, yan jî bataxê be
Nêrîna dudemîn jî Horîkî “Ardînî” bajar+Melkû homan, îlah=”Ardînîmelkû” bajarê pîroz e. Eger li derdorê Erdemêlê xirbeyên kevnar hebin û di nav van de şopa xanîyên bi kevirên mezin hebe, hîngê ev jî nêrînek dirust e.
Nêrîna sisemîn jî, bi Horîkî “Ardî/Ardînî” bajar+”mel” dûrketî, qewitî=”Ardînîmel”bajarê yên sirgûn, qewitandî ye. Her wisa di nav demên dûr û dirêj de navê wê derê bûye “Erdemêl”
DAĞISTAN KARAKOÇ-Yê bidome
Xaka nepenî-Muzafer Avşar
Wêne: Dağıstan Karakoç
Herêm: Xoçvan

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *