Wêjegeh

November, 2016

  • 13 November

    Keysebaz

    tu ne ciwanekî eweqas sert û hişk bû da ku hêrsê te deynim bi nazik peyva xwarzî tu ne pir dîn bibû bi pêdviyên rojê re da ku bodlebûna te di gola hişîn werkim an qalçiqê teyî kirêt bigrom bi alav û lezgîniya kesekî naskirî li ser şanoyên cîhanê bi …

  • 12 November

    Pîra Gêzikçêker

    Hebû tune bû. Pîreke gelek feqîr hebû. Li malê gêzik çêdikirin, dibir difrotin û debara xwe pê dikir. Êvarekê dema ji çêkirina gêzikan gelek diweste axîneke kûr dikişîne. Dibêje: “Carekê mirov çi bixwesta daxwaza mirov bihata cih çi qas xweş dibû. Min dizanî min dê çi daxwaz bikira: xaniyekî nû, …

  • 11 November

    Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

    Destana Dewrêşê Evdî û evîndarîya Edûl a Paşê ; mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê destanê Kurdan yên herî navdar in. Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye, ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê …

  • 10 November

    Çîroka Ava Kaniya Xêrê û Civaka Kurd

    Di demekê de li Mesepotamyayê xêrxwazekî an ku  tucarêkî pez dibêje, bila xêra dê û bavê min be, kaniyeke avê çêdike. Li navbera du girên zuwa, bê av kaniyeke avxweş datîne  û derdorê wê ji bo karwan û rêwiyan amade dike. Ew tacirê xêrxwaz radibe, li ser wê kaniya xwe …

  • 8 November

    pîrê û rovî

    Hebû tunebû pîrek û rovîyek hebû. Pîrê her roj mangeya xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast. Rovî yek jî, her roj, bi dizi dihat mala pîrê û sire wê vedixwar. Pîrê meraq dikir: Gelo ew kî ye Şerê manga min vedexwe? Rojekê pîrê bivirekî tûj dike …

  • 8 November

    Dîkil Axa

    Hebû tunebû, pîreka cadûkar û dîkekî wê hebû. Rojekê pîrê gava mala xwe dimalişt serîyekî çortan li erdê dît, danî ser kulekê. Dîko çû nikul li seriyê çortanî da. Gava pîrê ev yek bihîst çû, şûnikek li qorrika Dîko da. Dîko jî nikul li çavê pîrê da. Pîra cadûkar berra …

  • 7 November

    Pirsname – İlhami Sidar

    Bi pirsan xwe vebêje (20 Pirs? – 20 Bersiv √ ) Peyva ku herî jê hezdikî? Îlhamî Sîdar:  “Pinpinik”   Van rojan kîjan stranî guhdarî dikî  Îlhamî Sîdar:  “Hewlêr, ji Hozan Serhad”   Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye  Îlhamî Sîdar:  “Azadî”   Tu ji bo çi dijî? Îlhamî Sîdar:  …

  • 7 November

    Cudatîya Navbera “Gelek” û “Gelekî”

    Peyvên “gelek” û “gelekî” bi sê awayan tên bikaranîn: 1)     Berî navdêrekê (noun). Di vê rewşê de peyva “gelek” tê bikaranîn û ew yekser navdêra li pêş xwe  pênase (tarîf) dike, taybetîyeke wê,  pirrbûn/gelekbûna wê dibêje. Li van mînakên  jêrîn binêrin: Gelek kes weha bawer dikin. Gelek xebat dihatin kirin. Li …

  • 6 November

    Çûk, dar û ava zêr (Çîrok)

    Bişev, Şehrezadê dest pê kir û çîroka, çûk, darê û ava zêr ji Şah re got. Demekê şahekî îranî, bi navê Xusrewşah hebû ye. Şah di zarokatiya xwe de, bihîstiye ku Harûnê Reşît wek mirovê xizan kincan li xwe dike û li nava gel digere. Xusrewşah ji wî aweyê wî gelekî hez kiriye. …

October, 2016

  • 31 October

    SALIHÊ KEVIRBIRÎ: DIXWAZIM SERDANA HEMÛ WELAT Û PARZEMÎNAN BIKIM

    Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî? Dema tiştek, nivîsarek, xebatek li ber destê min hebe û ez diqedînim. Hingê şûr simbêlê min nabire û kêfa gurê pîr dikim! Li aliyeke din gelek nasên min hene ku têkiliya min bi wan re di çarçoveya medenî û …