✍️ Behçet Ateş
Di jiyana mirovahî de kesên do jiyane, ji bo îro re çevkaniya zanist û elimandina rê û rêbaza jiyanê nin.
Gotinê mezinan dibêjin aqil taca zêrîne, ji bo kesên ku bi aqil dijîn, bes kesên ku aqil bikar naynin ji taca zêrîn bê parin.
Mirovên bê aqil têgeha wan girtînin, pir dijwarin, qise gerokin, çevkanî û çerxa fesadiyê digerînin, bê wîjdan û bê hêst dijîn, dev bi kenin bes hesûdkarin, di nava hêstên xwe de pir ji mirovên qenc xûdikin.
Bi mirovên bê aqil û bê hêst re têgeh tunin.
Lewra hêst, têgeh ji berheva şaney ku di aqil de difikire û hêstan berhevî dike, dûra dibe erka têgeha rewşa mirovan re a sekna qerekter.
Mirovê bi rêzikên qarekter dijîn, di têkiliyan de, di karû xebatan de, di biryar û parvekirinan de, tim bi erka têgeha dadê tevdigerin.
ji bo kesên ewha re dibêjin kesên bi bawerî ango emîn durust, di jiyana wan de rêzik xeta têgeha mirovahîne.
Bes kesên ku tim bi gilî û gazin re, pir rihet dikarin mirovan bi bihayek pir erzan îxanet bikin û xwe bi peyvekî rêzêde dikarin bifroşin.
Mexabin kesên ku xwe di aqilê xwe de li xwe û ji jiyana re lêpirsînan nekin, wateya hebûna wan dibe tune û bi kêrê tu karekî nayên, dişibin wekî keran tenê kêrê baran tê bikar anîn.
Lewra mirovên ku nexûnên, di têgehên xwe de lêpirsînan nekin, xeraviyan û qenciyan ji hev neqetînin, hebûna wan dibe serbarê pirsgirêkan û di civakê de tenê kêrê nerindiyan re dibin çevkanî.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…