Amîn Maalouf kî ye?

Amîn Maalouf di sala 1949an de li Lubnanê ji dayik bûye. Kurê malbateke xiristiyan e. Aborî û civaknasî xwendiye. Paşê dest bi rojnamegeriyê kir. Ji sala 1976an ve li Parîsê dijî.

Di weşanên cuda de wek qunciknivîs û rêvebir xebitî. Îro tenê pirtûkên xwe dinivîse.

Di berhemên xwe de bi awayekî serketî efsaneyên çandên Asya û Rojhilata Navîn ên ku ew baş nas dike dinivîse.

Wî bi pirtûka “ Xaçparêzên Bi Çavên Ereban ” ku di sala 1983an de hatiye çapkirin, nav û deng daye. Wî Xelata Dostaniya Franko-Ereb ji bo “Leoyê Afrîkî” ku di sala 1986an de hate weşandin, wergirt. ” Zinarê Tanios “, ku di sala 1993 de hate çap kirin, Xelata Goncourt wergirt. Pirtûkên wî li çar aliyê cîhanê bi gelek zimanan hatine wergerandin û bi mîlyonan nusxe hatine firotin.

Çandname

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *