Hecî Yasîn Kaya – XELÎL BEG Û XEZALÊ

Xelîl Beg divê merivekî xuyanî ye, ê nav û dengê Xelîl Begê heye. Du heb xulamê Xelîl Begê hene, yek Xeloyê Şivan e, yek Xeloyê Navmalî ye. Mamûd Begê apê wî, Tahir Beg apê wî ye, Mamed Begê birayê wî ye. Xelîl Begê nezewicî ye. Ê malûm e zengîn e, sixintîya wî heye ji destê zewacê, kes li ber mala wî tune.

Divê rojekê êvarê Xeloyê Şivan ji çolê hat, şîva xu xwar, go: “Xelîl Beg,”
Xelîl Beg go: “Ha.”
Go: “Xelîl Beg welle gerek ti min bizewicînî.”
Go: “Xelo lawo ka bisekine, min çi kirîye heta ez te bizewicînim.”
Go: “Axa bi serê bavê te kim ya tê min bizewicînî, ya ez ê ji ba te herim, mumkun nîne, bes i înde.”
Ê go: “Axa bi serê bavê xu û ê bi te ke, heta xu nezewicîne, nikare te bizewicîne. Ka min çi kirîye, heta te bizewicînim.”
Go: “Wele ez ê ji ba te herim.”
Go: “Ê oxur û felekê te ê xêrê bin. Ti diherî here.”
Divê xatir ji Xelîl Begê xwest Xelo, lê xist çû. Gerîya, li dunyayê gerîya, zaf hindik, divê di mala Şêxê Ereva re derket. Şêxê Ereva go:
“Ti çi kesek î?”
Ji Şêxê Ereva re go: “Wele ez Xelîl Begê me.”
Zemanê ku go ez Xelîl Begê me, ê Şêxê Ereva înan bû, go:
“Wele ku tu Xelîl Begê vî, qîzeke min heye, ez ê qîza xu bidim te.”
Ê pîreka Şêxê Ereva li şeqê malê ye, deng diçêyê ku Şêxê Ereva çi kelîme qulanmiş kir. Gazî dikêyê. Şêx radibe derbas dibe diçe şeqê malê, divê:
“Divê heyra çi ye hermet te gazî min kir?” Ê divê:
“Malnemîrat, kî bê mala te, hema ti gere qîza xu bidêyê?”
Divê: “Heyra wele ji min re wa gotîye.”
Divê: “Na, here jê re bêje, bê pezê min bi şemir maye, şivanekî ji min re lazim e. Ti heft sala şivantîya min bikî, ez ê qîza xu bidim te, ku tu nekî ez nadim. Erge Xelîl Begê ve, ji boy qîza te navê şivantîyê nêne ser xu. Wêga wê belî bive. Kî hebe tê zanibî.”
Şêxê Ereva dagerîya li dîwanê rûnişt. Înda navê wî Xelîl Begê ye, wî navê xu danîye Xelîl Begê, başqe tişkî tine jê re bêje, go:
“Xelîl Beg.”
Go: “Ha.”
“Xelîl Beg, wele me xeberdanekê kirîye, yalniz şivanê min çûye, pezê min bi şemir maye, ji mi re şivanek lazim e. Erge ti heft sala şivantîya min bikî, ez ê qîza xu bidim te o wele ku ti nekî, ez nikarim.”
Wextê ku wise go, Xelo go: “Ya Şêxê Ereva,”
Go: “Ha.”
“Ya Şêxê Ereva, welehî merû diçe derê xelkê û teklîfa merivatîkê merû li xelkê dike, her kes sa dike, înde meriv nikare ji wê dawa xu gêrî vazgêç jî bibe. Ew gav, xelk dawa meriv û paqijîya axurê jî bike, meriv mecbûr dibe, meriv di bin darê xelkê de ye, meriv mecbûr dike. Ser çava.”
Divê ew şev misafirê Şêxê Ereva ma, serê sivê çeltikê xu anî hat hazir kir, nanê xu xistê, avêt milê xu, pez derxist li serê çîya gerand, bû hokhoka wî heta êvarê bû şivanê pezê Şêxê Ereva. Erge salek erge dido, divê heft salê wî qedîya. Êvarê hat malê, go:
“Ya Şêx,” go:
“Ha.”
Go: “Şêxê min, xeberdanekî me kirivû, xeberdana me qedîya.”
Şêxê Ereva go: “Xelîl Beg,” go: “Ha”, go: “Xelîl Beg kes xulamê kesekî tune, kes xezîrê kesî tune, me xeberdanek kirîye, xeberdana me li cî yi. Yalaniz, îro ti Xelîl Begê, ez Şêxê Ereva, hema bi vî awayî rabim ez qîza xu li pişt te siwar kim, ti bivî herî, ji nav û dengê min û te re zaf kêmasî ye, zaf eyb e. Mumkuna vî awayî tune. Yalniz min qîza xu daye û çûye. Serê sivê rabe here mala xu, eşîra xu û qewmîyeta xu belav bike û bi kêf û şahî were devê derê min, em ê ji xu re sohbeta xu, kêfa xu jî bikin, serê sivê oxur û felekê we ê xêrê ve.”
Xelo duşunce bû, kelekek bir û hanî, go ez çawa bikim, welehî ev îş bi zorî nave. Ê mecbûr bû gotina wî amîn kir. Serê sivê Xelo rabû berê xu da malê. Berê xu da malê, ê mala Xelo tune, Xelo ê ku ve here? Duşunce bû, go wê kî ji boy min rave berê xu bide mala Şêxê Ereva? Naxêr kes tune. Mecbûr bû lê xist çû çû ber kuçikê Xelîl Begê. Go:
“Esselamu eleykum ya Xelîl Beg!”
Go: “We eleykumesselam we rehmetullahi berekat. Xelo, malnemîat, eva çen salê te qedîya, ev qqe nanê min xwê tê tunebû, ev qqe te gepek nanê min nexwar, ev qqe rojekê neketim bîra te, ev çawa bû?”
Go: “Ya Xelîl Beg dev jê berde, ez hedîsekê ji te re bêjim.”
“Çi ye?”
Divê: “Haaal û meselê min û Şêx Ereva ev e, ez îsal heft sal ji boy te û qîza Şêxê Ereva min xulamtîya Şêxê Ereva kirîye. Îzna min dane ez hatime ku em herin ji te ra bixwazin. Yalniz recakî min ji te heye.”
“Çi ye?”
Divê: “Weleh ez dixwazim tu min jî têxî tîpa însana, parîkî e jî merivek bim û em ê lê xin û herin.”
Divê Xelîl Begê lê xist çû qatek cil jê re stend, anî li Xelo kir, gîzmakî stend kişand ser çoka Xelo, qamçîkî zîv anî da destê Xelo û hespekî xemiland anî jê re xemiland hazir kir û go:
“Xelo de az nizanim, min rê nedîtîye, siwarê bide pêşîya min û em herin.”
Divê ew siwar bû û ewî jî da pey, bi rê ketin. Qîza Şêxê Ereva jî divê werîsê xu hilanîye derketîye gazekê, ji xu re hinek pûş û palax daye hev piştî kirîye ku ji bo agir magira ji xu re bibe here. Bala xu dayê du hev siwar derketin, li van siwara mêze kir, go wellehî ez lê dinihêrim tîpa van siwara, min nedîtîye, salixê ku didin, siwarê pêşî Xeloyê Şivan e û siwarê paşî jî Xelîl Beg e… Ka wê Xezalê ji Xelîl Begê re çi bibêje:

Xelîl Bego Sivhan Gol bişewite lo lo lo ax lo lo lo ê bi dar û bî ne
Malmîrato li ser milê xwe bifetile, ew xatûna ku ti ji bonê diherî bi çavê serê lo lo lo ax lo lo lo ê xu bibîne
Gelo daê daê daê wey porkurê Xezal te çi kir.

Wextê ku wisa dibêji, Xelîl Begê dibê:
“Xelo lawo dagere, ka ev dawa çi li me dike?”
“Axa e bi serê bavê te kim, ev qîzeke mirtiba yi, keçel e, nava serê wê wek hêkekê spî ye, serê sivê derdikeve serê vê rîyê, çiqas însanekî ku ji vir derbas dibe, heta gancika xu navêjê nahêle derbas bibe.”
Dibê: “De madem wisa ye, de kerem ke.”
Divê ew kişîyan, Xezal lê nihêrî ku welehî Xelo Xelîl Beg dadigerîne.

Xelîl Bego Sivhan Gol bişewite lo lo lo ax lo lo lo ê bi dar û bî ne
Malmîrato canîyê binîya xu hêdî bajo lo lo lo ax lo lo lo ê meêşîne
Malmîrato haya te ji te hebe, wele ew Xeloyê Şivan e lo lo lo ax lo lo lo ê te dixapîne.
Gelo dayê dayê daê wey porkurê Xezal te çi kir.

Wextê vê xeberdanê dike, Xelîl Begê divê:
“Xelo lawo, dagere, ev hewalekî vê qîzê heye, ka ev qîza kê ye, dawa çi li me dike.”
“Axa e bi serê bavê te kim, keçel e, nava serê wê spî ye wek hêkekê spî dike, ji bo hevek hêk derdikeve ser vê rêyê, çiqa însanekî ji vê rîyê derbas dibe, heta ew du panot û nîv perê xu jê nestîne nahêle derbas bibe.”
“De here divê pêzeweng lawo divê. Qîza mirtiba olsun, evqas însan kirîye, zaf zaf em ê jî du panot û nîvê xu bidinê, ka dawa çi dike.”
Divê Xelîl Begê serê hespê xu dagerand. Ê Xelo çi bike, ê Xelo bi ku ve here? Xelo jî hêsîrê dû Xelîl Begê ye, ku ve here mecbûr e li dû dagere. Divê ew jî dagerîya ket pey Xelîl Begê. Xezalê divê welehî min rêça xu rast kir, hema piştîyê xu girt û bi rê ket. Xelîl Beg da pey, hev birin derê Şêxê Ereva peya kirin. Ê xizmetçîyê Şêxê Ereva jî hene, derketin pêşîyê, bi serê hespê wan girtin, peya bûn, hespê wana girê dan. Xelîl Begê û Xeloyê Şivan li dîwana Şêxê Ereva rûniştin. Xelo çûye serê dîwanê li ser sedrê lingê xu avêtîye ser hev û dinê û milet di xizmeta wan de sekinîye. Ka zaf hindik şevbihêrka wan qederekî çû. Îcava derketina derve li Xelîl Begê çê bû, Xelîl Begê misîn xwest, jê re hazir kirin, Xelîl Begê derket derve. Wextê ku derket derve, Şêxê Ereva ji Xelo re go:
“Xelîl Beg,”
Go: “Ha.”
Go: “Xelîl Beg, jixu em zanin ti Xelîl Begê yî, em te nas dikin, lê ev kesê ku bi te re, ev zilamê bi te re hatîye, em dixwazin em wî jî nas bikin.”
Go: “Wele ew jî Xeloyê Şivanê min e, ji bo xizmeta min hatîye. Ku ji min re kêmasîyek xizmetê hebe ew dibîne.”
Ew li wê derê ma, heta Xelîl Begê ji derve ve hat li cîyê xu rûnişt. Qederekî di arê de çû, Xelo go: “Misînê min hazir bikin, ez ê derêm derve.” Misînê Xelo hazir kirin, Xelo derket derve. Şêxê Ereva ji Xelîl Begê re go:
“Ya misafir,” go: “Ha.”
Go: “Ya misafir, em ji hevalê te dipirsin, divê ez Xelîl Begê me û ti Xeloyê Şivanê wî yî, ji bo xizmeta wî pê re hatîyî. O wele em we nas nakin, em dixwazin ku em hev nas bikin, em bi naskirin ji xu re şevbihêrka xu derbas bikin, sohbeta xu bikin.”
“Birra?”
Divê: “Erê.”
Ê divê: “Îcav nake, ne hewce ye em serê hev biêşînin. Jixu kîja Xelo ve jî wê belî bive û kî Xelîl Begê ve jî wê belî bive. Haşa huzûr pîs û baş ji hev belî bivin”
Beklemîş kirin Xelo jî ji derve ve hat, çû ser sedrê rûnişt, dîse lingê xu avêt ser hev û dinê. Xelîl Begê go:
“Xelo!”
Ê wextê ku go Xelo, ricfê canê Xelo hilanî, Xelo hêsîrê Xelîl Begê vûye, li qarişî Xelîl Begê nikare cewab bide, go:
“Libê Axa.”
“Hey teres kurê teresa!” go. “Hê divê libê axa. Lawo” go. “Yazix ji te ra, hê ti divêy axa. Lawo zaf eyb e ulan. Çi kirîye min bi xu kirîye, min ti nekira vê wezîyetê, te îro van gotina, nav û dengê xulamtîya min, şivantîya min belav nedikir. Rave, ji qarişî min here, ez te nebînim.”
Wextê wise go, ê Xelo çi bike, Xelo rabû qûna xu daweşand, .. bû ji dîwanê derket, Xelo ku ve çû, Xelo dîrek berê xu da mala Mamûd Begê. Mamûd Begê, apê Xelîl Begê ye, extîyar e, nikare bi ti alîya re here. Divê çû mala wî, ji Mamûd Begê re go:
“Mamûd Beg,” go: “Ha.” Go:
“Mamûd Beg, îsal heft sal min ji boy te û qîza Şêxê Ereva min xulamtîya Şêxê Ereva kirîye o ez hatim ba Xelîl Begê ku ez û Xelîl Begê herin ji te re wênin werin. Me lê xist em çûn mala Şêxê Ereva, Xelîl Begê çav bi qîza Şêxê Ereva ket, wele lê aşiq bû, serxweş bû, dîn û har bû, xu wenda kir. Bi Xwedê lê asê bû nizanim ..
“Birra?”
Go: “Erê.”
“Lawo,” go. “Xelo bisekine, xu kerr bike, sebir selametî ye,” go. “Heta teresê merû bi merû nekin, xerabê xelkê bi merû nakin. Sebir bike, wê roja me jî were, …”

Ew man li wê derê, Xelîl Begê jî ji xu re li mala Şêxê Ereva ma. Ew şev ji xu re şevbihêrka xu kirin, sohbeta xu kirin, kêf û zewqa xu derbas kirin, heta sive li hazira li wana bû. Serê sivê hazirîya qîza xu kir, qîza xu li pişt Xelîl Begê siwar kir, Xelîl Begê xatir ji Şêxê Ereva xwest û ket rê.
Evîya bi rê ket, em înca dev ji vê derê berdin, em ê bên ser îqza Tahir Begê. Qîza Tahir Begê jî nîşanîya Xelîl Begê ye. Divê yekî erev heye, nav û dengê qîza Tahir Begê sa kirîye ku bi çi bîçîmî ye, bi çi timtêlê yi, bi çi xweşikîyê yi, ji waca, ji hêrsa rabû gurz û rimê xu hilanî, xu girê da, hilanî, wad kir go “Heta ez qîza Tahir Begê, ha bi qencî ha bi xeravî, heta ku ez nênim, ez bi selametî û xweşî nayêm mala xu.”
Evîya lê xist hat ber derê Tahir Begê gazî kir, Tahir Begê bi tena pêceme derket devê derî, bi serê hespê wî girt go:
“Ya misafir kerem bike.”
Go: “E misafir nînim, ez yolçî me, li rîya xu dibihirim. Yek sewabek min heye, ji te dikim û derbas dibim.”
“Çi ye?”
Divê: “Ez hatime min nav û dengê qîza te sa kirîye, ez hatime ku îro ti qîza xu ji mi re hazir bikî, tê qîza xu bidî mi, ez ê bivim. Ti bi qencî bikî ez ê bivim, ti bi xeravî jî bikî ez ê bivim.”
Wextê wî wise go, li zora Tahir Begê hat ku wî li qarşî wî ev gotin qulanmîş kir. Û divê li wê derê çarpmîşî hev û dinê bûn, xist li hev xistin. Ê Tahir Begê extîyar e, ne ê ceng û herbê ye. Divê li Tahir Begê xist, Tahir Begê ket erdê, kiçîmî hundirû kir, bi çembilê qîza Tahir Begê girt, bi darê zorê derxist, li pişt xu siwar kir û bir, bi rê ket. Qîza Tahir Begê li pişt hawar kir, gazî kir, îmdad kir, kir û nekir eyv e eyv e, kî li hawara qîza Tahir Begê diwêre were, kes tune. Ji qîzikê re go:
“Hermet, heta ez di mewqîyê topraxê mala bavê te de bim, heta ti dikarî hawar bike toqunmîşî te navim, gava ez ji topraxê bavê te derketim, gere ti xeberdanê nekî.”
Ê qîzikê gazî kir, hawar hawar hawar e, beredayî ye, feyde tune. Ji topraxê bavê xu derket, go qê Xwedê teala di qedera mi de wa kirîye. Qîzikê xu kerr kir.
Xelîl Begê jî westîyaye, ewî û Xezalê li mêrgekê danîne, konê xu vegirtine. Xelîl Begê di binê kon de serê xu danîye razaye. Xezal ji xu re li derê kon ji xu re seyra dunyayê dike.
Rîya vî erevî jî rast derdikeve ser konê Xelîl Begê. Divê ev erev derket hafa konê Xelîl Begê, qîzikê li pişt erevî lê nihêrî go “Wellehî erge ez qîza Tahir Begê vim û ez cahil nîn vim, ev konê ha konê Xelîl Begê ye.” Qîzikê gor: “Erev,”
Go: “Ha.”
Go: “Wele ti îzna min bidî, ez ê dengekî li vî konî bidim.”
Go: “Hermet wele mi ji te re gotibû, yaliniz ez îzna te nedim, sivê ro tê bidî arekî bidî serê min.”

Xelîl Bego Sivhan Gol bişewite lo lo lo ax lo lo lo ê bi dar û bî ne
Malmîrato serê xu ji xewa şirîn rake gelo hukmê vî erevî bi çavê xu lo lo lo ax lo lo lo ê bi çavê xu lo lo lo ti bibîne
Gelo daê daê daê wey porkurê Xezal te çi kir.
Wextê ku wê ev xeberdan kir, Xezal li derê kon rûniştîye, bala xu dayê ku qîzikek li pişt vî siwarî hawar dike, gazî dike, îmdad dixwaze, birîndar e, fîzara wê ye. Xezal bê ser û çav li binê çadirê vegerîya serê wî hejand, Xelîl Begê çavê xwe vekir go:
Go: “Xezal xêr e?”
Go: “Ka derkeve, min tiştê wa nedîtîye, qîrîn e, wîrîn e, dê weledê xu davî, ka çi ye, nizanim, fam nakim.”
Xelîl Begê divê derket devê çadirê, çawa derket, sewta qîza Tahir Begê nas kir. Divê bi îşaretkî ji palewan re kir, palewan xîjî meydana qîtalê bû. Qîzik divê ji pişt xu peya bû, qîzikê qesda çadirê kir, evîya li meydanê sekinî. Xelîl Begê rabû hespê xu derxist, tîmar û mihazek dayêyê û evî jî xu avêt ser pişta wî, ket herba wî. Her du divê derketin qarişî hev û dinê, her du li hev û dinê xistin, heta ro hat qameta nîvro, yekî serçeqî ji yekî nekir. Evîyê erev go:
“Xelîl Beg,”
Go: “Ha.”
“Xelîl Beg,” go, “heqq û hîsabê me li van heywana çi ye? Xwedê teala rihetî û lizzet nedaye me, heqqê me li van heywana çi ye, em wek mêra peya bibin, bi gulaşê herin hev û dinê, son hedê me neqla sisîya ye, kê ji me kê avît, wê serê hev jê kin. Û”
Çaxê ku ewî wisa go, Xelîl Begê go virr û xu ji ser pişta hespê avît û hat xwarê, hespê xu wê de berda. Ewî jî avêt û ê xu wê de berda, ewî jî li orta meydanê hev û dinê girtin. Divê çawa hev girtin, evî bi Xelîl Begê girt danî erdê û rabû ser xu. Neqla didîya ye, neqla didîya, çawa hev girtin, divê dîsa Xelîl Begê danî erdê. Ma neqla sisîya. Ev neql e, kî kî bavêje erdê, wê serê wî jê ke, çû.
Ê Xezal jî li derê çadirê sekinîye, bûye hêsîr û pepûk, “Ya Rebbî, te çi anî serê min, te ev bela ku ve anî pêşgarî mi kir?” Duşunce bû, go ev neqil maye, wê Xelîl Begê dêne, serê Xelîl Begê jê ke, wê mi jî bive here, ev erevê pî…. Ket wê duşuncê.

Xezal digo Xelîl Bego Sivhan Gol bişewite ax lo lo lo ax lo lo lo ê bi dar û bî ne
Malmîrato ev bala mi lê ye neqla sisîya ye, wê ev erev serê te jê ke me her du zerîya ji binê çadirê lo lo lo ax lo lo lo ê me derîne
Gelo daê daê daê wey porkurê Xezal te çi kir.
Wextê ku wê ev xeberdan kir, Xelîl Begê bi xu hisîya ku wî, welehî dêmek ê çûnê ye, Xezalê ev qar lê xist. Wextê ku çawa hev û dinê birin anîn, divê Xelîl Begê carekê go “Bismillahirrehmanirrehîm” qewet ji Xwedê xwest, Xwedê teala qewetek wise dayê, girt pişta wî şikênand kişand ber xu, avêt erdê. Çawa danî, divê şûrek avîtê, divê serê wî jê kir, gêrî dagerîya binê kon. Li binê kon rûnişt, îstreheta xu stendin. Wextê bîna wan derket, Xelîl Begê go:
“Wele bes e em rûniştine, heywanê me îstreheta xu stendine, bîna me jî derketîye, em ê ravin bi rê kevin.”
Zemanê ku bi rê ketin, lê xist çû malê, xwançê daweta xu li eşîra xu gerand, sê şev û sê roja def û zirne daweta xu gerand.
Ê mamûd Begê apê wî ye û Tahir Begê jî di nava dest pîya de ye, bê xêr bûye. Mecbûr e, xwançê apê xu û dost û ehbabê xu dişîne. Divê lê xist xwançê teva şand, Mamûd Begê divê lê xist çawa kir, deh hev palewan û Xeloyê Şivan bi xu re hilanî û hat daweta wî. Bi rê de şêwra xu kirine, gotine:
“Em ê çawa bikin?”
Mamûd Begê go: “Em ê herin daweta wî, gava sê şev û sê rojê daweta wî qedîya, kesek nema, xelk ferikî ew ma bi tiq û tenê, keysa xu lê wênim, gava mi keysa me lê hat, em ê pê re bikin, ez ê îşaretê bidim we û em ê wî bigirin, bi dilê xu pê re bikin, û ez ê Xezalê bînim û em ê werin.”
Ê bira evana ketin vê fikrê, heya Xelîl Begê ji bayê felekê tune, evana di daweta wî de kêfa xu kirin, sê şev û sê rojê wan qedîya, Mamed Begê birayê Xelîl Begê go:
“Xelîl Beg,”
Go: “Ha.”
Go: “Xelîl Beg heyat ji mi re nema. Înde îstrehet bi canê min neketîye û min xew nedîye, ji derdê çavê xu înde ez îdare nakim, misade ti bidî birayê xu, hema ez herim pênc deqa çavê xu germ bikim baş e.”
Go: “Bira here, wele wek te ye. Ji xu re îstreheta xu bistîneî kingê ti rabûy were.”
Mamed Begê lê xist çû malê, ket xew, di xew de ma. Haya wî ji bayê felekê nema. Ma Xelîl Begê, Xelîl Begê ket xizmeta xu, xizmeta xu kir, kesek di dîwanê de nema, ma Xelîl Begê, Xeloyê Şivan û deh pêlewanê ku bi Mamûd Begê re ne û Mamûd Beg. Mamûd Beg lê xist nêrgela xu hazir kir, go:
“Xelîl Beg,”
Go: “Ha.”
Go: “Xelîl Beg here agir bîne dêne ser nagêla apê xu, apê te gere nêrgele bikşîne.”
Divê Xelîl Begê lê xist çû agir anî ser nêrgila wî, ewî îşaret da pêlewana. Divê pêlewana bi hev re dirêjî Xelîl Begê kir, tidareksiz nehiştin Xelîl Begê ji heddê xu derkeve. Xelîl Begê divê girtin, dest û pîyê wî Xelîl Begê girê dan, bi stûna dîwanê ve girê dan. Divê du hev şûr li nava milê Xelîl Begê xistin, mû tê de çikandin, agir pê ve danîn, bû qîjînê agir ser serê Xelîl Begê xweş bû. Mamûd Begê go: “Ka em ê bi çi awayî Xezalê derînin?”
Xelo go: “Ka biseke ez ê herim, ez ê Xezalê bînim.”
Xelo lê xist çû li derê dîwana Xezalê xist, Xezal derî vekir, go:
“Xezal,” go: “Ha.”
Go: “Xezal Mamûd Begê extîyar e, apê Xelîl Begê ye, nikare bisekine diçe malê. Edetekî vî mamleketê hanê heye, dost û ehbabê zavê heta bûkê bexşîş nekin, bexşîşa wê dênênin, nikarin herin. Usûl e di nava wan de, dîtina te dixwaze, gere ti werî qarişî Mamûd Begê ka çi bexşîşa te dêtêne. Rîya wî dûr e, nasekine dihere.”
Ê çaxê ku wise go, Xezal go:
“Hey namûsiz kurê namûsiza!” go. “Ez nêm qarişî Mamûd Begê, Mamûd Begê nikare bexşîşa mi dêne! Rave ji ber çavê mi wenda ve.”
Ê zemanê ku wise divêje, Xelo gêrî dadigere divê:
“Mamûd Beg,” divê: “Ha.”
Divê: “Mamûd Be, welehi em hedîyakî Xelîl Begê jê re nebin, mumkun nîne Xezal derkeve. Xezal dernayê.”
Lê xistin çawa kirin, divê gustîra tilîya Xelîl Begê derxistin û Xelo lê xist çû li derê wê xist, wê derî vekir, wî req gustîra Xelîl Begê avêt serê go:
“Hermet, ti çima çêrî mi dikî, ha ji te re gustîra Xelîl Begê. Xelîl Begê ev wa kir. Çima çêrî mi dikî.”
Ê Xezal divê mecbûr ravû, xêlîya xu bi xu dakir, gêrî dagerîya hat li derê dîwana Xelîl Begê xist, ket zikê dîwanê ku çi têkeve dîwanê, pêtîya agir li ser serê Xelîl Begê xweş e û Xelîl Begê ketîye tengasîyê. Xezal teqle da xu ku gêrî bireve, divê vana dirêjî Xezalê kir, Xezal girtin.
Gotin: “Em çawa bikin, de va ye rih nade. Wê çawa rih bide em herin?”
Xelo go: “Mamûd Beg,”
Go: “Ha.”
Go: “Mamûd Beg, em ê Xezalê wênin dênin ser çoka te, li qarişîyê Xelîl Begê û destê xu di stûyê Xezalê re wêne, ji waca ve jî wê bibeece, wê zû bibeece em ê jê rehet bibin û herin.”
Divê Xezal girtin anîn danîn ser çoka Mamûd Begê û Mamûd Begê destê xu di stûyê Xezalê re anî li qarişîyê Xelîl Begê. Ê ka ê Xezal ê çi bibêje:

Xezal digo Xelîl Bego Sivhan Gol bişewite ax lo lo lo ax lo lo lo ê bi dar û bî ne
Bira Rebbê alemê qesr û qonaxa bi serê Mamûd Begê ra lo lo lo ê hilweşîne
Malmîrato ez ê hawar dikim, wele ne mi gazî ne mi îmdad e lo lo lo ê kes tunîne
Gelo daê daê daê porkur Xezal te çi kir.

Xezal digo Xelîl Bego Sivhan Gol bişewite ax lo lo lo ax lo lo lo ê ne bi dar e
Bira Rebbê alemê qesr û qonaxa bi serê Mamûd Begê ra lo lo lo ê bîne xwar e

Sicîla Çîrokê:

Navê Çîrokê: Xelîl Begê
Cîyê Berhevkirina Çîrokê:
Gundê Holê ya Hezoya Batmanê
Hîyama Berhevkirina Çîrokê:
1998
Navê Çîrokbêj:
Yasîn Kaya

Memleketê Çîrokbêj: Holêya Hezo ya Batmanê (Herêma Bekiran-Xerzan) Bi zimanê fermî yê dewletê tirkî navê gundê Taşlidere ye.
Temenê Çîrokbêj:
55 (Li gor sala 1998an)
Tehsîla Çîrokbêj:
Nexwanda ye
Pîşeya Çîrokbêj:
Cotyar

Navnîşana Çîrokbêj: Gundê Holê ya Hezo ya Batmanê. Bi zimanê fermî yê dewletê navê vî gundî Taşlidere ye.
Kesê/a ku Çîrokbêj Ev Çîrok Jê Wergirtîye:

Nayê bîrê
Cîyê ku Çîrokbêj Ev Çîrok lê Wergirtîye:

Kifîfê (Dogancik)
Hîyama ku Çîrokbêj Ev Çîrok Wergirtîye: Di derdora 15 salîya imrê xwe de

Ev Çîrok Wekî Din Li Kê Derê
Tê Vegotin:

Li hêla Serhedê

Agahîyên Derbareyê Berhevkarî de:
Ayhan Yıldız, bi eslê xwe ji gundê Holê ye ku ev gund li gor sîstema rêveberîya sîyasî li ser qezaya Hezoyê/Kozlukê ye û navê fermî yê vî gundî Taşlıdere ye. Navçeya Hezo jî li ser bajarê Êlihê/Batmanê ye. Berhevkarê çîrokê, 17 salan di okulên/dibistanên girêdayî Türk Milli Eğitim Bakanlığı [Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirk] de öğretmenîya ziman û edebîyata tirkî kirîye û a niha wekî peywirdarekî fêrkarîyê di Mardin Artuklu Üniversitesi Türkiye’de Yaşayan Diller Enstitüsü de dixebite.

Kose Ûsiv
Kose Ûsiv gundî vu, înca hinkî birayê wî jî hevun, ev birayê wî evdal vun, wê li ba pîreka rûniştina, ji xwi re suhbet bikiranaya. Yanî li ba zilama nikaribûn rûnên. Ê bavê wan wext rihmet kir, wesyetekî kir, gazî wan kir, go
“Ez ê wesyetekî bikim li we, va ye ê min ez extîyar bûmi, belkî hima ez sivê mirim.”
“Çi yi?”
“Wesyetek jê aqûveta we, terka aqûveta xwi nekin. O wesyeta didiuwa jî, xwak we heyi, win bêdilîya xwa xwi nekin. Wesyeta sisîya, win şe bira bi hev re li derê ti camêra peya nebin.”
Ev wesyeta hanê li wana kir. Bavê Kose Ûsiv li Kose Ûsiv û birayê wî dike. Înca apekî wan jî heye, apê wan jî extîyar e, kurekî wî jî heye, navê wî Mistefa Begê yi. Milûkê bajarê Telaferê jî, bavê Kose Ûsiv e. Bavê wî extîyar bû, rehmet kir, bajarê Telaferê boş ma. Sermîyan nema tê de. Go “Wê kî bivi kî nevi?” Kurê apê wan, adahîyê xwi jê re danî, go “Ev ê milûkahî wê ji mi re vi.” Ê merivekî xwi gîşatandîyê, go “Te yanlîş kirîye. Şeş hev heft hev birayê hev û dinê hene, kurê apê te. Îro milûkahî çû ji ortê, te adahîyê xwi danîye, gere te xeberdanekê ji wan re kira, çarakê ji wan xwestivaya.” Ê ket serê wî jî, ew jî hat ba wan: “Birano, wele min sûcekî kirîyi, dirûm ev i.” “Na” go, “Tişt naki, ya em ya ti, ferqa me tini, ti jî birayê me yî û em jî birayê te ni.” Erê, li vê derê qibûl kirin, birayê wan bû milûkê bajar. Xwa wan hebû, aşiqê xwa bû. Navê xwa wan jî Gul Xatûnê vû. Aşiqê xwa wan bû, ez rîya xwi ka çawa kim çawa nekim, welhasil beklemîş kir, roj pê ket. Kose Ûsiv û birayê xwi, li hev ketin. Aqûvet ji nava wan hat hilanîn, ew xeberdana bavê wan neket serê wan. Aqûveta wan hat hilanîn, bi xebera hev nekirin. Her ro radibin hev û dinê. Mistefa Bega gazî wezîrê xwi kir go:
“Em herin wana ji hev û dinê biqetînin, çêtir e. Em wan ji hev û dinê neqetînin, wê hev perîşan bikin.”
Hatin ketin nava wan, wan ji hev û dinê biqetînin, Kose Ûsiv go:
“Bira, Mistefa Beg, xwak me heyi, bê xweyî yi, ka ew qeweata xwi ji vê xweyê re têni, vê xweyê li ba xwi radigiri? Hêja behsa malê me û qeta me biki. Îlk sorum ev i.”
Go birayê wî ji wan pirsîn, birayê wî go: “Wele em nikarin ragirin.”

***
Ê bira em ê meselakê ji we re bêjim. Divê bajarê Telaferê, bajarkî pir mezin i, zaf giran i, di hev birayê hev û dinê heni, navê yekî Faris Begê yi, navê yekî, Fêris Begê yi. Faris Begê, mezinê bajarê Telaferê yi, şeş hev kurê wî hene; Fêris Begê, birayê wî yi, kurekî wî heyi, navê wî Mistefa Begê yi. Ê Faris Begê, yaşê wî extîyar divi, zemanê wî diçi, ji xwi re dikevi dişincê, divê emrê min temam bûyi, gazî her şeş kurê xwi diki, divê:
“Ka werin, sê wesyetê min heni, ez ê li we bikim, mirin li piçûk û mezinahîyê nanihêre. Piçûkahî de jî yaşê min çûyi û her tiştî de jî tedbîra min çûyi.”
Her şeş bira tên balê, divên “Ka çi yî?”
Divê: “Wesyeta min ev i, win bi hev re li ber derê ti kurê camêra peya nebin. Ev wesyetekî yi. Wesyeta diduya jî, terka aqûveta xwi nekin. Wesyeta sisîya jî, xwak we heyi, bêdilîya xwa xwi nekin.”
Divê evê wesîyeta hanê li wana kir, ê zeman ketê, bavê wana rihmet kir, çû. Camêr hatin serxweşîya wan, derbas bû, şîna wana xelas kirin. Ev bira, aqûvet di nava wan de nema, wesyeta bavê xwi pêk neanîn. Bêaqûvet bûn û her ro li hev û dinê dixin, hizûr ji hev re nehiştin. Ev di vir de dewam kirin, divê Mistefa Begê, gazî gundîyê xwi kir:
“Gelî bira, em herin van meriva ji hev biqetînin, ji hev neqetin, wê rojekê li hev xin, kesekî tine wan ji hev biqetîni, wê olayîk mezin derê.”
Divê çûn nava wana ku wan ji hev û dinê biqetînin. Kose Ûsiv, birayê wan î piçûk i, Şêlim Begê, birayê mezin i. Mistefa Begê go:
“Filankes, ka win divên çi?”
Kose Ûsiv go: “Gelî bira,”
Go “Ha.”
Go “Gelî bira, malê me, dest nediniyê, ewil cîyê xwa me çê bikin, hêja malê me biqetînin.”
Birayê wî yê dina gotin: “Wele em nikarin xweyê mihafeze bikin. Qeweta me ji mihefezekirina xweyê re tini.”
Kose Ûsiv go: “Mistefa Beg,” go “Ha.”
Go “Mistefa Beg, eva qeweta vana jê re tini, xwa min nagrin ba xwi. Îca xwa min, aydê min, ez xwa xwi divim ba xwi û ev malê bavê me jî, ji me re ne lazim i, win li van birayê min tewzî biki. Îhtîyacê min pê tini. Yalniz sivê, bê min sozê xwa min bidin hineka, ez ê sozê wan bişkênim. Çimkî gava xwa min li ba mi vi, ez û xwa xwi zanin, kesek nizani.”
Teva amîn kir, divê malê wan tev paylemîş kirin, ji hev û dinê qetandin. Kose Ûsiv û xwa xwi jî ji xwi re çûn ketin qonaxekê, ji xwi re sekinîn. Ê însan te dî gava diqeti, dirûma wan parîkî li hev vedigeri. Divê bi vî awayî ji xwi re li ref û nêçîrê gerîyan.
Mistefa Begê jî dawa milûkahîyê kir. Kurê apê wan i. Zemanê ku apê wan rihmet kirîyi, bajar bi şemir mayi. Sorum tini. Divê dawa milûkatîyê kir, hineka xwi gîştandê, jê re go:
“Te zaf yanlişî kir, hevqa birayê te heni o mezinatî dstê bavê wan de vu, bê îzna wan te ev kelîm qulanmîş kir, te wa go. Herî misade ji wan bixwazî, çêtir i.”
Divê lê xist hat cimaeta wan go:
“Bira wele min xeta kirîyi. Hal û mesel ev i. Îca ka win divên çi?”
Divê Şêlim Begê go: “Tişt naki bira, ya ti vî, ya em vin, jixwi em birayê hev û dinê ni. Ferqa me ji hev tini.”
Ewan jî qebûl kir, Mistefa Begê bû milûkê bajarê Telaferê. Dilê Mistefa Begê jî, li dû Gul Xatûnê, li dû xwa wan jî heyi. E. Navê qîzikê jî Gul Xatûn i. Divê dilê wî jî li dû heyi, ê ka rojek dido, mehek, bi wî miqamî. Pa wê rojekê himin çarak biki. Divê gazî wezîrê xwi kir, go:

JI VIR **
“Heyra çika em herin vê teklîfê bikin, çika ji me re çi divêjin.”
Divê lê xistin hatin hatin mala Şêlim Begê, Şêlim Begê, birayê wan î mezin i. Jê re gotin:
“Bira wele em ji bo vê yekê hatini mala te. Ka cewava we çi yi, win ji me re çi cewav didin?”
Şêlim Begê got: “Mistefa Beg,” go “ti dibînî, roja ku em qetîyani, ti di nava me de vuyi, xeberdanê nava me de kirîyi, wele em nikarin sozê bidin kesekî. Yalniz gava birayê me hat, birayê me li ref û nêçîrê yi, êvarê wê weri. Gava ku hat, em jî yardimçî ji te re. Ê me, ev bi me diqedi.”
Divê lê xist di nava wan de ev mesle. Kose Ûsiv hat malê. Ê ku hat malê, ê divê dilê xweyê jî li dû heyi, xweyê jî mane kir jê re. Go:
“Misafirê birayê te heni.”
Go “Kî yi?”
Go “Wele Mistefa Begê û hinkî pê re, nizanim kî ni.”
Ê go “Wele wise vi, ez ê jî herim ba wana.”
Divê Kose Ûsiv lê xist hat ket zikê dîwana Şêlim Begê ku qonî ev mesele yi.
“Çi yi bira?”
Divê “Wele hal û mesele ev i.”
Ê Kose Ûsiv divê: “Mistefa Beg,” divê “Ha.”
“Mistefa Beg, wellehi, usûlekî dinyayê heyi, însan ji hev dipirsi, ez û birayê xwi ni, xwa xwi ni. Me pirsek bi hev nekirîyi, me bi hev nepirsîyi. Ka tê misade bidî me, em ê jî ji xwi re ji hev û dinê bipirsin, ka fikra kê çi yi. Xwedê qeder kirivi, pa ji me zêde yi.”
Ê merivê ku parîkî nû dinyayê çavnas divi, xwi wenda diki. Li zora Mistefa Begê hat. Ku hoo ez hatimi dîwana wan, oda wan, rûniştimi mala wan, o min bi vî meqamî verê dikin. Ez Mistefa Begê vim, o gotinek ji mi re nê gotin. Mistefa Begê, divê xeyîdî ji dîwanê derket çû. Çû, bi dizî, divê bajarê ‘elam kir, go “Ev van şexsê hina, wextê hatin ketin çarşîya bajêr, li qawa, liqimta, ketin kê derê silav kirin, ne kesek silava wan vegiri, ne kes ber wan ravi.”
Erê, ê evana jî, ji xwi re li ref û nêçîrê, ka rojek dido sisê, bi wê meqamê, rojkê Kose Ûsiv go “Heyra wele em westîyani o em betilîni, em zû de jî derneketini, çika îro derkevin çarşîyê, ji xwi re parîkî miletê bibînin. Bajarê Telaferê.”
Divê lê xistin, evana ji xwi re hatin ketin bajarê Telaferê, çûn ji xwi re li derê qawakê xistin, ketin zikê qawê, Kose Ûsiv silav kir, e eyb e, ne kes ber wan ravu, ne kesî silava wan vegirt, ya însan in, ya haşa hizûr heywan in. Ê divê li zora Kose Ûsiv hat, Kose Ûsiv got ez Kose Ûsivê dîn vim û e silav li oda li dîwana vegrim o xelk silava min negri o xelk ji ber min ranevi û destê xwi ji mi re nede ser hev û dinê, hêrsê wî hatin serê wî. Şêlim Begê wa bi milê wî girt, dît ku dirûm xera bû, milê wî girt û da hev û dinê, berê xwi dan malê. Berê xwi dan malê, Kose Ûsiv got:
“Gelî bira,”
Go “Ha.”
“Gelî bira.” go, “Ka xetayekî me hevi, xetayê me bêjin, ev îşê ha, îşê Mistefa Begê yi. Xetayê me bêjin, xetayê me hev i, em herin xwi bavênê.”
Şêlim Begê go: “Birawo wele xetayekî me navînim. E jî şaş mam, nizanim çi yi.”
Kose Ûsiv go: “Gelî bira,” go “Ha.” “Ew şexsekî tenê yi, em şeş bira ni. Her kes jî zani, gava ku em dest pê bikin, em çi pê re bikin, em ê bikin. Yalniz, em heqlî vin, heqsiz vin, xelk ê me neheq biki. Çima wê me neheq biki, şexskî tenê yi, ji wê bonê. Înca madem ku wise yi, bira xelk wî navî bi me ve dênêni, ku bi rezayê we vi, em ê ji xwi re şevekê malê xwi bar kin, li beledekî herin. Erge Mistefa Begê mecbûr bû li pey me gerîya, jixwe em karin pê re mijûl bivin, o ku li pey me negerîya, em ji xwi re li beldekî herin, bajarê Telaferê jê re bihêlin, ka qiloçê wî tê, ka çi divi.”
Ê go “Ti zanî.”
Gotina wî amîn kirin. Kose Ûsiv go “Ku wise vi, ez ê îşev xwa xwi nava rojê hilînim û li zora wî tê û gotinekê bêji û di mi de bi cî nevi, li zora mi diçi, xeberdan ji nava me derkeve, em ê hev pîs bikin. Ez ê îşve xwa xwi li pişt xwi siwar bikim, o li filan cadê herim, şeveqê win jî malê xwi bar kin û werin.”

Go Kose Ûsiv ravu ser pê ye
Bend û bertengê Binûnî şidandîye û
Konê reş î ereb bar kirîye û
Bi çembilê Gul Xatûnê girt û li pişt xwi danîye û
Qûnaxa sê şev û sê roja avêtîye û
Bala xwi dayê qiflakî pêlewan li pêşîya Kose Ûsiv derketin
Qîrînkî lê daxistîye û
Go gelo van hogiçan heqê wan li min çi ye û
Bi sê denga li wan jî gazî kirîye û
Go bira derdê we bi mi re çi ye
Ez rêwî mi li rîya xwi diçim bi karwanî ye û
Kir û nekir ti îmkana xwi ji destê wan nedîtîye û
Hêrsê Kose Ûsiv hatin perê wî bû wek perê gakuvî ye û
Çavê wî bûn wek çavê gakuvî ye û
Çiqa mûkî di canê Kose Ûsiv de heye wek şûjina Kose Ûsiv de avêtîye û
Rehê anîya Kose Ûsiv bi ser hev de qelibîvîye û
Qîrînkî ji vî eskerê hanê avêtîye û
Di zerfê seetekê de heva pêlewana li Kose Ûsiv nemahîye û
Temamê devê wan bi pûş kirîye û
Serê devê wan tev bi a xwi ve girêdayi

Divê çû, qûnaxa sê şev û sê roja avît, ti hisek ji brayê xwi nekir, bala xwi dayê ku hinek pêlewan li pêşîya wî sekinîne. Evan pêlewana qîrîn lê daxist go “Filankes ew xatûna ku li pişt te yi, dêne û heri!”
Kose Ûsiv go “Lawo ez rêwî mi, li rîya xwi derbas divim.”
Kir û nekir çara xwi ji destê wana nekir, go divê ket herb û dengê. Ê divê Kose Ûsiv palewan e, li ber wî dayanmîş nekirin, teva ji serî kir qeland, divê heywanê wan bi a xwi ve qûç kir, yanî bi a xwi va girê da.

Divê qûnaxa sê şev û sê rojê di jî avêtîye û
Bi ser kanîya Hiseynê Begê Êzîdxan ser Kanîya Şerefdînê derketîye û
Konê reş î erev rast kirîye û
Her sê pênc bira jî bi bîra Kose Ûsiv ketîye û
Stêrka bi ser çava de palandîye û
Go “Gul Xatûn ti îzna min bide ez ravim
Rîya min dûr e bi ‘eynî ye û
Ev şeş şev û şeş rojê min qedîyan
Min hisek birayê xwi nekirîye û
Miheqeq olacaxek hatîyi serê birayê mi bi temamî ye û”

Gul Xatûn go “Kose Ûsiv te mala min şewitandîye û
Te e danîme ser Kanîya Şerefdînê, Çîyayê Hesen Begê
Ka pîrek darê şikestî ne, wê ji halê min çawa ve bi temamî ye û”

Kose Ûsiv go “Xwişka min e çawa bikim, evîya biratî ye û
Agir û pêtî ketîyi nava dilê min ye û”

Divê Gul Xatûnê ha ha pezkî jê re heşadnîye û
Hilanîye û li ber wî danîye û
Kose Ûsiv ji leza û hêrsa, navêji ev goşt e ev hestî ye û
Divê davê bi gepa devê xwi ye û
Go “Bîsmila û Rehmanî” ye û
Xwi avêtîye ser pişta Benûnî ye û
Qûnaxa şeş û şev û roja da pêşîya xwi û nesekinîye û

Divê Kose Ûsiv û Gul Xatûnê, şeş şev û şeş rojê wan qedîya, ser Kanîya Şerefdînê derketin, di çîyayê Hiseyn Begê Êzîdxan de yi, di zerfê deh deqa de konê xwi qurmîş kirin. Birayê wî ket bîra wî go:
“Gul Xatûn, xwa min ti îzna xwi bidi, eva heft şev û rojê birayê min qedîyan, hisek ji wan tini, miheqeq olacexkî mezin hat serê wan.”
Evê go: “Bira, te anîme serê vî çîya danîmi o diherî, di nav van Êzîdî Xana de, ka wê ji halê mi çawa vi?”
O min jî bîra kirîyi, yek qîzkî, qewraşa wê yi, ew jî pê re hatiyî, navê wê jî Qumrî Xatûn i.
Ê go “Ê xwişka min e çawa bikim, eva ez mecbûr im, ez mecbûr im, gere li êlama birayê xwi herim.”

Divê Gul Xatûnê anî pezkî jê re anî heşand hazir kir, li berê danî, ev peza ha nehişt, lê xist û çû. Ewqa ecele kir û ket heyecana. Ê divê ew lê xist çû, ev jî li vê derê disekinin.
Divê qewadê Êzîdxan jî, qewadekî Êzîdxan jî heyi, her ro karê wî ref û nêçîr i, kullê roja Xwedê, gere nêçîra Hıseyn Begê Êzîdxan, gere jê re wêni, eger çi anî. Îlla gere tiştekî jê re wêni. Divê ev jî derket çavê wî bi konekî li ser Kanîya Şerefdînê ket. Hiseyn Begê Êzîdxan gerîya, go “E çawa kim, bi pût û senema kim, ez bi Rebbê Sîrac kim, teyr ku teyr e, li ser Kanîya Şerefdînê, ji destê min nikare bifiri, gere ez per û baskê wî jê kim. Ka ev çi kesek i li ser Kanîya Şerefdînê danîyi? Ez bi Rebbê Sîrac kim, ez ê îro hicûmî ser vî konî bikim, ya Rebbê Sîrac bidi min, ya wê bidi wî.” Bi diayê xwi got.
Divê wext ku hat, qînîkî li kon daxist. Gul Xatûnê ji qewraşa xwei Qumrî Xatûnê re go: “Ka here ev çi kesek e?”
Derket lê nihêrî, qewadekî Êzdî Xan e, divê gazî kir go:
“Qewad, ti nizanî ev konê ha konê kê yi? Ev konê Kose Ûsivê Dîn e.”
Divê wextê ku go konê Kose Ûsivê Dîn e, miheqeq sa kirivuyi, divê wextê ku wise go, milê wî pê ve şikest, wise zexel bû, o gêrî dagerîya.
Gul Xatûnê ji Qumrî Xatûna qewraşa xwi re go:
“Gazî wî kuçikbavî biki, bira dageri binê kon, nanê xwi bixwi. Birçî heri, heri bajarê Hiseyn Begê Êzîdxan, ji birayê mi re bivi qisûr û kêmasî yi. Zaf ‘eyv i.”
Divê evê gazî kirêyê, qewad dagerîya hat binê kon rûnişt. Gul Xatûn perde kişandîyi nava xwi, navîni. Wextê yemek, qazek jê re heşandin, li berê danîn, evî kurê kerê qilûna xwi tije kirîye, her nefeskê lê dixi, dûmana wê bi ser serê xwi dixi. Tiştê wise nexwarîyi, nedîtîyi. Divê Gul Xatûnê go ka ez perdê ji nava xwi û wî parîkî bilibitînim, ev kurê kera, bi çi şiklî yi. Divê wextê ku perde livitand, çavê wî bi çavê Gul Xatûnê ket, bê hiş bû, ji waca, ji eşqa bê hiş bû û baylimîş bû ket erdê. Gepa nan di qirikê da ma. Gepa nan di qirikê da ma, divê Gul Xatûnê çawa bû, bû bela û ket situwê Gul Xatûn.
Go Gul Xatûn ravu ser xwi yi û
Dirêjî vî qewadê Êzdî Xan kirîye û
Serê wî hilanî danî ser çoka xwi ye û
Bi qirika vî kurê kerê girt hev û dinê hejandîye û
Kir û nekir hişê vî kurê kerê nehat serê wî ye û
Bala xwi dayê ku çi bala xwi bidê
Ev namûsiz kurê namûsiza bi dizî çavê xwi vediki
Li çavê Gul Xatûn mêze kir bi ‘eynî ye û
Gul Xatûn nerm serê wî ji ser çoka xwi danîye û
Pihînek bi pihîna sêrtkî li nava çava wî xistîye û
Şirika xwînê ser çava de palandîye û
Qewadê Êzîdxan go “Çi bû?”
Pihînek li qûna wî şidandîye û
Çirîna hespekî ji qûna wî çûye û
Kurê kerê çû go “Emrê min çû min tiştê wa nedîtîye

Kurê kerê çû, Gul Xatûnê çawa kir, Gul Xatûn mecbûr bû, bû bela ket stuwê Gul Xatûnê. Gul Xatûn nerm û delal serê wî danî ser çoka xwi, qirika wî li hev û dinê hejand, kir û nekir, gepa nan di qirikê de asê bûyi û nan naçi xwarê. Divê carkê bala xwi dayê, kurê kerê mexsûs xwi di vî halî de danîye û bi çavê xwi mêze diki û bi dizzî li eşkalê Gul Xatûnê dinêri ku Gul Xatûnê nas biki, bi çî tîpî yi û bi çi şiklî yi. Ê lê xist çawa kir, Gul Xatûn serê wî danî, pihînek li nava serê wî xist, xwînê serê wî sor bû. Evî kurê kerê û go “Siktir vi!” û siktirî pê da û evî berê xwi da, Gul Xatûnê ma li binê kon, ew kurê kerê lê xist çû. Ew lê xist çû, Gul Xatûn û qewraşa xwi di binê kon de man.
Kose Ûsiv çû çû li êlama birayê xwe, ku birayê wî bi silamet in û ji xwe re bi kêf di rê de ni.
“Bira gelo te zêr e? Ti çima dagerîyay?”
Go “Wele çima e dagerîyam, eva çend rojê min qedîyan, mi ti hisek we nekir, wele sevir û tevata min nema. Mi go ka çi hatîyi serê wan, ez li pey we hatimi.”
Wextê ku tên, Gul Xatûn çav bi wan dikevi, ji kêf û eşqa wan re, vê hedîsa xwi û qewadê Êzîdxan ji bîra diki. Qet ji wan re behs naki. Ev jî li çîya ji xwi ri dimînin, di îstreheta xwi de, her ro li ref û nêçîrê li çîya, êvarê ji xwi ri tên şîva xwi tênin, tevî hev dixwin û radizên.
Ev qewadê Êzîdxan, wextê çû bajarê Hiseyn Begê Êzîdxan, ji waca, ji derda, ji kula, divê çawa gihîşt malê, qet derneket ber derê Hiseyn Begê Êzîdxan, ya ti têr î, ya ti birçî yi, hema ket nava cîya nexweş ket, nava cîya de ma. Sê şev û sê rojê wî di nava cîya de ma. Hiseyn Begê Êzîdxan gazî xulamekî xwi kir, go:
“Ew namûsiz kurê namûsiza li kê derê yi, gazî wî biki, bira were qarşî min! Jixwi gere roja sisîya mi serê wî, roja ewil serê wî jê kiriva! Eva îro sê şev û sê rojê wî qedîya, ne şîva min hanî, ne bi hafa min ket, ya ez sax im ya ez mirî mi! Ka derdê wî çi yi!”
Divê lê xist gazî kir, hat hizûra wî. Go:
“Kuro lawo ka derdê te çi yi? Derdê xwi ji mi ri bêji!”
“Axa,” go, “ez bi Rebbê Sîrac kim, dev ji min berdi, derdê min giran i, bira nekeve dilê te.”
Divê “Hey namûsiz, derdê te çi yi lawo! De bêji, jixwi tê bêjî! Ka ji mi ri bêji, ka ti divêy çi!”
Divê qewadê Êzîdxan go “Axa,” go “Ha.”
Go “Axa, konekî li Kanîya Şerefdînê danîyi, hevek di binê kon de yi, navê wê, Gul Xatûnê yi, ku ew jî bihata biketa ber mala te, ne pîrbûna te hevu, ne kêmasîyê te hevû.”
“Çewa?”
Divê “Erê.”
“Te dîyi?”
Divê “Erê.”
“Çewan i?”
Divê “Ez bi Rebbê Sîrac kim, ew i ku meriv nikari peznê wê bidi.”
Lê divê “Dirûm çewan i?”
“Birawo,” divê, “dirûm çewan i, here were, yek şexsek i, navê wî Kose Ûsivê Dîn i. Kesê ku nav û dengê wî sa kirivi, li çi beledî vi, însan jixwi li wî beledî naçi, o bi malê dinyayîyê jî, konê wî bi pûrta teyr û qulunga xemilandîyi.”
“Lê çi mayi?”
“Wele meriv bi oyînan bikin, bi awakî bi bêbextî pê re bikin, serê wî jê kin. Gava serê wî jê bivi, e jî karim herim Gul Xatûnê bînim.”
Wextê ku wise divê, gazî axayê xwi û piştmêrîyê xwi toplemîş diki, ku ka em ê çi di vir de di vê qonîyê de vekin em înde. Bi ti awayî … Toplemîş diki, sona wî divên
“Em ê xwançê daweta Hiseyn Begê Êzîdxan li heft eşîêr wî bigerînin, o em ê xwançê wan jî bişînin, win jî werin daweta Hiseyn Begê Êzîdxan, em dixwazin ku win jî werin dawetê.”
Ê wextê wise divêjin, vê gotina hanê amîn dikin, xwançê xwe li heft eşîrê Êzîdxan digerînin, divi gurmîna def û zirnê. Dîkekî zêrî divê xwançê wan jî dişênin. Divên “Win ketini hêşîya me, îro win di hêşîya me de ni, em dixwazin ku win jî werin kêfa me, şahîya me.”
Çaxê ku wise dibêjin, evana xwi hazir dikin, Gul Xatûn devê sandoq û ewa derdixi, cilê wan î kêf û reqsê ji wan re derdixi, cilê xwi li xwi dikin, xwi tîmar û miaz dikin, hespê xwi derdixin, tam dikevin hazirlixê, tevdîra xwi didin dîtin û her şeş bira bi hev re bi rê dikevin. Bi hev re bi rê dikevin, wek qederê pên sid metreyî, wek qederê hezar metreyî bi rê ve diherin o ev qonîya ku qewadê Êzîdxan hê dikeve bîra Gul Xatûnê. Wextê dikevi bîra wê, divi agir û pêtî û dikevi nava dilê wê. Divê “Ez çewa bikim, min mala xwi xera kir, ji birayê xwi re negot, o îro ev çûn, miheqqeq miheqqeq tişkî heyi. Ev ê olayîkî bîni serê birayê min.” O divê Gul Xatûnê rabû, o bi pey wan ket û kir qîqîn:

Go birano hey birano
Bi pey her şeş birayê xwi ketîye û
Qîreqîra Gul Xatûnê bi temamî ye û
Kef û gunc bi ser devê Gul Xatûnê ketîye û
Dengê wê bi guhê Kose Ûsivê Dîn ve çûyîye û
Kose Ûsiv li ber Şêlim Begê birayê xwi fetilîye û
Go “Bira sewta Gul Xatûnê ketîye guhê min bi eynî ye û
Ti îzna min bidî ka ez herim hewalê xwişka min çi ye” û
Go “Bira qê înda ne bes e ji destê te û xwişka te bi eynî ye” û
Go “Bira çi bikim vîya biratî ye” û
Bi ser Gul Xatûnê de fetilî ku hey wê
Gul Xatûnê ji rengê însana derketîye û
Gul Xatûnê hembêzî ber dilê xwi kirîye û

Hişê wî ku hat serê wî, Kose Ûsiv go “Dilê xwişka min di kurê apê min de hevu û şerm diki bêji, en îyîsî ez şerma wê birevînim çêtir i, erge dilê wê bi rastî ew vi, ez ê konê xwi hilînim û berê xwi bidim bajarê Telaferê.”
Divê go “Gul Xatûnê, xwa min, rast bêji, min sa kirîyi dilê te di Mistefa Begê kurê apê min de hevû o mi te neda û bi dertûlê xelkê ketim. Ji min re bêji, erge derdê te ew vi, ez ê konê xwi rakim, car din bar kim bajarê Telaferê, bira ew jî ji min re bivi kêmasîkî.”
Divê “Bira, çi serê te biêşînim,” divê “hal û meselê min û qewadê Êzîdxan û bi vî awayî vuyi. O wele wextê ku win hatini, ji kêfa we re min ji bîra kirîyi negotîyi ku mesele ev i. Vêge win çûni û ketîyi bîra min, bû agir û pêtî ketîyi nav min. Min gotîyi wê bêbextîkî bi birayê min re bikin. Wele tebatî bi min neketîyi û ez bi pey we ketimi.”
“Birra?”
Divê “Erê.”
Hema derhel xwa xwi li pişt xwi siwar diki, di zerfê deh deqa de li binê kon dêtini, gêrî dadigeri, digîji birayê xwi. Şêlim Beg jê divêji:
“Çi hewalê xwişka me vu?”
Divê “Birawo çi hewalê wê vu, jixwi ti edetê pîreka zanî, divê kêmasîyê xwi neanîyi, xercelixa min li malê mayi, xercelix hilanîyi li pey me hatîyi.”
Divê ev gotin ji Şêlim Begê birayê xwi re go. Şêlim Begê, birayê mezin i, bi rê de divê bi rû her du birayê serdestî xwi xist, bi dizî ji her du bira re got, her sîyê dina na, ji wan re got:
“Bira,” go
“Ha.”
“Bira, heta îro Xwedê mezinê me vu yi, win mezinê me vuni. Îro em dikevin bajarê Hiseyn Begê Êzîdxan. Heta em herin bajarê wî, heta em ji şahîya wî dagerin, Xwedê mezinê me yi û ez mezinê we mi. Tiştê ku ez bêjim, gere win bi ya min bikin.”
Ew jî divêjin: “Sozê Xwedê tiştê ku em zanivin, em ê wek te bikin.” Van her bira go “Xwedê mezinê me, ti mezinê me, tiştê ti bêjî, wê weka te vi.”
Divê lê xistin, dewam kirin, nêzîkahî dan bajarê Hiseyn Begê Êzîdxan, ê divê mirtiv çav bi wan ketin, mirtiv birçî ni, çavê wan li çar quriş pere yi, bi pêşîya wan da hatin, wana şabaş kirin. Kose Ûsiv mecîdîyê zêra şabaşa wan avît, gîştin devê derê qesra qûnaxa Hiseyn Begê Êzîdxan. Xulamê wî derketin pêşîya wan, her sê birayê mezin, bê ser û çav peya bûn, ew ketin dîwana, ji xwi re rûniştin. Kose Ûsiv li ser pişta hespê xwi Binûnî, li ser pişta hespê xwi sekinî. O her du birayê wî jî di emrê wî de. Xulama bi serê hespê wî girt, go:
“Kose Ûsiv, malnemîrat, me her kê odak ji we re tayîn kirîyi, çay û qawê we hazir kirîyi, kerem bikin.”
Kose Ûsiv go: “Edetekî memlekatê me heyi, cîyê ku birayê me yê mezin lê rûnê, ê piçûk li wê derê rûnanê. Herin xizmeta xwi bikin, em temamî qebûl dikin.”
Dikin naaakin, beredayî yi, xulam xeberê didin Hiseyn Begê Êzîdxan, divên hal û meselê misafirê te ev i. Bi vê tertîbê sekinîni.

Divê Hiseyn Begê Êzîdxan rabû ser xwi ye û
Derket devê derî ye û
Go “Kose Ûsiv malnemîrat,
Me her yekê we odakî jê re tayîn kirîye û
Çay û qawê we hazir jî kirîye û
Kerem kin peya vin bi temamî ye” û
Kose Ûsiv go “Hiseyn Begê Êzîdxan,
Edetkî mamleketê me ku heyi
Cîyê birayê mezin lê rûnê, ê din lê rûnanê bi eynî ye” û
Kirin û nekir ti îmkana wî tinîn e û

Bala xwi dayê ku mimkun nîni, çare û mikûna ku Kose Ûsiv peya vi tini, wesyeta bavê xwi ji bîra nekirîyi. Îmkan tini, her şeş bira bi hev re li derê ti camêra peya navin.

Divê hêrsê Hiseyn Begê Êzîdxan hate serê wî ye û
Li Kose Ûsivê Dîn fetilîye û
Carekê çeng kirê gurzekî daweşande Kose Ûsivê Dîn bi xwi ye û
Kose Ûsiv xwi ji berê da alî
Li kevîya stuwê hespê wî xist, herama Xwedê vi, piçika goşt pê ve nehiştîye

Divê hêrsê Kose Ûsiv hatîye serê wî ye û
Çavê Kose Ûsiv bû wek çavê gakûvî ye û
Rehê anîya Kose Ûsiv ser hev de qelibîye û
Pirça canê Kose Ûsiv bû wek şûjina
Di ruh û gîyanê Kose Ûsiv da avêtîye û
Li Hiseyn Begê Êzîdxan fetilîye û
Yek kulmek li kelbeka Hiseyn Begê Êzîdxan xist
Ji sî û dirana herama Xwedê vi yek hevik
Di nava deva de nehiştîye û

.. Zor i
Divê ev kurê kerê sê seet li erdê bê hiş ma. Xeber ji birayê wan re çû, go “Wellehî ev birayê we dîn i, Hiseyn Begê Êzîdxan kuşt xist nava dest û pîya. Ka hewalê wî çi yi?”
Divê Şêlim Begê serê xwi kir pencerê ku ho ho, ku Kose Ûsiv li ser pişta hespê yi, her nefesek li qilûnê dixi, dûmana sobakê bi ser serê xwi xistîyi, o sekinîyi û her du birayê wî jî bi siwarî di emrê wî de ni. Şêlim Begê gazî kir go:
“Kose Ûsiv! Malnemîrat! Ne bes i ji destê te!” go “Ji destê te me nikarin herin mala camêrekî ji xwi re rûnên! Hewalê te çi yi!”
Wextê wisa go, Kose Ûsiv gazî kirê:
“Şêlim Beg!” go, “Ev ti kor î? Qe rojek bi bîra te nayê? Roja ku extîyarê bavê me yaşlî bû, wesyetkî li me kir, go wesyeta min li we vi, win her şeş bira li derê ti camêra peya nevin! Nayê bîra te? Ev wesyeta bavê min i pêk tînim!”
Zemanê ku wisa divêji, dikevi qafayê wî ku ha, wellehî tiştek di vê gotinê de hevu. Divê her sê birayê wî divên qirp û ji dîwanê radivin, derdikevin, siwar divin û bi rê dikevin. Siwar divin û bi rê dikevin, ê Hiseyn Begê Êzîdxan, hê hişê wî tê serê wî, tefekur divi, “Kuro,” divê, “Min çi anî serê xwi? Bi Rebbê Sîrac, min van merivê hana dawetî mala xwi kir, yawo divê siwar vun siwar vun, dawet e, kî çi biki, bi qîma xwi yi, heqê min li zilama çi vu? Çi kir, min bi xwi kir.” Radivi, poşman divi û bi pey wan dikevi. Kose Ûsiv jî ji waca, ji hêrsa ku kela wî rabûyi, li hêvîya birayê xwi jî nasekini, wisa are ketîyi nava wî û birayê wî û wana. Divê Hiseyn Begê Êzîdxan xwi di rê de gihîştand Şêlim Begê birayê wî go:
“Şêlim Beg, bira,” go “dengê min bivi xwi, ez xeberekî ji we re bêjim.”
“Çi yi?”
Divê “Wellehî ez ê rast ji we re bêjim, dilê min li dû xwa we hevu, min got ez ê bêbextîkî bi we re bikim. Her yekê we odakî min ji we re ayrî kirivu, ku we ji ber hev wenda bikim. Min baltacîyê xwi hazir kiribû li ber derîya, ku e serê we tav bi hev re jê kim, erge ev her sê birayê hena bi hundira ketivuna, filta we tinebu, win her şeş jî çûvun. Înca dînê we heq i, zora min bir. Zanî, ez ê tiştkî ji we re bêjim, eva bêbextîya min jî ev. Rebbê Sîrac bi destê min de nanî, soz di navbeyan min û we de bi, xwa xwi bidin min, ez ê heft eşîrê Êzîdxan li ber destê we misilman bikim.”
Zemanê wise go, ê aşiq bûyi, însanê gava aşiq bû, tiştek ber çavê wî nayê, zanî? Zemanê ku wise go, Şêlim Begê go:
“Filankes, wele gotina te zaf ne xerav i. Yalniz xwa me ho wa, destê birayê me de yi, heri jê re bêji.”
Go “Ew dîn ew didi?”
Go “Erê wele ew didi. Dîn vi bi aqil vi, ew i.”
Go “Neyse, ka ez ê xwi bigihînimê, ka çi divêji ji mi re.”
Divê wextê ber pê ve çû, gihîştê, pê re xeber da, heva dirana di deva de nemayi, ne ew ji xwi fam diki, ne Kose Ûsiv jê fam diki, nizani ku çi divêji. Yalniz Kose Ûsiv go:
“Ez bi Rebbilalemîn kim, gotina vî yeter kî çi jî hevi, di aqilê min de gotina vî ne gotina xêrê vi, li berê fetilî, hetta Xwedê qewetê dayê, hevekê di girmilê de lê xist. Divê milê wî dişiqiti, ji demarê diqeti, tê xwarê, li Kose Ûsiv difetili divê:
“Lawo ji îro pê ve bêbextî yi di nava min û te de”
“Wey,” divê, “Ti ji ba heftê bavê xwi û heft eşîrê xwi yê Êzîdxan ve bê minet î, tiştê ku bi te diqedi ti nekî. Ez ku heme, Kose Ûsivê Dîn im, bi Xwedê mezin i.”
O ev gêrî dadigeri, evana qesda çîya dikin. Divê lê dixi tê binê konê xwi. Xwişka wî divê:
“Birawo çewa vu?”
Divê: “Dev jê berdi. Jixwi çi bûvi, bûyi.”
Neyse, dîse ji xwi re diçi ref û nêçîrê, neçîra xwi tênin, êvarê ji xwi re şîva xwi çê dikin, şîva xwi dixwin, suhbeta xwi dikin, şevbihêrka xwi derbas dikin, serê xwi dêtinin radizên. Serê sivê, Gul Xatûnê ecele redivi, çay û qawê wan hazir biki, bala xwi didiyê ku dora kon, ji palewana tije bûyi. Gul Xatûn nerm û delal gêrî dadigere binê kon, serê Kose Ûsiv digri dihejîni, Kose Ûsiv serê xwi bilnd diki divê:
“Çi yi?”
Divê “Bira, dora me tije bûyi.”
“Birra?”
Divê “Erê.”
“Hema ti hespê birayê xwi hazir ki.”
Hespê wî hazir derdixi girê dide, divê:
“Çay û qawê mi hazir ki.”
Çay û qawê hazir diki dêtini berê. Divê:
“Hespê min timar û miaz ki, heta çay û qawa xwi dixwim.”
Gul Xatûn hazirlixa hespê wî diki, Kose Ûsiv çay û qawa xwi dixwi, radivi:
“Gul Xatûn!”
Divê: “Ha.”
“Min qesem kirivi bi Xwedê, ti îstreheta birayê min xera kî, deng li birayê kî, ew birayê min ku bikeve ceng û herbê, ji destê min xelas nabe. Îstreheta birayê min xera neke, ez Kose Ûsiv im, ez besî xwi me, ez bi kêrî xwi têm. Derkeve seyra birayê û bisi, li wana gudarî ki, ka bira çewan i. Gava ku ez çûm, tu û birayê xwi çewa dikin bikin.”

Divê Kose Ûsiv ravu ser xwi ye û
Xwi avît ser pişta Binûnî ye û
Ket orta meydanê herbekî giran li erdê xistîye û
Qîrîneka giran daxistîye û

Heta bejnekî ro kişîya herama Xwedê vi qismê palawanek li meydanê nema. Bû nirînê birîndara di kûrik û mesîlan de kesek nema, piçika heywanek wana ku hevun, bi rîya linga çûn mala xwi. Kose Ûsiv li binê kon peya bû. Li binê kon peya bû, Gul Xatûnê bi serê hespê wî girt, hespê wî girê da. Go:
“Gul Xatûn, xwa min, deyn li birayê mi biki, zemanê rabûnê yi, gazî birayê min ki.”
Divê birayê wî wext rabûn ku ser û çavê xwi bişûn, li dora kon nihêrîn, bavooo, qîreqîra teyrekura yiiii, zikê wan bi ser pişta wan de dikevi. Kurooo, gazî hev kirin gotin:
“Wellehi layîq e ku em ji Kose Ûsiv re bêjin Xwedê yi û ti yi. Ev îşê ha Kose Ûsiv kirîyi, ne kesî din.”
Ê divê birawo, Kose Ûsiv înde bû Kose Ûsiv o înde divê ji xwi re ketin ref û nêçîrê, heta êvarê nêçîra xwi kirin. Serê sivê Gul Xatûnê ku rabû, eynî dîse dora kon wise yi. Divê deng li Kose Ûsiv kir, Kose Ûsiv şeva ewilî çi kir, şeva diduya jî eyn wisa kir. Xelas kir. Ê şevekê didiya, erge şevekê hezar vi, şeva didîya di hezar i, di qat i. Êvarekê Kose Ûsiv go:
“Gelî bira, zanî em çewa bikin?”
Go: “Em çewa bikin?”
Go: “Em çewa kin, en îyîsî, ku bi ya min bikin, em ê îşev malê xwi bar kin û li beledkî herin. Ez dîna xwi didimê, şev ji şevê girantir divi, mamleketkî bê xwyî yi, ne gazî yi û ne hewar e. Wê şevekê li me giran bivi, qeweta me nagihîjê, em bê xweyî diherin. Em ji xwi re konê xwi bar kin, o li beledekî dinê, derê kurê camêrekî bikşînin, belkî camêrek me di hêşîya xwi de bistrîni, li ber barê me ravi.”
Ê go: “De ti zanî.”
Divê konê xwi pelaştin, hilanîn, o karwan bar kir û ji xwi re ketin rê. Divê bi rê ketin, eger rojek, eger dido, divê lê xistin çûn, çûn di bajarê Qasim Begê de derketin. Qasim Begê jî, ew jî mezinê bajarê xwi yi, misilman i, kirîvatîya bi Hiseyn Begê Êzîdxan re heyi. Di ara wan de kirîvatîkî heyi. Erê, divê evanê hane li hêşîya bajêr ji xwi re konê xwi vegirt, o ji xwi re ketin binê kon, gotin “Em îstreheta xwi çika li vira bistînin, em ê bipisin, çika xweyê vî bajêrî kî yi, em ê xwi lê bikşînin, ka kari me bistrîni nikari.”
Ev hê di binê kon de îstreheta xwi nestendivun, Qasim Begê gazî xulamekî xwi kir go:
“Heri, ev çi mirtiv in li hêşîya bajarê min kon vegirtini, ti silûk ji bajarê min re nehiştin, bira konê xwi hilînin û li beledekî herin.”
Divê xulam lê xist hat, çav bi derê kon ket, çav bi Kose Ûsiv ket, di hev mûyê melkemotê kulê li ber çavê Kose Ûsiv vun, çav bi Kose Ûsiv ket, ricif bi canê wî ket, nikaribû bêje. Nikaribû bêje, Kose Ûsiv go:
“Xwarzê weri weri, ka weri, ti hatîyî çi?”
Wisa bi xweşî pê re mijûl bû, parîkî beşerê wî xweş bû, go:
“Wele axayê min gotîyi heri, ew konê mirtiva ku li hêşîya bajêrê me vegirtini, ka çi kesek i, bira konê xwi hilîni, ji hêşîya bajarê min derkevi.”
Go: “Weri, weri, nan bixwi, va nanê me hazir i, em nanê xwi bixwin, îşê me jî bi axayê te heyi, em ê tevî hev herin balê.”
Divê nanê xwi xwarin, bi hev re lê xistin çûn, derê dîwana wî xistin, ji boy xatirê ku derdê xwi jê re gilî bikin, îzeh bikin, ka çi divêji. Divê li derî xistin, ketin zikê dîwana Qasim Begê. Dîwana Qasim Begê kemilîyi û ew jî li serê dîwanê, li ser sedrê rûniştîyi. Kose Ûsiv silav kir, evî zalimî ne ji ber an ravu ne herê, ew wisa bê cîwar man, kesî silava wan venegirt. Hêrsê Kose Ûsiv hat serê wî, go “Qê ev jî bajarê Telaferê yi, ez Kose Ûsivê Dîn vim o têkevim dîwana silav bidim o kes ji ber min ranevi.” O divê carekê ber çavê wî bû tarî, dirêjî Qasim Begê kir, hetta Xwedê qewet dayê hevek kelfekê xist. Divê diranê wî şikênand, bê hiş bû ket erdê. Ka erge deh deqa, erge bîst deqa li erdê ma, divê hişê wî hat serê wî. Ew jî lawê kuçkê dinê dişince bû, yawo go, “Mirtiv olsin, gava xelk bê mala meriv, lazim i ku meriv yawo. Li gora mirtiv, divê meriv hirmetkî bidêyê. Mirtiv mirtiv, axa axa. Dişince kir go
“Filankes, kerem kin rûnên, jixwi çi kirîyi, min bi xwi kirîyi, qe îcava sewalê naki, ka win çi kesek in, win bi çi hatini?”
Kose Ûsiv go: “Filankes, wele te xêr tê nehiştîyi, lê pa em mecbûr in, em hatini, em li dertûlê xelkê ni, em mecbûr in gotina xwi ji te re bêjin.”
Divê: “Çi yi?”
Divê: “Hal û meselê me û Hiseyin Begê Êzîdxan ev i. O me xwi li hêşîya te kişandîyi. Ka qeweta te ji me re heyi, tineyi? Qeweta te tine vi, em ê ji xwi re bar kin li beledekî herin.”
Divê: “Kerem kin, ravin herin konê xwi bipelêşin. Hiseyn Begê Êzîdxan, bêminetî yi nava min û wî, kerem kin werin, ez qûnaxkî bidim we. Xwedê mezin i ji me û Hiseyn Begê Êzîdxan re.”
O divê ravun bi hev re qesda binê kon kirin. Di wî esnayî de Gul Xatûnê jî derketîyi devê derî, Qasim Begê çav pê ket, Qasim Begê, fikrê wî xera bûn. Fikrê wî xera bûn, Kose Ûsiv lê nihêrî, Kose Ûsiv pê derxist, Kose Ûsiv go:
“Qasim Beg,”
Go: “Ha.”
Go: “Qasim Beg, ti şaş nebî, xwa min bi xweyî yi, xweyî ji xwa mi re heyi. Bêbêbextî, bi rastî, qeweta te ji me re tine vi, bivê wele qeweta min tini, em ê ji xwi re li beledkî herin ka cîyê me kî der e.”
Evî jî nemerdî nekir, go:
“Wele ku ji bo xwa we nîn vi, cîyê we li ba min tini.”
“Birra?”
Go: “Erê.”
Go: “Lawo ti jî bê minet i, ti jî weka Hiseyn Begê Êzîdxan. Zêde heyi?”
Ewana çû qesda binê kon kirin, ew gêrî dagerîya bajarê xwi. Kose Ûsiv go:
“Birano, em ê îşev jî îstreheta xwi bivînin, serê sivê konê xwi bar kin û herin.”
Ew ji xwi re binê konê xwi de man, evî Qasim Begê, lê xist xulamekî xwi, kaxiz çê kir dayê, ji Hiseyn Begê Êzîdxan re şand go “Va yê ku ti li wan digerî, va di hêşîya mi de ni, destê min tevî destê te.”
Hiseyn Begê Êzîdxan û Qasim Begê, her du cîya, bi hev re, divê defa hewarê kutan, gotin “Kesê ha mêr, ha zarûk, kesê ku destê wan dar bigri ha negri, nesekinin, em ê îro bi ser karwanê Kose Ûsiv de bigrin, ya wê Xwedê bidi me, ya wê bidi wî.”
O divê bi ser de girtin, Kose Ûsiv, xwişka wî ravu, hazirlixa wan derket ku çi binêre, heta çav çava dibîni pêlewan in o hogiç in û li meydanê sekinîni. Divê Gul Xatûnê gêrî dagerîya, serê Kose Ûsiv hejand, Kose Ûsiv ravu go:
“Çi yi?”
Go: “Birawo çi yi, k derkevi, binêri.”
Kose Ûsiv ravu tûrek li dora kon çû hat, dagerîya binê kon, go:
“Gul Xatûn,”
Go: “Ha.”
“Wele xwa min, bi Xwedê giran bûyi, zor bûyi, lê pa înde feyde naki, em ketêni. Hazirlixa min biki.”
Divê hazirîya wî kir, çay û qawê wî hazir kir, hespê wî girê da, temîz kir. Go:
“Gul Xatûn,”
Go: “Ha.”
“Gul Xatûn, min li ser Kanîya Şeredînê çi gotin ji te re gotini, ez xweyê wê gotinê mi, ti jê şaş nevî. Ti keskî rehetsiz nekî, seyra birayê xwi biki. Gava birayê te wenda bû çû, înde tu û bira zanin.”

Divê Kose Ûsiv ravu ser xwi ye û
Go “Bismîllahî û Rehmanî ye” û
Xwi avîtî ser pişta Binûnî ye û
Ket orta meydanê qîrînekî li vî eskerî daxistîye û
Li kîjan şeqî diheri, wek kerîyê pez li hev û dinê şop kirîye û

Lê çiqa dikûji, hewqa jî tê serê, kêmasî tini. Diki naki fude tini, çarekî jê re nabîni.

Ê Gul Xatûn derketî devê derî ye û
Hêrsê birayê xwi bi çavê serê xwi dîtîye û
Birayê wî di nava hogiç û pêlewana de diçe tê bi eynî ye û

Ew kurê kerê pêlewanê hena tev peya ni, Kose Ûsiv siwar e, bi siwarî xwar divi li wan dixi.

Zînê hespê Kose Ûsiv di qevda gûzîkê de rûniştîye û
Hal û hereket nema di Kose Ûsivê Dîn de bi temamî ye

Gul Xatûn lê nihêrî ku wellehî Kose Ûsiv bê xêr bû, ku xwar divi û li van kafira dixi, qapûta singê wî tal divi, hal ji Kose Ûsiv re nemayi.

Divê Gul Xatûnê baz da binê kon bi eynî ye û
Deng li her pênc birayê xwi kirîye û
Her pênc bira ravun, ewa derketin meydanê bi eynî ye û

Evan bira şerê weha giran nedîtîyi, her kê li alîkî şop bûn û ji hev qetîyan, perekende bûn û çûn. Ne ku revîyan, ji hev re nebûn destek, her yekî ket cîkî. O li hev û dinê xistin.

Divê Kose Ûsiv çewa leqayî birakî xwi hat, ketîye û
Birîndar i li erdê ye, halê wî tini û
Divê leqayî birakî din jî ku hatîye û
Bi çembilê wî jî girt li binê kon danîye û

Dagerîya, welhasila xeberê, her pênc birayê xwi jî birîndar ji nava van kafira kaş kir hilanî bir li binê kon danî. Kose Ûsiv bi tenê li meydanê ma. Kose Ûsiv jî bê xêr bûyi, hema mihafeza kon diki. Gul Xatûnê lê nihêrî ku welehî halê Kose Ûsiv nema. Baz da binê kon ku nalenala birîndara yi, baz da devê derî, li Kose Ûsiv dinêri, ka sax i, mirî yi. Lê nihêrî, beredayî yi, Kose Ûsiv, tiştek jê re tini, Kose Ûsiv ê çûnê yi.

Divê Gul Xatûn ravu ser xwi ye û
Destê cilê qîzantîyê ji xwi danîye û
Destek cilê pêlewana li xwi kirîye û
Papaxkî li nava serê xwi danîye û
Siwar bû ket orta meydanê, qîrînkî li vî eskerî daxistîye û

Hikim û hereketê Gul Xatûn zêdeyî Kose Ûsiv tîni. Kose Ûsiv bala xwi dayê ku pêlewanek ket nava esker, go “Qesem bi navê Xwedê kim jixwi ez ê çûnê mi, çika ez hicûmî vî pêlewanî bikim, bira bi destê wî bêm kuştin, ne bi ê van karik û golika.” O divê hicûmî Gul Xatûnê kir.

Divê Kose Ûsiv hicûmî Gul Xatûnê kirîye û
Kir û nekir ti îmkana ji destê Kose Ûsiv nedîtîye û

Ya gere Kose Ûsiv bikuji, ya gere Kose Ûsiv wê bikuji, îmkan tini. Ew jî pêlewan i, ew jî pêlewan i, ya gere jê re kêmasî bikşîni, wê Kose Ûsiv wê bikuji o kêmasî nekşîni, wê ew Kose Ûsiv bikuji. Mecbûr çewa kir :

Divê papax ji nava serê xwi avêtîye û
Çavê Kose Ûsiv ku bi çavê Gul Xatûnê ku ketîye û

Wey pepûûûk, Kose Ûsivê Dîn vi û di vê rezîltîyê, vê esîrtîyê de Gul Xatûn were bikevi herb û cengê. Dêmek Gul Xatûnê jî fam kirîyi ku ez ê çûnê mi. Divê:
“Gul Xatûn!”
Divê: “Ha!.”
Divê: “Dageri binê kon! Ez qesem dikim ez îcar te bivînim, ji kuştinê zêdetir bi te re nakim. Gava ez hatim kuştin, înde ti herb û cenga xwi biki!”
Divê Gul Xatûn mecbûr ma kişîya binê kon, Kose Ûsiv dirêjî ceng û herbê kir, halê wî tini, Gul Xatûn bala xwi dayê ku rêwîkî hat, di benda kon de dibihiri, gazî kir:
“Rêwîyo! Hey rêwîyo, min bi te yi, ti bi Xwedê yi ti vegerî!”
Divê rêwî hat, yekî keçel i, nava serê wî wek hêk spî diki, ji teyr û tuyûra nikari bi rê de heri ku hingîya lê dixin. Go:
“Keçel! Hey Keçel!”
Go: “Ha!”
“Keçel,” go: “Ti divînî, hêsîrîya min, halê min, ti divînî, birayê min, nalîna wan… Kose Ûsiv tenê di herb û cengê de mayi, halê wî tini. Ha ha ha ev deqa yi ku ew jî heri.”
“Lê?” go, “Ti divêji çi?”
Go: “Ti hewarê ji mi re bigihînî Mistefa Begê, bajarê Telaferê, êmdat ji me re weri.”
“Êêêêy, derdekî min tini,” go “ez herim bajarê Telaferê, li dû Mistefa Begê bigerim! Ez kesekî hêsûr û evdal, gepekî nanê hişk xelk didi min, îdara xwi pê dikim. Karekî min tini, berê xwi bidim bajarê Telaferê!”
Go: “Keçel, malnemîrat, Xwedê heyi, rihim ji boy Xwedê yi,” go “ti halê min, hêsîrtîya min divînî.”
“Him,” go, “Xatûn, ez qesem bi Xwedê kim, ti sozê ramûsanekî xwi nedî min, ez berê xwi nadim bajarê Telaferê o hewarê ji te re nênim. Ji kîrê kurê mi ra, hema çi divi bira bivi!”
Gul Xatûn dişince bû, dişince bû, go ya Rebbî, ramûsanê min ku bigihîje Êzîdxan, bira bigihîji Keçel. Go:
“Keçel, soz nava min û te da, tiştê ku ti bêjî, hema wê wek te vi, hema ti êmdat ji mi re wênî.”
“Birra!”
Go: “Herê.”
Divê Keçel derket û ecele kir û dişince bû, go ya Rebbî, ez herim bajarê Telaferê, o Mistefa Begê, milûkê bajarê Telaferê yi, ez keçelekî bi pênc pera mi, kes ne mi nas diki, ne kes zani hemi ne tini’m, ne însanek, ne tiştekî… Kî wê ji min înan bivi? Divê Keçel gêrî dagerîya, gazî kir:
“Gul Xatûn!”
Go: “Ha.”
“Gul Xatûn, serê min tazî yi, vî memleketê ha kermêşê wî hingîya dijawar in,” go “tişkî tini e ji xwi re bikim star? Cotek kezîyê xwi bidi min, ez xwi pê baweşîn bikim, heta xelas bivim ji vî memleketê ha.”
Divê Gul Xatûnê meqes avît cotek kezîyê xwi birî, da destê Keçel, Keçel da ser serê xwi, kir sî û star o bi rê ket, li newala, ne divê ev ba yi, ne divê ev çi yi, ne newal i, ne çîya yi, divê ba leqa lê tê, divê “Keçel! Hey Keçel!” min nedîtîyi, wisa divêjin, divê li hêvîya bayê jî nasekini. Ba di newala de disekini, nikari derbas bibi. Divê Keçel, werhasila xeberê, derket bajarê Telaferê, qîrîn i, wîrîn i, dê weledê xwi davîîî. Ku huzûr di bajarê Telaferê de tini, leqayî merivekî hat go:
“Filankes, ev çi qîjewîj i di bajarê Telaferê de?
Go: “Birawo çi qîjiwîj i, Mistefa Begê, milûkê bajarê Telaferê yi, o xetakî ket nava wî û kurê apê wî, dilmanîkî ket nava wan o wele mecbûr bûn, ji destê Mistefa Begê, malê xwi bar kirin û terkeserê dinyayê bûn çûn. Lê xistin çûn, Mistefa Begê hê poşman bû, hê go hey wax li min, wey min çi kir? Kes bira tini, birê ku ne bira vi, navi bira.. Min çi bi xwi kir! Ez şexsekî bi tenê, bajarê Telaferê bixwim wê çi bê ser min. Poşman bû, rezîl bû, o hê rabû bi pey birayê xwi ket, deşt û zozan, berrî û beristan, cîkî nema gerîya û negerîya, ti xeberek ji birayê xwi negirt. Dagerîya hat malê, go miheqqiq olayîk hatîyi serê van birayê min, o di poxanekê de çûni. Ez qe ne xêr û xêratê birayê xwi bidim. Birayê min bê xêr û xêrat jî neçin ji dinyayê. O wele birawo ketîyi bajarê Telaferê, rojê deh sifra li erdê dixi, o bajarê Telaferê, kes gepek nan di mala xwi de naxwi, xurîn tên serê, o li serê xêra wan i o sifre dêtini û dixwin.”
“Erê?”
Divê: “Erê welleh!”
Divê: “Wellehî îşê mi jî bi Mistefa Begê heyi, em çewa bikin?”
Divê: “Wellehi dîtina Mistefa Begê îro pir zor i, sixintî yi ser serê wî o rê tini, dîtina Mistefa Begê pir zor i.”
Keçel dişince divi, divê ez çewa bikim, ez xwi li dîntî dênênim, ez xwi nagihînim Mistefa Begê. Divê Keçel ket nava bajêr, hat erê ku sifre li nava erdê yi, her kes ji mala xwi hatîyi, şorba serê sivê jî nexwarini, xurîn in, kustekusta nava wan i ji bîrçîya, beklemîş dikin ku nan hazir bivi û li ser nan rûnên û têr nan bixwin. O divê Keçel ji serê sifrê pê ket û firaqa girt û avît. Bi devê firaqa girt û avît, milet lê şaş ma. Go:
“Yawo ev çi kesek i? Ev dîn i, ev har i? Ev dînê ha ji ku da hatîyi? Ev çewa diki?”
Wey heram vi, ku gepa nan di sifrê de hişt, tev avît, ancax dîn vî îşî biki, kes wina naki. Kes doqunmîşî dîna navi. Bi vî meqamî, hetanî gihîşt derê dîwana Mistefa Begê. Gihîşt serê dîwana Mistefa Begê, bira em serê hev neêşînin, li derê dîwanê xist, ket dîwanê ku dîwan tije yi, Mistefa Begê rûniştîyi, ponijîyi, o pêşkêş li dorê rûniştini, xizmeta wî dikin. Divê silavê li dîwanê vegirt o qesda Mistefa Begê kir. Çewa ku ket Mistefa Begê, li berê çok da û kezîyê Gul Xatûnê li berê danî. Kezîyê Gul Xatûnê li berê danî, Mistefa Begê lê nihêrî, wey li min û li halê min, hal û ezyetê ku ez divînim û rezîltîya ku mi dî, rebenîya ku min dî o halê ku ez tê de mi, o kezîyê Gul Xatûnê, bê li ber min bê danîn. Divê ji waca, ji hêrsa, divê ber çavê wî bû tarî, divê go gurr û ket erdê. Divê ket erdê, cewav ji Fêris Begê bavê wî re jî çû, bavê wî extîyar i, ê nikari bigeri, cewav jê re çû ku “Hal û meselê Mistefa Begê ev i, cewava Gul Xatûnê jê re hat o wele ketîyi û baylemîş bûyi ketîyi, hişê wî nehatîyi serê wî, li erdê yi.” Divê bavê wî jî, ji qesrê gopalê xwi girt destê xwi, o hêlabû xwarê. Zemanê ku gihîştêyê, divê Mistefa Begê da ber dara, heta ku hişê wî hat serê wî, go:
“Ravi, namûsiz kurê namûsiza! Ka vêge halê Kose Ûsiv çi hal i, di çi halî de yi, ti li ser kezîyê Gul Xatûnê yi!”
Divê Mistefa Begê ravû, hema derhal xwi girê da, o cilê ceng û herbê kişand xwi, sed hev pêlewan bi xwi re hilanî û go:
“Keçel bidi pêşîya min!”
O go Keçel da pêşîya wan. Bi siwarî, hella ha yellah. Divê çûn, zaf hindik, divê derket hafa herb û cengê ku qîrîn i, şingîna şûr û mertala, dê weledê xwi davî ku Kose Ûsiv, hema hema … ku taqet nemayi. Divê Keçel li ber Mistefa Begê sikinî go:
“Mistefa Beg,”
Go: “Ha.”
Go: “Mistefa Beg, di herb û cengê divînî, o bi xatirê te.”
Erê, ew hicûmî nava herb û cengê dikin, o Keçel qesda binê kon diki, divê qesda binê kon diki, divê dikevi binê kon, gazî diki, gazî Gul Xatûnê kir go:

