Destpêk
Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li gor neqilkirina Hararî, ji ber bermayîyên xebatên arkeolojîyê, merivên herî ewil 800 hezar sal berî niha agir peyda kirine û 300 hezar sal berê niha jî mirovên wek Homo Erectus û bapîrên Sapîensa û bere bere hozên Neandertal, agir wek amûreke rojane bikar anîne. Bi xêra êgir li ber sur û sermayê xwe germ kirine, şikeftên xwe ronî kirine, goştê neçîran yên xaw û pincarên berhevkirî pijandine. Agir ne tenê kîmyaya xurekan, bîyolojîya wan jî guherandîye. Bi vê yekê parazît û mîkropên di nav xurekên xaw de kuştîye û van xurekên wek mêwe, çerez, bihok û mirar bi pijandinê nerm bûne û hêsantir hatine cûtin û daqurtandin(Hararî,2016;25). Dîsa bi taybetî xêra êgir e ku mirov bi şikl û dirûvên xwe yên ajalî, derbasî şikl û dirûvê mirovan bûne, wek diranên wan piçûktir û mijûyê wan mezintîr bûye û geşepêdana hişî jî pêştatir bûye.
Mirov ce û genim hêrandine û bi dadana êgir ew ardê destxisti kirine hevîr û pijandine. Berewajî nebûna êgir, bi pijandina xurekan, xurek nerm bûne, bi wedeyekê kurt de xwe têr kirine, metabolîzmaya wan rehetbûye û temenê mirovan dirêj bûye. Yeqîn nayê zanîn mirov kengî agir bona xurek pijandinê bikar anîye lê ji ber zanyarîyên arkeolojik û xebatên li ser hestîyên şewitî yên 1.500 000 sal bere niha hatine kirin derketîye holê ku agir bona pijandina heywanan hatîye bikaranîn( Uhrî, 2021:16).
Her wisa mirov bi xêra êgir, xwe heywanên dirinde parastine ango agir bona wan bûye gurz, şûr û mertal. Bi gotinekî din, mirov bi xêra hişê xwe, agir kiriye bin destê xwe, ew kedîkirîye. Dîsa em dikarin bibêjin ku agir jiyana kedî/binecîhî temsil dike lema “ Êzdî bawer dikirin, ku heywanên beyanî ne bê hemdî xwe ji êgir direvin(Evdal,2020:91). Cihê agir dadayî bûye cihê niştebûyînê û şaristanîyê. Bi peydakirina êgir, mirov asta jêr ya çandî derbasî asta jor bûne. Dewra Hesin bi peydakirina êgir destpê kirîye û bi xêra êgir hesinkarî bûye pîşeya herî birûmet û heta asta pîrozîyê derketîye. Hesin di tendûr û kuçikan de hatîye helandin û bûye kotan, çakûç, bivir, gurz, mertal û hwd. Rakirina erdê bi xêra kotanan gelekî hêsan û leztir bûye. Bi vê yekê bi wedeyekî kin, gelek erd hatîye rakirin û gelek zad hatîye destxistin. Êdî bo mirovan gelek wextê zêde derketîye holê û bi vê yeke jî huner, wêje û zanyarî, rê dîtîye ku derkeve holê.
Di felsefeye de jî agir hêmaneke sereke ye û li gor Herakleîtos her tişt bi şikilguherîna hêmaneke sereke peyda bûye. Ev hêman carcaran agir e(pyr), carcaran bêhna germ e( psykhe). Ew hêmaneke tenik, sivik û zelal e wek hilmê. Ev hêmana sereke, li seranserê dinyayê heye, heta axiriya gerdûnê hertişti dipêçe. Hertişt ji wî dize û axir dîsa hewldide ku vegere hundirê wî. Her hebûn formekê êgir e. Hertişt pêkane bibe agir û axir vedigere êgir. Hewa û av wek formekî agirê kêmbûyî an vemirî ye ku pêkan e, ê dîsa vêkeve. Ax û hêmanên hişk agirên vemirî peyda bûne û herwext amade ne ku rojekê dîsa agir hildin. Li gor qaîdeya yeqîn, agirê li ezmîn herdem amade ye, bi dorê dibe hilm, av û ax û dîsa bi dorê hilbikişe jor û bibe agir. Li gor analîza Anquetîl jî, ku yekemin kese li ser Avestayê xebitîye, li bal Zerdeştîyan agir hêmana sereke ya hebûn û jîyanê ye. Hertişt bi saya wî bêhnê hildide. Ax bereketa xwe deyndarê wî ye. Dar bi saya wî şin dibe û heywan bi saya wî dijîn.
Hewldana êgir ber bi jor e. Çawa ruhen mirovan wek agirekî sivik, hilm, nefes hatîye zanîn, bi rêûresmên mirîşewitandinê de jî tê bawerkirin ku vê yeke ruh naçê dinya bin erde, derdikeve ezmîn, li bal xwedayan. Ev yeka xwe li bal şamanan herî zêde dide der. Li bal wan agir dirûvê mirova diguherîne û vedigerîne ruhê qenc. Lema bawerdikirin ku kesên birûsk lê ketî, derdikevin ser ezmîn. Gelek berşaman, ji bona ceribandin û derbasbûna şamantîyê divîyabû birûsk wan biketa. Bi vê yeke dibûn xwedî hêz û zanînekî bilind. Belasebeb nîne ji wan re hatîye gotin, “Mîrê Êgir”( Elîade, 1999; 238).Di vî hêlê de em dikarin mînaka Zerdeşt jî bidin. Di bal Zerderştîyan birûsk wek nişana agirê Ehûre Mezda dihat zanîn û Zerdeşt bixwe jî dil dikir ku bi lêdana birûskê bimire. Çimkî birûsk wek pêçîya Xwedê dihat zanîn û lêdana wî wek nîşaneke pîrozîyê bû. Lêbelê mirina Zerdesşt li gor dile wî nebûye.
Agir wek hûtekî hertiştî dide ber xwe û tu caran têr nabe. Ew hespekî beza, bêgem û zîn e. Eger rê derket, kes nikarê wî zeft bike, heta ku hertiştî dihêrîne, dadiqurtîne û dike xwelî. Agir têger e, di wedeyekî kurt de xwe digihîne her derê. Mirov ji ber xezeba êgir gelek caran belengaz dibin û zeft kirina wî derî taqeta wan e. Li gor Canettî, tiştên ku çiqas giyanewer bin, li ber êgir ew tişt ewqasî bêtaqet in. Agir ji nişkeva derdikeve meydanê û piranîyê temsîl dike û xirakirinê bi xwe re tîne. Lê belê mirov bi saya hişê xwe, ew agir zeft kirîye, kedî kirîye û di kulek û kucikan de heps kirîye.
Agir çawa di jiyana rojane de bûye amûrekî giring herwisa di jîyana derûnî-bawerî de jî bûye hêmaneke sereke. Hebandina êgir-pîrozîya êgir, ji dewrên qedîm destpê kirîye. Li Mezopotamyaya jorîn gelek kewneşopî hebûn wek, ji bo êgir gorî pêşkêşkirin, xwinberdana qurbanan û gorîyên bo xwedanan hatine pêşkêşkirin avêtina nav êgir. Herwisa agir wek formekê ezmûna paqijkirinê û edilandinê bû( Bender, 1996:205). Di derheqê vê erka êgir de gelek nimûne hene. Tê gotin ku wexta Zerdeşt hat rûyê dinyayê, dêw erîşî wî kirin. Ji ber sitqê xwe yê qenc wî belayê xilas bûye. Paşê ew avîtine nava êgir lê agir tu ziyan nedayê. Li gor varyantekî din, Zerdeşt ji bo kemilînê ji warê xwe terikand û hilkişîya ser çîyayekî û wedekî ket xelwetê. Ji ezmîn agir daketin ser çîyê û agir dora çîyê belaw bû. Ji serayê, qral bi maîyeta xwe ve hatin ber çîyê ku pante bikin. Ji nişkeva rastî Zerdeşt hatin ku agir tu ziyan nedabû wî. Di vî hêlê de çîroka Îbrahîm pêxember ya herî navdar e. Nemrût ew bi menciniqê avîtîye nav loda êgir lê bele cihê wî bûye wek golekî û tu ziyan negîhîştîye wî jî. Herwîsa Sîyawûş jî bi êgir hatîye cerîbandin û zîyannedayîna êgir pakîya wî nîşanî herkesi daye.
Belasebeb nîne ku agir tiştekî pîroz hatîye pejirandin û dewrên qedîm heta radeyekî wek xwedan hatîye zanîn û gelek milet û qewm ew hebandine. Helbet miletê Kurd jî agir wek tiştekî pîroz hebandine û em dikarin bibêjin ku herî zêde di çand û kevneşopîya wan de em rastî gelek nimûneyan tên.
Agir bi gelek sembolan derketîye pêş, ji van sembolên ya herî sereke tav an jî roj e. Agir berewajî erênîya wê, wek hêmanê dojehê tiştekî neyînî û sizakirina gunehkaran re jî hatîye sembolîzekirin. Agir wek sombola paqîjîyê jî hatîye bikar anîn. Wek pîvana pêhesana rastîyê, kesên gunehkar û pak ji hev derxistîye. Divê kesê tê gunehbar kirin, di nava agirê gurr re derbasbûya, agir zîyan nedida kesên pak lê yên gunehkar û xirab dişewitand. Agir herwisa di dermankirina nexwaşîyan û kewandina birinan de jî hatîye bikar anîn.
