Wêjegeh

June, 2024

  • 11 June

    Roman û Metafor

    Hemû roman, ji pêkhateyênrojane û rasteqîn tên afirandin ango pêkhateyên romanê fêyza xwe ji jîyana resteqîn digire lê tiştên ku di romanê da tên vegotin ne rastî bi xwe ne. Mijar, dem, mekan û hemû pêkhateyên romanê di bîra hunermend da bi awayekî hostayane ji nû ve tê çêkirin. Metnên …

May, 2024

  • 12 May

    Xweda Yek e

    (Li ser şerên mezhebê hate gotin) Ey musulman ji xew rabe çava vek Çar alî tevbûye agir Şer û çek Ûmmet bûye hear bend heftê şeq Xweda yek e, Îslam yek e, Qur’an yek e   Şîî-Sunnî bûne dijmin û hember Hev dikujin, hev disojin dikin ker Bi deng û …

  • 11 May

    Mela Îbrahîmê Mixakomê û Waliyê Mûşê

    Bi navê Xweda yê Dilovan û Dilovîn Hemd ji Xweda ra û Selat û Selam liser Resûlê Wî be! Walî got mela şertên îslamê çendin? Mela got yek e! Min xwe negîhandê lê, rûsipiyên me gelek behsa Mela Îbrahimê Mixakomê dikirin. Mixakom gundek li deşta Mûşê ye. Mela Îbrahîm jî …

  • 9 May

    Êş – Bawer Agirî

    êş zarokên şengalê ne êş kenên ku li qiblegeha pîroz mane ne êş rûxandina warê bav û kalan e êş wêrankirina dîrokê li pêş çavan e êş qedexekirina jiyanê ye êş koçberî ye terk kirin e êş temaşekirina li êşan e êş pêxasên welatê min e êş ez im tu …

  • 3 May

    Tacîdara

    Tacîcîdara tacîdara Her roj li min hawar a Deriyê dergeha te me Mazûvanê çar sûwara   Mazûvanî xweş li min tê Her mêvanî geş li te tê Deriyê dergehê şid e Tacîdara reş li te tê   Tacîdara reş li xwe mek Tarîtîya reşk li me nek Derîyê dilî nede …

April, 2024

  • 25 April

    Qêrîna Xeyalên Pûç

    bextewariya min mîna avhewaya demsalan e carna diqefilim û dicirifim germ û dişewitim nerm û hişk dibim sar û dicemidim carna şîrîn û tehl dibim ciwan û kal dibim bi hêrs û sakîn dibim dilteng û bêhnfireh dibim carna wek stêrkên asîmana sayî diçirisim wek fenera bêfîtîl û perpitî vedimirim …

  • 19 April

    Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

    Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, ku ne rast bin jî, xweşiyê mirov diçin. Hinek dia yên me hene, ku qebûl bibin, em ê zêdetir bêbext bibin. Azadiya rastî; bindestbûna fikrên bilind e. Min, ne yê ku aqlê xwe neeciband dît, …

  • 18 April

    Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

    Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan da berbiçav ketibû û çend medalya sitendibûn, havîngehek ji xwe ra çê kiribû û dixwest ji goma heywanan ya kêleka havîngehê êlêktrîkê bikişîne. Lê hukumetê destûr ne dida. Û bona ku bikaribe bi ser keve, …

  • 17 April

    Folklor û Helbesta Modern

    Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. Gelek kes ji ber van nîqaşan di edebîyata modern da bikaranîna keleporên folklorîk wek karekî hêsan dibinin û naxwazin naveroka edebîyata xwe li ser hîmên folklorîk ava bikin, lê di edebîyata kurdî a modern da …

  • 17 April

    Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

    Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di warê zimanzaniya kurdî da bi taybetî vala ye lêkolînên liser rêzmana dîrokî ya kurdiyê ye. Pirraniya lêkolînan bi piştgermiya jêderên ne kurdî yên mîna nivîs û kevir-niviştên Pehlevî an zimanên dî yên ziman-malbata Hindûewropayî hatine …