Wêjegeh

April, 2018

  • 16 April

    Piçek Dînîtî

    Bi halet-î ruhiyeke ber bi dînîtiyê ve Ji dijminên xwe re min tîr amade kirine Ji zimanekî rewşedar Ji deqên wê yên herî tûj Herhal ji helbesteke beytikên wê yên herî xweş Û ji erbaneyeke ku bi hezar salane ritmên xwe ji dilkutka distîne Elleh, Elleh, Elleh Ji nifirên ferîşteyên …

  • 16 April

    Gava Roj derkeve

    Melodiyek Dengek Dengê bêdengiyê Dengê bêtebûnê Ritma xwe ji çiyayên bilind re Gava di yekkerbûna dilan de Diqîre û radiweste Dûrahî… Ax! Ji dûrahiyan re dê waxwax bikî Dilê xemgîn, Muxtacî Kîjan gotina efsûnî ye? Ajotî kîjan xeyalan, Beyî rastiyê bibîne Roj dê be Roj dê be Hingî xwe dipêçê …

  • 15 April

    kubarê

    jiyan dibe jahr carên tu xwe ji min direvînî carên tu li bal min î û bi awirên coşane li min dinêrî bextewarî xwe li min digire bê pîvan e canê!   diçim nav zozanan li seyranê me digerim dilîzim ji xwe re û li ber şemala te radiwestim   …

  • 10 April

    kindirê celad

    carên ku dînîtî bi kindirê jiyanê xwe li min dipêçe li hêviya pihîna celadê xwe nasekinim û dimirim. lê dema celadê min digihe armancê û daleqayî dimînim li ser sêdarê û kes namîne li dor ez bixwe ve têm kindir ji ser stû dipekînim   hemû aferîdên sêdarê bi wê …

  • 5 April

    Dayik bê roj in

    bi zayînê re şewqa xwe bi çirûskên êgir avêt nav jiyana bêbext destekî kedkar bi ser laşê ji xwînê sor bûye ve bi dilekî hevrîşimî vedida parçeyek ji kezeba bi şewat wer bûbû nav şêniyên bê hejmar bi dilgermî ew didanî ser sîngên xwe yên vejînî bi hestên zindî diket …

  • 2 April

    Hêvî

    Zîl dida çiyayê welatê min Ber bi hêviya bihareke rengîn ve Bi kevnariya êşên xwe Bi dîrokeke bin ax aax û axxx ax perçiqandin kûlîlkên bêgûneh bi lingên xwe yî heram Û bi gotinên xwe yî çepel. Pel bi pel di weşînin Nabê ev dar, darê şînin Hey hooo Ev …

March, 2018

  • 31 March

    Nivîskar Recep Dildar: Li welatê me jiyana her malbatekê romanek e

    Nivîskar Recep Dildar di derbarê edebiyata Kurdî, nivîsandina roman, çîrok û helbestan, hejmar û rewşa nivîskarên Kurd û herwiha di derbarê berhemên xwe yên li ber çapê ji BasNewsê re axivî. Eleqe û têkiliya bo edebiyatê çawa dest pê kir? Min di emrekî ciwan de dest bixwendina edebiyatê kir lê ev edebiyata Tirk …

  • 19 March

    Tiştanok

    Tiştekî min heye tu zanî? Tasa mast guhara rast Sindoq li ser sindoq e, nifte li destê bûk e Dest didim qûnê dev li hev diçe Sê dev, devê mezin bi tev e Hemke qûn xwar çû ser latê, lat hanî xwar Tiştekî min heye heft bira bi şaşikek e …

  • 16 March

    Dûnya ya Bozo (Çîrok)

    (Balkêşî: Di vê çêrokê de ezê gotinên jargon, qelew, gotinê sûkê û yên wek sixêfan, bikar bînim û herweha bi gotinan bilehîzim. Sedema vê yekê ew e da ku ew gotin bibin wek ”xwê û buxaratên” vê çêrokê. Ji ber vê yekê di pêşiyê de efûya xwe dixwazim.) Dr.Cuwan Heqi  Em …

  • 13 March

    Emîn Alî Bedirxan

    Emîn Alî Bedirxan, kurê Mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, mîrê dawîn ê Mîrnişîniya Botan bû û piştî têkçûna serhildana 1846an ji aliyê Dewleta Osmanî ve tête destgîrkirin û wî bi tevî hemû endamên malbatê, rêdikin Stenbolê. Mîr Bedirxan şeş meh li Stenbolê girtî dimîne, paşê biryara sirgûnkirina wî tête derxistin …