Leke û Dermankirina Lekeyan

https://youtu.be/a9X8ctB0CDY

Lekeyên li ser rûyê mirovan pirsgirekeke berbelav e.

Jêxilasbûna lekeyan ne hêsan e. Gelek rê û rêbazên kêrhatî hene lê ji van rêbazên yeke ku derdê herkesî re bibe derman nîn e.

Sedemên Lekeyan

Cilt Lekeleri Nasıl Geçer?Gelek sedemên lekeyan hene. Li ber tavê mayîn, sedema lekeyan sereke ye. Despêkirina lekeyan taybetî piştê 30 salîyê pêk tê. Heta 30 salîyê lekeyên çêdibin xwe xwe jî jê diçin an bi hêsanî tên derman kirin, lê lekeyên piştê 30 salîyê çêbûyî hêsanî jê naçin.

Ji xeynî tîrêjên tavê, ducanî, bêaramîya hormonên zayendî, zû bi zû kîlo kêmkirin û zêdekirin, îxtiyar bûn, hinek birîn, pirzik, operasyonên saxlemiyê û bikaranîna hinek dermanan jî dibe sedema lekeyan.

Dermankirina Lekeyan

Cilt lekeleri nasıl oluşur? Cilt lekeleri nasıl geçer? İşte ...Berî dermankirinê divê em bizanibin demsala havînê ji bo çareserkirina lekeyan ne guncav e û pêwîste ku dema tedawiyê em  xwe ji tavê biparêzin û kremên dijtave bikarbînin. Ji ber ku dermankirineke lekeyan Standardeke tune ye divê tedawi li gorî nexşerêyeke/algorîtmayekê were kirin. Ewil bi dermanên erzan an rêbazên hêsan dest bi tedawiyê bikin û eger leke jê neçê derbas tedawiyeke din bikin.

Kremên Spehîbûne

Di naveroka kremên spehîbûne de hîdroqoînon, nîasînamîd, azeleîk asîd, retînoîk asîd vîtamîna E û C, avşolka sûse heye. Kremên spehîbûne bi şev tên bikaranîn. Bandora van kreman piştê 2-3 mehan dest pê dike. Kremên spehîbûne hilberîna pîgmentên çermê mirov kêm dikin. Ji bo lekeyên sivik û serveyî kêrhatî ne.

Pîlîng an Qeşartina Cild

Bi alîkarîyê hinek solûsyonên asîdî(kezab), çerm te qeşartin. Tebeqayên çerm yên  serveyî  bi asîdan tên rakirin. Piştê qeşartinê, tebeqeyên çerm yên bini de saxlem mayî, çerm ji nû ve ava dikin. Çermê nû çêbûyî spehîtir e leke jî kêmtir în. Qeşartin nêzîkî 10 deqîqeyan didome, ne zêde bi êş û şewat e. Ji bo encameke baş hewcedariya 5-6 seansan heye.

Lazer

Thulium Lazer | Nets - Güzellik ve Estetik içinJi bo jêbirina lekeyan gelek cureyên lazerê tên bikaranîn. Hinek lazer pîgmentên di nava çerm de tahrîp dikin hinek jî çerm diqaşertînin. Rêkara/proçesa lazerê seans seans tê kirin. ji bo encameke baş divê 4-5 seans bên kirin. Di nava civaka me de qenaetek heye “heger tiştek bi lazerê tê yê çekirin, encam bêqisur e” lê rastî her tim ne wisa ye. Li gorî tecrûbeyên min lazer jêbirina lekeyan de pir ne serkeftî ye.

PRP

PRP di demên dawî de populer bû ye. PRP kurtenave Platelet Rich Protein e. PRP ji xwîna mirovan tê amadekirin. Ewil xwîn ji mirov tê girtin. Di dûda ev xwîn bi alîkariya makîneya santrîfuje têt santrîfujkirinê.

PRP nedir?

Piştê santrîfujkirina xwîne xirolkên sor û spî di binê(jêra) tûpde, platelet di navenda tûp de plazma jî di jorê tûp de kom dibin. Beşa di navenda tûp de ya ku platelet lê kom bûyî PRP ye.

Bi alîkariya derzî û şiringeye  PRP ji beşên din yên di tûpê xwînê de tê veqetandin. Edî PRP amade ye ji bo enjektekirina(tetbîqkirina) bine çerm. PRP seans seans tê kirin. Ji bo encameke baş hewcedariya 5-6 seansan heye.

Mezoterapî

Mezoterapi, Mezoterapi Tedavisi - Este Life Sağlıklı Hayat PolikliniğiMezoterapî; Tetbîqkirina an jî ênjektekirina vîtamîn, mîneral û dermanan bona çerm e. Şiklekî dermankirine ye, Bi derziyan serûm û dermanên pîgmenta kêm dikin tên enjektekirin. Seans seans tê çêkirin. Ji bo encameke baş hewcedariya 5-6 seansan heye.

Rojane vexwarina çaya şîn/kesk û xwarina mêvîjên reş jî ji bo kêmkirina lekeyan kêrhatî ye.

 

Dr. Rodî Zanyar

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply