Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket

Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje;

 

Hîn li wir im

Balendeyê Fonîks im

Ji nav xweliya xwe radibim

Û ber bi jor ve

Ber bi asoyê ve

Baskên

Ji nuh diferidînim.

 

Helbesteka kibar e; naxwaze biazirîne giyanê bêdengiyê;

 

Hêdî, hêdî

Find û şemalokan

Vêxînin

 

Dibe…

Ku xirecir

Giyanê wê bêdengiya bê hempa

Bi’azirîne

 

Di himêza axê de

Dilên…

Hîn sincirî hene.

 

Her rê û rêwîti helbestvanê ber welat ve dibe loma;

 

Hîn…

Ji heman rêyan

Pir hez dikim

Her ku

Rê bi dawî dibin

Şopikên…

Ber bi lalezarên

Ku li ser sînga te heşîn bûyî

Destpê dikin.

 

Gotiye! Ristên wê weka keriyên xezalên nû çav li jiyanê vekirine.

 

Têm…

Û li rasta

Keriyê xezalên

Nûzayî têm

Ask û xifşikên

Xweşkok û bêgneh

Bi çavên matmayî

Û dagirtî pirs

Li min

Dinehêrin?!

 

Em wek weşanxane kêfxweşin ku ev helbestên pişta xwe dane xweza,evîn, tekoşînê digihînin xwendevanên kurdî.

 

Mizgîn Hesko

 

Helbestvan û nivîskar. Li gunê Şelhûmiyê, di 20.11.-1973’an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi Erebî helbest nivîsandin û paşê bi Kurdî û wiha ta îro berdewam e. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988’an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996‘an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004‘an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015‘an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye.

 

 Berhemên Wê

  1. Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet
  2. Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han
  3. Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han
  4. Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
  5. Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han
  6. Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
  7. Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera
  8. Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera
  9. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Ewil Avdar   2021, Weşanên Sersera
  10. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Duyem 2022, Weşanên Na

 

 

Nexşeya Rewanê Bêdengiyê

Helbest

Nivîskar:Mizgîn Hesko

Pirtûk ji 85 helbestan pêk tên

Sal:2022

65 rûpel

Weşanxane Na

 

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply