FERATISTAN
Ev der Feratistan e. Paytexta wê jî Newalî ye. Ev welat ji heft bajaran pêk dihat. Feratistan li ber çemê ferat, li ser xetekê dirêj dibû. Ji gelê vî welatî re digotin berferatî. Ev gel rojperest bû. Ev welatê qedîm di bin destê heft zilmkaran de bû. Di demek nêz de ew her şeş zilmkar ji aliyê gel ve hatibû têkbirin. Tenê yek mabû, ew jî zilmkarê mezin Qado bû. Tu kesî nikarîbû li hember wî zilmkarî dengê xwe derxista. Yên ku dengên xwe derdixistin zalim Qado zilamên xwe dişand ser wan û li wan zilm dikir. Neheqî û heqeretên mezin li wan dikir.
Sed sal berê…
Rojeke xweş û zelal bû, her der weke gulistan kesk û sor û zer bû, bêhna kulîlkan dihat. Fera, ji hember ve weke xezalan dihat. Bejna wê zirav û pora wê weke zêr bû. Çavên wê weke ferat şîn bû. Fîstanek sor li ser bû. Xwe xemilandibû û rûyê wê yê sipî bi ken bû. Firaz, evîna xwe dît û bi kelecan bang kir: Fera! Fera li aliyê ku deng hat mêze kir, çavên xwe piçekî qurç kir û keniya. Firaz jî bi ken ber ve evîna xwe reviya û gehiştê. Bi destekî xwe bejna wê hembez kir û bi destê xwe yî din jî porê wê firikand. Çav û lêvên Fera bi hesret maç kir. Bêhna Ferayê kêşand hundirê xwe û pê serxweş bû. Fera jî destê xwe yê rastê danî ser dilê Firaz. Kurpekurpa dilê Firaz dibihîst. Çavên Firaz ve nihêrî û serê xwe danî ser sîngê wî. Firaz ji porê Fera yên weka zêrîn maç kir. Herdu jî bi kelecan û kêfxweş ketin… Bi destên hevdû girtin û meşiyan. Hatin ber kendaleke bilind û li vir sekînin. Qaqlîbaza (An jî martiya) li ezman ji xwe re direqisîn. Evîndaran bi hev re ezman temaşe dikirin. Carekê de heft qaqlîbaz wenda bûn û cihê wan heft teyrelaş hatin dîtin. Ewrên reş hatin û her der reş û tarî bû û dest bi gujeguja baranê kir. Dengê marekî hat bîhistin. Difîsiya… Li der dora xwe mêze kirin, dîtin kû marek reş û mezin ber bi wan ve dihat. Mar di carek de xwe avêt ser wan û bi devê xwe Fera gez kir û jehra xwe berda bedena wê. Qîjîniyek bi Fera ket. Ew deng û qîjinî li zinaran ket, mîna ku erd pê qelişî. Pêş çavê Firêz reş bûn, xwe wenda kir û xwe hema avêt ser wî marî, mar girt û fetisand. Fera herdû destên xwe vekiribûn. Li çavên hevdû dinêriyan… Fera ji jana jehrê hişê xwe winda kir û li der dora xwe weka gêjoka mêze kir û xwîn di pozê wê re dirjiya. Firaz dikir ku Ferayê hembêz bike. Bi carekê de Fera, li ser piştê qelibî û ji ser kendêl ket xwarê. Qirîn bi Firaz ket. Qirîna Firaz erd û ezman hêjand. Wî jî xwe ser kendal de, bi paş Fera avêt jêr. Dema ku herdû bi hev re diketin xwarê, her der reş û tarî bû û dengên qirîn û girîn tevlihev bûn…
Ji dûr ve dengek hat bîhistin.
(Dengek kûr.)
Firaz!
Firaz!
Firaz veciniqî û ji xew rabû.
Ew deng, dengê dayika Firêz bû.
Rabû û di dilê xwe de got:
Fera…
(Kelegirî bû.)
Firaz ji xew rabû û serê xwe şuşt û cilên xwe li xwe kir. Taştê xwar û deriyê mala xwe vekir û derket derve. Berê xwe da serê Girê Miraza û rêçik de serberjor meşiya. Nîvê rê de westiya. Dinya germ bû Firaz ji dest germahiyê di nav xwêdanê de mabû. Li ser rêçik de dara guvîjê dît, hat ber wê darê û li siya darê de runişt. Vêsa xwe girt û carek din dest bi meşê kir, hat serê gir û xwe avête şikeftekê. Heft rojan li serê gir ma… Piştî heft rojan bi gavên giran daket jêr û di şefaqê de, xwe berda nav ava feratê pîroz û avjenî kir. Firaz xwe berda ferêt hêdî hêdî ket bin avê û carek de ber bi jor, bi lez avjenî kir û derket ser ferêt, şewqê li rûyê wî xist û rûyê wî bi ronahiya rojê biriqiya. Çû mala xwe kincên xwe yên gewr û spî li xwe kir. Berê xwe da mabeda bav û kalên xwe û li nav darên gûz, hêjîr û zeytûnan de meşiya. Îro rojek pîroz bû. Ew rojê berferatiyan li mabeda Newalî kom bûbûn ji bo ayînê, li ser gişkan kincên reş û qîl hebû, rûyên xwe dabûn rojê û duayên xwe dikirin.
Dema ku ayin qediya çavên Firêz li qaqlîbazekî ket…
Hîn qelebalix belav nebûbû.
Firaz porê xwe yê reş şeh kir û bi kelecanek mezin ezman temaşe kir û berken bû. Qaqlîbaz perê xwe vekiribû û weke pêlên ferat diçû û dihat.
Firaz di dilê xwe re derbas kir û got:
Bimre koledarî…
Li dora xwe mêze kir û bi gavên giran meşiya û derket ser kevirekî mezin û rûyê xwe ber bi gel kir û wisa got:
(Ji xwe bawer bû.)
Ey gelê Feratistanê!
Ey berferatino!
Ey heval û hogirno!
Merheba!
Silav ji we re!
Bila hûn vê baş bizanibin û li ser vê bifikirin.
Ew zulim ne qadera me ye!
Gel piştî bihîstina vê gotinê, sekinî. Herkesî serê xwe kir ber xwe û fikirîn. Bêdengiyek çêbû. Tenê dengê vîkevîka qaqlîbazan dihat. Heft qaqlîbaz li ezman difiriyan li ser qelebelixê û li ser Çemê Ferêt…
Ji qelebalixê bi dûr kesek hebû, ku, tu kesî ew nedîtibû. Ev kes Qado bû. Bi dizî û li ser girê xwe li xelkê temaşe û guhdarî dikir. Gotina Firêz bîhistibû. Qehirî û ji cihê xwe rabû rûyê xwe tirş kir. Jixwe rûyê wî tu caran ne xweş bû. Destê xwe avêt tifenka xwe û ji cîh derxist. Tifenk rakir û berê tifenkê da qelabalixê û du caran teqand.
Teq!
Teq!
Dengê teqandina tifenkê çend caran dubare bû. Hechecik ji dengê teqinê tirsiyan û ji hêlîna xwe de firiyan…
Du qaqlîbaz ji ezmên ketin erdê. Qaqlîbazek ket ber Firaz û ê din jî ket nav qelebalixê. İcar bêdengiyek wisa çebûbû ku vîkevîka qaqlîbazan jî nedihat bihîstin.
Qelebalixê pênc sed metre ji dûr ve nefes û hêrsa Qado dibihîst.
Herkes wek heykelan man…
(Çend deqîqe.)
Di nav qelebalixê de zarokek hebû, qaqlîbaza din jî ketibû ber wî. Zarok rûnişt destên xwe yên pûçik danî ser vî teyrê. Dît ku teyr di nav xwînê de ye. Zarok xemgîn bû û hêstir ji çavên wî bariyan. Carek de dest bi girîn û qîrînê kir. Bêdengiyê cihê xwe ji dengê zarok re berda. Tenê dengê qîrîn û girîna zorak dihat bihîstin. Dayika zarok jî rûnişt, çavên wê bi çavên zarok ket, hêstirên wî dît, ew hembêz kir. Dengê qîrînê hêdî hêdî kêm bû, sekinî û bêdengiyek mezin çêbû.
Firaz li qaqlîbaza birîndar mêze kir ew rakir û maç kir. Heft gav avêt û qaqlîbaza pîroz danî ser text. Serê xwe rakir û ji gel re wisa got:
Bila hûn vê baş bizanibin û li ser vê baş bifikirin.
Em zarokên Feratê asî ne, em li hember zordarî û koladariyê ne!
Ez li ser heqîqet, zanîn û şermê
Û li ser qaqlîbazên pîroz sond dixwim,
Heta ku zilm biqede ezê bimeşim.
Tiştekî hûn jî wenda bikin nemaye!
Ji bîr nekin!
Dilê tirsonek sînga gewr nabîne…
Êdî netirsin!
Riyên herî dirêj bi gavên biçûk dest pê dikin.
Werin em bi hev re bimeşin…
Çavên wî di nav qelebalixê de li Fera ket û sekinî. Ricifî, mîna ku rûhê wî dihat kişandin. Fera di nav kincên gewr û spî de bû. Weke melekê dihat xuyakirin. Fera çavên xwe piçekî qurç kir û keniya û bi destê xwe jê re got “were vir” û bi carekê de weke sîhîrê wenda bû û çû. Firaz ji Ferayê cesaret girt û rûyê xwe ber ve gel kir û gotina xwe wiha berdewam kir:
Li cem me hezkirin kêm e.
Û hesûdî zêde ye.
Werin em ji hevdu hez bikin.
Werin em hevdu biparêzin.
Werin em hev re bibin bira…
Eger em bi hev re nebin bira, emê bibin şiva gura…
Ji bîr nekin!
Ne Qado ne jî zilmkarên din, nikarin li ber me bisekinin, ger ku em yek bin…
(…)
Hengameyek çêbû…
Zarok, nav qelebelix de ji xwe bawer serê xwe rakir û bi dil û can bang kir:
(Bi dengekî xurt.)
Azadî!
Piştî vê slogana zarok, herkesî bi yek dengî û bi hev re wek orkestrayê dest bi banga sloganan kirin.
Azadî!
Azadî!
Azadî!
…
Ev slogan heft caran dubare bû.
Zarok qaqlîbaza birîndar rakir û hêdî hêdî û bi gavên piçûk dest bi meşê kir. Zarok û qelebalix ji hev veqatiya…
Qelebelixê berê xwe da ser girê mala Qado û bi hev re meşiyan. Qado qet tiştekî wiha nedîtibû. Di mejiyê Qado de tirsê çîk da. Li dor xwe mêze kir û dît ku zilamê wî gişk li hespên xwe siwar bûne. Qado bi dengê xwe yê naletî, zilamên xwe re bang kir û got:
Herin wî Firazê pînc ê heram ji bi min re bînin.
Bila ev qelebalix jî nêzîka mala min nebe!
Zilamên Qado guh nedan wî, ji wan yekî jî li paş xwe mêze nekirin û reviyan. Xof û tirs ket dilê Qado. Ew jî li hespê xwe siwar bû û xwe serberjêr berda. Qadoye beiman hîn ku hespa xwe qampçî bike hesp jî di nav xwînê de ma. Hespa reben ket. Qado jî ji ser hespê ket û lox bû û li ser erdê teht ve firiya. Û rabû dikir ku bireve, lingê wî ber kevirekî ket û hişê xwe wenda kir û carekî din ket… Rabû pêş xwe mêze kir û şaş bû… Firaz tam li hember wî bû.
Firaz bihêrs got:
Min di pergala tenooo!
Bênamûs!
Min te firandooo tu mêst naxwî!
Û sîle lê dan…
Ew çerpandin zingîniyek li guhê wi de peyda kir û ew lal kiribû. Qedo ket nav çalê û pişt re rabû ser çokan…
Qado bi tirs got:
Fi.. Firaz…
Qado bû qasî mistekê û destê xwe rakir jê eman xwest.
Firaz bang kir û got:
Hiş be ûlan!
Û bi gavên giran hat ber wî û sekinî. Çavên Qado mêze kir û tiffê rûyê wî kir. Hespa firaz hîrehîr kir û wî ji hespa xwe mêze kir û wê gavê Qado dest bi revê kir. Di pişt xwe jî çenteyê xwe xist… Rev ji bo Qadoyê zalim pir çetin bû. Gihîşt ber ferat û li keleka (An jî qayika) xwe siwar bû berê xwe da bakur, aliyê Çiyayê Nemrûdê ve çû.
Di dilê xwe de got:
Ox ez xilas bûm…
Qado dikir ku rûne, qaqlîbaz li ser serê wî de dest bi qîjevîj kir. Destên xwe rakir û dikir ku ji qaqlîbazê re nifiran bike, pêlek mezin li keleka wî ket û Qado bi carekê de qulibî û ket nav avê. Wî avjenî pir baş nizanibû… Wîzewîza bâyê dihat. Pir zêde bâ hebû kelek dûrî Qado çûbû. Ji ber sedemê bâyê pêlên mezin çêdibûn. Qado dikir kû ber ve kelek biçe ji dest pêlan de nikarîbû bigehiştê kelekê, ji hal de ketibû. Dikir nedikir nikarîbû avjenî bikira, bi carekê de ket bin avê û wenda bû û ew cehimî!
Firaz li ezmên mêze kir û qêriya:
Zilm li erdê nemaaa!
Wê gavê hûrik hûrik baranê dest pê kir…
Firaz li erdê çenteyê Qado rakir û vekir. Di hundirê çente de zêr û zîv û mifte hebû. Mifte xist bêrîka xwe û bi hespa xwe çargavkî ber bi qelebalix ve çû… Hat nav qelebalix li ber qesrê sekinî. Bi miftê deriyê qesrê vekir û ket hundir. Dengê Fera bihîst… Ber bi cihê ku deng jê dihat hin gavek avêtibû ku di nav qelebalix de xayînekî bi dizî li pişta wî xencer kir. Qelebalixê kir ku wî xayînî lînç bikin, lê Firaz berneda…
Firaz destê xwe rakir û rûyê xwe ber bi gel kir û wisa got:
(di nav xwînê de bû)
Hevalnooo!
Ji kerema xwe bisekinin…
Bila hûn vê baş bizanibin û li ser vê baş bifikirin.
Kurmê darê ne ji darê be dar nakeve!
Ve şinda herkes li ser edelet dike were mehkemekirin.
Dem dema yekîtiya heft parçe feratistanê ye!
Hezar carî pîroz be azadbûn û serxwebûna gelê me…
Ez Firaz im…
Êdî em hemû serfiraz in…
(…)
Çemê Ferat ê pîroz, laşê Qado bi pêlên xwe avêt derve, bir li qeraxê sekinand. Ferat jî ew zilmkar qebûl nekir.
Qado fetisî…
Zilm fetisî…
Aniha qaqlîbazên pîroz bi hev re serbest difiriyan…
Feratistan rizgar bû û berferetî ji azad bûn.
Kefxweşiyên wan li heft parçe pêl bi pêl belav bû…
Gokhan Dayik
10/05/2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…