Spanya, guhdara wê Spanyaya xwe be ya ku yekcar di hinavê te de ye!
Guhdara xwe û dasa bêçakûç be!
Guhdara xwe û çakûçê bêdas be!
Guhdara xwe û wî cangorriyî be yê ku dil nake,
ruhstînê ku dil nake,
sersarê ku dil nake!
Guhdara xwe û wî kesî be yê ku sê caran wê te nas neke
berî ku keleşêr bang bidin
û yê ku tu sê caran nas nekiriyî ji vir û ha de jî!
Guhdara xwe û qoqê serê miriyekî be yê ku nîne pê ve hestîkê gîtikê
ya û wî hestîkê gîtikê be yê ku nîne pê ve qoqê seriyekî!
Guhdara xwe û desthilatdarên nû be!
Guhdara xwe û wan kesan be yên ku serê miriyên te dixwin
û yên serê jiyiyên te dadibelihînin mîna miriyan
Guhdara xwe û partîgirên tund be!
Guhdara xwe û wî esmanî be yê ku li tenişta dî ya dinê ye
û ya wê dinê be ya ku li aliyê dî yê esmên e!
Guhdara xwe û her kesî be ku hej te dike
Guhdara xwe û fêrisên xwe hebe!
Guhdara xwe û miriyên xwe be!
Guhdara xwe û komarê be!
Guhdara xwe û paşerojê be!
César Vallejo
Wergêr: Ferec Koyistanî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…