Yar – Cegerxwîn

Yar ku ne mêvanê te bî, ma tê bi mizgînê çi bikî
Dayê ne rêzanê te bî, ma tê bi dûrbînê çi bikî?

Carek li cem te rûnenî, şekir nexe nav wî kenî
Bê gorî û bê ezbenî, ma tê bi şêrînê çi bikî?

Yar wek kevoka xweşkedî, serbest û bêşerm û bêfedî
Xwe li pencera eşqê nedî, ma tê bi wê dînê çi bikî?

Heta di eşqê wer nebî, dil wek biyokê zer nebî
Wek Mem evînperwer nebî, ma tê bi wê Zînê çi bikî?

Ta wek Cegerxwîn dîn nebî, evîn di dil da şîn nebî
Tehlî bi te şêrîn nebî, ma tê bi zanînê çi bikî?

CEGERXWÎN

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kurd û Rewşenbîrî: Rola Rewşenbîrên Kurd di Avakirina Nasnameya Neteweyî de 

✍️ Nivîskar: Mirza Xanî  Rewşenbîrên Kurd di pêvajoya şêwirmendiya civakî, çandî û zimanî ya gelê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *