Pêwendîyên Rûs û Kurdan, li gel zimanê Rûsî û Kurdî

JI ALÎYÊ RÊDAKTSÎONÊ VA. 

 Van demên dawîyê xwendevanên me jêderka (linknivîseke di întêrnêtê da ji me ra şandibûn û tika kiribûnku em wê şirove bikin, an jî, wê çêtir bibûyaewana nivîsîbû, eger me ew li ser rûpelên rojnameya xwe biweşandahelbeteger em wê hêja bibînin.

Ew gotara K. Îsayêv bû, ya bi sernivîsa “Silavî û kurd: gelên bi dîroka hevbeş û mak-zimannê giştî ne! Ka, em binihêrin”.[2]     

Piştî ku endamên şêwra rêdaktsîonê ew nivîs xwendin, rêzek pirsan rû dan, û dijwar bû, biryarekê bigirin, ka ji wir û pêva çi bikin: ew tiştek e, dema mirov bi xwesteka xwe di întêrnêtê da nivîsekê diweşîne, lê lap tiştekî dinê ye, eger mirov heman nivîsê li ser rûpelên rojnameyê biweşîne. Lewra jî biryar hete dayîn, ku dê çêtir be, ji bo vê pirsê bi pisporan bişêwirin. Ji bo wê em berbirî zimanzan Ezîz ê Cewo Mamoyan bûn, ku ew nêrîna xwe  ji bo wê nivîsê bide. Mamosta Ezîz ê Cewo xudanê berhema znistî ya  “Taybetmendîyên rêzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di kurdî da”[3] ye. Û di vê pirtûka mamosta da wisa jî di derbarê vê mijarê da nirxandin hene . 

Rêzdar Ezîz ê Cewo tikaya me pejirand, û piştî demekê nirxandineke balkêş di derbarê vê mijarê da ji me ra şand, a ku me bi spasdarî wergirt û pêşkêşî bala xwendevanên xwe dikin.  

“Kurdistana azad”

_______________

 

Di sêrî da divê bê gotin, ku îro p’eydabûna nivîsên vî r’engî di medya civakî da bûye tiştekî di r’êzê da. Heya mirov dikare bibêje, ku, her çiqas ewana bi nak’okî ne, lê dîsa jî carana heya r’adeyekê r’ola tiştekî mîna katalîzatorê pêk tînin. Lewra jî, dibe ku, divê mirov wana bê baldarî nehêle: ma ne, ew jî r’engekî helwestê ye li hember pirsên heyî, bila ew li ser bingeha hîsên kesî an jî k’oç’ektîya (fehlvekirina) konspîrologî bin.

Weha, derdorê 190 xwendevanan ji bo vê nivîsê şirove û nirxandinên xwe hiştine. Lê bi giştî çiqasan ew xwendine? Ev di derbarê çi da dibêje? Dyar e, ku pirsa têk’ilîyên çandî, zimanî û dîrokî yên k’urd û r’ûsan ji bo p’ir’ek xwendevanan balk’êş e – ji bo  hinekan her li ser asta zanebûnê, ji bo yên dinê, li ser asta r’avekirina têgihîştina pirsê ji hêla heşmendîya pêkhatina gelan ya dîrokî va, ango ji hêla zanista dîrokî va! Û li vira  girîng e,  k’a pisporên zanistê dê çi helwestê li hember daxwezên weha yên civakê bidin xuyan.

Lewra jî, hem helwest û dîtinên Îsayêv ên li hember r’astîyên dîrokî, hem jî şiroveyên xwendevanan ên ji bo wê nivîsa wî ji bo lêger’înên pêşer’ojê divê wek hinek qinyatên dinê yên pêvekî bên nirxandin.

Di jîyanê da carna wisa dibe, ku p’eydabûna nirxandineke weha, ya ku li ser bingeha hîsên kesî an nihêr’andinên k’oç’ekî yên konspîrologî  ava bûbe, dibe sedem, ku lêger’îner bala xwe bidin t’erefên têgihîştina pirsê yên dinê yên derzanistî jî. Û lewra jî, ji vir û pêva ev t’erefên dîtinê (aspêkt) jî dikarin bên nirxandin – ew çiqasî jî bi nak’okî  an jî konspîrologî bin.

Ev, bi giştî, ji bo wê, k’a mirov divê bi çi ç’avî li vê pirsê binihêre!

