Agahîyên Nû

Ji Nûbiharê Salnameya 2023an!

Nûbiharê salnameya xwe ya 2023an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata Kurdî û …

Read More »

Kurtefîlma Aforoz Hate Hilbijartin

Aforoz ji bo beşa kurte-fîlman ya 27êmîn Fîlmefestîvala Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYYA) hate hilbijartin.  Sacramento International Film Festival The Banishment is selected in the short films section of the 27th Sacramento International Film Festival (USA). Sacramento International Film Festival Aforoz 27. Sacramento Uluslararası Film Festivali’nin (ABD) kısa film bölümünde gösterilecek. …

Read More »

Hejmara kovara Bîrnebûnê ya 85an hat weşandin!

Di vê hejmarê de ev nivîs hene: Mem Xelîkan bi kilama Bilê û Hediyê rêzenivîsa xwe ya Kilamên me bi şiroveyekê nivisîye. Straneka bi şewat e! Di şopa Georges Perrot de, ’’Qela gawiran’’ Elîyê Yîwoyê Fîtê gernemeyek li gel wêneyên dîrokî amade kirîye. Gernema li ser serlêdana ciyekî dîrokî yî …

Read More »

Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket

Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji …

Read More »

jI Nûbiharê Sê Pirtûkên Nû

Folklor û Civat Folklor, wêje, ziman, çand, xeyset, muzîk, urf û adet, dîrok   Aram Gernas   Folklor, sîstemek girîng e ji bo domandina çandê. Folklor, her wisa sîstemek neqilkirinê ye, ango hêjayiyên çanda civatê ji nifşekî derbasî nifşekî din dike. Folklor çavkaniya reh û kokên netewe ye. Netewe jî …

Read More »

Li Qamişlo pêşangeha pirtûkan destpê kir

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 6emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol, bi diruşmeya “Pirtûk samanê cîhanê ye” li Hola Zana dest pê kir. Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol li Qamişlo îro 22yê Cotmeha 2022yan bi beşdariya 51 weşanxane, 130 hezar pirtûkan destpê kir. Di pêşangehê de îsal çalakiyên cuda …

Read More »

Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)

Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran berhemeke teqrîben ji şeş hezar beytan pêk hatiye. Berhem ji du cildan pêk tê ku şair navê berga ewil daniye Civîna Nemiran û ya duyem jî daniye Civata Nemiran û Şoreşên Kurdî. Di cîlda ewil de Palo dike ku lehengên Kurd ên dîrokî bi teknîkên monolog …

Read More »

Ji Nivîskar Mehmet Oncu rêzeromaneke dîrokî “Mij”

Mij, ji sê romanên ku ji hêla nivîskar Mehmet Oncu ve weke sêbare hatî nivîsîn pêk tê. Çîroka van romanan li serdema Rûxîna Dewleta Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê rast tê. Roman ronahiyê li rûdanên ku di vê serdemê de rûdayî digre. Çîrokên van rêzeromanan li Şarî Adiyeman û derdora …

Read More »