Dîrok: 15.05.2026

Gelî Musulmana!
İslam dînek wisa ye; him wezîfeyên bende yên li pêşberî Xweda û yê li pêşberî nefsa wî xwe û him jî yên li pêşberî malbatê û civaka nav da dijî tev bicîhkirine. Ev fermûdeya Cenabê Pêxember çiqa girîng e ku difermê: “Li ser te heqê nefsa te heye, heqê Xwedayê te heye, heqê nîvanê te heye, heqê malbata te heye; de îcar heqê her kesî bidiyê.”(1)
Gelî Musulmana!
Maleka têda jin û mêr ji hev ra bi rêz û evîn bin, têda qedrê mezinan bête ragirtin û bi zarûyan va tije xêr û bereket be saz bikin û lê miqate bin; ew pirsyariyek/mesûliyyetek me ya him însanî û him civakî ye. Lewra cîhê pêştirê ku merû li wir hizûr û hedara xwe dibîne û agahdarê ji nirxên baweriyê û şaristaniyê dibe; malbat e. Cem’iyeteka neferên xûypak ew avakirine û sazkirina dunyakî aştîxwaz rêya wê bi malbatê ra derbas dibe. Xwedê Te’ala bi vê fermana xwe va ku difermê: “Yek ji delîlên wî ew e; bona hogiriya we pê were ji nifşê we ji we ra xanim afirandin û dilbêşî û evîn xist navbera we da.” (2) bi me dide zanînê biweku malbat lutfek xwedayî ye. Ji wê bonê tu sazûmankî din nabe alternatîvê malbatê. Ew evîna mêr û jinê, ew kêf û şahiya bi zarûyan ra, ew xweşhaliya ji dê û bavê tê û ew piştrastiya dapîr û bapîr didin meriv tu tiştkî din şûna wan nagre.
Gelî Musulmana!
Perwerdekirina nifşên dilsozê dînê xwe û ji mûqeddesatan ra hurmetkar, ew jî pirsyarîkî me ya dinê ye, nabe were piştguhkirin. Ew nasname û xûy û xisletên wek a’îdiyet û fîdakariyê ku ji bav-kalan da mane; li me wezîfe ye xort û ciwanan pê bihesînin. Qedr û qîmetê bidin zar û zêçê xwe, wan guhdarîkin, bona bextyariya dunya û axîretê ji wan ra rêberiyê bikin; ew jî wezîfeka me ye. Qasidê Xwedê li ser vê yekê me ewha agahdar dike: “Ji merûkî ra wek guneh bes e; kesê xwedîkirina wan lê piştguh bike û wan zayi bike.”(3)
Gelî Musulmana!
Ew xwûşk û birayên kêmendamên bi ‘ezm û îrade têdikoşin ji astengan rehabin; hessasiyeta li pêşberî wan û famîleyê wan pirsyarîkî me ya him dînî him exlaqî û him civakî ye. Loma gotî em xwe li vê şîreta pêxemberî bigrin ku difermê: “Kî hewcetîkî birayê xwe bîne cîh Xwedê jî hewcetîkî wî tînecîh.”(4) ‘îbadetxaneyê xwe, medrese û dibistanê xwe, avahî û kuçe-kolanê xwe wer avabikin da ew xwang û birangê me yên kêmendam jî bikarin jê xêrê bibînin. Lazim e jiyanê ji wan ra bi her awayi hêsan bikin.
Gelî Musulmana!
İro, hemû beşeriyet pêkva, bi gelek sebebên wêrankar ra rû bi rû maye. Ew malbata ku ji bona civakê wek kevirê bingehê ye; kesên sînornenasên bêedeb û bêheya hene dixwazin bi rêya mecrayên dîjîtal û reklam û bername û fîlmên televîzyonî va wê qels bikin, lawaz bikin; têdikoşin bi destê desteyên jirêderketî û îdeolojiyên pûç va, zêhnê ciwanan şêlû bikin. Di serdemek ewha da, ya li me ew e; bi awayê liyaq xwe li fermanê Xweda bigrin, li fitreta xwe xwedî derkevin, wî exlaqê nişmî yê pêxemberî rabigîhînin malbat û nifşên xwe yên nûw.
Xutba xwe bi vî du’ayê qur’anî va diqedînim: “…Xwedaya! Ew nî’metê te dan min û dê û bavê min, bike nesîb şukr û spasiya wan bikim, bike nesîb şol û karê bi te xweş tên pêk bînim, zuriyyeta min jî bigerîne ji kesên salihên qenc…” (5)

1.Tirmizî, Zûhd, 63.
2.Rûm, 30/21.
3.Ebû Dawûd, Zekat, 45.
4.Mûslîm, Bîrr, 58.
5.Ahqaf, 46/15.
Seyda Mella ‘Ebdûsselamê Şadî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…