Piştî vê axaftina wezîr, nava hozanan de, milmil, pistepist, lepitandin û tevlîhevîyek çêbû. Hemû li bendê bûn ku dor bigihije wan. Hinek ji wan, hêdîka gavek dudoyan xwe şûn ve kişandin da herin. Di nav wan de tenê jinek, bi gavên şideh nîzing bû. Qazî, awirên Emer bi mereq dîtin û got:
—Ev helbestvaneke jin a Bûxarayî ye. Ji xwe re dibêje; Cîhan. Weke Dinyayê, weke alemê, Cîhan. Bûye sebebê gelî fesadiyan. Xwediyê çîrokên evînê, jinek ciwan û jinebî.
Dengê wî de hişyarkirin hebû. Lê carekî mereqa Emer zêde bûbû û çavên xwe ji jinikê nadan alî. Cîhanê, berûka xwe hinek vekiribû û lêvên wê yên bê boyax derketibûn holê. Dest bi xwendina helbesteke xweş kir. Di helbestê de yek carî jî navê fermanrewan neborî. Na, ji ber ku, ti derya ne layiqê wê avê ne ku ew ava Semerqend û Bûxarayê av dide û di kûrahiya çolê de winda dibe, pesnê wê avê, ava çemê Zerefşanê dida.
Nasir Xan, weke her wextî, çawa jê re bûbê adet, got:
—Te baş got, devê te bi zêr tejî bibe.
Cîhan, li ber sênîyeke fireh û li ser dirav tejî xwe tewand û zêr yeko yeko êxistin devê xwe de. Her kesî bi dengê bilind rahişt ijmartinê. İskek hatê û hindik mabû ku Cîhan ji ber îskê bixeniqe. Tiq tiq li civatê ket. Serî de heqan herkes zik û pişt bû. Wezîr ji bo jinik here cihê xwe işaretek dayê. Zêrên ji devê wê derketîn, çil û şeş dînar bûn.
Kesê nekenî, bi tenê Xeyam bû. Çavê wî mabûn li ser Cîhanê û li fêhmkirina hestên xwe yê derheqê wê de mijûlbû. Ev jinika, helbesta wê ewqas saf, gotina wê ewqas giran, û dilê wê ewqas wêrek, çawa çêdibûya ku li ber vê xelata biçûkxistinî de xwe ditewand, fêhm nakira. Cîhanê hêca berûka xwe negirtî piçek din jî hildabû û awirek dabû yê. Emer, ev awir girt, kişand hinavê xwe û xwest ku bimîne wê derê de. Ev dema kurt ku girse pê nehese, ji yarekî re demeke welê dirêj bû, weke heta hetayê bû. Xeyam, xwe ji ramana “du rûyên zemên hene” xelas nekir. Du rûyê zemên hene û du boyûtên wî. Dirêjahîya wî li rojê, firehîya wî li dildariyan hatiye.
Ev dema bê hempa, qazî bi dest dana çengê wî xera kir. Êdî zehf derengbû. Jinik winda bûbû û li holê bi tenê çarşefek mabû! Ebû Tahir dostê xwe li Xan da naskirin:
—Zanyarê Xoresanê yê herî mezin Emer Xeyam, di huzûra we ya bilind de ye. Ji wî re raza ti stêrk û ti giyayan tine.
Ebû Tahir, ne beytişe behsa tebabet û rimildariyê kiribû. Fermanrewan her wextî van her du beşan re eleqedar bûbûn. Ya ewul, ji ber tendurustî û parastina canê xwe, ya didoyan jî divîna çarenûsa xwe bizanibin!
Heqan, şabûne xwe anî zimên û rûmetdarîya xwe kifşkir lê wî ne nîyet bû vê rojê axaftinên zanyarî bike. Heqan, rewşa mêhvanê xwe nenirxand û got:
—Devê te bi zêr tejî bibe!
Emer veciniqî, şaşomaşo bû û rûyê wî qermiçî. Ebû Tahir, ev yek fêmkir û bizdiha. Redkirina fermanrewan, yê ew aciz bikira. Milê dostê xwe girt lê, mabû dereng. Xeyam bi dest axaftinê kiribû jî. got:
—Xanê minê mezin bila min bibexşînê, ji lew re ez rojî me. Ez nikarim tiştekî bêxim devê xwe.
—Ez ne şaşbim, heyva rojîyê vaye sê heftîye borî.
—Di remeznê de ez seferîbûm. Heta ez ji Nîşabûrê hatim Semerqendê, min rojî negirt. Min sond xwar ku piştî remezanê ez deynê xwe bidim. Kezeba Qazî qeta, yên hudur de xwe lepitandin. Tiştek ji rûyê fermanrewan nedihat fêhmkirin û ji Ebû Tahir pirskirin, baştir dît:
—Tu qaîdeyên ol çêtir zanî, zêr herin devê Xoce Emer de û derkevin, yê rojiya wî bişke?
Qazî, bi dengeke bê alî got:
—Heke temamî bê gotin, her tişta here dêv de rojiyê dişkîne. Carna bi şaşî zêr hatine daqurtandin jî.
Nasir, ev nêrîn pejirand lê hêca pê qayîl nebû bû. Li Emer fitilî û got:
—Bi tenê ji ber vê tu red dikî?
Xeyam, bêhnekî vesekinî paşê got:
—Sebebê wê, ne ev tenê ye.
—Bêje nexwe. Nehewceye tu ji min bitirsî.
Li ser vê gotinê, Emer ev çarîn xwend:
Ma xîzanî bû, ya ez anîm ba te
Heke daxaz piçûkbin, kes ne xîzan e.
Tu rûmetdar dikî yên rast û azat
Min tiştek navê, hêvîya dayîna rûmetê me.
Ebû Tahir, ji xwe re got:
—Hey te xwelî li xwe kirî Xeyam.
Ev gotin ne ji dil, ji tirsa gotibûn. Hêca dengê Heqan yê bi hêrs, ji guhê wî neçûbû. Vê carê nedizanî ka yê pêkbîne an na. Xan, hesko ketibe nav fikreke kûr de bê deng û bê tevger sekinî. Yên li dorê, wek hêviya peyveke ji devê wî derkeve, hêviya biryareke dardekirinêbûn. Welê sekinîbîn. Hinek, qeşmer li pey rêyên revê bûn.
Emer, ji vê şaşîtiya gelemperî firsetek dît û çavê wî li Cîhanê geran. Cîhanê pala xwe dabû stûnekê û rûyê xwe xistibû nava lepên xwe de. Gelo, ji bo Emer ditirsiya?
Soxînê xan rabû ser xwe. Ber Emer ve bi gavên şideh meşîya. Bi şideh hembêz kir, bi destê wî girt û pey xwe kişand. Dîroknasan halê nivîsand: “Efendîyê Maveraunnehîrê, ew qas rêz jê re digirt ku, ew her li ser textê xwe, li rex xwe dida rûniştandin.”
Dema ji qesrê derketin, Ebû Tahir got:
—Êdî tu û xan, hûn dostin.
Ew tirsa ku gava din qirika wî ziwa dikir çi qas xurt be, niha jî keyfa wî ew qas xurt bû. Lê Xeyam, xwe negirt û ev pirs jê kir:
—Te gotina; “Cîranên deryayê û dostên fermanrewanan çênabin.” ji bîr kirî ye?
—Deriyê ji te re vebiyî kiçik nebîne. Welê dixweye ku dahatûya te ya di qesrê de hatiye kifşkirin.
—Jiyana di qesran de ne gora min e. Yek xewna min, yek xwesteka min heye. Rojekî ez bibim xwediyê nêrîngehekî û bexçeyeke gulan. Di destê min de qedeh, li rex min jinek delal û heta hetayê li ezmanan binêrim û stêran bişopînim.
Ebû Tahir kenî û got:
—Hinge vê jinika helbestvan delal be, bese?
Ramana Emer bi tenê li ser wê bû, lê deng nekir. Gotinên ji devê wî derketana yê rewşa wî kifş bikira. Ji wê tirsê bê pêjin ma. Qazî, xwe ve hat û mijar guherand. Got:
—Ez ê tiştekî ji te bixwazim.
—Bi xwestekên xwe, her wextî ez te aciz dikim.
—Bila em welê qebûl bikin. Em bêjin hemberê wan de ez jî tiştekî ji te dixwazim.
Hatibûn derê malê û Ebû Tahir, li ser sofreyê domandina axaftinê pêşniyar kir:
—Ji bo te, planek a min heye. Derheqê pirtûkekî de. Qasekî dev ji Rubaiyatê berde. Ew ji bo min lêzokîyên dahîyekî ne. Esas tu di tib û astrolojî, matematik û fîzik û metafîzikê de serkeftî yî. Ez ne şaşbim, ji mirina Îbnî Sîna hir ve, kesê van mijaran ji te çêtir bizanibe tine. Ne rast e?
Xeyam, bersiv neda. Ebû Tahir domand:
—Ji ber wê, ez van beşan de pirtûkekî ji te dixwazim. Pirtûkeke bibe ya paşî û min divê tu îthafê min bikî.
—Ez zen nakim, di van beşan de bibe pirtûka dawî. Ji lew re, heta iro min qet nenivîsand, bi tenê min xwend û ez hînbûm.
—Rave bike.
—Em li yên kevin binêrin. Yewnaniyan, Hindiyan, Misilmanên ji beriya min. Van mijaran tevan de zehf pirtûk nivîsandin. Heke ez tiştên wan nivîsandî dubare bikim, ev kareke beytişe ye. Heke ez dijî wan binivîsim, ku min ev yek her tim xwestî ye, yên li pey min jî werin yê dijî min derkevin. Şûn tiştên zanyaran nivîsandîn ve yê sibê çi bimîne? Reşkirina yên ji pêşiya wan hatîn. Belko teoriya kesên din, ka çawa hilweşandine bê bîranîn lê ew teoriya wan avakirî jî ji alîyê hinek din ve yê were hilweşandin. Heta belkî yên şûnvetir tevzê xwe jî li wan bikin. Ev ji berê ve tê zanîn. Lê helbestê de rêzikek halê tine, yê paşî, qet yê ji berî xwe navêje, yê pey re jî yê ji berîya xwe! Helbest, rehet rehet sedsalan dimîne. Ji lew re, ez Rûbaîyatê dinivîsim. Tu dizanî di zanîstê de ez ji çi re heyran dibim? Ez wê de mezinahiya helbestê dibînim. Di matematîkê de tama gêjkirina hejmaran, di astronomiyê de, milmila gerdûnê ya bi raz. Lêbelê ji kerema xwe re, ji min re behsa ya rast neke!
Qaskî sekinî û paşê domand:
—Hinek rojan, ez li dora Semerqendê geram. Min li ser hin xirabeyan nivîsên êdî kes nikare bixwûne dîtin. Min ji xwe re got: “Ji bajarê berê yê li vê derê bilind dibûya şûn ve çi maye? Keyîtiyek çawa hebû, zanyarîyek çawa, zagonek çawa û rastîyek çawa? Qet.” Çiqas min biviya ez vî bermahiyî serobino bikim jî, min bi tenê li ser qafikekî rûyek, di bedena dîwarekî de qetek wêne didît. Vaye piştî hezar sal din, yê helbestên min ê reben jî halê lê werin. Cerikên şkestî, qetên wêneyan, bermahiyên cîhanê yê heta hetayê hatîn veşartin. Tiştên ji ber bajarekî mayîn, awirên helbestvanekê nîvsermest yên li ser bajêr gerandîn.
Ebû Tahir, çawa qibleya xwe şaşkiribe, ancaq got:
—Ez gotinên te fêhm dikim. Lê dîsa jî herhalde te navê tu helbestên bêhna meyê ji wan difûre, tu diyarî qaziyekî Şafiî bikî.
Emer, helwesteke bi minnet nîşan da. Wey çawa mo avê berde ser ereqê, welê nerm bû. Çend heyvekî piştî vê axaftinê, dest bi nivîsandina berhemeke giring a di derheqê hevkêşeyên kûpan de kir. Vê hevkêşiya cebîrî de, ji ya neyê zanîn re, bi Erebî digot: “tişt”. Ev peyv, di berhemên Îspanyolî de ji ber ku xay dihate nivîsandin, di demê de şêweya “X” girt û pey re jî, ji bo tişa neyê zanîn bû semboleke gerdûnî.
Xeyam, berhehema xwe ya li Semerqendê qedandî, îthafê piştvankê xwe kir: “Em, qurbanên serdemeke wisanin ku, zanyar bê rêz û bê ehtûbar bûne. Nav wan de, yên derfeta lêkolîneke rastîn dest wan bikeve gelek kêm in. Zanyarên serdema me, tiştên ku nizanin, yek jê derêxistina encamên şênber e. ji lew re, hêviya min nema bû ku kesek hinge tiştên li vê cîhanê diqewimin, ji zanist û çarenûsa mirovahîyê re jî eleqedar bibe, bibînim. Hingê yezdan, qazîyê mezin Ebû Tahir liqayî min anî. Min ev xebat bi alîkariya wî pêk anî.”
Xeyam wê êvarê, dema vegera koşka nava bexçe de ya ku êdî weke mala xwe bi kar tanî, gotibû piştî vê saetê ez nikarim binivîsim û ji lew re çira li rex xwe nebiribû. Van rojên heyva Şevvalê yên dawî de, heyv weke hîlaleke zirav bû lê welê jî tava heyvê, riya wî ronahî dikir. Piştî ji qesra Qazî borî, bi wezna lingên xwe gav bi gav meşiya û çend caran hindik mabû bikeve. Çiqilên darên bîşeng li rûyê wî diketin û li ser milên wî de diherikîn.
Dema gihat odeya xwe, liqayî gazindeke dengê şêrîn hat:
—Min digot qey tu yê zûtir werî.
Ev jinik ji serê wî derneketibû. Ji lewma dengê wê dihat guhê wî? Li pişt deriyê hêdîka girtî sekinîbû û dikira ku dîmeneke bibîne lê, beytişe. Hesko deng ji nava bîrê were, dîsa sehkir:
—Tu naştexilî, tu texmîn nakî ku jinek mehremiyeta mezela te xera bike. Li qesrê çavên me li hev ketin, lê Xan li wê derê bû û Qazî û tevahiya ehlê qesrê. Te awirên xwe zivirandin. Weke gelek mêran, te jî tayê revê girt. Ji bo jinikeke ji rêzê, mirov çima benikê çarenûsa xwe bikişîne? Ji bo jinebiyeke ji zimanê wê yê dirêj û navê wê yê xerab pêştir ti cihazên wê tineyî, çire rika Haqan bikişînî li ser xwe?
Emer, hesko ji aliyê hêzeke ne diyar ve li cihê xwe de hatibe rakutan. Ne dikariya bilepite û ne dikariya bipeyive. Cîhanê got:
—Tu tiştekî nabêjî. Ez çi bikim, ez jî ji xwe re diştexilim. Jixwe ya heta niha gav avêtî jî ez im. Piştî tu ji qesrê derketî, min derheqê te da agahî standin û ez cihê te fêr bûm. Bi hêceta, ez ê bimînim cem xizmeke xwe ya hevjîna zelameke Semerqendî yê dewlemend e, ji mal derketim. Ji ber ku gelî caran, ez li rex ehlê qesrê rêwîtiyê dikim, ez di haremê de dimînim. Hevalên min yê haremê de hez ji min dikin û divin ez derkevim derve, ji wan re agahiyan bînim. Min reqîp nahesibînin. Dizanin nîyeta min ne ew e ku, ez bibim jina Xan. Gerçî min dikariya ez Heqan xwe ve girêbidim, lê min ji nîzink ve dît ku jinên heqanan ka çi halî de ne. Ji ber wê ez naxwazim. Ji bo min jiyan, ji mêran giringtire. Ez jina mêr bim jî, ne jina mêr bim jî, Heqan tê diwanê û ji min dixwaze ku helbestan bixwînim. Dema min re bizewice, karê ewul yê min bêxe nava çar dîwaran de.
Yek gotina Cîhanê jî di serê Emer ê bi xurtî ji şaşbûniya xwe xelas bûyî de nema. Dema gotinên ewul ji devê wî derketîn, ne ji Cîhanê re an jî ji xwe re, hesko ji sihikekî re biştexile wisa ştexilî:
—Serdema ezebiya min û salên paştir de, zehf caran ez rasta awirekî an jî kenekî dihatim. Şevan ew awir, dibûn jin, lê tariyê de dibiriqîn û diçûn. Lê niha nava vê tariyê de, li koşkeke dererastî, li bajareke dererastî, tu jina bedew û hem jî helbestvan, xwe pêşkêşî min dikî.
Cîhan kenî:
—Pêşkêşkirin? Tu ji ku zanî? Te destê xwe neda min, te ez nedîtim û belkî tu min nebînî jî, ji lew re hêca tavê nedayî der, ez ê herim.
Nava tarî zilamatê de, xişxişa kumaşê hervîşim û bêhn tevlîhev bûbûn. Bêhna Emer çikiya, laşê wî ter bû û weke zarokeke saf pirsî:
—Berûka te hêca li ber rûyê te ye?
—Ji tarîhiya şevê pêştir, ti tişt li ser min tine.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…