Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026

Gelî Musulmana!

Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf û şahî ye, dengê tekbîran hildikişe asîmanan, taviya rehmet û meğfîreta Rehman rûyê zemîn daye ber xwe, em dilaram û bi hedar in. Hemdê bêhed bo wî Xwedayi ne em gîhandin vê wext a pîroz; selat û selamên nazenîn li Cenabê wî pêxemberî bin ewê bi serjêkirina qurbanan va teslîmiyet û bi kêf û şahiya cejnê va hezkirin û mehebbet bi me da hukirin. 

Gelî Musulmana!

İro ’eydî ye…ew îmandarên ku ji çarawêrê cîhanê hatibûn heccê û li girê ‘Erefê weqfe kiribûn, îro jî bi heman kelecanê va û bi tewhîd û bi yekrêziyê va Ke’bê tewaf dikin. İro roja îhyakirina vê hedîsa Cenabê Pêxember e ku difermê: “İro karê me yê pêşî emê bikin ew e; emê nimêja eydiyê bikin, dûwra vegerin herin qurbanê xwe serjêkin. Kî wisa bike wî sunneta me bi cîh aniye.”[1] İro ew roja ye; emê bi bîsmîllahî û bi tekbîran va qurbanê xwe serjêkin û bi xwang û birangê xwe ra parvakin, bi wê xêrê va nêzîngî Xwedayê xwe bin û kirasê teqwatiyê lixwekin. 

Gelî Musulmana!

İro roja cejnê ye…heyamê wê hindê ye ku em ûrf û ‘adetê xwe û nirxên xwe yên me’newî/şer’î him bi xwe bijîn û him jî bi zarûyên xwe bidin hukirin. İro ew roja ye bi vê şîreta Qasidê Xweda ‘emel dikin ku difermê:“Gelî İnsanan! Nav xwe da silavê belavkin, xwarinê bidin, miqateyê sila rehmê bin.”[2] Li merivê xwe bipirsin. İro roja girtina du’ayê dê û bavan e; çaxê pirsîna li halê cîran û dost û hevalan e; heyamê bîranîna çûyiyan e bi yada xêrê. İro dem e hediyan bidin zaruyan, pê dilê wan şakin, bîranînê şîrin li zêhnê wan neqişkin. İro wext e bona ji malê xwe va destpêkin vês û aram û ewlehiyê li kuçe-kolanan û li gund û bajaran û li welatê xwe û li seran-serê cîhanê belavkin.

Gelî Musulmana!

İro ‘eydî ye…heyamê toba ji gunehan e, dema daxwaziya rehmet û bexşandina Xwedayê mîhreban e; dema seredana nexweş û kal û pîr û bêkes û bêxwediyan e; wext e êdî vê ayet a kerîme ku difermê: “İmandar bira ne; îcar birayê xwe lihevbînin…”[3] li jiyana xwe tetbîq bikin; dema wê yekê ye ku; yê ji hev xeyidîne lihevbînin, yê dilê wan jihevmane bînin cem, kapikê biratiyê zexm bikin. İro dema wê hindê ye ku wan xwûşk û birayê xwe yê li binxettê/li roava û li Filistînê û li çarnikalê dunê di bin zulm û zordestiyê da ne ji bîr nekin, êş û azara wan yad bikin, bi alîkariyên xwe yên maddî û me’newî destgîrê wan bin.

Gelî Musulmana!

Daxwaziya me ji Xweda yê jorîn ew e; vêsayiyê bide dilê me, bereketê bixe nav kar û qezenca me, xweşiyê bide malbatê me, yekrêziyê bide ummeta me.

Xutba xwe, bi van şîretê Cenabê Pêxember diqedînim ku difermê: “Kesê boy xatirê Xwedê xwe avêt bextê we, biparêzin. Kesê boy Xwedê ji we tiştkî xwast bidinê. Kesê hûn te’lîf kirin herin. Kesê li we qencî kir, hûn jî li wî qenciyê bikin.”[4]

[1] Bûxarî, Îdeyn, 3.

[2] İbnû Mace, Et’îme, 1.

[3] Hûcûrat, 49/10.

[4] Ebû Dawûd, Zekat, 38.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Ehlaqê Civakê û Medya Civakî

Gelî Musulmana! Gotin, neynikek e ‘alema derûnê/hundirê însan dide der. Gotinkî şîrin; merhemek e qelbên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *