Dîroknasî, mêjûnasî, erdnîgarî û sernavnasî

Di çapemeniya kurmancî ya hevçerx de têgihîna “dîrok”ê êdî ji bo “historia”ya greko-latînî têgihîna “mêjû/mêjûnasî”yê jî bi wateya “cronology”ê tê bikaranîn. Bêguman di navbera her du têgihînan de cudahiyeke berbiçav heye; êdî “dîrok/historia” tê wateya “lêkolîna rêkxistî û belgekirina çalakiyên mirovan”72, lê “mêjûnasî/cronology” “zanista rêzkirina bûyeran li gorî cih û dema pêkhatinê”73 ye.

Dîroknasî tevahiya lêkolîn û rêbazên dîroknasan e ku wekî dîsîplîneke akademîk derketiye holê; dema ku ev zanist li ser mijareke taybet xebatan dimeşîne, hewl dide ku çavkanî, rêbaz û hizirên dîrokzanan ên derbarê wê bûyerê de bigihêjîne encameke peyitandî û çespandî. Wisan e dîrok di heman demê de ew dîsîplîna akademîk e ku ji bo ravekirin, vekolîn, rapirsîn û nirxandina bûyerên bihurî vegotinê bi kar tîne; her wiha li ser şêwazên sedeman û encamên wan lêkolînan dike. Hêjayî gotinê ye ku dîroknas li gorî mijaran dîrokê nîqaş dikin; lewre bersivê didin pirsa “kîjan vegotin bûyereke taybet bi awayekî çêtir rave dike, sedemên herî girîng diyar dike û her wiha di çarçoveya bandor-encamê de mijarê şirove dike?” Wekî mînak: heke dîroknas li ser dîroka merwaniyan bixebitin, di destpêkê de bi riya çavkaniyên berdest serdema wê mîrgehê û bûyerên wê yên qewimî diyar dikin û piştre derbasî hûrgiliyên din ên wekî dîroka siyasî û civakî dibin. Dîroknas di heman demê de wekî armanceke serbixwe li xwezaya dîrokê dinihêrin; delîlên berdest û ramanên kêrhatî dinirxînin û pirsgirêkên eşkerekirina qewareya “bûyera dîrokî” nîqaş dikin.74 Li hêla din, gava çîrokên çandeke taybet bi çavkanî û delîlan neyên piştrastkirin (wekî çîrokên “Mîrze Mihemed”, “Kerr û Kulik”) bi gelemperî wekî mîrateya çandî yan jî efsaneyan tên dabeşkirin. Her çiqas dîrok ji çîrok û efsaneyê cudatir be û bi delîlên piştrastkirî hatibe peyitandin jî, hûrgiliyên vê çanda kevnare bandorê li ser şirovekirina xwezaya dîrokê dikin; wekî mînak: hûnaka Şahnameya Firdewsiyî ya ku di sedsala 15an de bi pexşankî li tirkiya osmanî hatiye wergerandin rê li ber dîroknasan vedike ku di teksta heyî ya Şahnameya farisî de bikevin şikê û carekê jî bi çavê wergera osmanî li bûyeran temaşe bikin.75

Di kevneşopiya rojavayî de dîrokzan Herodotê yûnanî (sedsala 5an a BZ) bi awayekî giştî wekî “bav û damezirînerê dîrokê” tê hesibandin; lê belê her wekî “zirbavê derewan” jî hatiye rexnekirin. Wekî mînak: dîroknas Juan Luis Vives (1492-1540) “Dîroka Herodotî” bi “gendeliyên dîrokî” ve tawanbar dike û dibêje ku “dê rasttir be ku meriv wekî <hebana derewan> gazî Herodotî bike, ne ku wekî <bavê dîrokê>”. Vives dixwaze ku di navbera dîrok û efsaneyê de veqetîneke paqij û eşkere hebe; her wiha balê dikêşe ser xetereyên şêwaza vegotinê û hişyariyan dide ku rastiyên dîrokî nebin qurbaniyên teksta helbestî-wêjeyî û lewre kronolojiyeke rasttir ji Herodotî dixwaze.76 Li vir xuya dibe ku rexnegirê dîroknasiyê Vives -wekî rêbaza lêkolîna dîrokî- giringiyê dide pêwendiya di navbera dîroknasî, mêjûnasî û erdnîgariya bûyeran de; wisan e, divê ev pêwendî bi kurtî bê ravekirin ku heman şaşî dubare nebin. Her wekî berê jî hate gotin, mêjûnasî (ango kronolojî) ew rêbaza lêkolînên dîrokî ye ku cedwelê demê destnîşan dike, bûyeran li gorî rêza pêkhatinê datîne cihê ku lê qewimîne. Pergala mêjûnasiyê ya ku ji bo tomarkirina dîroka mirovahiyê tê bikaranîn, xwe dispêre salname û erdnîgariyê; lewre mêjûnasiya zanistî hewl dide ku hemû bûyeran li gorî pêngavên rûdanê û di heyamên wan ên rast de li ser pîvaneke sabit bi cih bike ku hem wêneyê wan hem jî serdem û cihê wan eşkere bibin.77 Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku bûyer (hûrgiliyên vegotî, nivîsandî û belgekirî yên mijarê), cihê bûyerê (erdnîgariya ku bûyera behskirî lê qewimiye) û dema pêkhatina bûyerê (li gorî dema pêkhatinê gav bi gav vegotina bûyerê) sê hêmanên bingehîn ên dîroknivîsînê ne.

Sernavnasî rişteyeke zanistî ye ku sala 1716an ji peyva yûnanî ya “onoma” (ὄνομα, “nav”) û paşgira /-(t)îkos/ê (τικός: “-bend/wend, pêwendîdar”) hatiye dariştin; bi vî awayî têgeha “onomastikos”ê (ὀνομαστικός: bi ing. “onomastics”, bi frans. “onomastique”) wekî beşeke zanistê hêdî hêdî ketiye rojevê. “Sernav” navê taybet ê her tiştî ye û piştî wergirtina paşgira /-nasî/yê vegeriyaye navê zanistekê; îcar sernavnasî/onomastics (di nivîsarên kevn de: onomatolojî) lêkolîna rîşenasî/etîmolojî, dîrok û bikaranîna sernavan e78. Sernavnasî li ser çar beşên sereke leva dibe: sernavnasiya cihan (“toponymy/toponomastics: lêkolîna sernavên cih û waran”), sernavnasiya kesan (“anthroponomastics: lêkolîna sernavên kesane”), sernavnasiya wêjeyî (“literary onomastics: lêkolîna sernavên wêjeyî, nîgaşî û çîrokî”), sernavnasiya civakî -çandî (“socio-onomastics an jî re-onomastics: lêkolîna sernavan di nava civak û rayîşa çandî de”). Her wekî diyar e, sernavnasî (onomastîk) bi kêrî naskirin û nirxandina reh û rîşeyên sernavan tê û di lêkolînên dîrokî de ji bo naskirina jîngeha “komikên nijadî yên li nav nifûsên berfireh” tê bikaranîn.79 Wihareng e, sernavnasî alîkariyê dide “prosopography”ê jî; îcar jînenîgarînasî/prosopografî jî li ser “taybetmendiyên hevpar ên komeke mirovan” lêkolînan dimeşîne, jînenîgarî/biyografiyên wan ên kesane dişopîne, ji çend aliyan ve kesên pêwendîdar raçav dike.80

Bêguman sernavnasiya gelên misilman û kurdan gelekî beriya ewropiyan dest pê kiriye; lê belê hinekî belawela ye. Wekî mînak: xebatên pêşîn li ser sernavnasiya kesan dest pê kiriye û di zanistên hedîs, siyer û dîrokê de hatiye bikaranîn; ji bo naskirina sehabiyan û salixên wan wekî pêwistiyeke zanistî derketiye holê ku ansîklopediya Ibn Xelikan ê kurd “Wefeyat’ul-E’yan” yek ji wan xebatên li ser sernavnasiya kesan e. Piştre ji bo nasandina erdnîgariyê, ango sernavnasiya cihan hinek ansîklopediyên hêja hatine berhevkirin ku “Mu’cem’ul-Buldan”a Yaqûtê Hemawî xebata herî navdar a vî warî ye. Di serdema osmaniyan de jî xebatine ku dişibihin ferhengên sernavnasiyê yên hevçerx hatine nivîsandin ku “El-Letaifu fî’l-Luxah”a Ehmed b. Mustafa El-Lebabîdî, “Keşf’uz-Zunûn”a Katib Çelebî û “Qamûs’ul-E’lam”a Şemsedînê Samî çendek ji nimûneyên wan ên naskirî ne.

Omitê Mistefê – Antropolojiya Kurd Kurdî Kurdistanê

Çavkanî:

72 -Brian Joseph & Richard Janda (2008), The Handbook of Historical Linguistics, Blackwell Publishing, r. 163.

73-Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://www.britannica.com/topic/chronology; dema gihiştinê: 16.04.2023; 22:52.

74-Peter Stearns, Peter Seixas & Samuel Wineburg (2000), Knowing, teaching, and learning history: national and international perspectives, New York University Press, r. 6.

75-Li gorî agehiyên ku amadekarê tezê Dr. Mustafa Kugu dide, ev Şahname di sedsala 15an de (854 k./1450 z.) ji farsiyê bo tirkiya osmanî bi pexşankî hatiye wergerandin; wergêrê wê ne diyar e, lê ji bo siltanê osmanî Muradê Duyem (1421-1451) ê bavê Fatihî hatiye xelatkirin. Li pirtûkxaneyên Tirkiyayê 3 nusxeyên wê yên wênedar hene û li Pirtûkxaneya Muzeya Seraya Topkapiyê ne (TSMK, H. 1116, H. 1518, B. 248); her wiha nusxeyeke wê jî li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Awistiryayê ye (Cod. Mixt. 709 Han). Hêjayî gotinê ye ku hevoka pêşîn (r. 14) û paşîn (r. 853) ên Şahnameyê gelekî balkêş in. Di hevoka pêşîn de nirxê dîroknasî û sexbêriya zanyariyan wiha hatiye vegotin: “Wî hişmendî wiha got: Merivê dîroknenas û nepijî kaşî refa pêşîn neke û tu carî pê ewle mebe, jê bawer meke; her wiha tu car ji dijminê kevn hêvîdar mebî.” Îcar hevoka ku dibêje “ev Şahname ji aliyê Firedewsiyê Tûsî ve sala 400î ya koçî bo Siltan Mehmûdê Xeznewî hatiye nivîsandin û sala 854an a koçî jî bi fermana Siltan Muradî li zimanê tirkî hatiye wergerandin”, şoreşeke zanyariyan e; ji ber ku şik û gumanê datîne ser hemû nusxeyên Şahnameyê yên farsî û bi zimanên din ku “gelo guhartin û destwerdanek di metnê Şahnameyê de hatiye kirin ku navê kurdan wekî desthilatdar û damezirînerên Aryayê/Îranê derbas nabe?”

76- Foster Watson (1913), Vives on education: a translation of the De tradendis disciplinis of Juan Luis Vives, Cambridge University Press, r. cxlvi; ji bo nusxeya înternetî bnr.: https://archive.org/details/vivesoneducation00viveuoft/page/n151/mode/2up?q=Herodotus; dema gihiştinê: 16.04.2023; 20:26.

77- Ji bo agehiyên berfirehtir bnr.: https://www.britannica.com/topic/chronology; dema gihiştinê: 16.04.2023; 22:52.

78-https://www.dictionary.com/browse/onomastics; https://www.thesaurus.com/browse/onomastics; dema gihiştinê:

28.07.2023; 21:05.

79-https://en.wikipedia.org/wiki/Onomastics; dema gihiştinê: 28.07.2023; 21:56.

80-https://en.wikipedia.org/wiki/Prosopography; dema gihiştinê: 28.07.2023; 21:57.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *