Bixêr Hatî Remezan

Em vê meha Qur’anê
Bi Yasîn û Furqanê
Bi Rojiyê eda kin
Xwe bigînin îmanê
Şeva Leyletîl Qedir
Hezar mehan bixêrtir
Ya Rebb Tu qebûl bikî
Bigîn xêra mezintir
Hat bixêr hat Remezan
Neçêrin wekî pezan
Limêj bikin bi Azan
Hûn nevînin merezan
Bihelîn don û bezan
Rûnên li nava werzan
Zilmê nekin li kesî
Diparêze j’ merezan
Hem Ta’et û hem razan
Nemînin miflis, xizan
Bimeşin d’ rêya Xwedê
Xwedê digîn mirazan
Bêqeda û bêbela
Gunehan têkin qela
Ferza Xwedê eda kin
Hûn wekî şêx û mela
Pîroz li we musulman
Fitra bidin bi kulman
Wê feqîr bigrin hilmê
Recim bikin Îblîsan
Can û mal bikin feda
Bidin di rêya Xuda
Helal bikin keda xwe
Nebînin ecr û qeda
Ev meh meha Rehmetê
Meha Fitr û Zekatê
Bidin şarên Erdhejê
Bila bigên felatê
Ne sîtem û ne bela
Ya Rebb nebînin xela
Welat kirin Kerbela
Azad ke ji zerzela
Gelê me serfiraz ke
Bextewar bi miraz ke
Wekî bazek azad ke
Welatê me Tu saz ke
Ji sîtem û ji kulmê
Em mezlûm bigrin hilmê
Me azad ke ji zilmê
Bike paşa yê demê
Bi tewbe û îstîxfar
Mu’mînan bike rizgar
Me û dê û bavê me
Bibexşîne Ya Xeffar.
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
21.08.2009 ~ Almanya
* * *
SULTANA YANZDEH MEHAN
Donzdeh sêv bi darê va
Yanzdeh xwar yek ma pêva
Sultana yanzdeh mehan
Xêr û bereket tê da
Sertaca hemû mehan
Paqiş dike j’ gunehan
Silav li Pêşengê me
Serwerê me mu’mînan
Rojî meha Rehmetê
Dermanê Mexfîretê
Şîfaye j’bo mu’mînan
Mifta derê Cennetê
Bixêr hatî Remedan
Xweşîya li her deran
Di vê meha pîroz de
Bigrin destê feqîran
Bidin bo riza Xwedê
Li pey vê bikin ‘Îdê
Bo Limêj û Tekbîran
Hemû herin Mescîdê
Werin em herin sema
Xêncî vê çare nema
Ji Rebbê xwe bixwazin
Bo birînan melhema
Veke dergahên xêrê
Me dernexîne ji rê
Me bigîne serxwebûn
Amîn ya Rebbî erê.
NÎYETA ROJÎYA REMEZANÊ
Bi Navê Xudayê Mihrîvanê Dilovan!
Ez îşev bi nîyet im
Sibê bi rojî me
Rojîya meha Remezanê
Ferza sala îsalîn
Digrim bo riza Xwedê
Xwedê Tu qebûl bikî.
Amîn Ellahum Amîn…
Dilbirînê Deşta Mûşê
12.04.2021
Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
JÊRNÎŞE
Min îro (22.03.2023) hinek wê helbesta xwe ya jorîn guherî û çend çarînan jî lê zêde kir. Herweha min çarînek jî li helbesta jêrîn zêde kir.

Derbar ziman

Check Also

Fîkrên Kûr – Firat Cewerî

“Em derve, bajêr, çarşiya bajêr, esker, korucu, gerîla, tîmên taybetî yên ku bajar dagir kirine; …

Leave a Reply