Gelo hûn dizanin ku ji bo xewek tendurist çi bikin? Prof. Dr. Ahmet Aydin diyar kir ku bedenek saxlem di xeweke bi tendurist de derbas dibe û ji bo vê jî divê hûn çi bikin.
1-Divê hûn zivistanê dirêjtir razin. Lê divê ev herî zêde 9, herî kêm 5 saet be…2-Divê êvarê piştî saet 21:00an li televîzyonê temaşe nekin û kompîturê venekin 3-Divê hûn mîqdara ronahiya mala xwe piştî tarîbûnê kêm bikin.
4-Odeya ku hûn tê de radizê divê bi tevahî tarî be. Melatonîn di vê rewşê de pir baş tê derxistin.
5-Divê hûn tiştekî nêzî dema razanê nexwin. Divê hûn şîva xwe herî kêm 2 saetan berî razanê bixwin.
6-Germahiya odeya weya razanê divê ne zêde be û ne jî ji 21 pileyî derbas bibe.
7-Divê hûn piştî nîvro vexwarinên kafeînkirî yên wekî çay an qehwe venexwin.
8-Divê hûn alkol û şekir ji jiyana xwe derxînin.
9-Divê hûn bi goreyan ranezên.
10-Divê hûn bi ronahiya mûmê pirtûkek aram bixwînin. (Heke piştî hemû tiştên ku we kirine dîsa jî tengasiya we heye ku hûn bikevine xew ê.)
11-Divê hûn berî razanê serşokê bikin.
12-Divê hûn serê sibê xwe bi xwe şiyar bibin, dev ji adetên hişyarbûna bi alarmê berdin.
13-Di nav nivînan de divê hûn TVyê temaşe nekin.
14-Divê hûn berî razanê vexwarinên avîn venexwin.
15-Dema razana we divê her tim wek hev be.
16-Divê hûn her roj herî kêm 30 hûrdeman werzîşê bikin.
17-Pêdivî ye ku hûn dermanên ku dikarin xewa we xera bikin heya ku gengaz be bikar neynin.