Lêbelê, ji bo r’ast têgihîtina eyîtîya r’astîn a pirsê, divê ew aspêktana, yên ku di wê nivîsa navborî da hene, di nava goveka zanistî da bên nirxînin, bi taybet jî, dema pirs di derbarê têk’ilîyên  zimanî da ye.  Lewra ku, ziman bi xwe, bi wî şêwazê xwe yê xwezayî va, sîstêmek e, û di wê da her tişt li ser asta heşmendîyê bi hev va girêdayî ne, wek ku di mat’êmatîkê da. (Dibe ku lewra jî di dîroka pêşveçûna zimanzanîyê da şaxekî wê yê “Zimanzanîya matêmatîkî” derk’etye holê).

Lewra jî, ji bo ku mirov di nivîsa navborî da ji bo wan pirsan, ên ku dertên holê, bersîvên heşmendî bibîne, divê wan di nava goveka wan prênsîp û kevneşopîyên zanistî da, û li ser bingeha destanînên zanista di derbarê zimên da binirxîne, yên ku di encama pêşveçûna zamanzanîyê ya sedê salan da pêk hatine…

Û ji bo ku hem lêytmotîva nivîsîna wê gotarê, hem jî wat’eya wê tê bigihîjin, divê mirov nêr’îna xudanê wê nivîsê bi xwe hilde ber çavan, k’a ew bi xwe helwesta xwe ya li hember vê mijarê çawa têdigihîje. Va ew: di destpêka nivîsa xwe da Îsayêv li xwe mukur’  tê: “…Ez hez nakim, xwe konspîrolog hîs bikim, lê di weşana îroyîn da nikarim wê erkê pêk neynim”. – Û di dawîyê da jî ew sedemên ku ew berbi konspîrologîyê va def andine, weha r’avedike: “… Û bila delîlên ku min anîne bingeheke xwe ya danayî nînbin jî– ew hîskirina min a hindurîn a sûbyêktîv e.  – Hema wisa!

Helbet, carna hîskirina hindur’în  a sûbyêktîv di k’arê têgihîştin an wat’edarkirinaa tiştekî da heya r’adeyekê piç’ekî r’ola xwe heye, lêbelê, her t’enê piç’ekî û her t’enê heya r’adeyekê.

Lê di heman demê da, ji bo wê, ji bo ku mirov bikaribe r’astîya pirsên dîroka hevbeş û mak-zimanê giştî yên slavîyan û k’urdan ji bo xwe zelal bike, lêger’ênên zanistî yên dyar li hole hene, û, wek ku ji nivîsê tê xuyan Îsayêv bi xwe jî bi wana r’a ne t’enê nas bûye.

Bala xwe bidinê, hê sala 2006-an li ser r’ûpelên r’ojnameya «Свободный Курдистан»//“K’urdistana azad” gotara zanîyar-dîrokzanê r’ûs V. Makarênko ya di wê derbarê da, ku di zimanên r’ûsî û k’urdî da zêdetirî sê hezar p’eyvên hevlêzim (hevbeş) hene, hatye weşandin.[4]  

Lê sala 2005-an p’irtûka heman zanîyarî ya «Откуда пошла Русь»// “Ji ku R’ûs destpê bûye” derk’etye r’onahîyê.[5] Û di beşê yekem ê vê p’irtûkê da sernivîseke weha heye:  «Поиск русских и славянских корней»//“Li dû şopa r’ehên r’ûsan û slavîyan”, û di vê da jî jêrebeşek bi vî navî heye: «Курд = русский»//“Kurd=r’ûs”  (r’û: 114 –117). Û li vira Makarênko li ser bingeha danayên dîrokî yên heyî dîtinên zanistî yê p’ir’ balk’êş dide  pêş. Mirov dikare bi xudanê wan dîtinan r’a ji bo hinek tiştan qaayîl be, yan na, mirov  dikare li

ser  hinek pirsan bi wî camêrî r’a bik’eve nava gengeşîyan (û zaniest jî hema bi vê

yekê zaniest e!), lê nabe, ku mirov li rex wê r’a derbaz bibe.

 

Lewra jî, bi wê hêvîyê, ku xwendevanê bi xwe ewê p’irtûka balk’êş bixwîne (şêwazê wê yê êlêktronî – pdf di întêrnêtê da heye), em veger’in ser pirsa mak-zimanê hindewropî yê hevbeş – bêyî t’exmîn û têderxistinên konspêrologî.

Demên cuda gelek şêwazên p’eyvî û t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş di zimanê k’urdî û yên hindewropî yên dinê da hatine dîtin û di derbarê wan da lêger’înên zanistî encam dane. Di vê derbarê da di pirtûka min a navborî da (li nasîya 3. binihêr’in!) nirxandineke zimanzanî ya berfireh heye. Û encamên van lêger’înên zanistî û yên dinê dikarin paşer’oja me ya dîrokî ya hemhindewropî r’onî bikin. Lê di nava wan da hebûna p’ir’ek hemşêwazîyên p’eyvên r’ehî di zimanên k’urdî û r’ûsî da nirxekî berbiç’av ê zanistî ne.

Û dema mirov di derbarê p’eyvên hevbeş ên di zimanên k’urdî û r’ûsî da diaxive, divê bê zanîn, ku herdû gelan dê nikaribûna wan p’eyvan ji hev bigirin, ji ber ku welatên wan herdu gelan bi hezarê kîlomêtiran ji hev dûr in, û di derbarê pêwendîyên di navbera  wan da agahî negihîştine me. Û, eger heya sedsalaa XVIII çend caran nûnerên leşkerî yên p’adişahtîya R’ûsîyayê, an jî diplomat-lêger’îner  û mîssîonêr çûne seredana k’urdan, ew nikaribûne bibin bingeh, ku ewqas p’eyvên r’esen ji zimanekî derbazî yekî dinê bibin. Ji bo wê p’êwendîyên p’ir’alî û cihêr’eng di demajoyeke dîrokî ya dirêj da dihatin xwestin.

Daneyên dîrokî ne di derbarê cînartîya erdnîgarî ya di navbera gelên k’urd û r’ûs da, hene, ne jî di derbarê p’êwendîyên bê navber û aktiv ên bazirganî-darayî, siyasî, çandî û yên dinê yên di nabera wan da.

Her t’enê dawîya sedsala XVIII û detpêka ya XIX hinek aktîvî di p’êwendîyên  navbera herdu gelan da tên xuyan. Lê pêwendîyên wî r’engî nikaribûne bibin bingeh ji bo p’eydabûna ewqas yekşêwazîyan di wan zimanan da.

Û li vira bi xwezayî pirs dertê hole: ewqas yekşêwazîyên p’eyvan û t’aybetmendîyên r’êzimanî di wan zimanan da çawa p’eyda bûne?

Encamên lêger’înên hemberhevkirinî-dîrokî yên di warê zimanên hindewropî da, yên ku heya îro pêk hatine, her weha dîroka pêkhatin û belavbûna wan gelan di cîhanê da û hevbeşîya bingehên zimanî yên destpêkî derfetan didin, ku zimanzanî bersîva van û pirsên dinê bide.

Îro êdî mirov dikare bi bawer bibêje, ku zimanên k’urdî û r’ûsî ne t’enê wek du  zimanên hindewropî xwedî bingeheke giştî ne.  Û hebûna gelek t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş di herdu zimanan da, di wê derbarê da dibêje, ku di serdemeke dîrokî ya dirêj da ew herdu ziman di nava malbeta zimanên hindewropî ya giştî da li ser bingeheke ji bo wan herduyan hevbeş pêşk’etine.

Lê dîsa li vira jî pirs dertên hole: ew bingeh yeke çawa bûye? Wê demê êdî li k’u dimîne, ku k’urdî zimanekî k’oma zimanên îranî ye, lê r’ûsî ê k’oma zimanên slavî?  Di k’îjan warên zimên da bingeha hevbeş a giştî yek maye, lê li k’u jihevcudayî li ber ç’avan in? Ew şêwaz, ên ku hê dereng p’eyda bûne, li ser çi bingehê pêşketine? Eger ewqas gelek yekşêwazîyên bêjeyî û yên t’aybetmendîyên r’êzimanî di zimanê k’urdî  da hene, yên ku di zimanên hindewropî yên ne îranî da jî hene, gelo ew nayê wê wat’eyê, ku zanîyar-zimanzan divê hela hê cîyê zimanê k’urdî di malbeta zimanên hindewropî da zelal bikin? Ev hemû pirsana ji bo goveka pirsgirêkan a dinê dimînin û pêdivîya xwe bi bersîvên bingehîn hene. Û, bi xwezayî, pêkanîna lêger’înên zanistî yên p’ir’alî ji bo vê pirsgirêkê bi serê xwe merckî t’ekî t’enê ye.

Yekşêwazîyên p’eyvên r’ehî yên di zimanên k’urdî û r’ûsî da dikaribûn bibûna beşekî mijara lêger’înên pêşer’ojê yên zimanzanîyê, yên ku ez li vira pêşk’êşî bala pisporan dikim.

 

yên kurdî                                yên rûsî

bav                                              батя

bê                                                 без

beran                                           баран

ber(- av)                                       берег

bilqîn                                            бульканье/вулкан

bira                                               брат

birû                                               брови

bit (bibitin)                                    быть

çar                                                четыре

çax                                               час

çima                                               почему

çors                                                черствый

ç’êlek                                             теленок

dar                                                  дерево

deh                                                  десять

derî/çvêr (в диалекте заза)          дверь

diryayî                                             дранный

dot                                                   дочь

    dotin                                                доить

du                                                    два

ez (личное м – имение I лица)        аз (личное местоимение

                                                        I лица в древнеславянском)

ga                                                     говядина

gotin (govtin)                                    говорить

jin                                                     жена/женщина

ji nûva                                               снова

jîyan                                                  жизнь

kat                                                     час

kevir                                                  камень

kit                                                      кот

kuloç                                                 кулич

Kawa                                               ковать

kurdikî (в диалекте заза)            курдский

lîqîn                                                  ликовать

mak                                                   мать

meh (mange)                                    месяц

mêş, moz                                           муха

mêş (a tiştekî/kesekî girtin)——Ø  

(mirov ê) mêşindar —————Ò  мишень

mêşingeh ————————–Ö

mişk                                                 мышь

na                                                      нет

ne                                                     не

nig                                                    нога

nizm/nimiz                                        низкий

nû/nuh                                               новый

petin                                                  печь

pênc                                                  пять

qalbûn                                              закаляться

qas                                                   час

qasik                                                каска

qaz                                                   гусь

qul                                                   укол, уколоть, колоть

razan                                              рожать

riz                                                   рис 

se(g)                                                 собака

sê                                                     три

sêlav (<sêl + av)                             сель

sol(в диалекте заза)                       соль

stan (Kurdistangulistan)                стан (станица)

şeş                                                     шесть

şêst                                                    шестьдесят

tenik                                                  тонкий

tirs                                                    трус

tîr (û kevan)                                      тир

toraq                                                 творог

verg (в диалекте заза)                               волк

vir’                                                    врать

vînîten (в диалекте заза)                видеть

westyan                                             уставать

xaşîl                                                  каша

zanîn                                                  знание

zewal(a darê)                                     завалить/завал

zirîçk (a çavan)                                  зрение, зрачок 

zivistan                                               зима

Evê navnîşê mirov dikare hê jî bidomîne.

Lêbelê, hebûna yekşêwazîyan di zimanên k’urdî û r’ûsî da t’enê bi p’eyvên r’ehî yên hevbeş bi sînor nabe.

Di p’irtûka min a navborî da wisa jî di derbarê pirsa yekşêwazîyên zimanê k’urdî û yên zimanên dinê yên hindewropî da nirxandineke zanistî ya berfireh heye. Û hemû mînak û nimûne di goveka wî beşî da ji hêla dîrokî-hemberhevkirinî va hatine hûrbijartin  (analîzkirin).  Li wira cîyekî t’aybet ji bo yekşêwazîyên k’urdî-r’ûsî  hatye veqetandin. Û xwendevanê bersîvên gelek pirsan bibînin, ên ku dibe ku di jîyana r’ojane da li ber heşê wan r’a jî derbaz nebûna. Mînak, di herdu zimanan da ne t’enê gelek p’eyvên r’ehî yên hevbeş, lê wisa jî, t’aybetmendîyên r’êzimanî yên hevbeş hene.  Wisa jî di wê derbarê da, k’a bi r’êzimanî çiqasî r’ast e (an jî, çiqasî dikare bê efû kirin, – eger bi dilê we be!), ku peyvşêwazên zimanên rûsî yên wek: красный, красная и красное  (krasnîykrasnaya û krasnoê) r’engdêr bên hejmartin? …Û ew sînor li k’u r’a derbaz dibe, yê ku k’urdî, wek  zimanekî îranî ji r’ûsî cuda dike, yê ku zimanekî slavî ye? Di vê derbarê û di derbarê gelek pirsên dinê da xwendevan dikrin di p’irtûka navborî da bixwînin.[6]

 

Lê ezê li vira hewl bidim, di nava goveka derfetên heyî da bersîva van û pirsên dinê bidim.

Îro hatye p’ejirandin, ku t’enê di derbarê p’eyvên r’ehî yên hevbeş ên zimanên k’urdî û r’ûsî da diaxivin. Lêbelê, lêger’înên me dyar kirin, ku hem jî sîstêmên r’engdêran û t’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêran di herdu zimanan da mînanî hev in.

Lêger’înên zimanzanî didin xuyan, ku di r’êzimanên herdu zimanan da p’eyvşêwazên wek: красный, красная и красное (kurd. ya soryê soryên/yêd sor), yên  ku wek r’engdêr hatine p’ejirandin, ne ewqasî jî (an jî, hîç ne) anegorî qanûnên zimên ên hindurî ne. Ku gotinên di wê derbarê da, xwedêgiravî, r’engdêr zayend. jimar û t’ewanga xwe hene, û di vê derbarê da di r’êzimanên k’urdî û r’ûsî da tê gotin, dûrî r’astîyê ye. Ku ew p’arînk (p’irtik), ên ku di rêzimana r’ûsî da affîksên rengdêran (affîksên rengdêrsaz) tên navkirin, hêç jî ne wisan e…

Wek mînak, em p’eyvebenda makdêrî ya красная роза (krasnaya roza – gula sora zimanê r’ûsî hûrvebijêrin. Eger li vira em r’engdêr, wek ku ew heye, bihêlin (красная// krasnaya –ya sor), lê navdêr-makber bi yeke dine biguhêr’in, wê demê emê bibînin, ku dawîng, rasttir, ew, çi ku dawîng tê hejmartin, anegorî wê navdêrê tê guhar’tin, a ku bi r’engdêrê r’a tê danîn:  красная роза//krasnaya roza; красный флаг//krasniy flag; красное яблоко//krasnoe yabloko; красные розы//krasniye rozi. Eger bi şêweyekî dinê bê gotin, bingeha r’engdêr wek xwe dimîne, lê  “dawîng” anegorî zayend û jimara  navdêran tên guhartin û zayend û jimara wan navdêran didin zanîn,  ne ya r’engdêr (-ая//-aya – zayenda mêza, jimara yekane; ый//-iy – zayenda nêrza, jimara yekane; -ое//-oe – zayenda navîn, jimara yekane û –ые//ie – jimara p’ir’ane). Di r’êzimana r’ûsî da ev p’arînkana affîk’sên r’engdêr tên navkirin, ên ku zayend û jimarê didin zanîn (?!). Ji bilî  vê, anegorî qanûnên r’êzimana r’ûsî tewanga r’engdêr jî heye. Li vira destxweda pirs dertê hole: çi têk’ilîya zayend, û jimarê bi r’engdêr r’a heye? Ma ne, zayend û jimar, wek   t’aybetmendîyên r’êzimanî, bi xwezayî yên navdêr in. Heman tiştî mirov dikare di derbarê tewangê da jî bibêje, wek t’aybetmendîya r’êzimanî! Eger zayend, jimar û tewang t’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr in, wê demê r’engdêr çawa dikarin bên tewngdin û zayend û jimara xwe hebin? Ma, gelo, ev ne li dijî heşmendîya bingehîn a r’êzimana  zanistî ye?

Çi dertê hole, di zimanê r’ûsî da r’engdêr jî, mînanî navdêran, tên tewangdin û  zayend û jimara xwe hene? Eger mirov anegorî qanûnên hindur’în ên zimên nêzîkî pirsê bibe, divê wisa nînbe. Eger ew wisa tê p’ejirandin, wê demê li vira tiştek ne wisa ye! Her zimanek qanûnên xwe yên hindur’în hene, û mirov divê anegorî wan qanûnan li t’aybetîyên her yekî ji wan ên sîstêmî binihêr’in, wan binirxînin û derxin zanebûnê.

Têgihîştina heman şêwazî ya ne r’ast a t’aybetmendîyên r’êzimanî yên r’engdeêr di nava lêger’înerên zimanê k’urdî da jî heye. Û bi dîtina wana, di zimanê k’urdî da r’engdêr zayend, jimar û tewanga xwe hene. Û ev dîtina îro di wîjeya k’urdzanîyê da serdest e.

Bingeha vê nêr’îna çewt ji ku tê?

Dema r’engdêra konkrêt (sor) ji p’eyvebendeke konkrêt  tê deranîn (gul a sor// красная роза) û ew jî bi zêdera makdêrî ya a r’a tevayî (a sor) tê bik’aranîn, ya ku zayend û jimarê dide zanên, ew êdî wek navdêra konkrêt dertê pêş, ne wek r’engdêr. Ji wê  demê û pêva, dema r’engdêr  bi zêderên makdêrî r’a tên bik’aranîn, ew di zimên da erka navdêran pêk tînin, ango, wek navdêr tên bik’aranîn.

Pêvejoyeke heman şêwazî di zimanê r’ûsî da jî derbaz bûye. Her çiqas li vira, di p’eyvebendên makdêrî (attribute word combination) da makdêr pêşdanî ye (prepositive), dîsa ew pêvajo, ya ku li jorê di derbarê wê da hate gotin, di zimanê r’ûsî da jî bi heman şêweyî, lê bi şêwazekî xwe yê xweser derbaz bûye.

Ji bo ku di wê da bi bawer bibin, em mînaka li jorê ya красная роза (gula sor) hûrvebijêrin.

Di vê p’eyvebdendê da p’arînka  ая (-aya) p’abendî navdêrê ye (роза//gul)  û zayend û jimara wê dide zanîn. Xwendevanê bipirsin: eger wisa ye, wê demê çima ew parînkana bi rengêran va tên gotin (dengkirin) û nivîsîn û wek dawînkên wan peyvan tên pejirandin? – Pirs di wê da ye, ku di p’eyvebendên makdêrî da p’eyvên li ser bingeha makdêrî bi hev va girêdayî ne û wek t’oreke p’eyvan a yekgirtî (r’êza p’eyvan a yekgirtî),  wek yekîneyeke yekgirtî tên p’ejirandin (têgihîştin). Û di wê t’ora p’eyvan da werguhar’tin bi bingehîn di dawîya p’eyvan da pêk tên, lewra ku ew bi hev r’a tên gotin (p’eyvandin, lêvkirin), û dûraya di navbera p’eyvên wê t’or’e da, bi demê r’a, her ku diçe, tê kutkirin… Pêvajoyeke weha di zimanên dinê yên hindewropî da jî pêk hatye û îro jî pêk tê.

Ev pêvejoyeke dengawazî (fonêtîkî) ya giştî ye, û nimûneyên heman şêwazî mirov dikare di her zimanekî da bibîne. Mînakek a vê pêvejoyê jî pêkhatina şêwazên îroyîn ên r’engdêran in di zimanê r’ûsî da, yên ku piştî bik’aranînan wan a di p’eyvebendên makdêrî da pêk hatine. Di p’eyvebenda makdêrî da r’engdêr bi navdêrên cuda r’a hatine bik’aranîn, û zayend û jimara wan navdêran jî bi wan p’eyv-p’arînkan (ая//aya, ий//iy, ое//oê, ые//ie) tên zanîn, ên ku bi wan r’a tên bik’aranîn (красн ая роза//krasn aya rozaзелен ое поле//zelyon oe poleвелик ий писатель// velik iy pisatel, добр ые отношения//dobr ie otnoşeniya).  Di axavtina zarkî da (û axavtina zarkî jî berî ya nivîskî hebûye û bêhtir dînamîk e) ew p’arînkana gav bigav bi r’engdêran r’a bêhtir nêzîk hatine dengkirin, ne ku bi navdêran r’a, yên ku ew bi xwe p’abendî wana ne. Û bi demê r’a ev parînkên zimanê r’ûsî wek p’arînkên p’eyvsaz ên r’engdêran (affix) hatine têgihîştin, her çiqas, t’u pêwendîya wana bi wan r’a nînin jî.

Piştî nirxandina wan mînakên li jorê, mirov dikare bi bawer bibêje, ku ew p’arînk, ên ku di zimanê r’ûsî da wek parînkên peyvsaz ên rengdêran hatine hejmartin, zêderên makdêrî ne, lewra ku:

  1. a)ev p’arînkana, her çiqas li dawîya r’engdêran va dibin, zayend û jimara navdêran didin zanîn, û kevnemayên (arxaîzmên) zêderên makdêrî yên r’ûsîya kevnar in;
  2. b)dema bi r’engdêr r’a tên bik’araanîn, ew wana werguhêr’î  navdêran dikin, û  dema xwendinê xendevan êdî ji kontêk’stê têdigihîje, k’a ew r’engdêra konkrêt, a ku p’arînk li dawîya wê va bûye, şûna (û wek) k’îjan navdêrê tê bikaranîn, an jî bendê dimîne, heta navdêr jî tê gotin;
  3. c)di zimanê r’ûsî da dema r’engdêr, wek beşê navî, k’irdeyê saz dike, ew li wira bêyî wan affîksan (parînkên p’eyvsaz) tê bik’aranîn (ая//-aya, –ый//-iy, –ое//oe, –ые//ie): Он был чист и невинен.//Ew paqij û bê guneh bû. Наг и боспойдешь в царстве небес. // Tuyê tazî û pêxas herî padişahtîya asîmanan. Он очень красив.//Ew pir bedew e. Флаг так красенчто!..//Al wisa sor e, ku!.. û yên dine; di van hevokan da t’aybetmendîyên r’engdêran (yên dazanîna t’aybetî û çawanîya navdêr) hîç kêmekê jî  lewaz nabe;
  4. d)dertê, ku di zimanê r’ûsî da ev p’eyv-p’arînkana di pêvajoya pêşvaçûna zimên a dîrokî da wek p’arînkên p’eyvsaz hatine têgihîştin, lê di r’astîya xwe da ew zêderên makdêrî bûne (article indikatif), yên ku bi şêwazên xwe yên awazî va, bi wat’e û bingeha xwe ya bêjeyî (sêmantîkî) va digihîjin zêderên makdêrî yên zimanê k’urdî.

Fermo, bi xwe hemberî hev bikin:

Zêderên makdêrî yên                                               Zêderên makdêrî yên

     zimanê kurdî                                                               zimanê rûsî

ya                                                                                –ая  

               yê                                                                               –ый/ий  

              *(î)                                                                              –ое 

              yên/yêd                                                                      –ые  

 

Eva her t’enê t’aybetmendîyeke r’êzimanî ye! Lê îjar çiqas t’aybetmendî û p’eyvên dinê yekşêwazîyên xwe di zimanên hindewropî yên dinê da jî hene û benda lêger’înerên xwe ne?! Û ew jî p’ir’ê caran p’eyvên wisa ne, yên ku zimanê k’urdî nikaribûye ji zimanên hindewropî yên dinê wergirtibin, an berovajî wê.

Û ev ne hemû ye, ev her t’enê destpêk e.

Min li viraa dîtinên xwe yên di derbarê lêger’înên bingehên destpêkî yên hevbeş ên zimanên hindewropî dan zanîn û r’êze yekşêwazîyên zop’eyvên r’ehî yên zimanên k’urdî û r’ûsî jî wek mînak anîn. Mînakên weha di zimanên hindewropî yên dinê da jî hene, yên ku pêdivîya xwe bi lêger’înên zanistî hene! Ez hêvîdar im, ku ev pirsgirêk, a ku min destnîşan  kiriye, dê hêjayî bala wan zimanzan-lêger’îneran bibe, yên ku pirsên zimanzanîya hindewropî ya giştî va mijûl dibin, û dê bibe bingeh ji bo govtûgoya zanistî û hevk’arîya pisporan a berhemdar di vî warî da.

 

LI ŞÛNA PAŞGOTINÊ

 

Di cîhanê da gelên cuda hene, yên ku bi hezarsalan di heman herêmê da dijîn, cînarên hev ên nêzîk in, heya di hinek deveran da nûnerên wana di nava hev da dijîn. Di dîrokê da efrandidinê gelêrî yên hevbeş ên wan gelan tên zanîn, lê yekşêwazîyên t’aybetmendîyên r’êzimanî yan ên p’eyvên r’ehî di zimanên wan gelan da nayên zanîn. Û, heya eger hinek p’eyvên hevbeş di zimanên wan da hebin jî, ewana di nava demê da ji zimanekî derbazî yê dine bûne. Lê gelên r’ûs û k’urd, her çiqas bi hezaran kîlomêtran ji hev dûr dijîn, di zimanên wana da p’ir’ek hemjêwazîyên t’aybetmendîyên r’êzimanî û yên p’eyvên r’ehî hene. Wek ku li jorê jî hatye gotin, zanîyarê r’ûs ê serdema me V.  Makarênko dinivîse, ku di zimanên k’urdî û r’ûsî da zêdetirî sê hezar p’eyvên r’ehî yên hevbeş hene.[7]

Û tiştekî dinê yê balk’êş jî: r’onaydarê ermenî  yê mezin Xaçatûr Abovyan dema di derbarê govenda k’urdî da dinivîse, dide xuyan, ku ew mîna xorovod (govend) a r’ûsan e.

Balk’êş e, ne?! K’urd ji bo ermenîyan ne net’eweke nenas in, ewana hezarê salan cînarên hev ên nêzîk bûne, lê nivîsk’arê ermenî govenda k’urdan mîna xorovoda gelekî dinê (ê r’ûs) dike, yê ku bi hezar kîlomêtran ji wan dûr dijî!

Û ev jî aspêkteke dinê ye ji bo lêger’înên bingehên destpêkî yên hevbeş ên zimanên hindewropî.

Ji bilî vê, zimanê k’urdî û K’urdistanê r’êzek navên net’ewan û yên warên erdnîgarî p’arastine,  û lêger’îna wan jî dê ji bo zanebûna paşer’oja me ya hemhindewropî  derfetên nû derxe hole. Weha:

–Di K’urdistanê da berek (eşîr) a

kurdan a tîrahî heye.                                                  – Di Afxanistanê da zimanê tîrahî                     

heye, yê ku yek ji zimanên k’oma

zimanan a hind-îranî (zimanên dargî)

ye, ya ku digihîje şaxê zimanên hindî

(hindarîyî).

 

– Di K’urdistanê da bereka (eşîr) a

k’urdan a sindî heye.                                                 – Di qeza Sîndh a Pakîstanê û herêmên

Hindistanê yên Maharaştra, Gûcarat û

      Racasthan da gelê sîndh (sînd) dijî, û

zimanê wan jî sîndhî ye.

.

– Di K’urdistanê da bereka (eşîr) a

k’urdan a alan heye.                                                    – Di Osêtîyayê da berek (eşr) a alan

heye. (Osêtîn jî, mîna k’urdan, gelekî

îranî ne).

– Di bakûrê K’urdistanê da navçeya

bi navê  Dîgor heye.                                                     – Di heman Osêtîyayê da berek

(eşîra) a dîgor heye. 

 

Û di dawîyê da – bi vê boneyê.  

Dibêjin, ku Navç’emk (Mêzopoamya) dergûşa pêkhatina gelên hindewropî û şaristanîya hindewropî ye. Îro k’urd û K’urdistan, hebûna zimanê k’urdî, çanda net’ewî ya gelê k’urd û p’arastina bingehên destpêkî (sûbstrat) yên mak-zimanê hindewropî di zimanê k’urdî da di wê derbarê da govenyê didin. Her çiqas gelên hindewropî di t’evahîya cîhanê da belav bûne, di gelek destpêk û nirxên hevbeş da, yên ku wana bi xwe r’a birine,  guhartinên cuda pêk hatine, lê di welatê wan ê dîrokî da gelek şopên bingehên destpêkî yên hindewropî hatine p’arastin.

Û divê di nava k’urdan di K’urdistanê da li hemû şopên wan bingehan biger’in.

Jixwe ev jî di warê hindewropîzanîya giştî da bi serê xwe aspêkteke girîng e ji bo lêger’înên zanistî yên ji vir û pêva.

Piştî vê nirxandina li jorê em pirsa di wê derbarê da, k’a gelo mirov dikare van hemûyen di govek konspîrologîyê da r’avebike, ji xwendevan r’a bihêlin.

 

  1. Mamoyam (Ezîz ê Cewo)

R’ezbera s. 2021.

 

Çavkani:dirokurd.blogspot.com

[1] Ev gotara di hejmara r’ojnameya «Свободный Курдистан»// “K’urdistana azad” a 10 (215)-an da hatye weşandin (r’ojname di Moskovayê da bi zimanên r’ûsî û k’urdî r’onahî dibîne), û, ji ber ku hem nivîsa mijara gotinê, hem jî berhemên zanistî bi r’ûsî bûne, gotar jî bi r’ûsî hatibûye nivîsîn.

Wergera k’urdî – ya “K’urdistana azad”.

[2] https://zen.yandex.ru/media/id/601ea9f49c16c14bc7a2920d/slaviane-i-kurdy-narody-s-obscei-istoriei-i-obscim-praiazykom-razbiraemsia-60cf581daa9d6d211632639e

[3] А. Д. Мамояян, Грамматические категории существительного и основы индоевропейского праязыка в курдском. Издательство Санкт-Петербургского университета – 2007 г.// AMamoyan, T’aybetmendîyên r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da. Weşangeha zanîngeha Sankt-Pêtêrbûrgê – s. 2007.

 

[4] Макаренко В. В., У русского и курдского народов более трёх тысяч родственных слов. Газета «Свободный Курдистан». 2006, № 6 (39)//Makarênko VV., Gelên rûs û kurd xwedî zêdetirî sê hezar peyvê hevlêzim in. Rojnameya «Свободный Курдистан»//“Kurdistana azad”. S. 2006, № 6 (39).

[5] Макаренко ВВ., Откуда пошла Русь. М. 2005 г.//Makarênko V. V., Ji ku Rûs destpê bûye. Moskova – s. 2005.

[6] Li nasîya 2. binihêre, rû. 77 – 103. Pdf a pirtûkê hûn dikarin bi vê jêderkê bar bikin: https:/ /www.academia.edu/38273718/ ГРАММАТИЧЕСКИЕ_КАТЕГОРИИ_ СУЩЕСТВИТЕЛЬНОГО_И_ОСНОВЫ_ИНДОЕВРОПЕЙСКОГО_ПРАЯЗЫКА_В_КУРДСКУОМ_pdf , an jî navê pirtûkê di cîyê lêgerînê da binivîsin.

Pirtûk bi xwe bi zimanê r’ûsî ye, lê di wê da kurtenaver’ok (t’omerîkirin) û pêvek bi ziamnên k’urdî û înglîzî hene.

[7]. Li nasîya 3. binihêrin.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *