Dîrok: 26.12.2025

Gelî Musulmana!
Her civakek nasnamek xwe ya teybetî/xisûsî heye. Her netewek/milletek, bi wê nasnama xwe va di dîrokê da şûna xwe digre. Nirxê xwe yê me’newî û yê netewî bi wê hûwiyetê va diparêze. Bi wê nasnamê va dibe malbat; huner û avadaniya xwe, bajar û şaristaniya xwe bi wê nasnamê avadikin; paşeroja xwe bi wê hûwiyetê va radigrin.
Gelî Musulmana!
Yek ji wan hêmanên/’ûnsûrê ku em pê dibin em, dibin netew/millet û dest bi dest bi biratî dijîn nasnama me ya musulmantiyê ye. Ev hûwiyeta havênê xwe ji vê ayetê werdigre: “Em bi rengê Xwedê (daye) xwedan reng bûn. Kî heye ewê rengê wî ji rengê Xweda bedewtir?! Em, bes ji wî bi tenê ra perestiyê dikin.”[1] Di xerca vê nasnamê da, çavkaniyê rehmetê ku ji Qur’an a Pîroz û ji Sûnneta Cenabê Pêxember dadinizilin hene. Di bingeha vê nasnamê da, ew exlaqê İslamê yê bi angorî zeman û zemîn venaguhere heye. Di avakirina vê nasnamê da, dilbêşî heye, dadperwerî û xêrxwazî heye.
Gelî Musulmana!
Netewên ji sehneya dîrokê ketine çûne, pêşiyê ketine bin bandora çand û kultura biyaniyan, dûwra bi nasnama xwe ra bûne xerîb; dawiyê da şaristaniya xwe û paşroja xwe jî ji dest dane der. İro, mirovahî, bi cilqbûnek a exlaqî va rû bi rû ye. Hin kes hene bi şahî û şênahiyê bê ‘ar û tixûbnenasî diqaqicin fitretên pak xirab bikin. Wer bi serê xelkê dixin biweku derfet û demanê xwe çiqa serf bikin dê ew hinde bextyar bin. Diqaqicin nifşên wer rakin ku ji çand û kultura xwe ra û ji nasnama xwe ra biyanî bin. Heq Te’ala, kesê li xirawiyê dixebitin û dibin sedemê wê, salixê wan ewha dide: “Merûyê wer hene ku, quwet bikeve destê wan ewê fesadiyê derxin, mehsûl û çand û neslan xirawkin. Xwedê Te’ala ji xirabkaran heznake.”[2]
Gelî Musulmana!
Her rûpera ku ji salnamê diqetînin, şahidek bêdeng e biweku wa ye rokî din ji jiyana me kêm bû. Hefta bê emê bikevin saleka nû ya din a mîladî, emê salkî dinê ji temenê xwe li dûw xwe bihêlin. Gotî van rojên hanê, nebin rojên bi şênahî û şahiyê bi nirx û hûwiyeta me va naguncên ‘emrê xwe zayikin. Van rojana; gotî nebin rojê ku têda mal û karxane û kuçe-kolanê me bibin qada hin sembolên ku dînê me da, kultura me da şûna wan tunin. Van rojana; gotî nebin heyamê vexwarina mey û araqa ku ji rih û laşê me ra tev ziyan in. Van rojana; gotî nebin rojê leyistina qumar û piyango û leyistinê bext/şensên ku bê ked û xwîdan tên bidestxistinê. Cenabê Pêxember di gotinek xwe da ewha difermê: “Yek ji nîşanên çakbûna/başbûna musulmantiya kesekî ew e ku; berredayi qise neke, kirin û karên bêhavil li cîh bihêle.”[3]
Gelî Musulmana!
Her kêlîkî/lehzekî nîmetê temenê xwe xezînekî giranbuha bizanin. Bibin gohdarê vê agahdariya Heq Te’ala ku difermê: “Roja bi mirovan ra hîsabê wan bê dîtinê wa ye gelek nêzîng bûye; lê ew hey wisa nav xefletê da rûyê xwe ji heqiyê badidin.”[4] heyanî îro em çawa jiyane ber çavan ra derbaskin, hal û weziyyeta xwe û paşeroja xwe bi angorî axîret a ku warê me yê ebedî ye reng bidinê. Ji bîr nekin mirin û hîsabê ku em ji xwe dûr dibînin ji me ra gelek nêzîng in.
[1] Beqere, 2/138.
[2] Beqere, 2/205.
[3] Tirmizî, Zuhd, 11.
[4] Enbiya, 21/1.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…