Beriya hostayê zimanê kurdî û damezrênerê alfabeya kurdî-laînî Mîr Celadet Alî Bedirxan kurdekî din rojnivîsk nivîsiye yan na? Ez nizanim. Wek pirtûka rojnivîskê ku mirov dikare wek bîranîn jî bihesibîne, ji xwe C/ Bedirxan dibêje ”deftera min a bîranînê” pirtûka ku herî pêşîn min xwend û ez bawerim ew di hêla rojnivîsînê de pirtûka yekemîn a rewşenbîrekî kurde, ev pirtûka C. A. Bedirxan a bi navê ”Têbiniyên Rojane” ye. Pirtûka duyem a ku wek rojnivîsk hatiye nivîsîn a Zinarê Xamo ye. Ji bo ku a C. A. Bedirxan bi tirkî hatiye nivîsîn, mirov dikare bibêje ku di kurdî de pirtûka yekem a rojnivîskê pirtûka rojnivîskên Zinarê Xamo ye.
Dema nivîsîna têbiniyan ji sala 1922 heta sala 1925an e. Dema C. A. Bedirxan rojnivîska xwe dinivîse, wê demê alfabeya kurdî-latînî nenivîsîbû. Lewra jî bi alfabeya arebî nivîsiye. Di dema Osmaniyan de navê zimanê fermî netirkî bû, osmanî bû. Zimanê osmanî zimanekî tevlihev bû û ji arebî, farisî, kurdî û tirkmenî pêk hatibû. Ew dem bi navê zimanê tirkî zimanek tunebû. Tirkiya îroyîn di dema piştî damezrandina komara Tirkiyê de bi fermî ji alî cihu/yahudî û ermeniyan ve hate çêkirin. Alfabeya tirkî yekî ermenî û grmera tirkî jî yekî yahudî çêkirine. Li ser navê tirkçîtiyê ê ku hizrên nîjadperestiya tirk dîtin, raman nivîsiye kurdekî bi navê Ziya Gokalp e. Wî vê paşnavê tirkî paşê wergirtiye. Ev kurdê ku nîjadperestiya tirkan rave kiriye, ji tirkan re bûye ramanwêr û bêrewer ji bajarê Amedê ji navçeya Çêrmûkê ye.
Pirtûka C. A. Bedirxan a têbiniyên rojane ji alî Malmisanij ve hatiye sererastkirin, zimanê wê hatiye sadekirin û li gorê tirkiya îroyên hatiye amade kirin. Û herweha ji bo weşanê amade bûye û cara pêşîn li Stockholm/Swêdê hatiye weşandin. Paşê ji li Stenbolê hatiye weşandinê.
C. A.Bedirxan rojnivîsa yekemîn wek têbinî di 26ê îlona 1922an de nivîsiye. Min pirtûkê cara pêşîn dema li Swêdê hate weşandin, ango di sala 1995 de kirî û xwend. Cara duyem jî 30 sal paşê dema min hewl da ku dosyayek derbarê pirtûkên bîranîn û rojnivîskên rewşenbîrên kurd de amade bikim ango di sala 2025an de min ew xwend.
Celadet Alî Bedirxan û birayê wî Kamuran Alî Bedirxan bi geştiyê ji Stenbolê diçine Bulgariayê û ji wir jî diçine Almanyayê. Celadet û Kamuran Bedirxan ji bo çi diçine Almanyayê ew nediyare, ango di pirtûkê de behsa sedema çûyina xwe nakin.
Kamuran û Celadet Alî Bedirxan li Almanyayê perwerdeya fêrbûna almanî dibin û paşê bi almanî nivîs, gotar dinivîsin. Nivîsên Celadet Bedirxan bi almanî di kovar û rojnameyên almanan de têne weşandin, gerênendeyên almanî wan nivîsan diweşînin û heqê keda nivîskar jî didine.
Celadet Alî Bedirxan dema li Almanyayê bûye gelek caran çûye sînemayê û çûye muzeyan. Lêbelê demek tê rewşa wî ya aborî nebaş dibe, pereyê/dirafê wî diqede.
Wek tê zanîn hem di dema Osmaniyan de û hem di dema desthilatdariya faşîzma kemalîst de malbata Bedirxaniyan hatine sirgûn kirin. Kesên ji malbata Bedirxaniyan, hinek li girava Gîrneyê, hinek li Misirê û hinek li Ewropayê jiyana sirgûniyê jiyane, li sirgûnê jiyana xwe domandine. Bekir Samîyê kemalîst faşîst gotiye : ”Celadet û Kamuran beg li Meletiyê di aleyhiya me de, li hemberê me leşker civandine. Divê ew neyêne Tirkiyê, divê em îcaze nedin ji bo vegera wan.”
Dema celadet alî bedirxan li Almanyayê ye, Hîtlerê faşîst dixwaze darbe çêbike û were ser hikum, bibe desthilatdar, lêbelê bi ser nakeve, têk dişe. Ji xwe piştî çend salan bi ser dikeve û dibe serokê Almanyayê, dîktatoriyeke faşîst pêk tîne, û şerê cîhanê ê duyemîn dide destpêkirin. Ew di şerê cêhanê de li hemberê Sovyet û Amerîkayê têk diçe.
Dema Celadet Bedirxan li Almanyayê ye gelek feqîrî, bêpereyî û zahmetî dikşîne. Ew ji neçariyê cil û lîbasên xwe difroşe. Ew almanî fêr dibe û bi almanî gotar, çîrok dinivîse ji kovar û rojnameyên almanî re dişîne, ew jî heqê weşandina wan didin. Bi pereyê nivîsan ji xwe re tiştên xwarinê dikire. Ez nizanim gelo ew nivîsên almanî û çîrokên ku wî bi almanî nivîsiye paşê wî bi xwe kiriye kurdî yan na? Yan jî wan nivîsên almanî li kurdî hatine wergerandin yan na?
Celadet Alî Bedirxan piştî jiyanek zor û zahmet a li Almanyayê diçe Misirê. Sureya Bedirxan li Misirê jê re karekî dibîne ku kar bike, bixebite, pê debara xwe bike.
Rojnivîska Celadet Bedirxan heta ku diçe Kahîreyê ye. Ew diçe Kahîreyê û rojnivîsk diqede. Wek tê zanîn piştî Kahîreyê Celadet Alî Bedirxan diçe Suriyê û li wir di hêla çand, ziman û edebiyata kurdî de xebatên hêja dike. Alfabeya Latînî/Kurdî dinivîse û diweşîne. Kovara Hawar, Ronahî û Roja nû diweşîne…
Lokman Polat
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…