Kela Wanê

Li Bakurê Kurdistanê yêk ji bajarên heri giring, dîrokî, geştîyarî û serenç rakêş Wan e. Wek erdnigariya Kurdistanê dikeve navîna Kurdistan ê. Li Bakurê Kurdistanê bajarek herî xweş û ciwan bajarê Wanê ye. Li ser vî bajarê Dirokî be hezaran salane şer û ceng heye. Her dagirkeriya hatiye Kurdistanê destpêkê çavê xwe xistiye vî bajarê ciwan û şirîn.

Wan, di destpêkê ji keleya wê dest bi avakirinê dike. Kela Wanê ku 5 km ji navenda Bajarê Nûjen dûre,  li ser zinarekê hatiye avakirin ku dikeve kêleka Gola Wan ê. Ji Rojava ber bi Rojhilat ev zinare bi şêwazeke suruştî, durist bûye.

Zinarê Kela Wan ê:

20 – 120 Metre Firehe

1800 Metre Dirêje

100 Metre jî Bilinde

Di derbarê Navê Bajarê Wanê de gelek bîr û çûn hene. Li gorî, pêzanînên Zanistî. Serdema Urartuyan de ye ku navê Bîane ango Vîane bi nav kiriye. Di nivîsên bizmarî de, wek navê herî kevnar ev nav hatiye destnişankirin. Di serdema Urartuyan de wek Tuşpa hatiye bi nav kirin. Tuşpa, paytexta Urartuyan bûye.

Diroka Bajarê Wanê xwe digehîne beriya Zayinê  5 – 3  Hezar Salan ku li derdora Keleya Wanê hin vekolîn hatine (Girê Ruvîyan) encamdan ku berhemên bi destxistine yên serdema Neolotîk in.

Li Wanê yêkem Şaristaniya ku wek dewlet desthilatdari kiriye Hurîne. Piştî Hurîyan, Beri Zayinê 900 sal Dewleta Urartuyan tê damezitrandin û paytexta wê jî dibe Tuşpa. Ji xwe Dewleta Urartuyan desthilatek hevbeş ya Kurd û Ermene. Welat li ser Dû herêmên cûda hatiye dabeşkirin. Yêk ji wan Devera Nairîyan ku Başûrê Urartu û Bakurê Urartu jî Xaldî tê bi nav kirin. Yêkem Melikatiya Urartuyan, ji aliyê Sardurê-I (840-825 BZ) ve hatiye avakirin. Paytext kiriye Bajarê Wan û Navend jî Kela Wanê bû ye.

Evro jî, Birca Sardûr (Madir), Peresetgeha Kiç û Dayikê, Argiştê-I ê, Mezelên Sardur-II û Menûa, Rêka Hezar Terece, Nivîsên bizmarî û hejmarek berhemên din yên dîroka Wanê yên serdema Urartuyane ku evro cîhê geştyarane. Nivîsa Bizmarî ya wê demê li gel Kurdiya îro (Kurmancî diguncêt) nêzî heve. Zimanzanên Bizmarî ku dikarin nivisa Urartuyan bixwînin: Dibêjin Urartu Kurd bûne û zimanê Bizmarê yê wê demê Kurdî bûye. Lê di rastiyê de desthilatek hevpar ya Kurd-Ermen bûye.

Beriya Zayinê salên 700 an de desthilata Asuriyan êriş dikin ser Wanê û Paytexta Urartuyan dagir dikin û paşê bajarek nû avadikin. Di salên Beriya Zayinê 612 ê desthilata Kurdên Medî dewleta Asuran dirûxînin û bajarê Wanê jî di nav de hemû Kurdistanê desteser dikin. Edî piştî şûn û warên Urartuyan desthilata Imp. Medya mora xwe ya desthilatdariyê li vî bajarî dide.

Desthilatdariya Medan beriya zayinê di Sala 332 de, ji aliyê Persan ve tê rûxandin û desthilata Persan jî, heta Sefera Îskenderê Maqdunî ya Sala BZ 129ê, desthilatdariya xwe berdewam dike. Di sala bz 88 an de Part desthilata Bajarê Wanê dikin destê xwe de.

Wanê û derdora wê di navbera Romaîyan û Sasaniyan de berdewam bûye qada şer û her dem dest diguhert. Wan heta piştî zayînê 395 ê di bin desthilata Sasaniyan de dimîne û paşê dikeve destê Bizansiyan. Desthilata Bizansiyan jî heta sala pm 644ê berdewam kir û paşê di serdema Xelife Osman de Wan dikeve destê Emeviyan û paşê jî dikeve destê Ebasiyan de. Li Bakurê Kurdistan heta digehe Ermenistanê Prensa Ermenan hatiye ragihandin ku wek Otonom bi dewleta ( pm 915-921) Îslamê ve girêdayî bûye.

Bajarê Wanê di sala 1071ê de bi encam bûna şerê Melezgirê edî dikeve bin desthilatdariya Selçûqîyan. Paşê Demekê dikeve bin Desthilata Siltanê Kurd Selahaddin Eyubî. Paşê Karakoyunî di sala 1230 deverê dagir dikin û Bajarê Wanê jî dikeve bin kontrola wan. Paşê Akkuyunî bi hêrişa Hesenê Dirêj ser dikevin û Devera Wanê dikeve destê Akkuyuniyan.

(Di Salên 1243 an de êrişên Tirkên Moxol destpêdikin û heta 1308ê berdewam dikin. Bajarê Wanê nesîbê xwe ji êrişa van barbaran digre û  di serdema  Tîmûr Leng de Wan û derdora wê tê hilweşan din. Edî bi hatina van barbaran xweşîya li Kurdistanê bi dawî dibe ku heta Komara İro jî dê ev hizra dagirkirin, inkar û tevkujîyê dê berdewam be)

Di heman demê de Safavî êrişî Akkuyuniyan dikin û Bajarê Wanê desteser dikin. Li Hemberî Safaviyan Osmani dest bi êrişê dikin û di serdema Yavuz Sultan Selim (23. Tebax 1514) de li Çildêranê Safavî dişkên û  devera Wanê dikeve destê desthilata Osmaniyan. Lê êrişên Safaviyan her berdewam dikin. Di serdema Kanuni Sultan Silêman de jî, 1548 Osmaniyan disa êriş birin ser Safaviyan û têk şkandin. Bajarê Wanê kete destê Osmaniyan. Sinûrên di navbera Osmaniyan û Sefeaviyan de bi peymana Amasya ya Sala 1555 ê hate morkirin û bajarê Wanê û Hekarî kete bin desthilatdariya Osmaniyan. Bajarê Wan wek Begên Began hat ragihandin û Husref Paşa bû Beylerbeyê Wan ê. Her wiha Pirtûkek ji li ser Bajarê Wanê di wê demê de bi navê “Kîtab ı Lugat Wan Kulu”  ji aliyê Vankulu Mihemed Efendi ve, hatiye bipênûs dan. Di dema Osmaniyan de, Kela Wanê wek navendek Leşkerî bi karanîye û yêk dû mizgeft û gumbet jî lê avakirine.

(Gerokê Osmanî Ewliya Çelebî piraniya bajarên Kurdistanê û keleyên Kurdistanê geriyaye. Di Geryannameya xwe de dibêje: Navê Wan ji aliyê Iskenderê Maqduni ve li Perestgehê hatiye kirin. Navê Perestgehê Wankê ye. Navê xwe ji vê rastiyê digre…)

Bajarê dîrokî yê Wanê ne di nava Keleyê de ye. Lê dikeve Başurê keleyê. Lê Ev bajare gelek caran rasti êrişên dagirkeran hatiye, lê niha bes wek kavilekê dîyar dibe. Taybet di sala 1915 an de Ermenan û Rusan Bajarê Wanê dagirkir ku nifusa wê 15 Hezar bû. Dema xwe (1918ê) vekêşan hemû bajar agir pêxistin û çûn. Paşê Bi peymana Lozanê bajarê Wanê kete nav sinûrên Komara Tirkiyê. Hikûmeta desthilatdar ya Tirk li Bakurê Kurdistanê, çi vekolîn û giringiyek bi vê deverê nedaye. Her tişt xerabe û wek xwe, hîvya xwedanên xwe yên azadixwez Gelê Kurdistanê ye.

Dennis Dargul-Basnews

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Gotara Epîk, Netew û Meşrûiyet

Analîza Berawirdî û Teorîk a Ehmedê Xanî û Publius Vergilius Maro “T. S. Eliot ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *