Nûbiharê salnameya xwe ya 2024an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û …
Read More »Berhema nû ya nivîskar û helbestvan Selim Temo derket
Pirtûka nû ya helbestan a nivîskar û helbestvan Selîm Temo “112 Hesp û Xezele ” hat weşandin. Selîm Temo, du sal piştî çapa pirtûka xwe ya bi navê “Pûnga li Bajêr”, pirtûkeke nû ya helbestan çap kir. Navê pirtûka Temo “112 Hesp û Xezelek” e û besta xwe ji hespên dîrok …
Read More »Ji Nûbiharê Kitêba Dîrokî:Tarîxa Meyafarqînê
Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye. Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek …
Read More »Ji Bo Zarokan Pirtûkek hêja: Bilûrvanê Gundê Bimişk
Serê xelkê gundê Hamelînê, ji ber îstilaya mişkan di belayê de ye. Li her derê mişk hene û hemû xwarinên gundiyan dixwin. Navê gund, bi awayê “Gundê Bimişk” derdikeve. Xelkê gund, diçin vê rewşê li ba mixtarê xwe gilî dikin. Mixtar û azayên xwe dikin-nakin nizanin dê çareyeke çawa bibînin. …
Read More »Ji Weşanxaneya Nûbiharê Du Kitêbên Nû
Du Sêwî (Çîrok) Suleyman Demirkol Kî Ye? Suleyman Demirkol, di sala 1951ê de, li bajarê Amedê, navçeya Çermûgê, li gundê Tilenderê hatiye dinê. Li gundê wî dibistan tunebû. Dema ew li dibistana mamostetiyê pola sêyemîn bû, hîn li gundê wî dibistan vebû. Ji ber ku li gundê wî dibistan tunebû, …
Read More »Ji Nûbiharê Pirtûkeke hêja Dengbêj Zahiro
Dengbêj Zahiro sala 1950an li gundê Kinyada Farqînê yê li ser bajarê Amedê hatiye dunyayê. Zarokatiya wî li gundê Kinyadê derbas dibe. Di 15 saliya xwe de bi malbatî berê xwe didin bajarê Mûşê, gundê Pîranê yê li ser navçeya Kopê û jiyana xwe li wir berdewam dikin. Zahiro di …
Read More »Amîn Maalouf kî ye?
Amîn Maalouf di sala 1949an de li Lubnanê ji dayik bûye. Kurê malbateke xiristiyan e. Aborî û civaknasî xwendiye. Paşê dest bi rojnamegeriyê kir. Ji sala 1976an ve li Parîsê dijî. Di weşanên cuda de wek qunciknivîs û rêvebir xebitî. Îro tenê pirtûkên xwe dinivîse. Di berhemên xwe de bi awayekî serketî efsaneyên çandên Asya û …
Read More »Mele Elîyê Baqûstanî û Dîwana Wî
Diwana Mele Elîyê Baqûstanî ku ji 3 xebatên destnivîsên wî pêk tê, bi edîtoriya Mamosteyê Beşa Ziman û Wêjeya Rojhilat a Fakulteya Zanist û Wêjeyî a Zanîngeha Çewlikê Prof.Dr. Mehmet Zahir ERTEKÎN ve hat amadekirin û di weşanxaneya Wezareta Çand û Tûrîzmê de hat weşandin. Prof. Dr. ERTEKÎN, di derheqê …
Read More »Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn Fanî û Mesûd Fanî
Pêşgotin Min di zarokîya xwe de bi navê “Çarpık Rön”, kitêbeke ji çîrokên Léon Lambry xwendibû. Di wê çîrokê de digot; “Dema ku birûskek li dara mazî bixe, dar bi xwe têkdiçe lê koka wê her zindî dimîne. Her çi qas ku sal pêda diçin, dara mazî li ser wê …
Read More »ŞEREFNAME TEWARÎXÊ QEDÎMÊ KURDISTAN
Nivîskar: Şeref Xan Werger: Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) Amadekar: Seîd Dêreşî Şerefname jêdereke esasî ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn. François Bernard Charmoy -ku wergêrê Şerefnameyê yê bal Fransî ye- derbarê …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…