Tag Archives: raman

Bazirganiya Koletiyê û Martîn Lûther Kîng

“Roja em ber pirsgrêka bêdeng man, ew rojê bibe destpêka daviya me” (Martîn Lûther Kîng) Baş tê zanîn ku bi dawiya demsala 15mîn ve keşfên erdnîgarî destpê kirîbûn û dema qala keşfên nû dibe, berî her tiştî Emerîka tê bîra me. Ji ber ku heta 1492an derheq parzemîna Emerîkayê xeber …

Read More »

Siyasetmedarek, Nivîskarek û Hin Şoreşgerên Deştî

Rojekê em çend heval li saziyekê bûn û me sohbet dikir. Mijara sohbeta me jî, pişaftina Kurdan bû. Çend lehengên bajarî yên ronak(!), mîna şoreşgerên li deştê tiştên pir xweş digotin, weke: ”Pişaftin sûcê mirovatiyê ye. Divê em li dijê pişaftinê derkevin.” Van Kurdên leheng, sohbeta xwe jî bi zimanê …

Read More »

Dostanî

Li Îskoçyayê cotkarekî gelek feqîr dijiya. Navê wî Flemîng bû. Rojekê ji rojan dema di zeviya xwe de dixebite, qîrînekî dibihîze . Yekser, bi bezê diçe ciyê ku deng jê tê û li wirê çi bibîne; zarokekî heta navtenga xwe ketiye teqnê û di nav hewildana ku xwe jê derxe …

Read More »

Yên Min Bikujin

Ez rabûm min çira vêxist, ‘‘pirtukeke ku heqê min dixe kuştin’’ hilda, da ser çoka xwe û dest bi xwendinê kir. Rûpel bi min re bûn heval, çira şewitî û şev hêdî hêdî herikî. Bi texmîna min gundî û cînar, zar û zêcên xwe re weke her carî runiştibûn, ez …

Read More »

Qerîneke bêdeng RINDÊXAN

Pirtûka berxwedanek dîrokî: Qerîneke bêdeng RINDÊXAN “Mala Eliyê Ûnis” an “Qewmê Çiyê”, bêhtir bi serhiladana 1925 an, li herêma Xerzan hatine nasîn. Xerzan, bi rûbar, deşt û rêze çiyayên bilind û erdên bereket, balkêş e. Eşîra mezin, bi girêdan û domandina jiyana azad li ser xaka bav û kalan tê nasîn. …

Read More »

Gulîstana Çîrokan

Çawa ku di hêla ziman, çand û edebiyata kurdî de kurdên li Swêdê serî dikşînin, herweha di hêla afirandina pirtûkên perwerdeyê yên bi kurdî de jî mamosteyên kurd yên li Swêd  pêşkêşiya kar û xebata perwerdeyê jî pêk tînin. Li Swêdê bi nave “Navenda Pedagojîya Kurdî – Kurdiska Pedagogisk Centrum” …

Read More »

Mirov û Dinya

Zilam, piştî ku hefteyekê dixebite, diweste. Serê sibeha yekşemê hişyar dibe ji bo ku westa xwe ya heftiyekî ji ser xwe biavêje û bêhna xwe derxe, dirahêje rojnama xwe û difikire ku tevahiya rojê sistîtiyê bike û roja xwe li malê derbas bike. Zilam , dema ku tam di nava …

Read More »

Gotinên Watedar – Şerefxan Cizîrî

Gotinên Watedar

Di vê dema ku hemu tişt tevlihevdu bûye, veca raman û gotinên watedar jî zêde bala mirovan nema dikişînin. Mirov çiqasî gotinên vala bibêje, derdor bêtir gûh dide gotinên vala. Mirov çiqase gotinên vala bi dûv hevdu de bihejmêre, mejiyê mirovan tevlihevdu bike, ramanên wana bike weke şorba niskê, hinek …

Read More »

Qederek û Qezeyek

Dîsa di bajerekî, dîsa di otogarekî, sebr û tevat li min nayê. Piçûktiyê heya îro min hewqas emrê xwe di otogara, qiraj û rawestgeha de derbaskir, lê qet hînê sebrê nebûm. Ez kîngê rê pêşiya xwe bibînim bê tevat dibim, bê sebir dibim. Hiz dikî bila ew rêya min dûr …

Read More »

Dudiliya Dilekî – Hesenê Metê

Min got: – Erê, tu jina min î… lê kitêbên min û kitêbxaneya min jî yara min e. Vêya welê bizane. Li ser van gotinên min, wê hêrsa xwe mezintir kir, çavên xwe mezintir kir û got: – Na, jin û yar li cîhekî, di malekê de nabe. Van gotinên …

Read More »