Zarokên ku zêde televîzyonê temaşe dikin

‏Televîzyon di jiyana me ya rojane de hêdî‏ ‏hêdî bûye adetek domdar. Malbat bi piranî dema‏ ‏ku kar dixebitinû diwestin demê li ber televîzyonê derbas dikin. Adeta‏ ‏temaşekirina televîzyonê hema hema dibe‏ ‏tiryak,‏  wek ‏koletî. Zêde derbaskirina dema xwe ya li ber televizyonê‏ ‏bandoreke neyînî li pêşkeftina derûnî ya‏ ‏mezinan û zarokan dike.‏

‏Em pêşî li ser xetereyên ber televîzyonê bi giştî biaxivin‏ ‏û paşê bi taybetî li ser têkiliya di navbera televîzyon û zarokan de‏ ‏bisekinin.‏

‏Ji ber ku televîzyon her ku diçe malbat girtine,‏ ‏bûye sedem ku hemû cîhan li ser bandora televîzyonê ya li‏ ‏ser kesan bifikire û li ser vê mijarê lêkolînan bike. Li Rojava‏ ‏lêkolînên cidî tên kirin ku bandora televîzyonê ya di malbatê‏ ‏de wê bandoreke çawa li nifşên pêşerojê bike. Ji bo‏ ‏lêkolînkirin bê ka televîzyon li ser zêdebûna pirsgirêkên malbatî‏ ‏û hevberdanê bandorek heye an na, lêkolîn têne‏ ‏kirin. Bi rastî, delîlên cidî hene ku televîzyon di derketina‏ ‏nexweşiya Alzheimer de bi bandor e.

‏Wisa dixuye ku girêdayiya televizyonê, mîna tiryakiya‏ ‏cixareyê, dê di demek nêzîk de bikeve nav pirtûkên psîkiyatriyê.‏ ‏Temaşekirina zêde ya televizyonê qabiliyeta mirov ya ji bo‏ ‏konsantrekirinê xera dike û mejiyê wî tembel û pasîf dike.‏ ‏Ji ber ku televîzyon bêyî ku mêjî biwestîne agahiyan dide. Lê‏ ‏tişta ku mejî herî zêde pêş dixe ne axaftin û guhdarîkirin e,‏ ‏lê fikirîn û şîrovekirin e. Televîzyon van jêhatîbûnê kêm dike.‏

Lêkolîn nîşan dide ku piraniya mirovan rojane bi navînî 3-4‏ ‏saetan li televîzyonê‏ ‏temaşe dikin, lê di rastiyê de divê ev ji 2‏ ‏saetan derbas nebe. Di kesên ku rojê ji 2 saetan zêdetir li‏ ‏televîzyonê temaşe dikin de hin pirsgirêk derdikevin.‏

‏Ya yekem, televîzyon mirovan di derûnî de tembel dike. Ew‏ ‏pêşkeftina beşên mêjî yên ku bi şîrovekirin û ramanê ve‏ ‏girêdayî ne asteng dike. Ew şiyana mirov a şîrovekirin, ramana‏ ‏analîtîk, sentez û fêrbûna mirov di warê jêhatîbûna derûnî‏ ‏de kêm dike. Ew afirîneriya kesane dişewitîne. Ev rewş‏ ‏di zarokan de hîn zelaltir tê dîtin.‏‏

‏Bandora duyemîn a neyînî ya televîzyonê ew e ku zirarê dide‏ ‏têkilî û danûstandina di nava malbatê de. Ev rewş di nava malbatê‏ ‏de girêdana hezkirin, rêzgirtin û baweriyê qels dike û di nava‏ ‏malbatê de dîwarekî derûnî ava dike.‏

‏Bandora Televizyonê li ser Zarokan‏

‏Niha em dibînin ku televîzyon pêşketina derûnî û‏ ‏zimanî ya zarokan asteng dike. Em bi gelek zarokan re rû bi‏ ‏rû tên ku dema divê nikarin biaxivin, dema ku divê nikarin‏ ‏tîpan çêbikin û her çend 2,5 salî bin jî 5 peyvan dizanin.‏ ‏Dema em piçekî li ser mijarê lêkolîn bikin, diyar dibe ku dê û‏ ‏lênêrînê zarokê hemû rojê li ber televizyonê dihêlin û pê‏ ‏re napeyivin û di encamê de deverên mejî yên ku bi têkilîyê‏ ‏ve girêdayî ne di zarok de pêşve diçin. Bi destgirtin, lîstin,‏ ‏şikandin û hwd. Hişmendiyên motor ên ku ew ê fêr bibin‏ ‏pêş nakevin.‏

‏Ji bo ku zarok bibe xwedî pêşketina civakî, divê bi zarokên‏ ‏din re‏ ‏bilîze, dest deyne ser wan, bi wan re biaxive, yanî bi‏ ‏wan re bipeyve. Lêbelê, ev têkilî di zarokên ku bi berdewamî‏ ‏televîzyonê temaşe dikin de çênabe. Zarok tenê peyaman distîne‏ ‏û nikare tu peyaman bişîne. Bêbextî, nerazîbûn û tenêtî li‏ ‏zarokên ku timî dema xwe li ber televîzyonê derbas dikin de tê dîtin.‏

‏Bi taybetî‏ ‏jî hesta 7an kêm pêşketiye. Rastî di zarok de‏ ‏heya‏ ‏temenê ramana razber heye.

‏Ji ber ku dîtina wî tune ye, nikare ferq bike ka tiştên‏ ‏ku temaşe dike rast in an na. Zarokê ku li fîlmên ku‏ ‏tê de xwîn, şîdet û kuştin temaşe dike, nikare fêm‏ ‏bike ku ew xelet e. Tewra jî hene ku zarok ji‏ ‏ber bandora Pokemon ji balkonên xwe davêjin. Zarok nikarin‏ ‏xetereya li vir fêm bikin. Ji ber vê yekê, dema ku‏ ‏rewşek wusa çêdibe, ew dihizirin ku divê bi vî rengî‏ ‏were girtin. Ger hewce bike ku zarok li berhemên‏ ‏bi vî rengî temaşe bike, divê dê yan jî bav li cem‏ ‏zarok bin û diyar bikin ku tiştê ku dibîne xewnek‏ ‏e û ne rast e û di rewşên wiha de çi bike.‏

‏Di lêkolîneke ku li DYAyê li ser zarokan hat kirin de ji zarokan‏ ‏hat pirsîn: “Hûn dixwazin bavê we an jî televîzyon ji malê‏ ‏derkevin?” tê pirsîn. 70% ji zarokan dibêjin, “Televizyonê‏ ‏bihêle, bavê me bila derkeve.” Ev nimûne nîşan dide ku çiqas‏ ‏televîzyon li ser zarokê bandor dike. Ya girîng ev e ku meriv‏ ‏vê hêza bandorê ji neyînî biguhezîne erênî.

‏Divê çi bê kirin?‏

‏Me teqez kir ku televîzyon çiqasî bandorker e li ser zarokan.‏ ‏Di vê rewşê de, ya ku divê were kirin ev e ku meriv bi‏ ‏qasî ku pêkan bandorek erênî li zarok bike. Ji bo ku zarok‏ ‏kesayetiyeke saxlem pêşbikeve, di hawîrdora ku tê de mezin dibe‏ ‏de, pêdiviya wî bi dîsîplîn û hezkirinê heye. Di her malekê‏ ‏de divê hin rêgez hebin, ne rast e ku tu rêzik tune be. Divê di‏ ‏derbarê televîzyonê de jî ev rêgez bêne girtin û di derbarê‏ ‏televîzyonê de teqez hin sînor bêne danîn.‏

‏Encamên xirab ên temaşekirina televîzyonê di demek dirêj‏ ‏de xuya dibin. Pêwîst e bi van encamên ku di nihêrîna pêşîn‏ ‏de xuya nakin haydar bin û li gorî wê tevbigerin. Berpirsiyariya‏ ‏dêûbavbûnê hewce dike ku di vê mijarê de jî hesas bin. Divê‏ ‏malbat di temaşekirina televizyonê de bi bijarte û dîrektîf be.‏

‏Mezin bi piranî televîzyonê ji bo kêfê bi kar tînin,‏ ‏zarok jî ji bo têgihiştin û naskirina cîhanê bikar tînin.‏ ‏Televîzyon ji bo zarokan bûye amûreke perwerdeyê.‏ Tiştê ku zarok di wî temenî de fêr‏ ‏dibe, çi baş û çi nebaş, dikeve cîhana wî û di salên paşerojê‏ ‏de wek refleksekê derdikeve holê. Ji ber vê yekê, şaş e ku‏ ‏meriv bifikire: “Zarok li ber televîzyonê demek xweş derbas‏ ‏dike, û ez jî xwe rehet hîs dikim.” Divê neyê paşguh kirin ku‏ ‏zarok‏ ‏di wê kêliyê de hewl dide cîhanê nas bike û hewce dike‏ ‏ku peyamên rast werbigire. Divê dê û bav li hember vê yekê xwe‏ ‏berpirsiyar hîs bikin û zarok fêrî kîjan bernameyê bike û li‏ ‏kîjan bernameyê temaşe neke. Ya girîng ev e ku meriv vê‏ ‏mifteyê bide zarok û meriv bikaribe bi rast nîşan bide ka çi‏ ‏baş e û çi xerab e.‏

‏Di vê nuqteyê de mijara ku dê û bav ji zarokê re çawa mînak‏ ‏bidin, girîng dibe. Ger malbat tiştên ku zarok qedexe dike bike, têgihîştina‏ ‏zarokê ya ji heq û nerastiyê xera dibe. Heger zarok li jûreya‏ ‏teniştê pirtûk bixweîne û malbata wî “bi kêf” li bernameyeke ku jê re‏ ‏qedexe ye temaşe bike, bi awayekî xwezayî hişê zarok li wir dimîne.‏ ‏Ger dêûbav rêve bibin ku bernameyên nehewce temaşe nekin,‏ ‏ew dikarin tevgerek nimûne nîşan bidin.‏

‏Divê neyê ji bîr kirin ku televîzyon amûrek e ku ji bo naskirin‏ ‏û famkirina cîhanê tê bikar anîn. Televîzyon jî heke rast were‏ ‏bikar anîn dikare bikêr be. Ger zarok bikaribe bi rexneyî televîzyonê‏ ‏bikar bîne, televîzyon dikare bibe amûrek kêrhatî. Girîng e ku‏ ‏meriv hilbijartî be dema ku meriv wê bi rexneyî bikar bîne. Ger‏ ‏hûn rêbernameya bernameya televîzyonê bigirin û bi zarokê re diyar‏ ‏bikin ku divê kîjan bername were temaşe kirin û kîjan neyê‏ ‏temaşe kirin, sedemên vê yekê ji zarokê re vebêjin û tiştên ku hûn‏ ‏ji zarokê re dibêjin bi xwe bi cih bînin.‏Hewce nake ku ‏çareseriyek wek rakirin an qedexekirina televîzyonê bikin. Her wiha‏ ‏qedexe her tim meraqê çêdike, zarok bi dizî hewl dide televîzyonê temaşe‏ ‏bike û ew xirabtir dibe.

‏Berpirsiyariya malbatan ew e ku nîşanî zarokên xwe bidin ka meriv‏ ‏çawa hilbijartî ye û meriv çawa navgînek ku dikare hem bandorên‏ ‏erênî û hem jî yên neyînî, wek televizyonê, rast bi kar bîne – bi‏ ‏mînakkirina wan. Bi kurtî divê televîzyon me kontrol neke, divê em‏ ‏wê kontrol bikin.

Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Zarok çima zêde ji têlefonê hez dikin?

Zarok zêde telefonê (an ekrana smartfon, tablet, TV) hez dikin ji ber ku ev amûr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *