Mirovek ketibû rêya xirab, her tim gunehan dikir. Pîştî demekî laqî mirovên qenc bû. Bi wan re sohbet kir. Ev ehlên rêya Xwedê jê re dua kirin. Hêdî hêdî nefsa xwe bi exlaqên xweş perwerde kir. dev ji karên xirab berda. Êdî guh neda hewa û hewesên xwe. Lê xelqê dîsa jî di heqê wî de zimandirêjî kir, ji bo wî gotinên nexweş gotin.
Xelqê di heqê wî de ewqas gotinên nexweş gotin taqeta wî nema. Çû ji şêxê xwe re gilî kir. Dema şêx guhdarî kir giriya û got: Tu çewa şukrê vî ni’metê bikî? Ev zen û gotinên wan ji te re çêtir e û nimeteke mezin e.
Belê bi uzr û tobe dibe ku mirov ji ezabê Xwedê azad bike. Lê ne mumkin e mirov xwe ji zimanên însanan bifiltîne. Lê rexne û tehdeyê mirovan ji bo axîreta mirov çêtir e. Bi wan rexneyan gunehê mirov tên bexşandin.
(Sadullah Taşan, Ji Bo Aramiya Dilan Hîkmet Bi Hikayet)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…