Qêrîna Hestên Min

li xewa şevên bêxewiyê

serê xwe datînim ser balîfa

bîranînên pînekirî

û dikevim nav xeyalên

kûr û tûj

pişta xwe dispêrim

bayê felekê

û li demên gemar

temaşe dikim

ey mirovahî

celadên çavsor

bi tanq û topan

min dorpêç dikin

guleyên qaleş

li ser bedena min

dibarînin

dîwarên jêrzemîna tarî

bi ser min de

hildiweşînin

bêhna barûta genî pozê min

dişewitîne

dêlegurên dirantûj

çermê giyana min

digurînin

dûpişkên hov

jehra xwe berdidin

laşê min

ziman û guhên dinyayê

lal û ker bûne

ji korta çavên min

xwîna reş diniqute

ser kezebê

ji ber hovitî û bêwîjdaniyê

çûk şerm dikin

û perperokên bax û bostanan

melûl melûl difirin

ez

li nav xirbeya avahiyê

ya Cizîra terkandî

di ber cankêşiyê de me

qudûm

di çokên min de nema

mil û qanadê min

şikestin

di êşa bêdengiya fetisî de

dinalim

dilerizim

vediciniqim

ditevizim

û dikevim xewa giran

di tîbûn

birçîbûn

û bêçaretiya xwe de

têm kuştin

 

Xizan Şîlan

Stockholm IMG_1679.jpg görüntüleniyor

 

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *