Ji Weşanxaneya Nûbiharê Du Kitêbên Nû

Du Sêwî (Çîrok)

Suleyman Demirkol Kî Ye?

Suleyman Demirkol, di sala 1951ê de, li bajarê Amedê, navçeya Çermûgê, li gundê Tilenderê hatiye dinê. Li gundê wî dibistan tunebû. Dema ew li dibistana mamostetiyê pola sêyemîn bû, hîn li gundê wî dibistan vebû. Ji ber ku li gundê wî dibistan tunebû, wî li gundê Qerto, ku ji gundê wan çar kîlometro dûr bû, dest bi dibistana seretayî kir. Ew peyatî diçû gundê Qerto û dihat. Ji pola duduyan heta pola pêncan jî, li Çermûgê li Seretayiya Dibistana 27ê Gulanê xwend. Ew jî deh kîlometre dûrê gundê wî bû. Wî sala 1964an li navçeya Erxenî ya li ser Amedê ye dest bi Dibistana Mamostetiya Dîcleyê kir û di sala 1970ê de dibistana mamostetiyê qedand. Ji ber ku wî Dibistana Leylî (şevînî) ya dewletê de xwendibû neh salan bi mecbûrî xizmet kir. Salên dirêj li bajarên wekî Amed, Kocaelî û Stenbolê mamostetî kir. Niha malnişîn e û li Amedê dijî.

Berhemên wî yên çapkirî:

Zor Olanı Başarmak (Kent Işıkları 1. Baskı: 2015, 2.Baskı: 2023)


 

Jiyanek Dijwar (Nûbihar, 2018)

Nexweşxane (Roman)

Mezher Bozan Kî Ye?

Mezher Bozan di sala 1957an de li gundê Heramreşê ku li ser Qosera Merdinê ye ji dayik bûye. Li Hewaga Rihayê û navenda Mêrdînê dest bi dibistanê kiriye. Xwendina xwe li navenda Edenê kuta kiriye. Di dema ku li hemû welat tevlihevî hebûye de li Stenbolê zanîngeh xwendiye. Du salan li Depa (Karaqoçan) Elezîzê mamosteyiya Îngilîzî kiriye. Piştî du salan sirgunî Kebana Elezîzê bûye. Çar mehan şûnde ji vir jî sirgunî Eflaniya Zonguldakê dibe. Mezher Bozan 36 sal berê, tevî malbata xwe çûye Swêdê û li wêderê bi cih bûye. Heta niha bi Kurdî,Tirkî û Swêdî 27 berhemên wî çap bûne. Zewicî ye, du keç û du kur 4 zarokên wî hene…

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply