Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

‘Hawar’a Kurdî

Bedirxan, di Sibata 1942an de, di kovara Hawarê de bi navê Herekol Ezîzan nivîsek bi sernava “Zilamek û Zimanek” nivîsandibû.(1) Zilam, Elyezer bin Yehûda yê Cihû bû û ziman jî, zimanê Cihûya yê kevnare Îbranî bû. Bedirxan, di nivîsa xwe de bal dikişand û digot, “zimanên mirî û zimanên zindî” …

Read More »

Di Dengbêjiya Serdema 20an de Hişmendiya Neteweyî

Hişmendiya neteweyî di dawiya sedsala 18. de bi şoreşa Fransî re li nava gelên Ewrûpayê geş bûye. Di heman wextê de fîlozofê alman Johan Gottfried Herder, berhevkirin û danivisîna wejeya devkî weke hêman û amajeyên neteweyî ya ji bo peydabûna nasnameya neteweyî ya gelekî, dîtîye. Herder, her çandekî û her …

Read More »

Miradê Kinê Jiyan, Huner û Stranên Wî

Herêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê di nava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya …

Read More »

Di kûraya xewnan de rêwîyên şevê..

Ez li gel heval û hogirên xwe, di kûraya şevê de rûniştime û wekî pêşbazên avjenîyê ketime navgermaya sohbet û bîranînansalên bihorî. Em her yek weke kevokên qasid, ji cîh û warên dûr hatine cem hev û di kûrahî û tarîtîya şevê de em li ser refek ewrê sipî û …

Read More »

Peyvên Hevbeş ê Di Zaravayê Zazakî û Zimanê Avestayî de

: zari (altın) : zern : ava-stāta (“başında duran, öncü, üstad, üstün) : “ustıne” “(u-stıne)” (direk, kolon, ayakta tutan (durduran)) Misal : Ustına Key (Çey) Ma (Evimizin direği) : Pərəna (Dolu, Çok) : Pır (Dolu) : Raodha ((Yüz, Çehre, Suret) : Ru, Ri : Sarah (Baş, Kafa) : Sare, Sere …

Read More »

Zimanê helbesta ”Bilbilê dilşadî” ya Seydayê Tîrêj

PÊŞGOTIN Mijara vê kurtelêkolînê ziman û rêzimana helbesta Seydayê Tîrêj ”Bilbilê dilşadî” ye. Babet tenê ziman û rêzimana helbestê vedikole. Eger ne ji zerûrî be, ev nivîsar naçe nav mijarên edebî, hunerî, civakî yan siyasî yên helbestê – tenê xwe bi ziman û rêzimana vê helbestê ve bisinor dike. Seydayê …

Read More »

Ziman têgihîştin û vejîna mirov e

Hans-Peter Schutt di xebata xwe ya bi navê “Die Vernunft der Tiere (Hişmendiya ajalan)” de ji Platon bigire hetanê Arthur Schopenhauer dîtinên pirraniya fîlozof û navdaran yên li ser cudahiya di navbera ajal û mirovan de civandine. Hemû jî diyardeya ziman wek cudahiyeke herî bingehîn dinirxînin. Mirov ji kesên ji …

Read More »

Jîyanek Tendurist

Di vê serdema şaristanîya hemdem de, welatên ku di warê aborî, çandî û teknolojîk pêjde çûne, bi taybetî welatên Ewropa, endamên civaka xwe hîn ji zaroktî de bi zanîyarî perwerde dikin. Ev welatana, di warê jiyanek tendurist ya bi zanîyarî roj bi roj geş dibin û pêşve diçin. Helbet pirsgirêka …

Read More »

Di Çanda Gelê Kurd De Kevneşopîya Dawet û Şahîya Zewacê

Li Kurdistanê, dawet û dîlan bi gelemperî ji bo markirinê, sunet û kirîvantîyê û li hevhatin (aşitî)a dijminahî û dozên xwînê tên li darxistin. Bi taybetî li Berrîya Mêrdînê, ji bo ku malbatek lawê xwe bizewicîne, pêşî qasidekî dişîne mala namzeta bûkê; qasid, daxwaza mala namzetê zavê, ya danîna mervantîya …

Read More »