Wêjegeh

May, 2018

  • 5 May

    Koçberîya xeyalan

    li deryayên nenas masîgirek im di keleka çîtikî de bi darebêran bi hêrsa berhevkirina goştê bi dasîk ji xwe diçim mil diçin û tên çav li deryayê zîqkirî ne li şopa beriqîna avê digerin ber bi êvaran asê dimînin av, awêneya rojê ye li wir koçberiya min e ev hunê …

  • 3 May

    Bi Xwezayî – Helbest

    gelo kengê gerdûn roj da ango zayîn bi rojê hat tevlêhevî xwe dabû der erd qelişî, xaz teqiya toz û dûmana ewrên reş çawa bi demê re çû alî bê şik xweza xwe kir jiyan pêşî lehî rabûn paşê jîn hat ser erdê xizan bi salên dirêj û bê temen …

April, 2018

  • 30 April

    Bûbê Eser: ”Barzan Digirî” Romana Enfalê bû!

    Di van rojên dawî de jiyan ji bo Kurdan li her deverekê pir zahmet bûye. Mixabin zahmetiya herî giran jî li ser zimanê Kurdî ye. Di vê rewşa xirab de em li ser ziman û pirtûkên Kurdî bi nivîsakarê Kurd ê hêja Bûbê Eser re axivîn. Birêz Bûbê Eser pirsên Peyama …

  • 26 April

    Hewara xelasiyê

    kela rojê bi rûbara dilê min hênik dibe dîcleya berdirêj li hemû cihên şax daye bê meylî dicoşe Heskîf abîdeya dîrokî ye li ser dicle şax vedaye ew hewara xelasiyê dike ji devên cinawiran bi tilisma xwe ya kevneşopî ew qîrîneke dengketî ye di vê havîna ku bi şewqa rojê …

  • 24 April

    Meselok û Şîroveyên Biwêjan

    RÊÇ RÊÇA KERÊ YE, FEHL FEHLÊN PERÛ NE: Xesiyeke û bûkeke ya wê heye. Lê xesî jî xesî ye ha! Ewqas  dijwar e ku nahêle bûka wê bêdestûr xwarinê jî bixwe. Rojekî xesî malê didû û diçe dehlikê da ku karên xwe pêk bîne. Dema xesî derdikeve hema bûk bi …

  • 23 April

    DÛR Û MEHCÛR IM JI YAR

    Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand Dê çikim ya Reb, medet dunya li …

  • 21 April

    Sed Gotinên Pêşiyan-3

    Ev gotînên pêşîyan ji devera gundê min ê Qerto(Girêdayê Çêrmûga Diyarbekirê) hatiye berhevkirin. Aqil ji aqil zêdetir e Aqilê sivik barê giran Aya vê destê ji deste din re namîne Bayê kûr erdê dike çekûr Bela li ber nigê wî be (nifir) Berf xezîneya erdê ye Bext, bexta ewûl Bi …

  • 20 April

    Hêsirên nirxecewherîn

    hew dibarin hêsir ji dilên qurifî fera çavan bi beza xemrevînê Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan dilive dîroka evînên bêmiraz dide ber piyan dişîne nav dojehên bihuşta rengîn di ber cihokên sor de herikandine pêlên kirêtkirî ji ber xwe dane alî mebestên pîroz, vîna bêkêmasî li rûyê parşumanên nûhatî tîpên hêsirên …

  • 19 April

    Bahoz Baran: Edebiyata modern nikare bê folklorê hebe

    Bahoz Baran dibêje “dema mirov bala xwe dide xebatên Celadet Elî Bedirxan, Hawar û Ronahî û Roja Nû, çemê folklorê û yê rêzimanê ligel hev diherikin; lê vê taliyê kurd ji wê mîrateya folklorê bê par mane yan jî wek ku li wan wisa hatiye ku folklor ne tiştekî mihîm …

  • 18 April

    Firat Cewerî: Di edebiyatê şer tuneye, divê tunebe

    Di destpêkê de, li ser navê malpera felsefevan.org ê (Hevpeyvîna  felsefevanê ye lê niha malper hatiye girtin ) em spasiyên xwe aresteyî kekê Firat Cewerî dikin, da ku cenabê wî daxwaza me ya pêkhanîna hevpeyvîneke erênî dît û qebûl kir, mala wî ava. Beriya ku ez pirsên xwe aresteyî kekê Firat …