Cureyek romanê : Mîkroroman

Di edebiyatê de gelek cureyên romanan hene. Yek ji wan cureyan jî mîkroroman e. Min berê derbarê mîkroromanê de gotarek nivîsîbû. Lê, mirov derbarê mijarek de çiqas zanibe jî zanebûna mirov kêm dimîne û her ku tiştên nû fêr dibe, zanebûna mirov zêde dibe, berfereh dibe.

Min di gotara xwe de mîkroromanê wek kurteroman binav kiribû. Lêbelê ez paşê fêr bûm ku Amerîkî û Ewropî jê re mîkroroman dibêjin. Rus jê re ”povest” dibêjin, hinek ewropî jî jê re ”novel” dibêjin. Hinek weşanxaneyên tirka bi tirkî jê re dibêjin ”kisa roman” Hesenê Metê ji bo wê hertim peyva ”Novel” bikar tîne. Ez û hinek nivîskarên kurd em  jî dibêjin ”kurteroman” û weşanxaneyeke kurdî jî gotibû ”romançe”.

Di ferhengên ewropa û amerîkayiyan de tarîfa mîkroromanê weha tê kirin : ”Cûreyek vegotinê ye ku ji romanê biçûktir, ji çîrokê mezintir e û bi berfirehî mijarekê vedihewîne.” Ev tarîf tam li gorê kurteromanê ye.

Novel û çîrok heman tişt nîn in. Nivîskarê rusî Yurî Drujnîkov dibêje: ”Hinek dibêjin novela çexov. Lê belê, Çexov bi tevayî çîrokvan e. Çexov li gorî O.Henri novelîst nîn e, ew bêtir çîroknivîser e.” li gor teorîsyenên edebiyata rusî Belînskî jî ”Kurteçîrok ji kurteromanê sadetir e û binecure ye, ango cureyek di bin kurteromanê de ye.”

 

Hêvîdariya  ku di sedsala me ya nû de eleqeyek berfirehtir ji romana mîkro re bê nîşan dan heye.  Ew xwedan çarçoveyek hunerî, edebî ya bêhempa ye. Mijara sereke ya romanê dikare bi enerjiya berhevkirî û kurtebirî veguhezîne ser kaxezên nivîsandinê û bi cureya mîkroromanê were pêşkêşkirin.

Mîkronovel rastiya roja me ye, daxwaza dema me ya bi lez û bez e, şêweyek xurtkirî ye. Di dersên edebiyatê ên zankoyan de mikroroman wek cureyên din ên edebî tê fêrkirin. Êdî di înternet û kompîturan de mîkroroman têne xwendin. Gelek mîkroroman kirine bideng. Romana min a bi navê ”Paradîs” jî mîkroromane û bi deng hatiye xwendin.

Roman tê wateya ronîkirina civaka hemdem/nûjen  di wêjeyê de, eşkerekirina gelek bingehên veşartî yên ku bi awayekî bêhiş hatibûn veşartin. Destpêka geşbûna romana rusî bi saya puşkîn û destpêka geşbûna romana kurdî bi saya Areb Şemo û Mehmet Uzun  destp pê kir û paşê geş bû. Niha ber bi kamiliyê, dewlemendbûyinê ve diçe û her diçe dewlemend dibe. Romana kurdî jî bi giranî û wek hejmar herî pir weke mîkroroman tê afirandin.

 

Çavkanî :

Yurî Drujnîkov – Pexşana nûjen û çanda nûjen.

L. Tîmorfeyev – Teoriya lîteraturê.

A. Natîmov – Dersên Maupassant.

Victor Terras – Lîteratura rusî

Û Ansîklopedia kurtewêjeyê.

 

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *