ER:
Peyva “Er”ê yek ji peyvên herî hêja û kevnar a Kurdîya navîn anku Pehlewanî ye. Er tê wateya “meqam, paye, ast bilindî, hêjaya herî jor, paye û texta şah û mezinan. Helbet ji bo war û mekan weku “ERDE”jî di gelek nav û bêjeyan de hatiye. Bo berçavroniyê em ê çend mînakan ji her du bêjeyên “ER & ERDE”yê binivîsin û şîkar bikin weku:
ERVEND: navê çiyayekê bûye di kevin de û weku wateya navê jî tê wateya necîb, necîbzade, xanedan, malbata Med û Medyayê
ERENG: navê war û welatê dayika Zerdeştê ye, weku wateya navê jî tê wateya “meqam, baye, payetext, asta herî jor”
ERES: meqam û texta mutekemel
EREŞ: leheng û jêhatî
ERVAN, ERWAN: paye bilind
EREND: navê rûbarekê bûye ku niha jêre Sîrwanê jî dibêjin li başûrê Kurdistanê û nêzî bajarê Xaneqînêye, ango meqam û texta ku roj jêhiltê, niha ew nav weku “ELEND” kara ye
ERDER: warê pîroz û paye mezin
ERDAJ: welatê mezin û desthilatdar
ERDAD (ERTATE): dadgerî û edaleta herî bilind û mezin
ERGAL: peyv û kelamên pîroz û mezin
EREBXA: navê berê ya bajarê Kerkûkê ye
ERBÎL: navê berê ya bajarê Hewlêrê ye
ERDEBÎL: navê bajarekê ye li bakurê rojavaya îranê
ERDEXAN: navê bajarekê ye li bakurê Kurdistan
ERDEVÎN: navê bajarekê ye li bakurê Kurdistan
ERDELAN: navê herêmekê ye li rojhilata Kurdistanê
ERDÎN: navê bajarê pîroz e di dema ûratûyan de ku şahê wê jî Ûrzan bûye û ji aliyê şahê Asuriyan hat kuştin
ERDEŞÊR: navê lehengê Kurd e ku texta farsan îmha kir û welatê Sasaniyan ava kir
ERDEWAN: leheng û qehreman
ERZINGAN: navê bajarekê ye li bakurê Kurdistan
ERDEROM, ERZEROM: navê bajarekê ye li bakurê Kurdistan
Helbet ev çend mînak bûn ji sedan mînakên din di zimanê kevin û nû de, peyva “Er”ê xwedî wate û roleke mezin e di zimanê Kurdî de û dikare roleke mezin bibîne di zimên de, hêvîdar im xebatkarên zimên li ser peyva “Er”ê bisekin û têde gelek kodên veşartî û nedîtî hene ku divê derkevin û gelek rastî hene em ê bibînin.
Qendîl Şeyxbizînî
2.1.2021 – Hewlêr