“Gul Xatûn ravi ser xwi bi temamî ye û
Ez qesem bi Xwedê dikim
min Mistefa Begê û sed hev pêlewan ji te re anîye û
Ez Keçel im, feqîr im, rîya min dûr i,
ez têm binê kon ji bona ramûsana xwi bi eynî ye û”

Gul Xatûn go “Malikmîrat ji Xwedê bitirsi, ti heya nakî, ti dibînî nalenala birîndara, em hêsîr in, em evdal in, ti hatîyî vê gotinê ji min re divêjî?”

Gul Xatûn xapandin tini bi eynî ye û
Dirêjî Gul Xatûnê kir bi çembilê Gul Xatûnê girt
Ji binê kon kaş kirîye û

Gul Xatûnê lê nihêrî ku bi Xwedê wî çembilê wê girt kişand, wê bivi.

Divê Gul Xatûn xwi gurî çît û perdê konê kirîye û
Ji nava çît û perda kişandîye û
Li pişt Keçel fetilî, hev li ser hevê li qûna wî şidandîye û
Ji binê kon derxistîye û

Herama Xwedê vi, heta Keçel ji nava çît û perda derket, go serîyo ti bi qurbana linga vî, hema sankî min Gul Xatûn nedîyi, çû li ser hev. Erê ew çû, ka çewa biki, pênc hev birayê wê li erdê ni, nalînê wan i, ew tekepeke naki, ne şerm diki û ne heya diki o Gul Xatûn. Kuro çika misade biki, çika xêr i şer i, çika çarakê dikin nakin. Qê kevir dibari? Zanî.
Divê lê xist çû, Gul Xatûnê lê nihêrî, erê sed hev pêlewan ketin orta meydanê, qîrîn li vî serîyî daxistin. Kose Ûsiv wan dî, go ez qesem dikim, ez ê hicûmî vî bikim, ev pêlewanê nû hatin o bîna wan derketîyî, ez di nava pêlewana de mi, jixwi ez çûyî mi, bira ew min bikujin, bes e inde ji hêsîrtîyê. .. Divê Kose Ûsiv hicûmî wan kir, qîrînkî li wan daxist, evana kir û nekir çara xwi ji destê Kose Ûsiv nekir, heta di hev ji van palewana jî ketin. Mistefa Begê go:
“De looo! Înde ne bes i ji destê vî!”
O qîrînkî lê daxist, çewa qîrîn lê daxist, ewî sewta Mistefa Begê nas kir. Ku sewta Mistefa Begê nas kir, Kose Ûsiv ji ser pişta hespê go gurr û xwi avît xwarê. Ku wî go gurr û xwi avît xwarê, Mistefa Begê jî go gurr û xwi avît xwarê û li orta meydanê dirêjî hev kirin û zîyaretîya hev û din kirin. Kose Ûsiv go:
“Mistefa Beg!”
Go: “Ha.”
Go: “Ez qesem dikim bi navê Xwedê, kewna min ji a ewil zêdetir bûyi!” go “Ez çav bi te ketimi, êş û elem di di canê min de nemayi!”
O ez ji te re bêjim, go Kose Ûsiv û Mistefa Begê cot bûn û çûn meydanê, go Kose Ûsiv go: “Mistefa Beg, Hiseyn Begê Êzîdxan û Qasim Begê, di filan çadirê de ni. En muhim ev her du ni. Em bigîjin van her duya, em her duya serî bikin,” go, “serî namîni,” go “ev kurê camêra ji hêsîrî ji mecbûrî hatini ketini ceng û herbê!” go “Gava ku ev herin, îşê me temam divi.” Go “Em hicûmî kon bikin, o piştek bira li pey me mihefeza me biki.”
Divê Kose Ûsiv û Mistefa Beg cot hicûmî wan kirin o ev sed pêlewanê hanê jî mihafeze kirin ji wana re o hevê ketin pêşîya wan lê xistin dan erdê. Wextê ku divê gihîştin kon, li Qasim Begê xistin, li Hiseyn Begê Êzîdxan xistin, her du li binê kon in, wan kuştin û divê bi navê ketin, bû dêweledî. Gul Xatûn lê nihêrî ku çiv ket nava wana.

Divê Gul Xatûn ravu ser xwi ye û
Destek cilê qîzantîyê li xwi kirîye û
Xwi li hejandîye û (Teşîya koçeranî derxist hilanîye)
Derket devê derî xwi li qarişî Mistefa Begê
xwi li hev û dinê xurandîye û
Çavê Mistefa Begê bi Gul Xatûnê ku ketîye û

Hersê wî hatin serê wî, bû wek dêwa, bû wek betla, ket navê. Navê ev heywan i, ev însan i o ketîyi navê o dide navê. Divê her du wek gurê sivatê çûn, evana çûn, esker şikest û li pey çûn. Divê Gul Xatûn û bi birîndara di binê kon de man, serê vî kafirî tê dide pey o ê ku direvi û êpê ji kon dûr dibin.
Wextê ku ev çûn, bavê Mistefa Begê jî ravu li bajarê Telaferê, delêlî derxist, hey lê hey lê! Piçûk mezin, ê ku karivi dar hilîni û daweşîni, bira îro nesekini! Em ê îro bi ser bajarê Qasim Begê de bigirin! Ya wê Xwedê bidi me ya wê bidi wan!”
O divê jî hilanî esker û bajarê xwi, bi ser konê .. ve girt ku çi bigiri, ne Kose Ûsiv û ne Mistefa Beg e. O Gul Xatûn i û birîndar in di binê kon de ni. Bavê Mistefa Begê gazî pêlewana kir:
“Dagerin! Van birîndara û Gul Xatûnê hilînin û bivin bajarê Telaferê! Vana bixin tedawîyê, wana bi selamet bikin! En muhim ev i! Mistefa Begê û Kose Ûsiv gihîştine hev û din, ew bi kêrî hev neên, em çiqa ji bajarê Telaferê hatini, hewqayê dinê weri, feyde tini! Dev ji wan berdin!”
Divê evî lê xist van birîndara hilanî û berê xwi da bajarê Telaferê, vana kir tedawîyê, o divê Kose Ûsiv û Mistefa Begê û bi tevî pêlewana, ji pey vî eskerê kafir dagerîyan. Ku dagerîyan ku konê çi û halê çi. Ne kon i, ne însan i o ne Gul Xatûn i. Divê kesek nemayi, divê Mistefa Beg li hev reş û tarî vû. Divê Kose Ûsiv lê fetilî go:
“Mistefa Beg, bozmîş mevi,” go “Ez Kose Ûsiv vim û ez bi aqil vim, ev îşê hanê, îşê mala me yi, ne îşê kesekî dinê yi. Ku ez bi aqil vim, bavê te hat wan bir û çû malê. Ev îşê hanê, îşê mala me yi. Qet made neki! Hadê em berê xwi bidin malê.”
Divê bi rê ketin, hatin bajarê Telaferê, o hêja qonax xweş kirin, hêja misada Gul Xatûnê dan Mistefa Begê, Mistefa Begê hat nîşanîya xwi danî. Heft sala di mala Kose Ûsiv de bi dergistî ma. Kose Ûsiv go hema e pê re pê re xwa xwi bidimê, wê bike qar û bid serê min û wê bêji nikaribû xwa xwi mihafeze bikiraya. Heft sala bi dergistî di mala xwi de hişt, sala heşta misade da Mistefa Begê o daweta xwi kir. Ew lê xist bir û çû, Mistefa Begê çû ba Kose Ûsiv go:
“Kose Ûsiv,”
Go: “Ha.”
Go: “Kose Ûsiv xwakî min heye ji Gul Xatûnê çêtir i. De înca weri, ez ê bidim te.”
Go ew jî da Kose Ûsiv, daweta xwi kirin, şahîya wan derbas bû, Xwedê bi selametî bi wan re derbas kir. Rebbê alemê, şîfakê ji me re jî bişîne.

Sicîla Çîroka Kose Ûsiv:

Navê Çîrokê: Kose Ûsiv
Cîyê Berhevkirina Çîrokê:
Gundê Holê ya Hezoya Batmanê
Hîyama Berhevkirina Çîrokê:
1997
Navê Çîrokbêj:
Yasîn Kaya

Memleketê Çîrokbêj: Holêya Hezo ya Batmanê (Herêma Bekiran-Xerzan) Bi zimanê fermî yê dewletê tirkî navê gundê Taşlidere ye.
Temenê Çîrokbêj:
55 (Li gor sala 1998an)
Tehsîla Çîrokbêj:
Nexwanda ye
Pîşeya Çîrokbêj:
Cotyar

Navnîşana Çîrokbêj: Gundê Holê ya Hezo ya Batmanê. Bi zimanê fermî yê dewletê navê vî gundî Taşlidere ye.
Kesê/a ku Çîrokbêj Ev Çîrok Jê Wergirtîye: Nayê bîrê
Cîyê ku Çîrokbêj Ev Çîrok lê Wergirtîye:
Kifîfê (Dogancik)

Hîyama ku Çîrokbêj Ev Çîrok Wergirtîye: Di derdora 15 salîya imrê xwe de

Ev Çîrok Wekî Din Li Kê Derê
Tê Vegotin:

Li hêla Serhedê, li gundê Kifîfê

Agahîyên Derbareyê Berhevkarî de:

HUSEYNÊ KURDÎŞAH

Amadekar: Ayhan Meretowar

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *