Berbang

Berbangên hêvîdar dibînim

ku xûz dibim liber çirûskên rojê

jêra xewnên şevên bi xeyalên xizanîyê dibêjim

raperîna di dilê min de, bû ye bahozek ji  rêçe şopan

di welatê ku ez tê de,

bêhna belengazîyê jê tê bêhn dikim,

dil nexwazî û xêrnexwazî bihevra gulîyan badidin

carek bejî dixwazim bangê guhdarîya dil bikim

û jixwe bipirse bifikire …

gelo te çend caran peyvan cot kirin di wan kêlîyên dil de

gelo te çend caran hinekan bi xêrnexwazî pêşwazî kir

û te çend caran hinekan bi dilxwazî û dilşadî pêşwazî kir

te çend kevir leqand ji dilên bindest

te çend cara agir berda daristanên dilên bê war

de bifikire carek din …

yek xulekek be jî çavên xwe bigre

û xwe di lêpirsîna bê wijdanîyê de derbas bike

û dinav peravên wijdanê de melevanîyan bike

bibe qaqlîbazek

bibe kewek ..

bibe teyrek

bihejmêre firên baskên xwe ..

bajar bi bajar gund bi gund diber çavên xwe re derbas bike

wê demê hinek be jî tê bixweva werî

û tê bigehîjî serdemek ji kûrahîya dil

carek din tê xwe di kêlîyên lêpirsîna dil de werdî..

 

Bawer Yekta

About Bawer Berbang

Helbestvan

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *