Forum

Fermana Kuştina Şihabedînê Suhrewerdîyê Feylesofê Kurd

Suhrewerdî demekê derketiye geşt û gerên dûr û dirêj, di wê navberê de li Îranê, Diyarbekir û Enedolê rêwitiyê kiriye û di dawiyê de li Sûrî, xwe gihandiye bajarê Helebê. Heleb wê demê di bin serweriya Zahîrê kurê Selahedînê Eyûbî (Sâlah ad-Din al-Eyyûbî) de bû. Zahîr, bi xweşî pêşwaziya wî …

Read More »

Ji Pirtûka Gulîstanê

Derwêşekî ku duayê wî qebûl dibû li Bexdayê hebû. Heccacê Zalim jê agahdar kirin, Heccac ew vexwend û got: “Duayekî xêrê ji min re bike!” Got: “Xweda, ruhê te bistîne!” Heccac got: “Ji bo Xwedê ev çi dua ye?” Got: “Ev hem ji te re, hem jî ji hemî misilmanan …

Read More »

Helbestvanê Kurd Seyda Cigerxwîn!..

(1903-22 Kewçêra 1984) Seyda Cigerxwîn di sala 1903an de bi navê Şexmus Hesen li girêdana Gercûşê li navçeya Gundê Hesarê çavên xwe li dinê vedike. Dema şerê cîhanê yekemin di sala 1914an de destpêdike, ew bi malbeta xwe ve derbasî binxetê dibin û li Suriyê bajarê Amudê cîhwar dibin. Di …

Read More »

Destana Destan

piştre bi sê awiran li pênivîska xwe ya tijî çîrok mêzand a li navbera rûpelên nîşenivîska virtûvala ji xîzaniyê tariyeke zilqemirî melisîbû li hewaya sikîsar li ser bajarokê şilûşîn piştre min li xêzên li kefa destê wî yê rastê kûr û dûr mêzand   – Xêza temenê te dipdirêj e …

Read More »

Ziman û Ruhê Wergerê

Wergera ji zimanekî bo zimanekî din, yek ji rêbazên danûstandinê yên di navbera çand, huner, wêje û zanistê de ye. Dikarin bêjin ku werger, ji destpêka bikaranîna nivîsê heta roja me ya îro, parçeyekî girîng ê şaristaniyê ye. Tabletên Sumeran wek wergera destpêkê tên binavkirin û bi rêya wergera ji …

Read More »

Xebata Gundiyan, Ziman Û Çand

Dema peyama edîtorê Kovara Çandnamê mamoste Dilazad A.R.T bi rêye telefonê giha min, ku daxwaza nivîsekê bi Kurdîya Kurmancî ji min dikir, min ne dixvest daxwaza wî bişkînim. Lê di derbarê nivîsê de ez ê ne gelekî wêrek bûm. Mamoste carek dudo dî jî ev daxwaza xwe dubara kir. Bi …

Read More »

Û Zevîya Çandî Kire Sîlos…

Zulmeke mayîn jî ji bîra min naçe. Îdî dawya salê 1940-î bû. Halê gundya gelekî giran bû. Derbaharê hinek diçûne bajêr dixebitîn, wekî karibin wextê gîhadirûnê û nandirûnê parî nanê wan hebe. Cînarekî me jî çûbû bajêr dixebitî. Îdî destbi gîhadirûnê bûbû. Zevya kele girtibûn, lê ew hela nehatibû. Zevya …

Read More »