Nûbar: Yekemîn Çîrokên Kurmancî Yên Modern

Lokman Polat

Nûbar navê pirtûka Wezîrê Nadirî ye.  Nûbarê ji tîpên kirîlî Mehmed Emîn Hêvîdar kiriye tîpên Latînî/kurdî. Pirtûk di nav weşanên Nûbiharê de di sala 2016an de li Stenbolê derketiye. Pirtûk  213 rûpel e. Tê de orîjînala çapa pirtûkê a yekem, çapa resen a di sala 1935an de hatiye çapkirin jî heye. Di pirtûkê de di derbarê jînegeriya nivîskarê pirtûkê Wezîrê Nadirî de aagahdarî heye. M. E. Hêvîdar ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsiye û gelek agahdariyên berfereh dide xwendevanan.

Di agahdarî û pêşgotina M. Emîn de gelek tiştên balkêş ku mirov nizanibû hene. W. Nadirî bi 6 zimanan zanê. Demeke dibe serokê îstixbarata Rusyayê ya beşa Îranê. Ew Stalîn ji kuştinê, ji çalakiyeke suîqastê xilas dike. Yanê Stalîn bi saya Wezîrê Nadirî ji kuştinê xilas dibe. Gotinek heye dibêjin başî bike xirabî bibîne. Stalîn bi saya vî kurdî ji kuştinê xilas dibe, lê paşê xezeb li ser serê kurdan radike. Kurdên Kafkasyayê sirgûnê komarên federe yên Sovyetê dike, ji bo kurdan ji hevûdu  cuda bikin, têkiliyên di navbera wan de qut bikin wan sirgûnê Asya navîn, Kazakîstanê, Ozbekîstanê, Turkmenîstanê, Kirgîstanê,  Tacikîstanê û hwd dikin. Di riya sirgûnê de , di vagotên trênan de, gelekên wan di riya sirgûniyê de dimrin.

Stalîn Li Tahranê bi serokê Amerîkayê û serokwezîrê Brîtanyayê re  peymanên dizî û eşkere çêdike. Ew dibe sedemê têkçûn û xirabkirina komara Kurdistanê a li Rojavayê Kurdistanê û komara Azerbeycana rojava. Stalîn ji serokê Amerîka û Îngilîza re dibêje Romanyayê bidin min ez jî Îranê bidime we. Weha jî dibe. Îngilîzên ku herdem li dijê kurdan in û di şerê yekemîn ên cîhanê de nehêştin dewleteke kurdan were damezrandin, û wan bi destê xwe ji areban, farisan û tirkan re dewlet damezrandin, komara T.C bi destê îngilîzan hate damezrandin. Di şerê cîhanê ê duyemîn de jî nehêştin ku kurd bibin dewlet. Li başurê Kurdistanê jî piştî referanduma serxwebûna başurê Kurdistanê jî dîsa Îngilîzan nehêştin ku li başur Kurdistaneke serbixwe were damezrandin.

Ev pirtûka çîrokên nûjen yekemîn pirtûka çîrokên kurdî yên nûjen e. Heta niha weke çîroka modern a kurdî çîroka  Fuad Temo ya ku di kovara Rojî Kurd de hatibû weşandin dihat zanîn. Lê wekî ku Mehmed Emîn Hêvîdar di pêşgotina pirtûka Wezîrê Nadirî Nûbarê de dibêje: “hinek kes dibêjin hîkayeya Fuat Temo di Kurdiya Kurmancî de, di hemû zaravayên kurdî de çîroka yekemîn e. Lê gorî qenaeta min ev yekemînbûna wê ne rast e; çimkî, dema ku meriv wê dixwîne meriv dibîne ku ji hîkayeyê bêtir dişibe xewrojkan *masal, çîrok, tale(. ji aliyekî din de ku ev gelek muhîm e, çîroka F. Temo nîvco ye. Çimkî Fuad Temo bi xwe jî dibêje dawiya çîrokê heye.. lê belê, dawiya çîrokê, ango beşa wê ya din, ne di hejmara Rojî Kurd a duyemîn de, ne jî di hejmara sêyemîn de derdikeve……Di pirtûka wezîrê Nadîrî Nûbarê de 7 şîrokên modern hene. dema ku mirov li hunandina hîkayeyan dinêre, li vegotin û têkiliyên lehengan dinêre; meriv bi awayekî zelal û eşkere dibîne ku hîkayeyên W. Nadirî, hîkayeyên modern ên di asta Ewropayî de ne.“

Derbarê navlêkirinê de ji bo çîrokê hinek çîrok, çîrçîrok, hinek hîkyat, hîkaye, hinek novel û hinek xebroş dibêjin.  Çîrokên nûjen û xebroş heman tişt nîn in. Di navbera çîrokên modern û klasîk de jî ferq hene.

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Ziman û Nivîs: Nexşeya Ramanê û Lengerê Nasnameyê

Di dîroka şaristaniyê de, ziman ne tenê amrazeke peywendiyê ye; ew nexşeya ramanê û bingeha …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *