Mêrxasnameya me: Şerefname
Di tarîxa her miletî da hin kes hene, ronahî ne. Ji nav mirovan derdikevin pêş û bi kirin û hebûna xwe mohrê li tarîxê dixin. Helbet ji nav miletê Kurd jî di dirêjahîya tarîxê da gelek kesên bi vî rengî hebûne û hene. Ji wan yek jî Mîr Şerefxanê Bidlîsî ye, ku bi xebata xwe ya giranbiha, bi Şerefnameyê mohra xwe li dîroknivîsîya Kurdan xistiye. Di berhemên li ser dîroka Kurdan da ev kitêba han ya Mîr Şerefxanê Bidlîsî di rêza herî pêş da ye û di kanona dîroknivîsîna Kurdan da xwedîyê cîyekî saxlem e.
Li Bakur û Tirkîyê him çapên wê yên bi Tirkî û him jî yên bi Kurdî hene û di wan da nivîs û bibliyografîyên baş hene. Ez dixwazim di vê nivîsê da bala xwe bidim cîyê vê xebata hanê ya di nav oryentalîstên bi zimanê Almanî da. Lê berîya wê çend notên min di heqê vê berhemê da.
Ya rast, min gelek dereng dest bi xwendina vê kitêbê kir. Her cara ku min dest diavêtê, da ku bixwînim, min dikir-nekir, ez nediketim nava wê. Lê piştî xwendina nivîseke Michael Eppel ez li şîfreya vê kitêbê rast hatim û min ferq kir, ku ji bo hin xebatan kilîtên/kilîlên taybet lazim in. Armanca vê nivîsê jî ew e, ku ez jî hin kesan bi vê xebata han bihesînim.
Xanîyê pêşîn: Mîr Şerefxanê Bidlîsî
Herçî Hezretî Ehmedê Xanî ye, ew nîsbeten baş tê naskirin û wek bavê kurdewarîyê tê dîtin. Lê tişta ku min di Şerefnameyê da dîtîye ev e, divê em vê xelekê berîya wî bi Mîr bidin destpê kirin. Û ev tişt qîmeta gotin û tespîtên Hezretî Xanî kêm nake.
Mîr Şerefxanê Bidlîsî di kitêba xwe da bi awayekî gelekî enteresan li ser sebebê nivîsîna wê dibêje: „Vêca ew kesên di bazara nivîsandinê de cewherfiroş û durrnas in; ew dîrokzanên ku lehengên nav şekeristana serpêhatî, çîrok, deng û behsan in, heta niha riya xwe ber bi Kurdistanê ve nekirine; behs û dengên gernas û sernasên Kurdan nekirine bin devê pênûsê, ew dîroka gelek bi şanazî û xweşiyê, ku di tam û bîhna xwe de wek hingivîn û gezoyê ne, gelek mixabin ji aliyê wan ve nayê naskirin û ketiye bin piyan û bi tu awayî dest û devên xwe lê nêzîk nekirine. Ez î jar, bêtaqet, bêdest û ziman ketim ser wê xeyalê ku vê mijara han a ji taqet û qudreta min der; behs û serpêhatîyên mirovên mezin, kesên bi nav û deng, serdar û fermanraweyên Kurd û Kurdistanê berhev bikim, ên di dîrokên Ecem de min bi xwe dîtine û yên min ji mirovên bi hiş û zîrek û ji derewan dûr, raste rast bi xwe seh kirine, binivîsim û navê wê deynim: ŞEREFNAME. Hemî armanc û daxwaza min jî ev e ku xanedanên mezin ên Kurdistanê, navê wan di nav navan de bimîne û ji bîr neçe.“
Bingeha ku li vir Mîr Şerefxan Bidlîsî ji xwe ra datîne, bingeheke neteweyî ye û du esasên wê hene: Ax û netewe. Ew dixwaze li ser van herdû esasan bîreke, hafizayeke neteweyî ava bike. Ev xal gelek balkêş e, lewra weku bi gelemperî zanîn, fikra neteweyî bi şoreşa Fransayê tê destpê kirin.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…