Tag Archives: xutbe

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf û şahî ye, dengê tekbîran hildikişe asîmanan, taviya rehmet û meğfîreta Rehman rûyê zemîn daye ber xwe, em dilaram û bi hedar in. Hemdê bêhed bo wî Xwedayi ne em gîhandin vê wext a pîroz; …

Read More »

Xutbe I Ehlaqê Civakê û Medya Civakî

Gelî Musulmana! Gotin, neynikek e ‘alema derûnê/hundirê însan dide der. Gotinkî şîrin; merhemek e qelbên birîndar pê xweş dibin, ava heyatê ye dilên zuwa ji nûw va pê hêşin dibin. Qisekî xweş; neqşek nazenîn e ruh kêlî bi kêlî dineqişîne; xîtabkî nazik e bê dilhiştin şaşitiyan serrast dike. Çawa ku …

Read More »

Xutbe | Pirsyariyên Me Yên Civakî

  Dîrok: 15.05.2026 Gelî Musulmana! İslam dînek wisa ye; him wezîfeyên bende yên li pêşberî Xweda û yê li pêşberî nefsa wî xwe û him jî yên li pêşberî malbatê û civaka nav da dijî tev bicîhkirine. Ev fermûdeya Cenabê Pêxember çiqa girîng e ku difermê: “Li ser te heqê …

Read More »

Xutbe I Îslam

Dîrok:10.04.2026 Gelî Musulmana! Heq Te’ala, bona em him dunya xwe him axîreta xwe şên bikin hiş û îrade daye me, ji me ra pêxember şandine, pirtûk daxistine û bi vê fermana xwe: “Li cem Xwedê dîn/ayin her İslam e.”[1] heyanî roja Qiyametê herçî kesê werin bona wan, İslam vebijartiye, gerandiye …

Read More »

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr a ku tav lê dertê, roja İniyê ye.” (1) İro, roja hevdîtina me musulmanan e; demeka berceste ye bona yekrêziyê û yekdestiyê û xurtkirina biratiyê. Gelî Musulmana! Di serê wan pirsyariyê me yê ku gotî roja …

Read More »

Xutbe | Eydiya Remezanê

Dîrok: 20.03.2026 Gelî Musulmana! İro ‘eydiya/cejna Remezanê ye. Ji alîkî va bona ku gîhîştin Meha Remezanê bi hizûr û aram in ji aliyê din va jî bona ku gîhîştin ‘eydiyê/cejnê em kêfxweş in. ‘Eydî; rojên yekrêzî û yekdestiyê ne. Cenabê Pêxember me vedixwîne balî yekrêzî û yekdestiyê va û ewha …

Read More »

XUTBE I Pêxember: Nûnerê Heq û Heqîqetê

Gelî Musulmana! Yek ji bingehên dînê me baweriya bi pêxemberan e. Pêxember, qasidê Xweda ne, ji nav însanan vebijartine, gerandine nûnerê heq û heqîqetê. Ew hatine verêkirin bona rêya serfirazî ya ebedî nîşan bidin. Pêxemberan, xelk vexwandine balî baweriya bi Xweda yê yekê yekta va, balî tewhîdê va. Gelî Musulmana! …

Read More »

Xutbe I Remezan û Mizgeft û Jiyan

Dîrok: 20.02.2026 Gelî Musulmana! Hemd ê bêhed ji Xweda ra bin ku; em dîsan gîhîştin Meha Pîroz Meha Remezanê. Remezan, demek berceste ye ku têda taviya rehmeta Rehman bi me da dibare, xêr û bereket ji nav malan diavêje nav kuçe-kolanan. Remezan, medresekî ye ‘alema me ya derûnî ya nav …

Read More »

Xutbe | Hewa Meha Remezanê

Dîrok: 13.02.2026 Gelî Musulmana! Va ye siya meha rehmet û mexfîretê meha Remezanê bi ser me da dîsan hat. Pêncşemî ya bê emê bigîhîjin roj a ewilê meha pîroz. Meha Remezanê, bi Qur’an a Pîroz va tê, çawa ku Heq Te’ala difermê: “Meha Remezanê; ew meha ye ku têda Qur’an …

Read More »