Dî mîtolojîyê de agir û av wek dijberên hev hatine zanîn. Li gor xelkê êleke Hîndîstanê bi navê Naga-Ao wextekê gelekî dûr, agir û avê dest bi pevçûnekê kirine. Ji ber hêza avê, agir berxwe nedaye û revîyaye, xwe di hundirê dara bambûyê û kêviran de veşartîye. Lema heta niha jî li nav kevir û daran de agir peyda dibe. Lê rojekî ev herdu hêman dîsa dest bi pevçûnê kirine, vê carê agir hemû hêz û hunera xwe daye hev û êrîşî avê kirîye. Li gor gotina kalemêran agîrê mezin, Molomî, li ser rûyê erdê, hinek mabû hertişt bişewitanda. Axir dîsa avê, ê wek tofaneke mezin di ser êgir de biajota û bixeniqanda. Agir ji ber avê xwe veşartîye, bi tene kulîyek şuna wî zanibûye. Tê gotin ku ev kulî ji meymûnê re cihê êgir wek dara bambu û kevir nişan daye û meymûn bi dara bambûyê tev daye û agir derxistîye meydanê. Merivek ev yeka dîtîye û bi leza birûskê agir ji deste meymûn diziye(Frazer,2018:141). Av çawa wek tofanê jîyanê diqelîne, agir ji wek tofana êgir, dikare jîyanê biqelîne. Agir sivik e û hertiştî, piştî daqurtandinê sivik dike, berewajî êgir av giran e. Agir hewl dide derkeve jor, av jî hewldana xwe ber bi jêr dike. Herdû wek hevsengîyekî di dinyayê de pêk tînîn. Li bal Zerdeştiyan, agir tu carî bi darê zorê nedihat vemirandin, nemaze bi reşandina avê, vemîrandina êgir gunehekî gelekî mezin bû, dibe ku av û agirên pîroz bi vê yeke dest bi şerekî bikirana. Ger malek an cihek bişewitîya ne bi avê bi axê û keviran dihat vemirandin.
Di derheqê peydakirina êgir de gelek gotegot hene lê yeqîn nayê zanîn ku agir, cara ewil gelo kengî û çawa hatîye peydakirin. Tê bawer kirin ku wexta çiqlên daran li hev ketine agir derketîye û mirovan ev yeka ceribandine û wexta pêwist bûye agir vêxistine. Lema mirov wexta dikarin êgir dadin, du çiqlên daran di nav kefa deste xwe de li hev didin û agir peyda dibe. Li gor gotegotên din jî, agir ji ezmîn wek daketina birûskê ketîye bin deste mirovan. Lema agir wek dîyarîya xwedanan hatîye zanîn û wek tiştekî pîroz hatîye pejirandin. Bi hevketina hesin û keviran jî çirûskên êgir peyda dibin. Li gor metelokekê Moxolan, hesin bavê êgir e û kevir jî dîya êgir e.
Di mîtolojîya qedîm û zêna gel de agir, bere ewil di bin deste heywanan, nemaze teyran de bûye. Di seranserê dînyayê de gelek cure mît û çîrok li ser vê yeke hene. Li ser vê yeke James G. Frazer li seranserê dinyayê, gelek nimûneyan pêşkeş dike. Ev heywanên agir di destê wan de bûye, wek darkutok, meymûn, moz, piling û hwd… in. Herî zêde jî, agir li ezmîn dihat zanîn, lema pêywendîya wî bi ezmîn re danîne. Li gor êlekî Asyayî, xelkên Sîyamî peydakirina êgir wisa pêk hatîye; piştî tofanê hemû agirên rûyê erdê vemirîne lema bav û dîya mirovan ji heft kurên xwe xwestîne, herin ji ezmîn êgir bînin. Ji wan yek şandine ezmîn, ji xwedanê ezmîn, ruhê ezmîn, agir niyaz bike. Lêbelê herçiqasî agir peydakiribe û vegeribe jî, di rê de agir vemirîye. Parçeyek agirê sor hatîye dayîn lê bele hercara vegera rûyê erdê agir vemîrîye. Paşê bi dorê marek û kundek şandine bona anîna êgir, lê belê ew jî pey nêçîrên xwe ketine û neçûne sêrî. Axir mozek şandine rûyê ezmîn û moz bi merca vexwarina xwina golikan, bine vî barî rabûye (Frazer,2018:136). Herçiqasî di derheqa peydakirin û bikaranîna êgir de gelek gotegot û mît hene lê dîsa jî lihevkirinek heye, tê zanîn ku agir cara ewil bi şiklekî xwezayî, şert û mercên lihevhatî ketîye deste mirovan û bi vê yekê bikaranîne û parastine. Gelek wext şunda, hewldane ku bixwe êgir bikaribin vêxin û axir biserketine. Êdî mirovan agirê xwe birine herderê û bi hêsanî vêxistine.
Şemoyê Memo
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…