Serdema felsefeya antîk an kû felsefeya Yewnana Kevin beri zayîne sedsala 6an despêdikeheta piştî zayinê sedsala 2yan didomê. Di ve serdemê de gelek filozofên navdar bi ramanêncuda xwe anîne ziman. Di vê xebatê de emê li ser sofîstan (Protagoras û Gorgias), Sokrates, Aristoteles û Platon birawestin. Dive em ji bîr nekin ku Aristoteles xwendekarê Platon e, Platon jî xwendekarê Sokrates e. Her çiqas ev silsile wek mamoste û xwendekar werê zanin jîher sê kesên navdar ramanên xwe cuda cuda anîne ziman. Ev ji bo pêşketina mirovahiyêtiştekî qenc û balkeş e. Ger her kes li ser raya mamosteye xwe bimana wê pêşketinamirovahiye birawestiya.
Sofîst
Li gor baweriya sofîstan agahî (zanîn) û tiştên etîk de rastî li gor mirovan tê guhertin. An kûrastiyek û etîkeke gerdûnî nîne. Ji bo vena Protagoras dibejê ku: ‘Pîvana her tiştî mirov bixwe ye.’ Li gor vê gotinê rastî û çewtiya tiştên zanînê û ê etîkî li gor zanîn û baweriyamirovan tê guhartin. Gorgias jî dibejê ku: ‘Tiştek nîne, hebê jî em nizanin, bizanibin jî nikarindiyar bikin.’ An ku Gorgias dibeje ku zanîneke ku tev mirov li serê lihev bikin nîne.
Sokrates
Sokrates li dij Sofîstan rastiya zanîne û etîkeke gerdûnî qebûl dike. Ji bo vena Sokrates dibejêku: ‘Jiyana kû nehatibê lêpirskirin ne hejaye ku werê jiyandin.’ An ku li gor Sokrates bilêpirsîne mirov digihijê rastiya zanînê û rastiya etîkê. Ji bo vena ye ku Sokrates gelek qiymetdide zanêbûne.
Platon
Platon jî li ser hebûnê, zanebûnê û hejayîyan dirawestê. Li gor Platon hebûn û zanebûn jifenomen û idea’yan pêktê. Fenomena wek tiştê ku siya ideayane nişandide. An ku ev tiştê em bi pênç hestên xwe dizanin –çi hebûn û çi zanebûn– di rastiyê de wek siya ideayane.Vena biteoriya xwe ya şikeftê diyar dikê.
Platon li ser hejayiyan (polîtîka, malbat, etîk, hûner…) jî dirawestê. Li gor Platon dive dewletji hêla fîlozofan ve werê birêvebirin. Ji ber ku tene filozof dikarin dilşadî û aramîya mirovanbînin cîh. Li ser hûnere jî Platon dibejê ku berhemek çiqas nezîkî ideayan bê ewqasî xweşik û nûwaze dibe.
Arîsto jî li ser hebûn, zanebûn û hejayîyan dirawestê. Li gor Arîsto jî ji bo tiştek hebê divê çar sedem hebin; sedema madî, sedema formel, sedema kiryar, sedema armanc. Li ser zanebûnê jîArîsto ramanên xwe bi vî awayî eşkere dike: ‘Tev mirov li gor sirûşta xwe dixwazinbizanibin.’ An ku li gor Arîsto her mirov dixwazê zanebûneke wî hebê. Li gor Arîsto zanebûnbi hiş (aqil) û hestan çêdibê. Arîsto li ser hejayiyan jî ramana xwe ya ‘Navîna Zêrîn’ diyar dike. An kû her tişt –polîtîka, malbat, etîk, hûner …- dive bi pîvanekê navîn de be diyarkirin.
Wek di vê xebatê de hate diyarkirin di serdema klasik ya felsefe de fîlozofan ramanên xwediyar kirine. Ji ber ku Platon û Arîsto felsefe bi awayekî sistematik bikaranîne mohra xwejiyana her demê xistine. Bi taybetî Platon li ser felsefeya filehîye, Arîsto li ser felsefeyaÎslamê bandoreke mezin kiriye.
DILAZAD A.R.T
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…