Dosyaya jimarê ya sereke li ser sedsaliya damezrandina Qamişlo “paytexta herêma Cizîra Sûriyê” bi navê “Qamişlo/Qamişlî/Zalîn: Çîroka Sed Salî” vedihewîne. Ev dosya ku wekî lêkolînekê tê pêşkêşkirin, dîrok û rêwîtiya bajarekî di nav sed salan de bi danasîna taxên wê, nîşaneyên wê yên herî berbiçav û kesayetiyên wê yên navdar vedikole. Di vê jimarê de, beşa duyem belav dike, ku taxên rojavayê bajêr vedihewîne (Çemê Çeqçeqê wekî xeta veqetandinê di navbera herdu aliyên bajêr de tê hesibandin).
Her wiha di jimarê de gelek nivîsên wêjeyî û çandî di beşên kurdî û erebî de hene.
Di beşa kurdî ya jimarê de:
Di beşa “Lêkolîn” de çar mijar hene: Nirxandinek li ser romana “Maria Melekek bû”| Necah Ibrahîm. Xwendinek li ser romana “Penageh”| Şivîn Hecî. Xwendinek li ser romana “Şengal Vejîna Çilmêran”| Şivîn Ehmed. Romanek mijara wê girîng “Pêjna Baranê”|Lokman Polat.
Kurtahiyek li ser destana Lawikê Xerîb (ku hewl da bigihêje cihê ku Keştiya Nûh li Çiyayê Cûdî lê rawestiyaye).
Di beşa “Gundê Me” de, lêkolînek li ser Gundê Dêrûna Axê heye. Û Di beşa Pirtûkxaneya Nobelê de nivîsek li ser Helbestvanê Fransî “René Sully Prudhomme” yê ku yekemîn Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 1901an bi dest xistiye heye.
Di beşa “Sînema” de, Şêrîn Yûsif lêkolînek li ser deng di sînemayê de, û Hişyar Murad xwendinek li ser Filma “Odyssey” nivîsandine.
Nivîsên di beşa çîrokê de ev in: Gula Bêhinxweş| M.Emîn Sadûn, Hostê Bilatan-Kî Xiristiyan e| Selah Seyda. Û di beşa Helbestê de ev in: Sorgula Can| Ejder Îso, Gulcan| Raperîn Mihemed, Newroza Me| Ezîz Elî.
Di beşa “Baxçeyê Zarokan” de, kurtenivîsek derbarê Lîstika “Şeşxane” de heye.
Di dawiya beşa kurdî de, hin weşanên nû yên wêjeyî di beşa “Pirtûkxaneya Soryaz” de hatin pêşkêşkirin.
Jimara -2- bi (196) rûpelan di beşên xwe yên kurdî û erebî de derket.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…