Çiyayê Rahme.
Ev der destpêka mirovatiyê ye.
Hz. Adem û Hewa li vir hevdu dîtine.
Wexta Hz. Adem li cennetê ber ve dara qedexe diçe û fêkiyê wê darê dixwe. Paşê;
Bismîllahîrrahmanîrrahîm.
“Rabbena zalemna enfusena we în lem taxfîrlena we terhemna lenekunenne mînel hasîrîn”(Araf-23).
Wekê ku di Ayetê de dixuye gotine û feryat kirine.
“Ya Reb, me li xwe zilim kir. Ku Tu me efû nekî li me neyê rehmê, em ê ji binî ve zerar bibînin.”
Li ser tewbeya wan; Xweda wan ji cennetê derdixe. Hz. Adem û Hawa cara ewul li ser vê çiyayê hevdu dibînin. Hz Adem û Hewa ji ber gunehan bi hisrên çavan digirîn û tîka dikin:
“Ya Rebb; em çawa tewbe bikin, me bielîmîne tewbeyê.”
Xwedê Teala Hz. Adem dielimîne.
Ey Adem, nigê ku pê çûyî heramî kir heya guzikê bişo, destê ku dirêjê dara heram bûye, wê heya enîşkê bişo, rûyê ku li heram mêze kiriye, devê ku heramê xwar û pozê ku wê heramê bêhn kiriye wan bişo
Avdest tewbeya Hz. Adem e.
Cara ewul Hz. Adem avdest girtiye.
Ya rast avdest jî tewbe ye.
Qirêjîya ku bi avdestê diçe qirêjiya ne berçavî ye, gemariya qunehan e.
Sûreta Yasînê bînin bîra xwe.
Bismîllahîrrahmanîrrahîm.
“Em ê wê rojê devê mirovan mor bikin, destê wan wê bikelime, nigê wan bibe şahid.”
Ji ber ku dest û nigê me roja qiyametê li ser me şahîdiya xerab nekin Xweda nîmeta avdestê daye me.
Ku ji avdestê neba, em ê ji ber şahîdîtiya dest û nigên xwe biçûna helakê. Yê bi avdest dîsa avdestê bigirin, dibêjin çi, pêşiyên me?
“Nûr ala nûr ( Nûr li ser nûr) ji ber vê ye.
Her avdest tewbe ye.
Avdesta ku em digirin dikeve ber gunehên me û dibe tewbe. Wê bibe nûr, bibe rahmet….
Wergêr: Paşa Amedî
Nîşe: Ev nivîs ji Tirkî hatiye wergerandin, çavkanî tunebû.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…