
36.HÎZB
- Ey ê ku her tiştî îtaetê kirîye
- Ey ê ku her tişt ji bo Wî dibe
- Ey ê ku her tişt ji bo Wî mewcûd dibe
- Ey ê ku her tişt berî xwe didine Wî
- Ey ê ku her tişt jê ditirse
- Ey ê ku her tişt Wî tesbîh dike
- Ey ê ku her tişt bi Wî ser lingan e
- Ey ê ku her tişt jê xeşyetê/xofê digre
- Ey ê ku her tişt dizivire Wî
- Ey ê ku bê Zatî wî her tişt mehkume tunebunê ye
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


37.HÎZB
Xwedayê min! Bi hurmeta navên te,
bi libergerîn ji te dixwazim;
- Ey ê ku ji bo her hebûnî kafî ye
- Ey ê ku ji bo her derdî şîfa dide
- Ey ê ku ehdê xwe tîne cih
- Ey ê ku nexweşin baş dike
- Ey ê ku her tiştî bilindtire
- Ey ê ku bange hîdayetê dike
- Ey ê ku ji ebdê xwe yên mû’mîn razî ye
- Ey ê ku bi dadmendî hikm dike
- Ey ê ku dawîya hebûnê Wî tune
- Ey Xwedayê min ê ku mirovan bange rêya heqîyê dike
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


38.HÎZB
- Ey ê ku herkes ancax diçe bal Wî
- Ey ê ku herkes ancax xwe dispêre Wî
- Ey ê ku bê Wî tu melce tune ne
- Ey ê ku ancax tewekule Wî dibe
- Ey meqsudê heqîqî
- Ey ê ku ancax rizgarî ji Wî ye
- Ey matlubê yekta
- Ey mabudê yekta
- Ey ê ku ancax alîkarî ji Wî tê xwestin
- Ey Xwedayê min ê ku hewl û hêz ancax bi Wî re ye
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


39.HÎZB
- Ey ê di nav jê werê tirsandinande yê herî bixêr
- Ey ê di nav metluban de yê herî bixêr
- Ey ê di nav rexbetan de yê herî bixêr
- Ey ê ku ji tê xwestinan de yê herî bixêr
- Ey ê di nav meqsudan da yê herî bixêr
- Ey ê di nav zikirkirinan de yê herî bixêr
- Ey ê di nav jê re tê şikurkirinan de yê herî bixêr
- Ey ê di nav jê tê hezkirinan de yê herî bixêr
- Ey ê ku rehmet û dîlovanîyan datînin de yê herî bixêr
- Ey ê ku pê unsîyet tê kirinan de yê herî bixêr
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke


40.HÎZB
- Ey ê ku her tişt afirandîye û sererast kirîye
- Ey ê ku teqdîr dike û rêya rast nîşan dide
- Ey ê ku bela def dike û radike
- Ey ê ku axaftinên veşartî dibihîse
- Ey ê ku difetise rizgar dike
- Ey ê ku dûçare helâketêne rizgar dike
- Ey ê ku şîfa dide nexweşan
- Ey ê ku dikuje û vedijîne
- Ey ê ku dikenîne û girî dike
- Ey ê ku rê derdixe û hîdayetê dide
Tu ji kêmasîya gîşkan dur î.
Xwedayê min!
Ji xeynî Te tû îlah nîne!
Em ji Te emanê dixwazin.
Me ji arê dojehê xilas ke

ÇandName Li pey şopa bav û kalan…