Helbestvanê Kurd Seyda Cigerxwîn!..

(1903-22 Kewçêra 1984)

Seyda Cigerxwîn di sala 1903an de bi navê Şexmus Hesen li girêdana Gercûşê li navçeya Gundê Hesarê çavên xwe li dinê vedike. Dema şerê cîhanê yekemin di sala 1914an de destpêdike, ew bi malbeta xwe ve derbasî binxetê dibin û li Suriyê bajarê Amudê cîhwar dibin. Di sala 1946an de Cigerxwîn diçe li bajarê Qamişloyê. Di wan salan de li ber destê mileyên Kurd hînî ola islamê dibe. Wextekê jî di mizgeftan de dibe mela!

Di wan salande li bin xetê rêxistinek Kurdan ava dikin. Di wê rêxistinê de wek serok Cigerxwîn û cihgirt jî hevalê xwe ronakbîrê Kurd Memduh Selim têne hilbijartin. Dr. Kamuran Bedirxan, Cigerxîn, Celadet Bedirxan û Memduh Selim çalekiyên rêxistinê ewna pêşda dibin.
Dr. Kamuran Bedirxan, Cigerxwîn, Celadet Bedirxan û Memduh Selim
(ji aliyê çepê berbi rastê)

Di sala 1948an de Cigerxwîn dibe endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Di sala 1949an de cara yekemîn Cegerxwîn tê girtin. Di sala 1950î de Cigerxwîn dibe endamê Civata Aştîxwazên Sûriyê û di nav wê de kar dike. Di sala 1954an de Cegerxwîn ji hêla komûnîstan ve dibe namzadê parlamenta Sûriyê.

Di sala 1957an de Cigerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cigerxwîn û hevalên wî rêxistina Azadî saz dikin. Paşê xwe fesih dikin û tev li nav refên Partiya Demokratî ya Kurd dibin. Di wir de bi Osman Sebrî ve jî tev kar dikin.

Di sala 1959an de Cigerxwîn diçe Iraqê û sê salan li wir li Zanîngeha Bexdayê de di Beşa Kurdolojiyê de dibe mamosteyê zaravaya Kurmancî û dersên Kurdî dide. Di sala 1962an de hukûmeta Îraqê Cigerxwîn di zanîngehê de dikin der û ew û zarokên xwe ve dîsa vedigerin Sûriyê.

Di salên 1963an û 1973de di navbera Sûriyê û Iraqê de tê û diçe. Hin caran jî tê girtin. Di sala 1973an de diçe Libnanê û li wir dîwana xwe ya sisyan Kîme Ez çap dike. Di wan salan de pirtûkên xwe yên bi navê Salar û Mîdya jî têne çap kirin. Di navbeynê Sûriyê û Libnanê de çendek car diçe û tê.

Seyda Cigerxwîn di sala 1979an li welat derdikeve diçe Ewrupayê! Li Fransa, Elmanyê demek dimîne, paşê diçe Swedê 5 salan li wir dijît. Sala 1981ê, li Newroza li Berlîna Rojava ya di salona bi navê ”Neue Welt” de Cegerxwîn jî wek Aram Tigran û gelek hozanên Kurd yên navdar di wê Newrozê de beşdar bûyî bûn. Newroz bi rêva birin û teknîka wê re birêz Husên Erdem mijûl dibû. Paşê rêvabirên Komkar û Partiya Sosyalîst ew ji nav rêxistinan dûrxistî bûn. Birêz Erdem gelek têgîhiştî bû. Ji berku berê endamê TKP û rêvabirên “Bizim Radyo” bû. Wek pir kes di wan salan de bê sebep ji rêxistinan dihatin dûrxistin an jî dihatin avêtin!.. Di. wan salande dewleta Tirk nasnane û pasporta Tirkiye ji dest min jî girtî bûn û paşê jî ez ji hemwelatiya Tirkiyê jî derxistim. Di wan salan de fermî ez Senetoya Elmanyê de mamoste bûm…

Bi tesîra hin hêzan dewleta Elman jî bi bîryara dadgeha bilind dixwestin min ji Elmanyê bavêjin. Karûbarên li navçeyê dibûn de ez kirî bûm berpirsiyar! Berpirsiyarên hêzên ez tê de rojekê ew rewşa min nepirsin! Serda jî 13 caran balyozxana Berlînê bi nivîskiî ez hatî bûm gilî kirin! Ew nûçeya Serok Balyoz M. Koza dema ifada min digirtin ji minra bi xwe got…
Di wan salan de Cigerxwîn dîsa bi ew komîteyên şaşetî dikirin re ji bo pirtûkên xwe werin çapkirin her bê deng dima. Qasî 20 pirtûkên wî KOMKAR dane çapkirin û weşandin. Pirtûka wî ya jiyana xwe nivisiyi “Jîne nîgariya min, 1995 Stokholm” de jî pir şaş dîtin hene. Lê ez bawer nakim ku ewna Seyda Cigerxwîn nivisîbin! Yên rêxistina Kurdan li dervayî welat têkbirin û bêtesîr hîştin mimkûne ku ew kara jî kirî bin!..

Dema Cigerxwîn li Berlinê Newrozê de bûyî mêvan bi 80 saliya xwe ew ser 100 kiloyî zêdetir bû. Ciyê ez tê de qatê 5 an û bê asansor bû. Heroj daketin û hilkişîna wî zehmetir dibû. Her mala karkerên Kurd dixwestin ku ew li malên wan jî bibe mêvan. Paşê malek di xaniyê wan de asansor jî heyî ew kirin mêvan û li wir jî çûye çendek malên dîn. Serboriyên xwe de gazinca xwe ji bo mala me nîşan daye ku malbeta me jî li dijî wê neheqiyê radiwestin û rexne dikin. Çawa dibe ku me ewqas xizmetê wî kir ku ew jî serboriyên xwe de nerazî bûna nîşan dike. Ji berku hemî malên Kurdan dixwestin ku dil û can Seyda Cigerxwîn bikin mêvan!..

Sala 1981ê li Newroza Berlîna Rojava Cigerxwîn bi çend xortên şoreşgerên Kurdistana Bakur ve
Di jiyana Cigerxwîn de du kesayetiyên Kurd wek Osman Sebrî û Prof. Dr. Jemal Nebez jî ji keseyatiya Cigerxwîn ne razî bûn. Ne razî bûna herduyan ji bo Cigerxwîn, digotin ku “wî ji bo mesleheta xwe ya şexsî nêzîkî komunistan bûye û zavayê xwe jî komunist e. Hevaltiya wî ya Sekreterê Partiya Komunîst ya Suriyê Kurdê ku bi nave Halîd Bexdaş ji bo ku partiyê sûd wergirtin bûye!” digotin. Wê demê Welatên Sowyet bi hêz bûn. Her kesî dixwest ku ji wê dewlelemendiyê sûd werbigire! Çi mixabin pir dewletên dagirker û faşist ji Sowyetê pir alikarî girtine ji xeynî Kurdan. Mînak: Saddam Husenê xwînrêj di destpêkê de heya roja xwe ya dawî ji welatên sosyalist alîkarî girtiye bi van alikariyan xwîna Kurdan rijandiye!.. Bi balafirên migên Sowyetê çiya û baniyê Kurdistanê hemî hatine bombabaran kirin!..

Di sala 1979an de Cegerxwîn ji Sûriyê diçe Ewrupayê. Paşê li Swêdê pênc salên xwe yên dawî derbas dike. Di 22.10.1984an de ew li bajarê Stockholmê diçe ser dilavaniya xwe. Gora Cegerxwîn li bajarê Qamisloyê di hewşa xaniyê wî de ye. Di aliyê dîn de keseyatiya min bi Seyda Cigerxwîn re heyî min ji 8 dîwanên wî bijarteyek amade kirî de wî jî alîkariya min kirî bû. Nêzîkî 200 helbestvanên Kurd ku yên di “Antolojiya Helbestvanên Kurd Yên Sedsala 20an” de min ciyekî taybet dayê Seyda Cigerxwîn. Ji bo vê ye ku di jiyana min de ciyê Osman Sebrî û Seyda Cigerxwîn ciyekî girîng digirin!..

Berhemên Seyda Cigerxwîn:
1. Dîwana yekem: Pirîsk û Pêtî, 1945 Şam
2. Çîroka yekem: Cîm û Gulperî, 1948 Şam
3. Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
4. Çîroka diwem: Reşyê Darê, 1956 Şam
5. Gotinên Pêşiyan: 1957 Şam
6. Awa û destûra Zimanê Kurdî, 1961 Bexda
7. Ferhenga Kurdî, cildê pêşîn, 1962 Bexda
8. Ferhenga Kurdî, cildê duduyan 1962 Bexda
9. Dîwana siyem: Kîme ez, 1973 Beyrût
10. Poêma : Salar û Mîdiya, 1973 Beyrût
11. Dîwana çara: Ronak, 1980 Stokholm
12. Dîwana pênca: Zend Avista, 1981 Stokholm
13. Dîwana şeşa : Şefeq, 1982 Stokholm
14. Dîwana hefta : Hêvî, 1983 Stokholm
15. Tarîxa Kurdistan, cild 1, 1985 Stokholm
16. Dîwana heşta : Aşitî, 1986 Stokholm
17. Tarîxa Kurdistan, cild 2, 1987 Stokholm
18. Folklora Kurdî, 1988 Stokholm
19. Jînenîgariya min, 1995 Stokholm
20.Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, Weşanên Apec-1995, Stockholm.

Rêza dîwanên Seyda Cigerxwînli gor salên Çapkirin de:
Diwan Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam.
Diwan Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam.
Diwan Dîwana siyem: Kîme Ez? , 1973 Beyrut.
Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû Yayınevi, 1980 Stockholm.
Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû Yayınevi, 1981 Stockholm.
Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû Yayınevi, 1982 Stockholm.
Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû Yayınevi, 1983 Stockholm.
Diwan Dîwana heyştem: Aşîtî, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.
Diwan Dîwana nehem: Salar û Mîdya, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.
Diwan Dîwana dehem: Şerefnama Menzûm, Avesta Yayınevi, 2003 İstanbul.

Hin berhemên Cigerxwîn yên bêne weşandin jî ew in:
1- Tarixa Kurdistan (cilt 3,4)
2- Ferhanga Kurdî (cilt 3)
3- Folklora Kurdî (cilt 3)
4- Ozan û Kilamen Kurdî
5- Diwana Cîzîrî
6- Tehre helbestên Şaîrên Kurdan
7- Zargotinên Kurd (cilt 2)
8- Hesenê Musa (Çîrok)
9- Pirtika Minorskî -“Kurd”- (çeviri)
10- Cumhuriyeta Mehabate (çeviri)
11- Diroka Hanadane Seudate (çeviri)
12- Diroka Kurdên Yemen (çeviri)
13- Çîroka Şoforê Taxsiya sor
14- Xec û Siyabend
15- Şoreşa Kurdistana İraq
16- Rapora mifetişê umumî

Karûbarên Wî Yên Derheqê Çan û Zimanê Kurdî de:
Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bağdat.
Ferheng, perçê yekem, 1962 Bağdat.
Ferheng, perçê diwem, 1962 Bağdat.
Folklora Kurdî, 1988 Stockholm.

Sosyalistên berê bes pesinandina welatên sosyalîst tenê dikirin. Kurdistana Sor, Komara Mahabad çawa têk çûn li ser van bûyeran nadisekinîn. Dema tevgera Kurdên Bakur li Ewrupa xurt bû, Komela Xwendekarên Kurd gelek xwedekarên Kurd bi bursan dişandin Sowyet û welatên sosyalist! Lê wê demê komîta komele dixwest ku li DDR jî (Komara Alman ya Rojhilat) xwendekarên Kurd bixwînin. Navê komîta komela xwendekarên Kurd çendek heval em çûn Dresten li gel berpirsiyarê Partiya Komunîst ya Iraqê heval Kemalê Kerkukî ve danişin. Birêz Kemal di aliyê alîkariya xwendekarên Kurd bike, wî gotina xwe wûsa berdewam kir:“ Hevalno ya rast ew e, ku lêra rola Partiya me ya komunist nîn e! Lêra hukme Basiyên İraq û Saddam Husên derbas dibe!“ Em şaş mayî bûn ku çi bêjin! Welatê sosyalîzm yê herî pêşketî de dîsa hukmê partiya faşistên Ereb derbas dibû!.. Lê me dîsa karê xwe weke têkoşer her berdewam dikir. Heya ku ew sosyslizma me bi serî sond dixwar hate rûxandin! Li ciyê wê Dewleta Sowyetê îro Dewleta Rusya û serokê wê Putîn ji cihanê re mîras ma!..
Bi çendek helbestên Seyda Cigerxwîn dixwazim dawî li vê gotara xwe bînim.

BIBIN MARKISÎ
Hevale delal zû bibin Markisî
Bibejin, bixwenîn, bidin her kes!
Xebate bikin da bibin ter pere
Were da bi hevre herin, ka were
Mebêje tenê kerdewart bese
Ewe ko li xêra me ye Markîse
Bixwîne, bizane hela ka çiye ?
Heçi tiştê gotî hemî qenci ye
Dirêj bibin yek û yek wek bira
Li hev parvakin win zevtû pera
Bi hevre xebat bi hevre xelat
Ji bo me tevan kar û mal û welat
Di nav xwe mehelin çi zor û setem
Ji xwe dûr bikin tev kulu derdû xem
Heçi dewlemend bin, haku karbikin
Hebûne bi hevre li xwe parbikin
Mehelin kesek parsek û beqeram
Tu serbest here London, Misir û Şam
Çine gumrik û deskere, paseport
Bi serbest herin, ben hemî qîz û xort
….
Lo lo Pismamo
Lo lo pismamo tu çima deng na kî
Serê xwe carek bilind ra na kî
Leşkerê dijmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra j’hev bela na kî
Lo lo Pismamo dizanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Egîd Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr û gernas î dotmam bi gorî
Lo lo Pismamo haya Te j’Te be
Çarika min a reş li serê Te be
Roja lêdanê li ber meydanê
Kuştin tim hebe, reva Te ne be
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pismamê min î, dotmama Te me
Ji Te re kil daye çavê belek e
Kurdistanê Kurdistan
Kurdistanê Kurdistan
Baxçê gulan, derdê dilan
Îro maye l’bin destan
Barê giran li ser milan
Kurdistana bilind e
Hemî bajar û gund e
Herçi kesê te bixwaze
Divê canê xwe bi te de
Kurdistana pirr xweş e
Xweş Dicle û Nerdoş e
Namûs di sere wî nîn e
Ê te herzan bifroşe
Kurdistana hilmişt e
Ji zêr û gewher mişt e
Em li ber der dergevan
Dijmin têda runiştiye.
Miştî jî petrol û zêr
Dijmin dixwin xêr û bêr
Runiştî textê Kohreş
Li ser taca Erdê Şêr
Kürdistan a pirr zengin
Şax û baxên te rengin
Ne ez têne, le tev kurd
Ji derdê te Cegerxwîn

Têbînî: Pirtûkên min yên Riya Azadî çapnekirin hemî
Ji aliyê Newroz û weşanxana Pelê Sor va hatine weşandin û belavkirin. Di aliyê aborî de min hatina wana ji wan re diyarî kirye. Di vê derheqê de nameya Newrozê sipasdariyê ji bo min girîng e!..
Ji hemî welatparêzan re silav û rêz…

Nivîskarê Rojnemeya NEWROZ Abuzer Balî Han
01.10.2023

Derbar ziman

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply