Tenduristî

Derizandin û Şikandina Hestîyan

Hestî (bi latînî: Os), di laş da karê hilgirtina giranîya laşî dike. Di laşê mirovên gihaştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestîyên mirov çiqas tendurist û zexm bin jî gelek caran ji ber ketin, çerixîn, lêdan û hwd. diderizin, dişikên û ji cî derdikevin. Hestîyên diderizin, ji hev belav nabin …

Read More »

Ankîlozan Spondîlît (AS)

Ankîlozan Spondîlît (AS), nexweşîyeke ba (romatîzma) û movikan e. Bi êş e, domdar (kronîk) e, pêşve diçe, sedem nayê zanîn. Bi kurtasî “kulbûna hestîyê piştê (stûna bi movik)” ye. Ankîloz, “bi pevkelîna movikan re hişkbûna hestîyê piştê” ye. Spondîlît jî “kulbûna movikan” e. Sedemeke taybet ji bo ASyê tune ye …

Read More »

Tore (Retîna ya Çav)

Tore, torre an jî çîna tora çav (bi îngilîzî: retina) çîna navî ya çavê mirov e. Diwarê goga çavê mirov ji sê çînan pêk te. Çîna derve, çîna naverast û çîna navî. Çîna derve ji korniye, konjunktîv ( bi îngilîzî: conjunctiva) û reqe (spîka çav) pêk tê. Çîna naverast bi …

Read More »

Nexweşîya Alzheimerê

Nexweşîya Alzheimerê; bi kêmbûna erkên mejî re bi jibîrkirin, xurifîn (demans), hilweşandina kar û tevgerên rojane xwe eşkere dike. Alzheimer, nexweşîyeke kalbûnê/pîrbûnê ye lê kêm be jî di temenên ciwan de jî ji ber lêdan û hwd. dikare derkeve. Alzheimer, cara yekemîn ji alîyê bijîşk Alois Alzheimer hatîye pênase kirin. …

Read More »

Xwarinên Dil û Demaran Diparêzin

Mirinên ji nexweşînên dil û demaran di nava tevahiya mirinan de cihekî mezin digirin. Nexweşînên dil û demaran rasterast xwarinên ku em dixwin ve têkildar in. Ji ber vê yekê hilbijartina xwarinên dirist pir girîng e. Ez ê behsa xwarinên ji bo tenduristiya dil û demaran sûdmend bikim. Kakilê Gûzê …

Read More »

Vîtamîn û Mîneralên Sereke

Vîtamîn û mîneral madeyên bingehîn yên laşê mirov in. Her vîtamîn û mîneral xwediyê peywireke cûda ye. Kêmasiya vîtamîn û mîneralan, tendûristîya mirov dixe xeterêye. Ji bo tenduristiya xwe divê em bizanin kîjan vîtamîn çi peywirê dike kêmasiya vîtamînan  de çi pêk tê. Li gorî lêkolînên zanistî, yên xwarin û …

Read More »

Rê û Rêbazên Ciwanbûnê

Di demên dawî de rê û rêbazên ciwanbûne gelek populer in Wekî her deverê cîhanê, li welatê me jî, yên bala xwe didin estetîk û ciwanbûne roj bi roj zêde dibin. Di heyamê 30-40 salan de, di qada ciwankarîye de pêşketinên mezin qewimîn. Gelek alavên ciwankarîyê hatin îcad kirin. Rê …

Read More »

Rêjeya Zêrîn û Estetîk

Tiştê rûyê mirovekî xweşik dike çi ye gelo? Cîldekî xweşik? Çaven mezin ? Bişirîneke xweş? Belê vana hemû girîng in. Lê li gorî îndustrîya estetîkê bersiva vê pirsê, formûleke matematîke ye û ji 2500 salên jî te ye bikaranîn. Li Yewnanistanê 2500 salan berî niha ev formûla îro jê re …

Read More »

Demar

Demar, (bi îngilîzî:nerve) beşa demarekoendamê ye, demax û dirkepetikê bi hemû beşên laş ve girê dide. Di hinek ferheng û pirtûkan de ji dewsa lûleyên xwînê ( xwînber, xwînhêner û mûlûleyên xwînê), peyva demar an jî damar tê bikaraîn, lê ev şaşiyekî ye. Pêwendiya demar ne bi xwînê, lê bi …

Read More »

Leke û Dermankirina Lekeyan

https://youtu.be/a9X8ctB0CDY Lekeyên li ser rûyê mirovan pirsgirekeke berbelav e. Jêxilasbûna lekeyan ne hêsan e. Gelek rê û rêbazên kêrhatî hene lê ji van rêbazên yeke ku derdê herkesî re bibe derman nîn e. Sedemên Lekeyan Gelek sedemên lekeyan hene. Li ber tavê mayîn, sedema lekeyan sereke ye. Despêkirina lekeyan taybetî …

Read More »